Hewlêr (Rûdaw) - Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîm ê bi navê Bavê Teyar tê naskirin bi fîlmeke komêdî vedigere.
Şanoger û lîstikvanê Kurd Cûma Xelîl Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku şerê li Rojavayê Kurdistanê bandora xwe weke li her aliyê jiyanê li qada huner û şanoyê jî lewma wan navbir da karê xwe, lê ew niha bi berhemeke nû derdikevin li pêşberî hezkiriyên xwe.
Cûma Xelîl Îbrahîm ango Bavê Teyar da xuyandin ku wek Koma Şehîd Osman a Bavê Tayar fîlmeke komedî amade kirine ku ji 70 xulekan pêk tê.
Îbrahîm da zanîn ku piraniya montaja fîlmê bidawî bûye, lê tenê serastkirina deng maye û di demeke herî nêzîk de fîlm were pêşandain.
Şanogerê Kurd da zanîn ku xwesta gelê Kurd bo berhemên wî hene û ew dixwaze bi berhemên xwe xizmeta Kudan bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse