Kurê rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter, Dîcle Anter nîqaşên pêvajoya çareseriyê yên ku li Tirkiyeyê dîsa ketine rojevê, pêwîstiya rûbirûbûna bi kujerên nediyar, mijara nasnameya Kurdî û zimanê dayikê ji Rûdawê re nirxandin.
Anterê ku bi salan e ji bo ronîkirina cînayetên faîlnediyar têdikoşe, îro li gundê Yenîkoyê yê navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê dijî.
Anterê ku pêvajoyan hem li ser êşên malbata xwe û hem jî li ser travmayên giran ên dîroka nêzîk a Tirkiyeyê dixwîne, balê dikişîne ser xeletiyên borî û nîqaşên serdema nû û dibêje, “Bêyî şefafiyet û rûbirûbûnê aştî li vî welatî bi pêş nakeve.”
Dîcle Anter pirsên Rûdawê wiha bersivandin:
Rûdaw: Berî her tiştî, hûn li ser kuştina bavê xwe Mûsa Anter û pergala hiqûqê ya li Tirkiyeyê çi difikirin?
Dîcle Anter: Kuştina bavê min bi rastî rewşa pergala hiqûqê ya li Tirkiyeyê pir eşkere nîşan dide. Îro hûn li zarokên dibistana navîn û lîseyê dinêrin: Aboriyê dişopînin, ji ber ku bi krîza aborî mezin bûne û bûne wekî aborînasan. Ji ber ku bêhiqûqî û bêedaletî li her derê heye, berî ku dest bi zanîngehê bikin wekî parêzeran difikirin. Nifşekî hestiyar heye.
Di dema me de dema cînayetên faîlnediyar çêdibûn, mirov dixwest baweriya xwe bi dewletê bîne. Dewlet ewlehî ye lê bêbaweriyeke mezin hebû û ev bêbawerî îro jî bi heman awayî didome. Rewşeke nezelal li holê heye.
Rûdaw: Li gorî we pêvajo bi awayekî saxlem dimeşe?
Dîcle Anter: Pêvajoya aştiyê… Berî ku ev pêvajo dest pê bike jî navê wê rast nedanîn. Gelo gotina “Em dê bi rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê bi awayekî şefaf û ji dil hevdîtinê bikin. Em dê ji bo beqaya Tirkiyeyê û ji bo bibe welatekî hevdem biaxivin û dawî li vê pevçûnê bînin” ew qas zehmet e? Hewl didin guhê xwe teralî nîşan bidin.
Hinek tişt divê şefaf bin, divê raya giştî were agahdarkirin. Xeletiya kê hebe divê derkeve holê. Ma berî ku PKK were damezirandin Kurdan qet zilm nedît? Salên 70yî bi ser gundan de digirtin, tecawuzî jinan dikirin, şkence dikirin. Ma wê demê PKK hebû? Bi sedan mirov diketin girtîgehan, dozên 49an û 23yan hebûn. Kurdî qedexe bû. Dibêjî “Ziman ayeta Xwedê ye” lê Kurdî qebûl nakin.
Rûdaw: Hûn bandora derdora şer a li ser civakê çawa dinirxînin?
Dîcle Anter: Divê mirov dakeve koka meseleyê, aliyê wê yê dîrokî. Li ser vê axê Kurd hene û dê hebûna xwe bidomînin. Hûn nikarin vê rastiyê ji holê rakin. Tevî vê yekê eger hûn bixwazin derdora şer ji bo berjewendiyên xwe bidomînin kerem bikin lê ev ne rast e. Ma ne guneh e ku zarokên 20 salî dimirin? Em jî dixwazin bijîn. Ma ne mafê me ye ku em têkevin deryayê, kêfê bikin, wekî mirovan bijîn? Dema ez van dibêjim ma çek di destê min de ye? Na. Ev tecrubeya jiyana min e. Ez bûme 76 salî, min li Tirkiyeyê qadeke jiyanê ya rast nedît. Darbe, midaxeleyên veşartî-eşkere, bêedaletî, bêhiqûqî, pirsgirêkên aborî… Em her bi van re mijûl bûn.
Rûdaw: Pêvajoya aştiyê dîsa di rojevê de ye. Li gorî we divê rêyeke çawa were şopandin?
Dîcle Anter: Eger çareserî hebe hûn dê rûnin û bi awayekî şefaf biaxivin. Her cûre hêz di destê we de ye. Wekî ku bavê min digot, ‘Min ew qas şkence û zilm dîtiye lê ji bo aştiyê ez dê li qiraxa wê maseyê rûnim.’ lê dibêjin ‘Em û Kurd wekî goşt û neynûkê ne’ her car em her dibin neynûk, her em tên jêkirin. Wiha nabe. Eger aştî çêbibe, divê ji bo civakê aştiyeke adil be.
Rûdaw: Dema hûn li 50 salên dawî dinêrin astengiyên herî mezin ên li pêşiya çareseriyê çi ne?
Dîcle Anter: Divê mirov li pêkhateya dîrokî û pêncî salên dawî binêre. Ji bo ku mirov tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike divê pêşî edalet were dabînkirin; bêhiqûqî, gendelî, cînayetên faîlnediyar, valakirina gundan divê werin ronîkirin. Bawerî tenê bi şefafiyetê çêdibe. Gel bi salan e tê manîpulekirin. Êrişên li ser karkerên Kurdan, hewldanên lînçkirinê yên bi hinceta “Te Sirûda Îstîklalê nexwend”, mirovên ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî dibin hedef… Her yek ji van bi demarên civakê dilîze.
Rûdaw: Hûn li ser nasnameya Kurdan û Kurdî çi difikirin?
Dîcle Anter: Hîn jî yên dibêjin ‘Kurd tune ne, Kurdî tune ye’ hene. Madem tune ye, nexwe TRT Kurdî çima heye? Weşanên Zazakî çima hene? Hem dê bêjın ‘Em û Kurd bira ne’, hem jî dê nasnameya min tune bihesibînî; bi vî awayî biratî nabe. Pergaleke perwerdeyê lazim e ku cehaletê ji holê rake. Eger zarokekî Kurd hîn jî dema dest bi dibistanê dike Tirkî li wir hîn dibe li ortê pirsgirêk heye. Li Ewropayê dibistanên Tirkî hene lê li Tirkiyeyê mamosteyên Kurdî jî nînin. Nîzameke demokratîk bi vî awayî nayê avakirin.
Rûdaw: Hûn hevdîtinên dewlet û Ocalan çawa dinirxînin?
Dîcle Anter: Tiştên ku Abdullah Ocalan îro dibêje ne nû ne; ji 1993yan ve dibêje. Ma dewlet vê nizane? Bê guman dizane. Bi salan hat gotin ku hevdîtin tune ye, niha tê gotin dewlet hevdîtinê dike. Şefafiyet, bawerî, dilsozî kêm e. Pêvajoya yekem jixwe negihiştibû kamiliyê. Niha amadehî heye lê divê naveroka amadehiyê tije be.
Rûdaw: Di vê rewşa siyasî ya îro de qeyûm, girtin û zext çawa bandorê li pêvajoya çareseriyê dikin?
Dîcle Anter: Qeyûm, girtin, zextên li ser DEM Partiyê, hêj girtîbûna Demîrtaş û Yuksekdagê… Ev di civakê de dibin sedema pirsan. Polîtîkayên qeyûm ên li hemberî CHPyê, nîqaşên çûna Îmraliyê hene. Eger pêvajo şefaf bûya CHP jî dê biçûya Îmraliyê lê her kes hesabê xwe yê siyasî dike.
Rûdaw: We bi salan ked da doza Mûsa Anter. Hûn pêvajoyê çawa dinirxînin?
Dîcle Anter: Em 30 salan beşdarî dadgehan bûn. Wê demê kesên navdar ên Tirkiyeyê îfade da lê nizam çima yekî ji wan jî Mûsa Anter nas nedikir! Di rastiyê de hemû jî mirovên wisa bûn ku bavê min baş nas dikirin. Kutlu Savaş got, ‘Mûsa Anter bi felsefeya vî karî re mijûl dibû.’ Mehmet Eymur hinek nav eşkere kirin. Tevî ev qas agahî û belgeyan doz bû faîl nediyar. Cînayeta Tahir Elçî jî wisa ye. Tevî vê teknolojiyê kujer nehatin dîtin. Ji ber ku naxwazin derxin holê.
Rûdaw: Tirs û fikara we ya herî mezin a derbarê pêvajoya nû de çi ye?
Dîcle Anter: Bêyî ku berpirsên serdema tarî ya salên 80, 90 û destpêka 2000î werin darizandin çareserî nabe. Ez mexdûrê salên 90î me. Wê demê cînayetên faîlnediyar, valakirina gundan her tim bi polîtîkayên dewletê hatin kirin. Yên dibêjin ‘Eger ez tuxleyekê bikşînim dê dîwar hilweşe’ hene. Wê demê bila ew tuxle were kişandin; demekê ew qas karên xerab hatine kirin. Dihat gotin JÎTEM tune ye, niha hebûna wê tê qebûlkirin. Kî tê ser desthilatê bila bê, eger cesareta rûbirûbûna bi van re tune be çareserî nabe.
Rûdaw: Li gorî we divê jiyan û têkoşîna Mûsa Anter çawa bê bibîranîn?
Dîcle Anter: Mûsa Anter mirovekî wisa bû ku Tirk û Kurdan bi hev re jê hez dikirin. Têkiliyên wî bi kesên wekî Azîz Nesîn, Yaşar Kemal, Ahmet Arîf, Cemal Sureya re hebûn. Wî dixwest bi zimanê xwe yê dayîkê bêhtir binivîse lê derfet nedît. Nivîsên wî gelek caran bi serdegirtina malan hatin tunekirin. 55 salan bû şahidê zindî yê siyaseta Tirkiyeyê. Kuştina mirovekî pîr bi vî awayî di civakê de birîneke mezin vekir.
Rûdaw: Pêvajoya aştiyê çawa dimeşe, di pêkanînê de nezelalî heye?
Dîcle Anter: Li qadê nezelaliyek heye. Ji aliyê dewletê ve daxuyaniyeke zelal nehatine dayîn. Serokkomar Erdogan bêdeng e. Di sempozyûma Melayê Cizîrî ya li Cizîrê de Barzanî hem spasiya Ocalan hem jî ya Erdogan kir lê di heman merasîmê de hevşaredarên Cizîrê nehatin hundir, hatin derbkirin. Eger hûn li aliyekî hevdîtinên asta bilind bikin û li aliyê din zextê li gel bikin pêvajoya aştiyê wisa nameşe.
Rûdaw: Tirkiye dê van travmayan çawa derbas dike?
Dîcle Anter: Çand û huner, pêkhateya malbatê, hezkirin û rêz… Ev bingeha civakê ne. Piştî ku hezkirin û rêz winda bibe tiştek namîne. Derdora axaftin û diyalogê jî namîne. Divê mirov bi travmayan re rûbirû bibe. Eger Tirkiye bixwaze li gorî nîzama nû ya cîhanê tevbigere neçar e ku ji travmayên xwe yên navxweyî rizgar bibe. Heke na, pir zehmet e ku mirov bi hêvî li paşerojê binêre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse