Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nasi ji Rûdawê re ragihand, pêwendiyeke wan a baş li gel Bexda û Hewlêrê heye û ji bo bihêzkirina wan peywendiyan rola "siyasî ya bilind" a Serokê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin.
Andrea Nasi her wiha got ku ew hewl didin hevahengiya aborî û bazirganiyê ya di navbera xwe de bi hêz bikin.
Balyoz behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de kir û got, "Em li gel Herêma Kurdistanê di hemû sektoran de li derfetên hevahengiyeke zêdetir digerin wekî ewlekarî, koçberî, geşepêdana aborî û destpêşxeriyên enerjiyê."
Derbarê pêwendiyên bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê, Balyozê Awisturyayê got ku 9 kompanyayên Awisturyayî nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê heye.
Nasi her wiha xwesteka xwe ya ji bo handana kompanyayên welatê xwe ji bo zêdekirina bazirganiyê li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nasi derbarê pêwendiyên welatê xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa herêmê û rovejê bi rêya e-mailê pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin.
Rûdaw: Hûn têkiliyên xwe yên li gel Îraqê çawa dinirxînin?
Andrea Nasi: Têkiliyên di navbera Awisturya û Îraqê de gelek baş in. Îraq, Awisturyayê wekî hevpareke girîng a Yekîtiya Ewropayê dibîne û Awisturya jî Îraqê wekî hevpareke girîng ê herêmê dibîne.
Rûdaw: We ji bo baştirkirina van têkiliyan çi kiriye?
Andrea Nasi: Me hevpariya xwe bi rêya hejmarek rêkeftinên ewlehiyê, diyaloga siyasî, veguhestina esmanî û hevahengiya di navbera odeyên bazirganiyê de pêk aniye.
Rûdaw: Hejmara wan kompanyayên Awisturyayî yên ku li Îraqê kar dikin çend e?
Andrea Nasi: 42 kompanyayên Awisturyayî nûnertiya wan li Îraqê heye. Di sala 2024an de, hinardeya kelûpelên Awisturyayê ji bo Îraqê 123,5 milyon euro bû, ku ji sedî 20 ji sala borî zêdetir e. Sektorên herî berbiçav jî, şîr û berhemên wî bi 18,5 milyon Euro, amûrên bijîşkî bi 17,2 milyon euro, amûrên mekanîkî bi 16,9 milyon Euro û pola û hesin bi 13,9 milyon Euro bûn.
Rûdaw: Awisturya agirbesta Îsraîl û Îranê çawa dibîne? Li gorî we, dê bandoreke çawa ya wê agirbestê li ser herêmê û bi taybetî li ser Îraqê hebe?
Andrea Nasi: Em piştgiriyê didin agirbestê û em hêvîdar in ku berdewam bike. Awisturya her tim piştgiriya rêyên dîplomatîk ji bo dîtina çareseriyê dike. Em piştgiriya hewlên Îraqê yên ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê dikin û em Îraqê wekî faktorekê ji bo aramiya herêmê dibînin.
Rûdaw: Hûn têkiliyên Herêma Kurdistanê û Awisturyayê çawa dibînin? Plana we ji bo baştirkirina van têkiliyan çi ye?
Andrea Nasi: Em pabend in bi bihêzkirina têkiliyên xwe yên li gel Bexda û Hewlêrê. Di vê çarçoveyê de, ez kesayetiya siyasî ya bilind a Serok Nêçîrvan Barzanî û têkiliyên wî yên şexsî yên li gel Serokwezîr Sûdanî di asta siyasî ya Îraqê û tevahiya herêmê de bilind dinirxînim.
Em li derfetên hevahengiyeke zêdetir li gel Herêma Kurdistanê di hemû sektoran de wekî ewlehî, koçberî, bipêşketina aborî û destpêşxeriyên di warê enerjiyê de digerin. Em têkiliyên xwe yên derbarê bipêşketinên herêmî de jî di nav de rewşa niha ya Rojhilata Navîn bi pêş dixin.
Rûdaw: Gelo dê derfetek ji bo wan kesên xwedî bawernameyên master û doktorayê hebe ku ji bo mijara hevahengî û karê hevpar serdana Awisturyayê bikin?
Andrea Nasi: Em piştgiriyeke xurt didin hevahengiya akademîk. Zanîngehên Awisturyayê serbixwe ne û ew bi xwe dikarin derbarê serdana wan kesên ku xwendina xwe qedandine de zanyariyan bidin.
Rûdaw: Hejmara kompanyayên Awisturyayî li Herêma Kurdistanê çend e? Bi çi qas nirxî veberhênan li Herêma Kurdistanê kirine?
Andrea Nasi: Niha 9 kompanyayên Awisturyayî nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê heye. Wekî ku min li jor jî behs kir, têkiliyên niha yên Awisturyayê li gel Bexda û Herêma Kurdistanê bi piranî bi krediyên ji bo armanceke diyarkirî û peymanan ve girêdayî ne, ne ku veberhênanên bi mîqdarên mezin bin.
Rûdaw: Hûn çi stratejiyê bi kar tînin da ku kompanyayên xwe hand bidin ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin?
Andrea Nasi: Di sala 2024an de, qebareya bazirganiya me ya li gel Îraqê 123,5 milyon dolar bû ku piraniya wê li gel Herêma Kurdistanê bû. Awisturya xwedî şiyana dabînkirina gelek berhemên di warên teknolojiya dostê jîngehê, berhemên pîşesazî, binesaziya pêwendiyan, amûr û otomobîlên agirkujiyê de ye.
Em dixwazin beşdarî ajandaya bipêşketinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin û em ê berdewam bin li ser handana kompanyayên Awisturyayî wekî hevparên pêbawer ji bo bipêşkêşkirina berhem û xizmetguzariyan her baş ji Herêma Kurdistanê re.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse