Trump 78 biryarên Biden betal kirin

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, 78 biryarên ku di serdema Joe Biden de hatibûn standin betal kirin.

Li mitînga piştî sondxwarinê li Washingtonê hat ragihandin, "Belgeya yekem a ku Serok Trump îmze kiriye betalkirina 78 biryarên serdema Biden e."

Di nav biryarên betalkirî de biryarnameyên di hukmê qanûnî de, giştîname û çend tedbîrên din hene.

Donald Trump her wiha qedexe kir ku saziyên federal heya ku kontrol bi temamî negihêje destê rêveberiya nû, rêziknameyên nû derxe.

Di nav gavên din ên Trump de fermaneke îdarî hebû ku divê hemû karmendên federal dev ji xebata ji dûr ve (online) berdin û yekser vegerin ofîsan û cihê kar.

Wezareteke nû hat avakirin û Musk bû serokê wê

Trump her wiha, biryara avakirina Wezareta Berhemdariya Hikûmetê îmze kir.

Karsazê navdar Elon Musk wekî serokê wezareta nû hat tayînkirin.

Trump, li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê odeya kar a Musk a “Gelo dê li Beşa Rojavayê ya Qesra Spî be yan na?” got:

"Na. Ew dê tevî nêzîkî 20 kesên ku ji bo pêkanîna vê yekê (zêdekirina berhemdariyê) hatine tayînkirin, bibe xwediyê avahiyekê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst