Mehmet Metîner: Em dê bi awayekî herî xurt tifaqa Tirk û Kurdan ava bikin

01-07-2025
RÛDAW
Mehmet Metîner bû mêvana bultena Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan
Mehmet Metîner bû mêvana bultena Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Mehmet Metîner Pêvajoya Çareseriyê PKK
A+ A-

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner diyar kir ku her çend eşkere neyê gotin ka kîjan alî li dijî pêvajoya çareseriyê derdikevin lê ew hem di nava dewletê de, hem di nava partiyên siyasî de û hem jî di nava PKKyê de cih digirin.

Mehmet Metîner got, “Em dê tifaqeke Tirk û Kurdan bi awayekî herî xurt ava bikin.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner bû mêvana bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoyê û pêşhatên dawî bersivandin.

Metîner gef li aliyên mixalif ên pêvajoyê xwar û diyar kir ku dê her cure helwestên ji bo sabotekirina pêvajoyê bersiva xwe bibînin û got:

“Ew xwe dizanin, heger ew hedê xwe nezanin, dê tiştê pêwîst were kirin.”

Mehmet Metîner da zanîn ku divê tifaqa Tirk û Kurdanan ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li tevahiya herêmê were avakirin.

Metîner diyar kir ku divê bi “Kurdên li Sûriye, Îraq û Îranê re” jî pêwendiyên jidil werin danîn û diyar kir, ew bawer dike ku pêvajo dikare li Rojhilata Navîn bibe navendeke nû ya hêzê.

Li gorî Metîner, ev “yekîtiya dîrokî” dê ruhê Alparslan û Selahaddîn Eyûbî ji nû ve vejîne.

Metîner destnîşan kir ku divê merasîmeke sembolîk a danîna çekan were lidarxistin û ev yek ji bo avakirina derdoreke ewlehiyê girîng e.

Mehmet Metîner anî ziman ku pêvajo di nava aramiyê de û gav bi gav bi pêş de diçe û ji bo niha rewşeke ku ewlehiyê bixe metirsiyê nîne.

Metîner bal kişand ser wê yekê jî ku PKK heta niha neketiye nav helwesteke ku pêvajoyê sabote bike û dewlet û siyaset jî erkên xwe bi cih tînin.

Hevpeyvîna bi Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner re:

Rûdaw: Van rojan, çav li ser hevdîtina birêz Serokkomar û heyeta DEM Partiyê ye. Bi hêviyeke mezin li vê hevdîtinê tê nêrîn. Hevserokê DEM Partiyê diyar kir ku nexşerêya ku piştî hevdîtinê dê derkeve holê, bi awayekî zelal her kesî hembêz bike. Gelo li gorî we piştî vê hevdîtinê derbarê bipêşveçûna pêvajoyê demeke zelal dikare bê diyarkirin?

Mehmet Metîner: Nexşerêya nû jî dê bê diyarkirin, em ber bi dawiyê ve diçin. Rewşeke ku kes şikan jê bike nîne. Înşallah em dê di hefteyên pêş de şahidiyê bikin ku PKKyê çek danîne. Înşallah em dê pêvajoya avakirina Tirkiyeyeke nû jî bidin destpêkirin. Em bi aramî û sebir tevdigerin. Ji bo niha rewşeke neyînî nîne. Hêviya me bilind e. Em dê rê nedin kesên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Em dê rê nedin kesên ku ji kîjan eniyê ve were jî, dixwazin pêvajoya aştiyê provoke bikin, sabote bikin. Em dê tifaqeke Tirk û Kurdan bi awayekî herî bi heybet ava bikin. Mesele ne tenê meseleya danîna çekan e. Ya girîng ew e ku em tifaqeke Tirk û Kurdan ne tenê di erdnîgariya Tirkiyeyê de, di herêmê de jî pêk bînin. Em ber bi pêvajoyekê ve diçin ku Kurdên herêmê û Tirkiye di vê pergala tifaqê de bi hev re nexşerêyeke nû ya bi wate diyar bikin. Piştî danîna çekan, ya herî girîng ew e ku aştî were mayîndekirin û avakirina Tirkiyeyeke nû were misogerkirin. Avakirina Tirkiyeyeke demokratîk e ku her kes dê qezencê jê bike, her kes dê qezencê bide hev, ti kes dê winda neke, her kes dê wekîî welatiyên azad û wekhev bijî. Înşallah em dê bi hev re vê yekê bi ser bixin.

Rûdaw: Birêz Metîner we jî diyar kir, tê payîn ku komeke di nava PKKyê de bi awayekî sembolîk çekan deyne, çima pêwîstî bi lidarxistina merasîmeke bi vî rengî ya sembolîk heye?

Mehmet Metîner: Ev ji bo avakirina atmosfereke ewlehiyê pêwîst e, ji bo tevahiya avakirina civakê bi gavên zêdekirina ewlehiyê pêvajoyê dê bi pêş ve biçe. PKKyê heta îro ti helwestên ku zererê bidin ewlehiyê nekiriye. Hem DEM Partî û hem jî dewletê erkê xwe bi cih anî. Serokê aqilmend ê MHPyê Birêz Bahçelî, Birêz Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan erkê xwe bi cih anî. Dewleta me di vî warî de pir samîmî, pir hesas e. Înşallah bi dîtina danîna çekan re em dê bi hev re pêvajoya avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke nû, Sedsala Tirkiyeyê li ser bingeha demokrasî û azadiyê zêdetir bidin destpêkirin. Lewma em gav bi gav dimeşin. Li holê ti rewşên ku hewce bike bêbaweriyê nîne. Rewşeke derengmayî jî nîne. Înşallah hemû gavên ku divê bên avêtin dê bên avêtin. Hem ji aliyekî ve em dê dewleta xwe ji nû ve ava bikin, li ser bingeheke têgeheke demokratîk; hem jî ji aliyekî ve em dê ne tenê bi Kurdên li Tirkiyeyê re, em dê bi hemû Kurdên li herêmê re rêkxistineke nû ya tifaqê ava bikin. Em, wekî Tirkiyeya di bin serokatiya Erdogan de, wekî AK Partî, wekî Hevpeymaniya Cumhur, ji destkeftiyên Kurdan aciz nabin, ne desthilatdar, ne partî, ne jî dewlet. Berovajî, em xwedî têgeheke ku destkeftiyên Kurdan wekî destkeftiyên xwe dibînin. Înşallah dema ku pirsgirêka terorê û çekan were çareserkirin, em dê bibînin ku Tirk û Kurd bi hev re, tam li gorî wê rêkxistina tifaqê ya di dîrokê de, ji nû ve hatine ba hev û bi hev re dest bi nivîsandina dîrokeke nû kirine. Înşallah tifaqeke Erebî jî dê li tifaqeke Tirk û Kurdan zêde bibe. Lê belê di serî de, bê guman, tifaqeke Tirk û Kurdan e ku li herêmê diyarker e. Ez di wê baweriyê de me ku piştî ku ev pêvajo bi serkeftî temam bibe, li Rojhilata Navîn dê navendeke nû ya hêzê were diyarkirin. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne, em hêviya xwe bilind digirin. Em ji vir silavan ji Kurdên Hewlêrê, Kurdên Sûriyeyê, Kurdên Îranê re dişînin. Sînorên ku di navbera me de hatine xêzkirin êdî wateya xwe winda dikin. Erdnîgariya dilê me yek e, baweriya me yek e, armanca me yek e. Em dê bi hev re qezencê bidin hev û em dê bi hev re dîrokeke nû binivîsin.

Rûdaw: We behsa biratiyê kir, hûn dê teqdîr bikin ku dema mijar dibe biratî divê şert û merc wekhev bin. Mînak, tê payîn ku birayên ku mîrata bavê xwe parve dikin, bi awayekî wekhev vî parî dabeş bikin. Qanûn jî vê yekê dibêje. Ji bo ku Kurd û Tirk wekhev bin yan jî Kurd xwedî mafên wekhev bin, gelo dê di parlamentoyê de yan jî di qanûnan de tedbîrên bi vî rengî bên wergirtin?

Mehmet Metîner: Hemû gavên ku biratî û dîroka me hewce dike, dê bên avêtin. Em ji xwe wekhevê hev in. Em ne neyarê hev in, em nikarin bi çavê neyariyê li hev binêrin. Dewleta Komara Tirkiyeyê ne tenê dewleta Tirkan a di wateya etnîkî de ye. Dewleta her kesê ku li vî welatî dijî ye, dewleta Kurdan jî e. Lewma di wateya destûrî de em dê sedsala Tirkiyeyê ya ku dê hemû welatiyên me wekhev bin ava bikin. Her wiha ji ber ku em aîdî heman baweriyê, heman dînî ne, hem birayên hev in hem jî wekhev in. Wekî ku Pêxemberê me Hezretî Mihemed jî gotiye, em wekî diranên şehekê ne. Heta îro dibe ku ev wekhevî, ev têgeha biratiyê xera bûbe. Dibe ku di Tirkiyeya berê de hin polîtîkayên xemgîn ên ku hebûna Kurdan înkar dikin, Kurdan dixin bin asîmîlasyonê, hatibin tetbîqkirin. Lê belê şikur, Tirkiyeya di bin serokatiya Erdogan de êdî Tirkiyeyeke ku vê înkarê, vê asîmîlasyonê bi dawî kiriye. Piştî ku PKK çekan deyne jî, dê her tiştê ku kêm maye, bê temamkirin û em dê bi awayekî xurt careke din li ser bingeha hem biratî hem wekheviyê dest bi serdemeke nû bikin ku em dê bi hev re dîrokê binivîsin. Bila şik di dilê kesî de nemînin. Lê hedî hedî; bi demê re, bi sebir, bi dayîna baweriyê, ne mimkun e ku bêbaweriyên ku bi salan e çêbûne di rojekê de bên rakirin. Lê belê pêvajoyê dest pê kir. Înşallah di encama vê pêvajoyê de dê rastiyeke Tirkiyeyê ya ku em hemû dixwazin, herêmeke ku em hemû dixwazin derkeve holê. Lewma em dê bi Kurdên Sûriyeyê re, Tirkiye, Kurdên li Kurdistana Îraqê re, Tirkiye bi birayên xwe yên Tirkmen ên li wê derê re hemû bi hev re dîrokeke nû binivîsin. Yanî Alparslanê Tirk û Selahaddînê Kurd wekî di dîrokê de dê careke din hev hembêz bikin. Em dê Înşallah heman mîsyonê, heman ruhê, heman têgehê, heman biratiyê, heman têgeha wekhevîxwaz bi hev re di çarçoveya vê mîsyona nû de hilgirin ser milên xwe. Bila şik di dilê kesî de nemîne. Dema ku birêz Serokkomar dibêje em dê Sedsala Tirkiyeyê ava bikin, wateya wê ev e. Dema ku dibêje destûreke nû, wateya wê ev e. Lê wekî ku min got, şert û mercên Tirkiyeyê yên taybet hene. Hin bêewlehiyên ku bi salan çêbûne hene. Ji bo ku ev bêewlehî bên derbaskirin, pêdivî bi demê heye. Ji ber wê dîtina danîna çekan a PKKyê pir bi wate ye, pir bi qîmet e.

Rûdaw: Birêz Serokkomarê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku hem li aliyê Tirkiyeyê ve hem jî di nava PKKyê de kesên ku dijberiya vê pêvajoyê dikin hene, dixwazin rê li ber pêvajoyê bigirin. Li Tirkiyeyê kî dixwaze rê li ber vê pêvajoyê bigire? We jî di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser vê yekê lê bêyî ku navekî bidin. Kî dixwaze rê li ber pêvajoyê bigire?

Mehmet Metîner: Nav ne hewce ye. Ew xwe zanin. Heger ji niha û pê ve hedê xwe nezanin, zimanekî, helwestekî ku berê xwe dide sabotekirina pêvajoyê nîşan bidin, em dê di qonaxa pêş de hedê nîşanî wan bidin. Em qet destûrê nadin ku kesek bi çavê cihêkar li daxwazên Kurdan, daxwazên birayên me yên Kurd binêre, bi çavekî cuda li destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê binêre. Di dema borî de ji bo birêvebiriya Barzaniyan jî ev helwestên dijminane hatin nîşandan. Lê îro em û birêvebiriya Barzaniyan wekî goşt û neynûk, xwîna ku di heman demarê de digere ne. Em ji hev cuda nînin. Em bûne komeke birayên ku bi hev ve girêdayî ne. Lewma em baş dizanin ku hin navên ku di televizyonên Tirkiyeyê de xwe wekî xwedî maf nîşan didin, heta ku ji rûyê me xuya dikin, bi rêya dijmintiya Şêx Seîd çi dikin. Her wiha em baş dizanin ku ew dixwazin di mijara mafên demokratîk û çandî yên Kurdên Sûriyeyê de bi sûcdariya cihêkariyê çi bikin. Di nêrîna me de, di nêrîna min de her kesê ku pêvajoyê sabote dike sûcdar e. Di nava PKKyê de be jî, di nava dewletê de be jî, di nava AK Partiya me de be jî, di nava Partiya Tevgera Neteweperest de be jî, tiştê ku divê her kes bike ev e; mayîndekirina aştiyê. Piştî bidawîbûna şerê çekdariyê em dê vê aştiyê, vê biratiyê mayînde bikin. Tirkiyeyeke nû, herêmeke nû ava bikin ku me hemûyan bi hev re di nava aştiyê de bijîne. Heger wekî ku min di nivîsa xwe ya îro de jî diyar kir, hin navên ku di dema borî de bi aqilê înkarê yê Tirkiyeya berê difikirîn, dema ku daxwazên Kurdan tên rojevê hîn jî dibêjin, daxwazên cihêkar in, divê serê wan bê ezimandin. Heger hin navên ku ji rûyê me xuya dikin vê yekê dikin, ez bawer dikim ku ne Birêz Bahçelî, ne jî Birêz Serokkomarê me, ne jî AK Partiya me, ji niha û pê ve destûrê nadin ku navên bi vî rengî pêvajoyê di ekranên Tirkiyeyê de jehrî bikin. Em jî destûrê nadin. Em dê aştiyê bilind bikin. Em dizanin ku PKK jî destûrê nade aliyên ku dê pêvajoyê di nava xwe de xera bikin, em jidil bawer dikin. Înşallah em dê bi hev re bi ser bikevin. Bi dûrxistina zimanê jehrî ji nava me, tenê û tenê dengê wan kesên ku aştiyê dixwazin, dixwazin aştiyê mayînde bikin, tenê û tenê parastina hevbîra demokratîk dikin, bê şert û merc parastina tifaqa Tirk û Kurdan dikin, ji niha û pê ve dê pir bilindtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst