Hamidreza Xulamzade li ser pêşhatên dawî yên dan û standinan, dosyeya nukleerî û cezayên li ser Îranê di hevpeyvînekê Rûdawê de çend peyam şandin Washingtonê.
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Mala Dîplomasiyê ya Îranê Hamidreza Xulamzade ragihand ku Îran li ser xetên xwe yên sor bi paş de gavan naavêje û baweriya wan bi sozên Amerîkayê nemaye.
Xulamzade li ser sedema bersivnedayîna daxwazên Amerîkayê ya ji bo dosyeya dewlemendkirina uranyumê ji Rûdawê re got:
"Pirsgirêk ew e ku daxwazên Amerîkiyan gelek in.
Ew daxwaza rawestandineke dûvdirêj a bernameya dewlemendkirinê ya Îranê dikin û dixwazin uranyuma dewlemendkirî bibin derve."
Xulamzade anî ziman ku dewlemendkirina uranyumê heta asta ji sedî 60î mafekî yasayî yê Îranê ye ku di çarçoveya peymana rêlibergirtina belavbûna çekên nukleerî de ye û li pey çû:
"Eger Îranê berê û di dan û standinên Cenevreyê de pêşniyara 3-5 salan rawestandina bernameyê kiribe, niha Amerîkayê li Îslamabadê daxwaza xwe ji bo 20 salan zêde kiriye.
Ev jî nîşan dide ku Amerîkî yan ji rewşê fêm nakin an jî peymanê naxwazin."
Xulamzade red kir ku Tehran ducare razî bibe uranyuma xwe bişîne Rûsyayê û got:
"Di serdema Obama de me uranyum şand derve.
Biryar bû ku sotemeniyê ji bo binesaziya bijîşkî ya li Tehranê dabîn bikin an jî pereyê wê bidin lê ne ajansa navneteweyî, ne Amerîka û ne jî Ewropî pêbendî sozên xwe bûn.
Tecrubeyeke tal a Îranê di vî warî de heye, lewma careke din sermayeya xwe bi hêsanî ji dest nade."
Xulamzade li ser serdana Ebas Eraqçî ya ji bo Moskowê jî diyar kir:
"Bawer nakim bi awayekî cidî li ser dosyeya nukleerî bi Birêz Putin re axivîbin, çimkî yek ji xetên sor ên tîma dan û standinan û Birêz Qalîbaf ew e ku destûr nayê dayîn li ser dosyeya nukleerî biaxivin."
"Gotinên Trump berovajî fêm bikin"
Xulamzade bersiva daxwaza Donald Trump a ku gotibû "bila Îran telefonî me bike" da û ragihand:
"Ji bo ku tu ji Trump fêm bikî, divê tu her tiştê ku ew dibêje berovajî bikî.
Dema ku dibêje Îran li benda telefonê ye, wate ew bi xwe li benda telefonê ye.
Îran ji bo şer amade ye lê eger Amerîka mercên me qebûl bike, dibe ku li ser rêkaran were axaftin, nexwe Îran ti daxwazên xwe yên axaftina bi Trump û îdareya wî re nînin."
Petrol û Tengava Hurmizê: Şerê îradeyan
Xulamzade li ser cezayên li ser petrola Îranê eşkere kir ku hinartin didome û got:
"Her çi qasî ne wekî rewşa asayî be jî lê gelek keştiyan karîbû di nav dorpêçê re derbas bibin.
Eger Amerîkî dest deynin ser keştiyên me, Îran dê zextê bike û li beramberî vê dest deyne ser keştiyên din ên li herêmê."
Xulamzade di wê baweriyê de ye ku Amerîka nikare heta hetayê dorpêça li ser Tengava Hurmizê bidomîne û anî ziman:
"Ev şerê îrade û berxwedanê ye.
Îran di nav mala xwe de ye û di qada xwe de dilîze lê Amerîkî bi hezaran mîlî dûr in û mesref û budceyeke zêde dixwazin.
Tew leşkerên wan jî bi vê mayîna dirêj ne dilxweş in."
Ewlehiya sînor û partiyên Kurdistanî
Xulamzade behsa bombebarankirina kampên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir:
"Ew operasyon bi ewlehiya sînoran ve girêdayî ne.
Trump bi xwe lê mikur hat ku wan ew kom li Herêma Kurdistanê çekdar kirine.
Îran parastina ewlehiya xwe dike."
Xulamzade her wiha ragihand ku Tehran hêvîdar e berpirsên Herêma Kurdistanê di baştirkirina ewlehiya sînoran de alîkar bin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Mala Dîplomasiyê ya Îranê Hamidreza Xulamzade re:
Rûdaw: Çima Îran bersiva daxwazên Amerîkayê ya li ser uranyuma dewlemendkirî nade?
Hamidreza Xulamzade: Pirsgirêk ew e ku daxwazên Amerîkiyan zêde ne. Ew daxwaza rawestandineke gelekî dûvdirêj a bernameya dewlemendkirinê ya Îranê dikin û dixwazin uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bibin derve. Her du jî ew maf in ku peymana qedexekirina çekên nukleerî û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê dane welatekî ku peymanên wan îmze kiribe.
Lewma wekî endamekî peymana qedexekirina çekên nukleerî, mafê Îranê heye ku ji bo armancên aştiyane uranyumê dewlemend bike. Her wiha mafê wê heye ku uranyumê dewlemend bike û depoyên uranyuma dewlemendkirî li cem xwe bihêle. Tew asta ji sedî 60î jî ji bo welatekî endam guncav e.
Nexwe Îran parastina mafên xwe dike û Amerîkî jî ji aliyekî din ve dixwazin tiştekî li ser Îranê bisepînin ku Îran qebûl nake. Tew eger Îranê berî şerê niha û di dema dan û standinên Cenevreyê de pêşniyar kiribe ku dibe sê heta pênc salan rawestandina bernameyê qebûl bike (çimkî dem ji bo nûjenkirina wan saziyên ku hezîrana borî rastî êrişê hatin pêwîst bû), lê Amerîkiyan wê demê daxwaza 10 salan dikir.
Niha li Îslamabadê ne tenê dem kêm nekirine, belkî zêde kirine û kirine 20 sal. Ev jî nîşan dide ku Amerîkî yan di rastiya li ser erdê nagihin yan jî peymanê naxwazin. Ew bihayekî wilo bilind datînin ku kes qebûl nake, lewma Îran red dike çimkî dixwaze parastina wan mafan bike ku heqê wê ne.
Rûdaw: Di dema peymana bi welatên 5+1 re û di serdema Obama de beşek ji uranyuma dewlemendkirî ya Îranê birin Rûsyayê. Niha Îran razî ye uranyuma xwe ya dewlemendkirî bibe Rûsyayê?
Hamidreza Xulamzade: Na, çimkî wê demê uranyuma dewlemendkirî birin derveyî welêt û biryar bû ku vegere ji bo dabînkirina wê sotemeniya ku ji bo binesaziya bijîşkî ya li Tehranê pêwîst bû lê wan ev yek nekir. Her wiha biryar bû ku uranyuma dewlemendkirî ji Îranê bikirin lê pereyê wê nedan.
Di rastiyê de Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û welatên Rojavayî yan Amerîkî û Ewropî bûn ku rê li ber dana pereyan girtin û rê li ber dabînkirina sotemeniyê ya ji bo saziya li Tehranê girtin. Tecrubeya Îranê di vî warî de heye ku ajans û welatên din pêbendî sozên xwe nabin, lewma em nikarin baweriya xwe bi wan bînin.
Ev yek berê jî dema ku Tirkiye û Brezîlya navbeynkar bûn qewimî û heman çîrok ducare bû. Lewma li gorî tecrubeyan, Îran asoyeke geş û pêşbîniyeke baş di wê de nabîne ku dest ji uranyuma xwe ya dewlemendkirî berde û bişîne derveyî welêt û li beramberî vê tiştek nebe. Ew dê bibe sermayeyek ku Îran bi hêsanî ji dest dide û bê guman Îran vê yekê qebûl nake.
Rûdaw: Gelo Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê serdana xwe ya Moskowê de behsa uranyuma dewlemendkirî ya Îranê kiriye?
Hamidreza Xulamzade: Ti agahiyeke me ya piştrastkirî li ser hûrgiliyên axaftinên her du aliyan nîne lê ez li bendê me ku danûstandineke wan a bi vî rengî li ser nakokî, şer, dewlemendkirin û bernameya nukleerî hebe. Lê derbarê veguhastina uranyuma dewlemendkirî ya ji bo wî welatî [Rûsya], gumanên min hene.
Çimkî yek ji xetên sor ên ji bo tîma dan û standinan, ji bo Wezareta Karên Derve, ji bo Birêz Qalîbaf û hemû wan endamên ku beşek in ji tîmê ew e ku destûr nayê dayîn li ser dosyeya nukleerî biaxivin. Çimkî me berê jî çend caran behsa vê kiriye û di her du carên borî de di nîveka danûstandinan de êrişî Îranê kirin. Lewma dosyeya nukleerî ne tiştek e ku destûr hatibe dayîn tîm li ser biaxive, ji ber vê yekê bawer nakim li ser mijarên pir cidî bi Birêz Putin re li ser bernameya nukleerî axivî bin.
Rûdaw: Trump dibêje eger Îran dixwaze em dan û standinan bikin bila telefonî me bikin. Gelo Îran telefonî Trump dike?
Hamidreza Xulamzade: Ji bo ku tu ji Serok Trump bi awayekî rast fêm bikî, divê tu her tiştê ku ew dibêje berovajî bikî. Dema ku dibêje Îran bi kelecan e ku telefonî min bike, anku ez bi kelecan im telefonî Îranê bikim û dibêje "tika dikim Îran telefonî min bike". Dema ku dibêje Îran daxwaza peyman yan dan û standinan dike, anku ez daxwaz dikim lê naxwazim bi zelalî bibêjim, lewma ew mijarê bi paş de dixe.
Îranê ragihandiye ku ji bo şer amade ye lê eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mercên Îranê qebûl bike, wê demê mirov dikare li ser rêkarên qebûlkirina wan mercan biaxive lê Îran ji mafên xwe, mercên xwe û xetên xwe yên sor paşve gavê navêje. Îran ji bo danûstandinan amade ye dema ku Amerîkî ji bo qebûlkirinê amade bin, naxwe Îran ti daxwazeke xwe ya axaftina bi kesekî wekî Serok Trump û îdareya Amerîkayê re nîne.
Rûdaw: Gelo Îran niha petrolê difiroşe?
Hamidreza Xulamzade: Belê bê guman, hinartin didome. Hinartin ne wekî rewşa asayî ye çimkî niha ji ber dorpêç û şer rewş ne asayî ye. Di rastiyê de amarên herî nû li cem min nînin lê diyar e ku Îran petrolê hildiberîne û hinarde dike. Nîvê berhema petrola Îranê li navxwe tê bikaranîn û nîvê din jî bi giştî tê hinartin.
Beşa hinartinê ji rewşa asayî kêmtir e lê ev nayê wê wateyê ku gihîştiye sifirê û dorpêçê her tişt rawestandiye. Na, gelek keştiyan karîbû di nav dorpêçê re derbas bibin û bi serkeftî bigihin cihê mebestê. Dest hatiye danîn ser hinek keştiyan ji aliyê Amerîkiyan ve lê Îran hewl dide zextê bike û di warê siyasî û eger pêwîst be di warê leşkerî de jî ji bo azadkirina wan keştiyan bixebite yan jî li beramberî vê Îran dest deyne ser hinek keştiyên din ên li herêmê. Lê bi dehan keştî û nefthelgirên din ên Îranî berê derbas bûne.
Rûdaw: Eger Amerîka dorpêça xwe ya li ser Îranê ya li Tengava Hurmizê raneke, Îran ne amade ye ku dest bi dan û standinan bike?
Hamidreza Xulamzade: Dan û standin ji bo xelaskirina şer û ji bo dorpêçê û rakirina dorpêçê guncav in. Xal ew e, eger Îran Tengava Hurmizê bigire, ew rastiyeke cografî ye li ser erdê û li ser wî esasî wê dorpêçê li ser tengavê disepîne. Lê Amerîkî ne xwediyê vê yekê ne û nikarin hêzên xwe yên deryayî û keştiyên xwe 24 saetan di heft rojên hefteyê de û di seranserê salê de di nav deryayan de bihêlin da ku keştiyên Îranî bigirin û dorpêçê bixin ser Îranê.
Ev yek ne mimkin e, bi taybetî niha em dibînin ku agir bi keştiyên hêzên deryayî yên Amerîkayê dikeve yan jî pirsgirêka tûwaletan û wan pirsgirêkan derdixin da ku neyên şandin ji bo erkên şer. Bi vê rewşê, Amerîkî ne xwedî wê şiyanê ne ku heta hetayê bazirganiya Îranê rawestînin. Lewma ev bêhtir şerê îrade û şerê berxwedanê ye. Ew bi hêvî ne ku berhemanîna petrola Îranê rawestînin ku ne wisa ye.
Ew bi xeletî wilo difikirin ku eger Îran petrolê hinarde neke, wê demê petrol dê xera bibe yan dema wê derbas bibe lê ji ber xwezaya petrolên li vir li Îranê ev yek naqewime. Tew berhemneanîna petrolê zererê nade binesazî û saziyên petrolê. Lewma ti pirsgirêka Îranê bi vê re nîne û ev tenê meseleya demê ye. Amerîkî bi hêvî ne ku di maweyê çend mehan de Îranê rawestînin lê xal ew e ku Îran ji bo demeke dirêj xwe amade kiriye û ji ber cografyaya xwe Îran xwedî berxwedaneke zêdetir e çimkî ew di nav mala xwe de ye.
Ew lîstikvanek e di nav qada xwe de û her tiştê ku li vir heye pêdiviya wî pê heye. Lê Amerîkî bi hezaran mîlî ji welatê xwe dûr in û pêdiviya wan bi wê heye ku her tiştî bi cih bikin ku dem û pere û budceyeke zêde dixwaze. Ji vê jî girîngtir pêdiviya wan bi çavkaniyên mirovî yên zêde heye ku bê guman ew bi vî şerî û mana xwe ya li vir a ji bo demeke dirêj ne dilxweş in. Dema tu hemû îhtimalan hesab dikî, îhtimal di berjewendiya Îranê de ne da ku berxwedaneke wê ya zêdetir li hemberî dorpêçê hebe li gorî Amerîkiyan û aboriya cîhanê ya li hemberî dorpêça Tengava Hurmizê.
Rûdaw: Şer rawestiyaye û agirbest heye lê Îran bombebarankirina kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê didomîne, di demekê de ku ew partî beşdarî wî şerî nebûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza rawestandina wan êrişan dike. Kengî Îran dê wan êrişan rawestîne?
Hamidreza Xulamzade: Ew operasyon bi ewlehiya sînoran ve girêdayî ne. Tew beriya şer jî hebû, hinek rewş hebûn ku Îranê êrişî grûpên terorîst ên li wan axan dikir. Di dema şer de û piştî wê jî Îranê heman tişt kir. Me bi zelalî ji Serok Trump bihîst ku wî li mikur hat ku wan grûpên terorîst ên li navçeya Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê çekdar kirine.
Lewma gelekî zelal e ku Îran parastina ewlehiya xwe dike û di vî warî de dê gelekî hestyar be. Ez bi temamî piştrast im ku berpirsên Herêma Kurdistanê û berpirsên Îraqî yên her du aliyan piştgiriya ewlehiya li vê navçeyê dikin. Wan berê xeteke sor ji bo Amerîkiyan daniye da ku ji wir şer dernexe û plana Amerîkiyan a ji bo êrişkirina ser Îranê qebûl nekiriye.
Wan bi berpirsyarî û bi rêz miamele kiriye û ev jî tiştek e ku Îran gelekî qedrê wê digire. Lê parastina xwe jî li hemberî grûpên terorîst dike. Îran wan grûpên terorîst wekî berpirsên Kurd yan birêvebirên Kurdistanê nabîne, belkî şerê wan dike. Bê guman Îran hêvîdar e berpirsên Herêma Kurdistanê di wî şerê li dijî terorê de alîkar bin û di baştirkirina ewlehiya sînorên her du aliyan de alîkar bin. Nexwe ev ne pêwendîdarî şer e û bêhtir bi ewlehiya sînoran ve girêdayiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse