Kurtulmuş helbesteke bi Kurdî xwend, gilihê wî hat kirin

23-10-2025
Nîşan Numan Kurtulmuş Helbest Kurdî Komeleya Ramanê ya Ataturkparêz (ADD) Amed Gilih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ramanê ya Ataturkparêz (ADD) ji ber malikeke helbestê ya bi Kurdî gilihê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir.

Numan Kurtulmuş di merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Dîcleyê de di axaftina xwe de cih da malikeke helbesteke bi Kurdî Kurdî.

Ev helbesta bi Kurdî li ser hesabên fermî yên medyaya civakî yên Parlamentoyê hat parvekirin.

Komeleya Ramanê ya Ataturkparêz (ADD) bi tohmetên "tehrîkkirina gel ji bo kîn û dijminatiyê", "xerabbikaranîna erkê xwe", "heqareta li miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê" û "binpêkirina destûrê" giliyê wî kir û daxwazname radestî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat kirin.

Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derbarê Kurtulmuş doza raya giştî bê vekirin.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, li Amedê di merasîma vekirina akademîk a Zanîngeha Dîcleyê de piştî axaftina xwe helbesteke bi Kurdî xwendibû û ev yek li ser hesabê Xê yê Parlamentoyê hatibû parvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst