Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê navdarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, hunermend Şeyda, klîpa xwe ya herî nû ji bo sala 2022an belav kir.
Navê klîpa nû ya hunermend Şeyda, “Gula Malê” ye ku teksta helbestê ji aliyê birayê wî, Sefqan Orkêş ve hatiye nivîsandin û wî bi xwe muzîka wê amade kiriye.
Klîpa “Gula Malê” êvara îro li ser hesabê fermî yê YouTube ya Şeyda, Sheyda official hatiye belavkirin.
Klîp ji aliyê Dilyar Film Production ve hatiye berhemanîn, Amir Hesen mîks û masterîng ji klîpê re kiriye û Hogir Hadî derhênerê klîpê kiriye.
Keç û xortek bi navên Zerdeşt û Canda di klîpa wî de dilîzin
Şeyda di klîpê de li ber yarê digere ku bikene, lê Canda bi zorê di dawiya klîpê de hinekî hinekî bi Zerdeşt re dibeşişe.
Hunermedê Kurd ê navdar Şeyda bi xwe xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, lê niha li Almanya li bajarê Hannoverê dijî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse