Victoria Taylor: Em ji hevrêyên xwe yên Kurd dixwazin ku hikûmetê zû ava bikin

02-05-2025
Diyar Kurde
Victoria Taylor û Diyar Kurdê / Wêne: Rûdaw
Victoria Taylor û Diyar Kurdê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Victoria Taylor Herêma Kurdistanê Avakirina Hikûmetê
A+ A-

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya ji bo karên Îraq û Îranê Victoria Taylorê got, “Em berdewam ji hevrêyên xwe yên Kurd dixwazin ku bi lez gavan biavêjin da ku hikûmeteke nû ya Herêma Kurdistanê pêk bînin.”

Victoria Taylor demên dawî hat Herêma Kurdistanê kir û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û Serokê YNKyê Bafel Talebanî re hevdîtin kirin û beşdarî Foruma Silêmaniyê jî bû.

Victoria Taylor li ser pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê û helwesta Amerîkayê derbarê nakokiyên di  navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re peyivî.

Ew li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha axivî:

“Em berdewam ji hevrêyên xwe yên Kurd dixwazin ku bilez gavan biavêjin da ku hikûmeteke nû ya Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Ev karekî girîng e, ne tenê ji bo bi encamgihandina karên girîng, ji bo xelkê Herêma Kurdistana Îraqê lê em her wiha bawer dikin ku di berjewendiya herî baş a Îraqê de ye ku di dema herî de hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.”

Wê diyar ki ru di hevdîtinên xwe de li ser hinartina Petrola Kurdistanê rawestiyaye û biland:

“Min bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevbeşên me dikarin çi bikin da ku boriya petrola Îraq-Tirkiyeyê dîsa bê çalakkirin. Ev karekî pêşîn e, ne tenê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê em bawer dikin ev di berjewendiya herî baş a hikûmeta Îraqê û Bexdayê jî de ye. Hinek şirketên navneteweyî yên petrolê hene ku ji dil dixwazin ev borî dîsa dest bi kar bike.”

Victoria Taylor da zanîn ku “Heşdî Şebî” li gorî wan terorîst e û divê were kontrolkirin.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya ji bo karên Îraq û Îranê Victoria Taylorê pirsên Diyar Kurde bersivandin:

Rûdaw: Gelekî spas Victoria Taylor ku tû mêvana Rudawê yî. Demeke dirêj e ku li benda vê derfetê bûm.

Victoria Taylor: Gelekî spas ji bo mêvandariya we.

Rûdaw: Em ji serdana vê dawiyê ya we ya Herêma Kurdistanê dest pê bikin, hûn çûn Foruma Silêmaniyê. We çi peyam hebû ji bo wan kesên ku we li Kurdistanê dîtin û bi wan re civîyan, di serdana xwe de we çi bi wan re nîqaş kir?

VictoriaTaylor: Belê, di van demên dawî de ez li Îraqê bûm. Min derfet hebû ku serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikim û beşdarî paneleke Foruma Silêmaniyê  bibim. Dema ku ez li wir bûm, min karî bi çend rayedarên Kurd re hevdîtinan bikim, di nav wan de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serok Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û Serokê YNKyê Bafel Talebanî.

Her wiha min derfet hebû ku bi kak Mesûd Barzanî re jî bicivim. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku min karî dan û standinên baş û erênî bi hemû serokan re bikim. Mijarên gotûbêjan her tim li ser girîngiya hevkariya Amerîkayê ya li gel Herêma Kurdistanê  bûn, ne tenê em dikarin çi bikin, ji bo ku em  berdewamiyê jî pê bidin û  bihêz bikin.

Her wiha çend mijarên sereke hebûn ku bala me li ser wan bû. Ya yekem, em berdewam ji hevrêyên xwe yên Kurd dixwazin ku bilez gavan biavêjin da ku hikûmeteke nû ya Herêma Kurdistanê pêk bînin. Ev karekî girîng e, ne tenê ji bo bi encamgihandina karên girîng, ji bo xelkê Herêma Kurdistana Îraqê lê em her wiha bawer dikin ku di berjewendiya herî baş a Îraqê de ye ku di dema herî de hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.

Rûdaw: Li kêleka Foruma Silêmaniyê, we hevdîtinek bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, re kir, hûn ne li Hewlêrê lê li Silêmaniyê pê re civiyan, we çi bi Serokê Herêma Kurdistanê re nîqaş kir? We behsa reformên hêzên Pêşmerge kir? Bi vê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê, serokatiya vê pêvajoya reformê di nav hêzên Pêşmerge de dike?

Victoria Taylor: Min behsa hinek pirsên nêzîkî hev di dirêjahiya serdana xwe ya Herêma Kurdistana Îraqê de kir, di nav wan de di hevdîtinên xwe yên li gel hinek berpirsên Kurd, bala min li ser pêkanîna zû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Herwiha min derfet hebû ku li ser karên pêşîn ên xwe yên li beramberî nigeraniyên herêmê biaxivim, ji wan jî nigeraniyên li Sûriyeyê.

Dîsa min bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevbeşên me dikarin çi bikin da ku boriya petrola Îraq-Tirkiyeyê dîsa bê çalakkirin. Ev karekî pêşîn e, ne tenê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê em bawer dikin ev di berjewendiya herî baş a hikûmeta Îraqê û Bexdayê jî de ye. Hinek şirketên navneteweyî yên petrolê hene ku ji dil dixwazin ev borî dîsa dest bi kar bike.

Rûdaw: Di vê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, gelo hûn bi ti berpirsên Îraqî re civiyan, an jî hûn çûn Bexdayê?

Victoria Taylor: Ezneçûm Bexdayê lê min derfet hebû ku bi Serokwezîr Sûdanî re bicivim. Her wiha min derfet hebû ku behsa hevkariya di navbera Amerîka û Îraqê de bikim û em dikarin çi bikin da ku wê bihêz bikin. Baldarî li ser wê yekê bû ku çawa pêwendiyên aborî yên di navbera Îraq û Amerîkayê ava bikin û bi hêz bikin.

Bê guman, Bexdayê di van demên dawî de mêvandariya şandeyeke mezin a şirketên Amerîkî kir bi serokatiya Odeya Bazirganiyê ya Amerîka-Îraqê, yanî em gelek derfetan dibînin, li Bexdayê û her wiha li Herêma Kurdistana Îraqê jî da ku derfetan ji kompanyayên Amerîkî re bibînin ji bo ku ev pêwendiyên aborî bên berfirehkirin.

Rûdaw: We behsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê kir. Ev pirsek e ku nêzîkî  du sal in heye, di heman demê de ev îdare gelekî balê dikişîne ser vê mijarê. Ji ber vê yekê, bi têgihîştina we, çima heta niha Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkî, an jî Tirkiye dest bi hinardekirina petrolê nakin. Hemû dibêjin em razî ne û em ê dest pê bikin lê dest pê nakin. Pirsgirêk li kû derê ye?

Victoria Taylor: Erê, ev  gelek aloztir bûye ji wê yekê ku bi bi dilê ti kesê be. Mayîna boriyê bi girtî bo du salan, demeke dirêj e. Ziyanên aborî hene ne tenê ji bo kompanyayan lê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û Îraqa Federal jî. Ji ber vê yekê, em ji dil dixwazin zanibin ka rêyek heye ji bo bidestxistina lihevkirinê di navbera hemû aliyan de ji bo ku borî dîsa dest bi kar bike.

Mixabin, ew lihevkirin heta niha pêk nehatiye lê em handana hemû aliyan didomînin ku çi qasî ji destê wan tê, helwest nerm û avaker bin di van dan û standinan de.

Rûdaw: Em werin ser mijara pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Hûn li Hewlêr û Silêmaniyê bi aliyên siyasî yên cuda re civiyan. We hevdîtin bi Serok Barzanî û siyasetmedarên cuda re kir, hûn hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeteke yekgirtî li Herêma Kurdistanê çawa dibînin? Hûn dizanin ku hîn jî xetên duzonî li Herêma Kurdistanê mane û Amerîka jî ji vê yekê bi fikar e. Gelo we amadehiya her du aliyan dît ku hikûmeteke yekgirtî ava bikin, hûn bi wan re li ser xet in ji bo ku ew hikûmeta yekgirtî were avakirin?

Victoria Taylor: Erê bê guman, em handana hemû aliyan didomînin ku bi lez bixebitin ji bo dîtina zemîn û pêgeheke hevbeş ku ji bo pêkanîna kabîneyê pêwîst e. Ez di wê baweriyê de me ku ku bi rêya dan û standinên xwe li gel rayedarên bilind ên PDK û YNKyê, ez di wê baweriyê de me ku têgihîştineke cidî heye ku pêkanîna hikûmetê di dema herî zû de di berjewendiya xelkê de ye û di berjewendiya herd u partiyan de ye jî. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in ew karibin di dema herî zû de kabîneya nû pêk bînin lê bê guman me bihîst ku dan û standin berdewam in. Li gel vê jî ji bo pêkanîna hikumetê guhê me li  peyamên geşbîn û xwesteka rastîn a hemû partiyan bû ku em bi wan re axivîne.

Rûdaw: Lê nêrîna we çi ye li ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de , derbarê bûdçe û pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê, pirsgirêk ji kîjan alî ye?

Victoria Taylor: Bi eşkereyî ev mijarên gelekî aloz in û ez dizanim em berdewam her du berpirsên Bexda û Hewlêrê han didin ku ji nêzîk ve dan û standinan bikin bi armanca dîtina çareseriyekê.

Bi eşkereyî, ji bo Herêma Kurdistanê girîng e ku bi awayekî berdewam mûçe hebe. Her wiha em bawer dikin ev di berjewendiya Îraqa Federal de ye jî ku Herêma Kurdistana Îraqê ya bihêz be.

Rûdaw: Em vegerin ser Îraqê, hefteya borî, hûn bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê re civiyan, gelo di van civînan de we behsa pirsa komên mîlîşiya yên Îraqê kir, gelo vê îdareyê daxwaz ji Îraqê kir ku van komên mîlîşiyayn belav bike, bi taybetî jî yên ku bersiva Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê nadin?

Victoria Taylor: Rastî bê guman, ev helwesteke demdirêj a Amerîkayê ku nigeranî heye derbarê komên milîs ên ser bi Îranê ve ku me ew wekî rêxistinên terorîst destnîşan kirine ku di nav Heşdî Şebî de hene. Me her tim gotiye, çi eşkere û çi veşartî, hikûmeta Îraqê divê gav bavêje ji bo kontrolkirina van komên terorîst. Ev ne tenê di berjewendiya Amerîkayê de ye, em bawer dikin ev di berjewendiya Îraqê de ye jî. Ev kom ti rolê di parastina ewlehiya Îraqê de nalîzin.

Rûdaw: Heta niha wan ti gav avêtine? We ti gav ji aliyê wan ve li ser erdê dîtine ji bo belavkirina van koman da ku van koman bixin bin sîwana Hikûmeta Îraqê?

Victoria Taylor: Ev, bê guman, dan û standineke berdewam e ku em bi hikûmeta Îraqê re dikin derbarê ne tenê çawa Îraq dikare gav bavêje ji bo xurtkirina aramî û serweriya xwe, lê her wiha çawa em dikarin pêşxistina hevkariya ewlehiya di navbera Amerîka û Îraqê de bidomînin û ev dan û standin berdewam dikin.

Rûdaw: Pirsiyara min a dawî. Niha ti balyozekî Amerîkayê li Îraqê nîne? Namzedek hebû ku ji aliyê Serok Biden ve wekî balyoz li Îraqê hatibû diyarkirin lê Kongreyê ew nepejirand. Naxwe, gelo em dê di demeke nêzîk de balyozekî nû li Îraqê bibînin? We behsa vê mijarê kir, bi dîtina we tunebûna balyoz li Îraqê di vê dema girîng de çi bandora dê hebe?

Victoria Taylor: Bê guman, ez bi tevahî pêşbîniya vê yekê dikim ku Koşka Spî dê balyozekî ji bo Îraqê destnîşan bike lê niha ti nûçeya min ji bo we nîne lê ev, bê guman, pêwendiyeke gelekî girîng e û em bi biha lê dinêrin.

Rûdaw: Pirsên min gelek in û dema we jî kêm e lê çavê min li vê ye ku careke din we li Rûdawê bibînim.

Victoria Taylor: Gelekî spas.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst