Bavê Teyar li Qamişloyê hat veşartin

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Bavê Teyar Cuma Xelîl Bendava Tişrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cuma Xelîl (Bavê Teyar), Kêfo Osman, Ekrem Rexo, Menîce Heyder, Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ên ku li Bendava Tişrînê di êrişa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabû li Qamişloyê hatin veşartin.

Balafirên Tirkiyeyê 18ê Çiriya Paşîn a 2024an sivîlên ku ji bo xwenîşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de Cuma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, Hevseroka Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk a Qamişloyê Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişlo Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm canê xwe ji dest dabû.

Her wiha di heman êrişê de 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHAyê Cuma Xelîl (Bavê Teyar), Kêfo Osman, Ekrem Rexo, Menîce Heyder, Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi axê hatin spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst