Rikeberiya berbijêrên serokatiya Amerîka berdewam e. Ew welat li ser bereya sor û şîn dabeş bûye û bangeşeyên berbijêran tund in. Beşek ji kesên ku bendewariya siberoja Amerîka û encama hilbijartinan dikin, tirsa wan heye ku siberoja wî welatî xerabtir be.
Peter Galbraith ku wek sindoqa reş a kurdan li Amerîka tê nasîn, navekî naskirî ye li Kurdistanê li Amerîka jî giringiyeke zêde daye kurdan. Di jiyana xwe ya siyasî de balyoz û senator bû û di nivîsîna destûra Iraqê de piştgiriya kurdan kiriye. Galbraith di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re qala siberoja Amerîka û bandora wê li ser siberoja kurdan dike.
Peter Galbraith bawer dike ku Trump ne cihê baweriyê ye û Biden ji kurdan re çêtir e. Ew şîretê li serkirdatiya kurdî jî dike, têkiliya xwe bi Amerîka re bihêz û daîmî jî bikin.
Eva li jêr tevahiya hevpeyvîna Rûdawê bi Peter Galbraith re ye:
Rûdaw: Birêz balyoz Galbraith, ez dixwazim pêşî bi pirsekê dest pê bikim, ew jî ew e, qasî tê bîra min, ji serdema Obama heya hilbijartinên sala 2016an jî ku Trump hate hilbijartin, hergav dihate gotin îro “dîrok tê nivîsîn, ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye”, lê vê carê dîsa em eynî gotinê dibihîsin, gelo vê carê bi rastî hilbijartin ji yên din dîrokîtir e?
Peter Galbraith: Di her hilbijartinekê de her kes dibêje ev giringtirîn hilbijartin e. Lê bi nêrîna min, dibe ku vê carê ev gotin rast be. Pirs bo Amerîka ev e di nîveka 4 kirîzan de ku pêk tên ji kirîza korona, kirîza aborî, kirîza nijadperestî û kirîza guherîna seqayê, gelo pêrewiyê li eynî wê siyaseta kaos dike ku ya Donald Trump e yan xelk berê xwe didin serkirdekî siyasî ku 47 sal e di nav siyasetê de ye û hemû razî ne li ser ku kesekî berpirsiyar e û ne keseke ku demjimêr 3yê berê sibehê li ser tiştekî xerîb twitekê bike. Ev du bijarde ne ku li pêşber amerîkiyan in. Bi rastî ez dikarim bêjim amerîkî yek ji wan herdu kesan hilbijartine, çunke ji sedî 80ê kesên di hilbijartina 2016an de deng dan, bo vê hilbijartinê jî deng dane. An ku di gelek aliyan de hilbijartinan berê dest pê kirine û roja sêşemê bi dawî tên.
Rûdaw: Li bîra me ye gava ku Barak Obama bû serokê Amerîka gotin ku ev ji bona guherînê ye. Gelek ciwan beşdarî hilbijartinê bûn. 2016 gotin lewma Donald Trump hate hilbijartin, çunke dijî wan saziyan bû ku li vir bûn. Bi nêrîna te, ku vê carê Turmp, piştî ku 4 sal ceriband, aboriyeke pir baş bo Amerîka çêkir, ti şerek nekir, ti kêşeyek bo Amerîka çênekir, şensê wî dibe ku careke din bibe serokê Amerîka?
Peter Galbraith: Yekem tişt ku pêwîst e bê qalkirin li ser hilbijartinên 2016an ew e ku Hillary Clinton 3 milyon dengên zêdetir anî ji Donald Trump. Kêşeya sereke ew e ku Amerîka ne xwediya sîstemeke demokratîk e ji bo hilbijartina serok. Belkî sîstema wê ya koleja hilbijartinê heye. Ev pergal berî 240 salan ji aliyê xwediyên koleyan hat danîn bo prastina koletiyê. Bêguman ev sîstem qediyaye. Hejmareke zêdetir a amerîkiyan dengên xwe nedan Donald Trump lê belê dane Hillary Clinton. Vê carê rapirsî nîşan didin Joe Biden bi rêjeyeke berçav hilbijartinê dibe. Tew li wan sê wîlayetan jî ku berê Trump li wan serkeftî bû. Ew jî Wisconsin, Michigan û Pennsylvania ne. Li her yekê ji wan bi rêjeya kêmtir ji sedî 1 serkeftî bû. Dibe ku Biden wîlayetên din jî bibe, wek wîlayeta Florida. Cudahiyeke din a vê hilbijartinê ligel hilbijartina 2016an ew germî ye ku di xelkê de tê dîtin bo dengdanê. Hejmareke zêde ya ciwanan deng dane. Ciwan bêtir li gor bitemenan çavê wan li demokratan e. Xaleke balkêş a din ew e bitemenan li Florida dengê wan yekalîker e, çunke hejmareke zêde ya malnişînan li wî eyaletê dijîn ji ber seqaya wê ya xweş. Ew kes ji Donald Trump bêhêvî bûn hem ji ber reftarên wî û hem ji ber îdarekirina wî ya xerab a webaya koronayê. Te derbarê aboriyê pirsî. Bi rastî aborî di geşeyeke çêtir de bû di 3 salên dawî yên serokatiya Obama de li gor 3 salên destpêka serokatiya Donald Trump. Di sê salên dawî yên serokatiya Obama de derfetên bêtir ên kar peyda bûn. Di Serdema Trump de rewşa darayî ya kesên zengîn pir çêtir bû, çunke bac li ser sazî û şîrket û baca dahatê kêm kir û sûd gihişte sermayedaran. Ev destpêka îsal ligel belavbûna koronayê bi dawî hat. Mezintirîn rêjeya bêkariyê çêbû ji dema enflasyona mezin a salên 30yan. Hejmareke zêde ya xelkê li kar digerin û bi dest wan nakeve. Di 90 salên borî de aborî evqas lawaz nebû. Yek ji hoyên sereke jî ew e Donald Trump îdareya belavbûna koronayê bi xerabî kir. Amerîka demeke zêdetir li pêşberî wê bû li gor Çîn û Ewropayê. Vîrûs li Çînê peyda bû, dûre gihişte Ewropa, paşê gihişte Amerîkayê. An ku Amerîka dikarî xwe amade bike, lê Donald Trump rijd bû li ser ku ne cihê dilgiraniyê ye, tenê pazde pêketî hene û heta heyva nîsanê bi dawî dibe. Dûre daxuyaniyên pir ecêb û xerîb dan. Wek nimûne got dibe ku bikaranîna blîç wek derzî vîrûsê bikuje. Kenê xwe bi wan kesan dikir ku mask bi kar dianîn. Kampînên hilbijartina Trump bûne sedema belavbûna zêdetir a vîrûsê. Bi nêrîna min, ev tişt bûne sedema dûrketina hejmareke zêde ya amerîkiyan ji Trumpî. Ji vê giringtir ew e ku hêj aborî çak nebûye. Trump dibe yekem serok piştî enflasyona mezin, an ku ji sala 1932an ve ku kursiyê serokatiyê li şûn dihêle û rêjeya bêkariyê zêdetir be li gor wê dema ku dest bi kar kir.
Rûdaw: Birêz Galbraith, hemû ew tiştên ku te qal kir, ji bo min wek çavdêrekî, bo nimûne demokratan ji yekem roj ve dest bi êrîşan kirin li ser Donald Trump ku ev tiştekî edetî ye, çunke nakokiya siyasî ye, lê medyayan jî rê nedan Trump karê qenc bike, piraniya rêxistinan li vir kar li ser Donald Trump kirin da wî kirêt nîşan bidin. Ew gelek caran dibêje “ez kesekî tenê me, kesî alî min nekir” ji xelkê re dibêje “tenê hûn ji min re hene, kesê min tune.” Tu hîs nakî ew rast dibêje? Heke di dema 4 salên borî de Donald Trump nekarîbe serokekî çê be, nekarîbe amerîkiyan li dora hevdî kom bike, sedem ew e ku beramberê wî nehiştiye ku ew yekîtî çêbibe?
Peter Galbraith: Bi dirêjiya dîrokê serokên Amerîka hewl dane bibin pêşengên yekkirina welêt. Tiştê derasayî ye li ser Donald Trump ew e ku kesekî parçekar e. Xelk dabeş kiriye. Gelek caran Amerîka rêzbend kiriye li ser eyaletên sor û eyaletên şîn. Wîlayetên sor komarî ne û wîlayetên şîn jî demokrat in. Herwisa gotiye wîlayetên şîn ne hêjayî alîkariyê ne. Gava California tûşî şepêleke fireh a korona bû, Trump got em alî California nakin. Ev tişteke berê di dîroka Amerîka de çênebûye. Çend caran sivikatî bi serokê berî xwe kiriye. Ti carî Obama sivikatî bi George Bush nekir. Trump bo her tiştî Obama lome dike. Sivikatî bi kesayetiyên navdewletî jî kiriye, wek hevalbendên me li NATO. Reftara wî dabeşbûneke zêde çêkiriye. Gelo medyayan Trump rexne kiriye? Erê. Lê li beramber tiştên ku encam daye ew rexne kirine. Bo nimûne hat rexnekirin li bermaber nêzîkbûna wî ji dîktatorê Koreya Bakur Kim Jong-un. Trump got ew ji Kim Jong-un hez dike. Herwisa hat rexnekirin ji ber bêdengbûna wî li beramber Putîn. Rastî ew e bêdeng bû li beramber Putin dema Putin pere bo serê leşkerên Amerîka veqetand. Li hember birrîna bacê li sûda zengînan jî hat rexnekirin. Çunke bi rastî birrîna bacê sûd gihand zengînan. Hat rexnekirin ji ber hebûna têkiliyên wî yên seksî bi stêrkên pornoyê re. Ji ber ku bi rastî ev kiribû. Li ser nedana bacê hat rexnekirin. Çunke tenê 750 dolar bac daye ku kêmtir e ji baca karkerek dide hikûmetê. Erê hatiye rexnekirin lê rexne li ser bingeha belgeyan e.
Rûdaw: Baş e. Birêz balyoz Galbraith. Tu dizanî piraniya bîner û guhdarên me Kurd in. Bo wan jî meseleya hilbijartinên Amerîka pir giring e. Tiştê ku di rojên borî de di rûmala ku me li vir kir, ez bi kesên nêzîkî Donald Trump re axivîm, merema min komarî ne, herwisa ez bi demokratan re axivîme. Herdu alî dibêjin “em pir ji kurdan hez dikin”, lê ez nabînim bo nimûne di bangeşeyan de, di mijara siyaseta derve de, li ti cihî qala – ne tenê kurdan – qala vê devera me jî pir bi eşkereyî bê kirin, an ku ne mijareke giring bû di hilbijartinên îsal ên Amerîka de. Ev nîşana wê yekê ye ku wek lêkoler dibêjin ku Amerîka hino hino ji vir vedikişe û divê Kurd ji siberoka xwe bitirsin?
Peter Galbraith: Cudahiyeke mezin di navbera Donald Trump û Joe Biden de derbarê doza Kurd de heye. Joe Biden ji sala 1990an ve kurdan nas dike. Ez vê dizanim, çunke min ji bo komîteya têkiliyên derve ya civata pîran kar dikir. Dema Celal Talebanî, Hoşyar Zêbarî û Samî Ebdilrehman tebaxa 1990î hatin Amerîka min û Necmedîn Kerîm civîn ji wan re ligel endamên civata pîran birêk xist. Yek ji wan Joe Biden bû. Di 30 salên borî de Biden agahiyên bêtir li ser kurdan kom kir û dostaniya wî ligel serkirdên Kurd hebû. Donald Trump sala 2016 tiştek li ser kurdan nedizanî. Di çavpêketinekê de pirs jê hat kirin Qudis û kurd tev li hev kir. Ji vê giringtir di dema serokatiyê de ziyaneke zêde gihande kurdan. Sala 2017 piştî giştpirsiya serxwebûnê, îdareya Trump gulopa kesk bo Heşda Şeibî pêxist bo bikaranîna tankên Abrams a amerîkî li dijî pêşmergeyan li Kerkûkê. Ew jî berdewam bûn di êrîşa ser pêşmergeyan de. Ev binpêkirin bû li çawaniya bikaranîna tankên amerîkî ji aliyê Iraqê. Nabe ji aliyê mîlîşyayn bên bikaranîn. Nedibû ji aliyê mîlîşyayekê bên xebitandin ku Ebûmehdî Muhendis fermandeyê wê bû ku tometbar bû bi êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîka li Kuwêtê. Di operasyonekê de ku Qasim Silêmanî bi rê ve bir. Ev karê Trump di sala 2017an de bû. Ji vê ciddîtir jî, sala 2019an piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê, an ku kurdên Sûriyeyê DAIŞê şikandin, di wî şerî de bêtirî 10 hezar şervan ji dest dan, şervanên jin û mêr ên YPG û YPJê, lê Donald Trump îxanet li wan kir. Di pêwendiyeke telefonî de ligel Erdoganê serokkomarê Tirkiyê gulopa kesk jê re pêxist bo êrîşkirina ser bakurê rojhilatê Sûriyê û Erdogan êrîş kir. Tiştê min vêga dilgiran dike ew e ku dê çi biqewime piştî hilbijartina Amerîka? Çunke dizanim eger zêde ye Trump winda bike, lê heke winda jî bike nêzîkî du heyvên din di desthilatê de dimîne piştî ragihandina encaman ku ez dibêjim dê Biden bibe, heya dema Biden desthilatê werdigire. Ew dem demeke pir metirsîdar dibe bo kurdan, nemaze kurdên bakurê rojhilatê Sûriyê, çunke berjewendiyên bazirganî yên Trump bi Tirkiyeyê re heye. Hevaltiya wî ligel Erdogan heye. Pêxistina lampeyeke din a kesk ji Erdogan re da ku êrîşî ser bakurê rojhilatê Sûriyê bike, dibe kêşeyeke ciddî. Lê bi nêrîna min, li gor hemû şêniyên cîhanê, ev hilbijartin ji kurdan re giringtir e. Nemaze kurdên Sûriyê û Kurdistana Iraqê.
Rûdaw: Hûn li vir li Amerîka bi wê yekê tên nasîn ku we berê pir piştevanî kir ku Iraq bê dabeşkirin bo sê beşên cihê. Bêguman Biden jî tê nasîn ku hizireke wî ya wisa hebû, lê dûre dibêjin jê poşman bû. Heke em bêjin di 4ê vê mehê de, Joe Biden hilbijartin bir û bû serokê Amerîka, gelo ev tê maneya ku careke din bo kurdan, nemaze li Iraqê, şensekî din çêdibe ku bigihin xewna xwe ya dîrokî bi piştevaniya Bidenî?
Peter Galbraith: Pêşî, rast e ku Joe Biden pê re bû ku Iraq bibe sê parçe. Sê beşên serbixwe na lê wek konfederasyon. Qewareyeke kurdî, qewareyeke sunî û qewareyeke şiî. Bêşik heya radeyekê ev qewimî. Qewareya kurdî, Kurdistan hema bêje bi tevahî xwe bi rêve dibe. Niha Iraq wek pergala konfederalî ye di navbera Kurd û ereban de. Pirs ev e gelo Iraq aramtir dibe heke herêmeke suniyan jî hebe bi rêjeyeke berçav ji desthilata xwebirêvebirinê? Bi nêrîna min aramtir dibe. Ev hizira Joe Biden bû. Li ser pirsa ka gelo heke Biden bibe serok Kurd dê bigihin xewna serxwebûnê? Na. Heke Kurd bixwazin serxwebûnê bi dest bixin divê bi xwe îlan bikin. Ti serokekî Amerîka serxwebûnê nade we, lê dema hûn serxwebûnê îlan dikin, dûre pêwîst e Amerîka û cîhan xwe ligel wê rastiyê biguncînin. Bi nêrîna min Joe Biden kesekî pir rastbîn e. Tu dizanî sala 1991ê Amerîka hewl da Yugoslavia yekparçe bihêle, lê gava Yugoslavia rûxiya, gava Kroatya û Slovenya serxwebûn îlan kirin, Bosnya jî bi heman rengî, Joe Biden piştovanekî mezin ê Bosnyayê bû di şerê dijî Miloseviç û serban de. Biden rewş fam dikir. Çend caran rasterast çû bajarê Sarajevo di germa şer de. Gava ez li Kroatyayê balyoz bûm, Joe Biden ziyareta wir jî kir. Lewma bi nêrîna min, Biden kesekî pir bi ezmûn e di konevaniya derve de. Kesekî pir rastbîn e. Kurdan baş nas dike, pir hevsozê kurdan e. Yek e ji qehremanên sala 1988an gava Sedam kurd kîmyabaran dikir li Helebceyê di dema şerê Îran û Iraqê de, piştgiriya pejirandina yasaya pêşîgirtina li jenosîdê kir ligel danîna dorpêça piştşikên li ser Iraqê ji hêla Civata Pîran ve. Gava ku dûre îdareya Ronald Reagan red kir, lê Biden sala 1988an xema kurdan dixwar. Bi baweriya min, heke roja sêşemê bibe, dê Kurd dostekî pir qenc bi dest bixin.
Rûdaw: Te qala metirsîdariya derketina Trump li ser kurdan kir, te got ji kurdan re xeter e, ez dixwazim tu vê bêtir ji min re zelal bikî, çunke em zanin di 4 salên borî de, rast e meseleya Kerkûkê qewimî di sala 2017an de lê Donald Trump hergav pir tund bû ligel Îranê ku em zanin yek e ji serhişktirîn welatên herêmê ku ti liveke kurdên Iraqê bo cihêbûn an serxwebûnê qebûl nake, ew operasyona di 16ê cotmehê de li Kerkûkê çêbû, em zanin rola Îranê tê de çi bû. Her heman ew Donald Trump e, Qasim Silêmanî kuşt ku serkariya wê operasyonê kir, her heman ew Donald Trump e hewl dide ku pêvajoya aştiyê yan yekbûneke mezintir li hember Îranê çêbike li Rojhilata Navîn, an ku çima gereke Kurd ji Donald Trump bitirsin heke bibe serokê Amerîkayê?
Derbarê meseleya Îranê, Donald Trump dijî Îranê dipeyive. Ji rêkeftina atomî bi Îranê re vekişiya. Yek ji hokaran jî çalakiyên Îranê bû li deverê nemaze li Iraqê. Dûre, sala 2017 Trump rê da Qasim Silêmanî serkirdatiya operasyonekê bike bi bikaranîna tankên amerîkî li dijî kurdan. Trump li bereya Qasim Silêmanî bû li dijî kurdan. Ku bêguman Kurd dost û hevalbendên Amerîkayê ne. Tekane hevpeymaniyên rastîn ê Amerîkayê bûn. Dûre sala 2019an Trump îxanet li kurdên Sûriyê kir. Vê pêngava wî alîkariya Esed kir hêzên xwe vegerîne bakurê rojhilatê Sûriyê. Kurd jî bêgav bûn têkiliyan bi Esed re çêbikin. Trump sûd gihand Esed, hevpeymanê Esed kê ye? Îran. Trump li milekî dijî Îranê xeber dide, li milê din jî di çalakiyên xwe de li deverê li bereya Îranê ye. Vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî, bernameya atomî ya Îranê nesekinand. Lê Îran wan karan dike ku rêkeftinê rê li wan girtibû. Ez bi hêvî me gava Joe Bide dibe serok bikare Amerîkayê vegerîne nav rêkeftinê. Bi dîtina min Rojhilata Navîn pir aramtir dibe heke Amerîka û Îranê pêwendiyên xwe çê bikin, çunke gelek tiştên hevpar ên herduyan hene. Îran welatekî pirreng e û ji aliyê saziyên radîkal gef lê hatiye kirin wek DAIŞ û Qaîde, çunke ew şiîeyan wek ji olê derketî dibînin. Divê Kurd dilgiran bin ku Donald Trump bê hilbijartin, ji ber du sedeman: Yekem çunke pir nêzîkî Erdogan e, metirsî heye gulopa kesk jê re pêxe da êrîşî ser kurdên bakurê rojhilatê Sûriyê bike. Duyem Trump nayê pêşbînîkirin. Necihgirtî ye. Tu nizanî li ser kîjan nêrînê dimîne. Îro tiştekî dibêje, sibe tiştekî din dibêje, bi pratîk jî tiştekî din dike. Heke tu xelkê her welatekî bî, nemaze qewareyeke we ya biçûk wek Kurd heye, bi rastî pêwîstiya we bi aramiyê heye. Pêwîstiya we bi hevalbendekî cihê baweriyê ye. Ev li ba Donald Trump bi dest we nakeve. Lê li ba Joe Biden bi dest dikeve, çunke Biden 47 sal e di hikûmetê de ye. Agahiyên wî pir in. Dibe ku gelek kes bixwazin kesekî tundtir li şûna Biden bûya, lê heke em qala ezmûnê bikin, dijwar e em bînin ber çavê xwe em kesekî konevanî li Amerîka bibînin ji Joe Biden qenctir be. Herwisa dîrokek wî ya dirêj a dostaniya bi kurdan re heye, ku sala 1990 ji nêzîk ve çavê wî bi lîderên Kurd ket. Sala 1988an jî piştgiriya zagona pêşîgirtina li jenosîdê kir wek karvedanekê bo kîmyabarana Helebceyê.
Rûdaw: Balyoz Galbraith, em zanin ku pêwîstiya kurdan bi Amerîka heye, lê ez dixwazim fêm bikim ku gelo çi pêwîstiya Amerîka bi kurdan heye li herêma ku em lê dijîn?
Tu rast dibêjî, bêguman pêwîstiya kurdan bi Amerîkayê heye. Amerîka di şerê DAIŞ û komên tund ên din de, şiyana wê ya eskerî ya mezin heye. Wek hêza esmanî, lê hêza esmanî bi tenê û bêyî hêzên zemînî ti şerekî nabe. Şerê dijî DAIŞê ji hêla hêzên kurdî ve hat kirin li Sûriyê û Iraqê. Ew bû ên ku DAIŞ şikandin. Amerîka bi hêza esmanî piştgiriya wan kir. Ev pir giring bû, lê pêwîstiya Amerîka bi hêzên meydanî hebû. Lewra jî tiştê Donald Trump dijî kurdên Sûriyê kir pir xerab bû. Wan 10 hezar qurbanî di şerê dijî DAIŞê de dan. Tenê 5 kes ji hêzên Amerîka hatin qetilkirin. Bîne ber çavê xwe rewş çawa dibû heke Amerîka bi tena xwe şer bikira û bi hezaran leşkerên amerîkî bihatana kuştin. Pir gengaztir e heke hevpeymanekî te hebe û amade be şerê rastîn bike. Tew sala 2003an jî di şerê rûxandina Sedam de, Tirkiyê rê neda hêzên Amerîka ji wî welatî bên û ji bakur ve êrîşî Sedam bikin. Di wî şerî de kê hevalbendên Amerîka bûn? Kurd bûn, pêşmerge bûn. Pêşmerge ji hemû hevalbendên din ên Amerîka qurbanî da. Tenê Amerîka di şerê Iraqê de qurbaniyên bêtir dan.
Rûdaw: Erê. Bêguman ev pirsa min a dawî ye. We şêwireke zêde daye serkirdên Kurdistanê. Hûn bi xwe li Kurdistanê bûn, li Bexdayê bûn. Heke niha şêwirekê bidin serkirdên Kurdistanê, heke Biden bi ser ket pêwîst e li Washingtonê çi bikin, û heke Trump bibe pêwîst e çi bikin?
Heya radeyekê şêwira min her wekî xwe dibe. Têkiliyên baş ligel Amerîka çêbikin. Bi nêrîna min rewşa kurdan pir baştir dibe heke Biden serok be, lê ev kêşeya hilbijartinên Amerîka ye, encama hilbijartinên Amerîka bandorê li ser hemû cîhanê dike, lê tenê amerîkî dikarin deng bidin. Li gor pergala hilbijartinên Amerîka, tew piraniya amerîkiyan jî nikarin biryar bidin, tenê hejmarek wîlayetên yekalînebûyî qerar didin, wek wîlayetên Florida, Pennsylvania, Wisconsin, Michigan û Arizona. Ev wîlayet hilbijartinê yekalî dikin. Wîlayeteke mezin a wek California ne giring e, yan New York û Texas, lê encam tişteke ku divê amerîkî pê re bijîn, bi heman rengî hemû dinya jî. Bi nêrîna min heke Biden bibe, Kurd, bi taybetî kurdên Iraqê dibînin ku çend berpirsek di îdareya nû ya Amerîka de dibin ku Kurdistanê bi başî nas dikin û Joe Biden jî Kurdistanê bi başî nas dike. Mijara giring bihêzkirina wê dostaniyê ye ku çend sal e heye. Heya radeyekê ew dostanî di serdema Trump de jî berdewam bû. Heke Trump jî bibe pêwîstiya we pê heye têkiliyeke we ya baş ligel Amerîka hebe, lê şîreta min ew e wê çaxê kêmtir baweriyê bi Amerîka bikin. Heke sozek jî bi we bê dan nizanin baweriyê bi wê sozê bikin yan na. Ev kêşeya Donald Trump e. An ku hûn naxwazin xwe bixin xeterê bi bawerîanîna bi sozeke Trump. Lê dîsa jî divê têkiliya we ligel Amerîka bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse