Parêzgarê Hisîçayê dest bi karê xwe dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nûredîn Îsa Ehmed Hisîça Parêzgar HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûredîn Îsa Ehmed ê ku bi nasnavê "Ebû Omer Xanika" tê naskirin bi fermî wekî Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) hat tayînkirin.

30ê Kanûna Paşîn a 2026an di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de peymanek hatibû îmzekirin.

Yek ji xalên wê peymanê jî Parêzgarê Hisîçayê ji aliyê HSDyê ve tê diyarkirin.

Di çarçoveya vê peymanê de Nûredîn Îsa Ehmed ji bo postê Parêzgariya Hisîçayê hat erkdarkirin.

Îro dê li bajarê Hisîçayê ji bo parêzgarê nû merasîma pêşwazîkirinê bê lidarxistin.

Xelkê Hisîçayê ji bo pêşwazîkirina parêzgarê nû li Xaçerêya Kevokê ya bajêr kom bûye.

Nûredîn Îsa Ehmed kî ye?

Nûredîn Îsa Ehmed sala 1969an li Qamişloyê ji dayîk bûye.

Nûredîn Ehmed ji beşa endazyariya mekanîk û elektrîkê ya Zanîngeha Şamê der çûye.

Ehmed ji 1993yan heta 2012an wekî endazyar di Birêvebiriya Têl û Bêtêlê ya Hisîçayê û Qamişloyê de kar kiriye.

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, ji ber ku beşdarî xwenîşandanên li dijî desthilata Beasê bûbû û ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve dihat xwestin, ji karê xwe hat dûrxistin.

Ji wê demê ve, Nûredîn Ehmed di warê leşkerî û parastina herêmê de cih girtiye.

Nûredîn Ehmed Çiriya Paşîn a 2015an di dema damezirandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, berpirsyariya têkiliyên giştî wergirtiye û bûye endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst