TAYBET - Samî Mela Ehmed Namî: Celadet Bedirxan rahişte min û ez maç kirim

8 demjimêr berê
Besam Mistefa
Nîşan Samî Mela Ehmed Namî Kurdistan Wêje Mîr Celadet Alî Bedirxan
A+ A-

Di dîroka her miletî de hinek kesayet hene ku wekî "Arşîvên Zindî" têne naskirin. Ew ne tenê şahidiya demê dikin, ew ruhê wê demê di hiş û dilê xwe de hildigirin. Samî Ehmed Namî yek ji wan kesan e ku sedsala borî ya Kurdên Binxetê di sînga xwe de vedihewîne. Ew, kurê rewşenbîr, helbestvan û pêşengê perwerdeya Kurdî Mela Ehmedê Namî ye lê di heman demê de xwediyê serpêhatiyeke kesane ya bêhempa ye ku wî digihîne koka ronakbîriya Kurdî xasma li Rojavayê Kurdistanê.

Di vê hevpeyvîna kûr û berfireh de, Samiyê Namî me vedixwîne rêwîtiyeke efsûnî ya ber bi salên 1940 û 50î ve. Ew me dibe wê dîwana li Tirbespiyê, li odeya Haco Axa, ku Mîrê Kurdan Celadet Bedirxan lê rûniştibû.

Samiyê ku wê çaxê zarokekî jîr bû, bi wêrekî derdikeve pêşberî Mîr û helbestekê dixwîne. Celadet Bedirxan, bi hezkirineke mezin radibe, wî zarokê Kurd hembêz dike û radimûse. Ev bîranîn ne tenê yadgariyeke zarokatiyê ye, ew nîşan dide ku nifşê Hawarê çawa destê xwe daye nifşên nû.

Lê dîrok tenê bi bîranînên xweş nayê nivîsandin, têkoşîn û berdêl jî divên. Samiyê Namî bi hûrgilî dabaşa bavê xwe Mela Ehmedê Namî dike, bê çawa wî di nava civakeke girtî de şerê nezaniyê dikir. Dema ku xelkê digot "Çûna dibistanê guneh e" Mela Namî ne tenê kur, keçên xwe jî dişandin dibistanê û li gundê Tilşeîra Aşîta dibistana keçan vedikir. Her wiha têkiliya bavê wî ya kûr bi "Birayê Canî" Cegerxwîn re ku wan hevdû bi helbestan pîroz dikir, di vê hevpeyvînê de cihekî taybet digire.

Beşeke herî girîng a vê belgeya dîrokî, serdana Mela Ehmedê Namî ya Bexdayê ye. Samî Namî vedibêje bê çawa bavê wî sala 1958an, bi zehmetiyên mezin pasaportek peyda kiriye û çûye dîtina Mela Mistefa Barzanî. Ew di hûrgiliyan de behsa wê pêşwaziya germ dike ku Barzaniyê Nemir ji sekreterê xwe re gotiye: "Mêvanê min li ber dilê min pir ezîz e; Kurd e, mêvan e, mela ye û helbestvan e."

Samî Namî di vê hevpeyvînê de ji jana "Agirê Sînema Amûdê" bigire heta bi veguhastina termê bavê xwe ya cihê yekemîn a sala 2023yan, ne tenê çîroka malbatekê, çîroka berxwedana çandî û neteweyî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê radixe ber çavan.

Kerem bikin, em bi hev re guh bidin vî dengê resen û vê bîra zelal û bila me li nav beşeke dîroka Kurdistanê bigerîne.

Rûdaw: Mamoste Samî, silavên germ. Em dixwazin bi zarokatiya we dest pê bikin. Hûn li gundê Tilşeîra Aşîta li rojhilatê Qamişloyê, di nav malbateke welatparêz û rewşenbîr de mezin bûn. Bavê we, seydayê Mela Ehmedê Namî, kesayeteke bingehdar bû. Hûn dikarin ji me re behsa zarokatiya xwe û bandora bavê xwe ya yekem li ser hiş û kesayetiya xwe bikin?

Samî Namî: Silav. Di temenê xwe yê biçûk de, hiş û bîr û baweriyên min li Kurdayetiyê vebûn. Çiku bavê min nivîskar û helbestvan bû, her weha di nava hemû rêxistinên siyasî de wekî Civata Xoybûnê, Civata Arîkariyê ji Bona Belengazên Kurd Li Cizîrê (Civata Hisiça), Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan û Nadiya CiwanKurd Li Amûdê, endamekî çalak bû.

Di nava malê de, di gel xwişkên xwe me guhdariya helbestên bavê xwe dikir û me hin ji wan jî ji ber dikirin. Bi sedema ku di malê de ez kurê bi tenê û delalî bûm, gelek caran bi bavê xwe re beşdarî çalakiyên Kurdayetiyê dibûm û min bi vî awayî hejmarek siyasetvan û welatparêzên Kurd didîtin û nas dikirin: Celadet Alî Bedirxan, Doktor Ehmed Nafiz Beg, Doktor Nûredîn Zaza, Seydayê Cegerxwîn, helbestvan Hejarê Mukriyanî, Evdirehman Axa Eliyê Ûnis, Arif Beg Abas, Qedrîcan, Apo Osman Sebrî, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Hesen Axa Haco, Cemîl Axa Haco, Mihemd Eliyê Şiwêş, Mela Ehmedê Şûzî, Mela Ehmedê Zivingî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd û Evdê Têlo...

Mele Ehmed Namî û malbata xwe

“Navê eşîra me Kurdistan e”

Rûdaw: Di bîranînên te de çîrokeke gelekî balkêş heye, dema we ji bavê xwe pirsî 'Eşîra me çi ye?' Wî got 'Em Kurd û Kurdistanî ne.' Tu dikarî ji me re behsa vê bûyerê bikî?

Samî Namî: Hîna bi malîtî em li gundê Tilşeîra Aşîta bûn. Rojekê ez li gel zarokên hevalên xwe bi hev re dileyistin û di nava leyistikê de her yekî ji wan digot ez ji filan eşîrê me û bi sedema ku min nedizanî navê eşîra min çi ye, ez di vir de bê deng dimam. Êdî bi lez û bez ez hatime malê û min ji bavê xwe re got: Babê, navê eşîra me çi ye? Da ku ji hevalên xwe re bibêjim. Bavê min li min vegerand û got: Kurê min ji hevalên xwe re bibêje: Eşîra min ji ya we tevan mezintir e û eger hûn dixwazin zanibin ez Kurd û Kurdistanî me û hew! Bi vî awayî ez kêfxweş bûm û havalên min jî şad û bextewer bûn.

“Tîrêjên Hawarê cîhana Kurdan ronî kir”

Rûdaw: Hûn yek ji wan kesan bûn ku di dibistana şevê ya bavê xwe de fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî ya bi tîpên latînî bûn. Hûn dikarin behsa wê heyamê, coş û kelecana fêrbûna zimanê dayikê di wan şert û mercên dijwar de bikin?

Samî Namî: Belê, kovara Hawarê careke din hate weşandin, wekî rojeke nûhilatî tîrêjên wê cîhana Kurdan ronî kirin. Gelê Kurd wekî hemû adetên xwe, bi comerdî, bi kêfxweşî û bi germî berê xwe dida fêrbûna zimanê bav û kalên xwe, bi xwendin û nivîsandinê yên xwende, nexwende hîn dikirin. Mela Ehmedê Namî yek ji wan şagirtên Mîr Celadet bû yên ku fêrkirina gel danîbûn ser milên xwe. Namî dibistaneke şevê li gundê xwe Tilşeîra Aşîta û di odeyekê ji odeyên dibistana fermî de vekir. Xort û kalên gund her şev tûrikê alfabeyê, pênûs û defteran bi milên wan ve daleqandî ber bi dibistanê ve diçûn û bi terz di hundirê odeya xwendinê de rûdiniştin û Namî mamosteyê xwendina Kurdî, ew fêr dikirin.

Şagirtên dibistana Namî ya Kurdî ev bûn: Ûsivê Evdê Ûsiv, Mihemed Emînê Selmo, Mela Mihemedê Beyandûrî, Silêmanê Osê, Ehmedê Hisoyê Mehmed, Evdilmecîd Mihemed, Hemoyê Silêmanê Îsa, Salihê Brahîmê Xotlî, Derwêşê Hemzoyê Evdê, Dawido Eloyê Ebês, Selîmê Brahîmê Çile, Ebasê Çelebî, Ûsivê Cimayê Ezdîn, Silêmanê Cimayê Ezdîn, Ebdilezîzê Eliyê Evdê, Samî Mela Ehmedê Namî, Restemê Emerê Restem, Cemîlê Îso (Kurd Şemo). Her wiha çend xortên Suryanî jî şagirtên Namî bûn: Lebîb Xûrî, Dawidê Şamoşo, Lehdo û Marewgê Melkê Qero, Yûhanûn Gewriyê, Mûsayê Sîhî û Îbrahîmê Gelê. Digel çend xortên Cihû ku birayê hev bûn: Barûx, Ûsiv û Şemûnê Silêmankê Cihû.

Ji şagirtên vê dibistanê Ehmedê Hisoyê Mehmed ji tevan bêhtir hînî xwendin û nivîsandinê bûbû û tîpên Kurdî bi awayekî pir spehî li ser textereşê ji şagirtan re dinivîsî. Seydayê wî jî her û her jê re pesindar bû. Hemoyê Silêmanê Îsa jî şagirtekî kalemêr ê vê dibistanê bû. Gava hinan jê dipirsî, gelo tu çima xwe weha bi xwendinê re diwestînî? Bersiva wî ev bû: Hêviya min a mezin ew e ku rojekê bi Kurdî bixwînim û binivîsim û kovara Hawarê û dîwana Cegerxwîn bi hêsanî bixwînim. Ûsivê Evdê dibêje: Rojekê piştî çend heyvan ji xwendinê min Hemo li pala girê mezin dît, li ser kurkê xwe paldayî bû û dîwana Seydayê Cegerxwîn dixwend.

Namî û vekirina dibistana keçan

Rûdaw: Seydayê Namî ji bo vekirina dibistanan, xasma dibistana keçan li Tilşeîrê, têkoşîneke mezin da. Di civaka asê ya wê çaxê de, ev pêngaveke pêşverû bû. Hûn dikarin behsa van hewldanên wî û karvedanên civakê bikin? Kîjan salê bû, kî mamostetî lê dikir, xwendekarên wê kî û çend bûn, xwendin lê bi çi zimanî bû, rastî çi astengî û zehmetiyan hat?

Samî Namî: Belê, di salên çilî de, hejmarek gundiyên nezan ku nedixwestin zarokên xwe rêkin dibistanê û dema hin ji wan xwendevanan didîtin digotin: Hey reben, ev zarokên bê guneh bi çûna dibistanê gawir dibin! Lê biryara Namî ji bo şerê kewdeniyê her ew bû ku şopa daye ser bi tu awayî jê venagere û wê her berdewam bike. Çi qasî şerê wî dihat kirin, ew bêhtir li wî karî gur dibû. Ta ku rojek hat, yek ji zarokên gundê Tilşeîrê bê xwendin û çûna dibistanê nemabû. Lê ta ku Namî ev armanc û daxwazên xwe bi cî tanîn, pir cewr û cefa dihatin serê wî. Bi tundî şerê Namî dihate kirin ji bo şandina kuran a dibistanê nemaze ya herî dijwartir dema Namî doza şandina keçan ji dê û bavan dikir da ku keçên xwe bişînin dibistanê.

Namî her du keçên xwe Firyal û Gulperî rê kirin dibistana kuran li gund da ku bi çavlêkirinê hin gundiyên bîrewer jî keçikên xwe bişînin dibistanê, vê yekê encam da û hinekan keçikên xwe rê kirin dibistanê. Êdî Namî armancek da ber çavên xwe ku dibistaneke keçan li gundê xwe veke. Di sala 1950î de, piştî xebateke bêwestan bi berpirsên perwerdeya parêzgeha Hisiçayê re, Namî karîbû dibistaneke fermî ya keçan li gundê xwe Tilşeîra Aşîta veke.

Vekirina vê dibistanê bû cihê şanaziyeke pir bi coş li nav xelkê gund, nexasim keçên gund û dê û bavên wan keçan, ewên ku ne dixwestin keçên xwe rêkin dibistana kuran ku mamosteyên wê jî mêr bûn. Sala xwendinê dest pê kir. Xwendevanên vê dibistana seretayî ev bûn: Firyala Mela Ehmedê Namî, Gulperiya Mela Ehmedê Namî, Bedîa Eliyê Evdê, Gulçîna Ûsivê Evdê, Esma Mîrzayê Xelef, Safya Ûsê Silê, Enîsa Mela Xelîl, Xecîca Hemo Remo, Şaha Ûsê Hecî Brahîm, Xensa Emerkê Teyrika û yên ku navên wan nayên bîra min.

Mamosteya dibistanê keçeke Ereb ji bajarê Şamê bû, navê wê Rufaîye Ehdeb bû, wê digot: Berpirsên perwerdeya Hisiçayê, dilê min xweş dikirin û ez ji wan sawîran dûr kirim. Ji min re dane zanîn ku melayê gund Namî, mirovekî zana û cihê baweriyê ye, wê ji te re alîkar be. Xelkê gund Kurd in, bi qîmetê xwendin û zanînê dizanin, mamoste li ba wan pir bi rûmet e. Kurd ji bo biyaniyan pir bi rêz û hurmet in. Jin di civata Kurdî de bi qedr û qîmet e, bi çavên mezinahiyê lê dinêrin, ne bi çavên kêmasiyê.

Destpêka sala xwendinê ya sala 1951an, keçeke Kurd ji bajarê Hisiça bi navê Hediya Şêxo Çaçan bû mamosteya dibistanê. Ew jî wekî mamosteya sala par bi malîtî, bi xwarin û vexwarinê li mala Namî dima. Mamoste Hediya xwendevanên xwe hînî xwendin û nivîsandinê dikirin, her weha zarok fêrî helbesta Namî ya bi navê -Neşîd û Gaziya Keçan- kiribû:

Birayên delal hûn werin xortino

Buhuşt e welat da`m herin merdino

Eger hûn neyên vane keç em meşîn

Besin koletî, serfiraz da`m bijîn

Her roj di civîna serê sibehê de xwendevanên dibistanê du sirûd digotin. Yek jê sirûda niştimanî ya Sûriyeyê -Humate Eldiyarî- bû. Ya duyemîn: Neşîd û Gaziya Keçan bû. Paşê roja xwendinê dest pê dikir. Di encamê de mirov dikare bibêje, Namî bi kar û xebata xwe di meydana Kurdayetiyê de karîbû vê dibistanê bike dibistana zimanê Kurdî û Erebî.

Lê mixabin ew karê giring bi aramî û hêsanî ne bûrî. Hejmarek ji paşverû û kevneperestan, sofî û heciyên gund nerazîbûna xwe çi eşkere yan veşartî derbarî vekirina dibistanê didan xuyanîkirin û rexneyên giran li Namî dikirin û digotin: Bi vekirina dibistana keçan, Namî konê Şeytên li ser serê girê Tilşeîrê vegirtiye. Em ji dibistana kuran xilas nebûn, a keçan bi ser de hat!

Namî di helbestekê de dibêje:

Nezanî çendî dijwar e, ji wê xweştir tenê gor e

Heyîn bo me çi hêja ye, ne arvan e ne jî dor e

Rojekê, Namî di gel hejmareke mezin ji gundiyan li odeya axayê gund bûn. Mirovekî hecî yê kevneperest rabû ser piyan, berê xwe da civatê û got: Gelî civatê, guh bidin bê ez ê çi ji we re bibêjim, ez ê nifirekê bikim û hûn bêjin amîn. Bi vekirina dibistana keçan, bê guman wê zarokên me bêdîn û gawir bibin. Vêca gunehê me, dê û bav, bapîr û zarokên me di stûyê Mela Namî de be ta roja qiyametê. Kevneperestên civatê yên di wê baweriyê de bûn, bi tevayî gotin: Amîn!

Veguhastina gorê

Rûdaw: 20ê Gulana sala 2023yan, bi hewldana we, termê seydayê Namî ji goristana Qudûr Begê li Qamişloyê bo gundê wî Tilşeîrê hate veguhestin. Ev biryar çawa hate girtin û ev bûyer ji bo we û malbata we tê çi wateyê?

Samî Namî: Roja 11.12.1975an nivîskar, zimanzan û helbestvan Mela Ehmedê Namî li bajarê Qamişloyê çû ber dilovaniya Xwedê. Hîna li jiyanê bû lê gelekî nexweş bû xwesteka wî ew bû ku li goristana gundê Tilşeîra Aşîta were veşartin. Çiku bi karekî berbiçav li wî gundî rabûbû. Wekî melatiya gund û berpirsiyarê dibistana kuran a fermî bû. Paşê bi karekî bêwestan rabû ta ku dibistaneke keçan veke ku hîna dibistana keçan tenê li bajarê Qamişloyê hebû. Dibistana hînkirina zimanê Kurdî bi tîpên latînî vekir û bû mamosteyê dibistana ku xort û kalên gund hîn dikirin. Mixabin ji ber hin sedeman em bivênevê bûn ku li goristana Qudûr Begê li Qamişloyê bê veşartin. Lê ji malbata Namî re mabû cihê xemgîniyê ku xwesteka wî bi cî nehat û em mane li benda derfetekê ku xwesteka wî bi cî bînin. Êdî roja 20ê Gulana 2023yan me termên Namî û yê hevjîna wî bi coşeke mezin û bi hejmarek rewşenbîr, hezkiriyên zimanê Kurdî, siyasetmedar, xort, keç, jin û mêr guhestin gund û di gorekê de hatin veşartin û gora wan bi ala Kurdistanê hate pêçan û bi helbestên Namî û bi gotin û helbestên beşdaren hatin oxirkirin.

Gora Mela Ehmed Namî

Agirê Sînema Amûdê

Rûdaw: Bavê te pirtûka "Agirê Sînema Amûdê" nivîsand, ku bû belgeyeke dîrokî ya bêhempa. Celîlê Celîl li ser vê şaheserê dibêje: “Dema min pirtûka Namî, Agirê Sînema Amûdê xwend, Namî bi wê serpêhatiyê û rengê nivîsîna wê ez giriyandim”. Bobelat sala 1960î qewimî. Wê demê, tu çend salî bûyî, çi tê bîra te ji wê çaxê?

Samî Namî: Roja 13ê Çiriya Pêşîn a 1960î Sînema Amûdê hate şewitandin. Namî pirtûkeke bi navê 'Agirê Sînema Amûdê' nivîsand û çend caran hate çapkirin û weşandin. Wê çaxê ez 22 salî bûm û wekî endamekî komîteya herêma Cizîrê ya Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê bi serok û endamên Komîteya Navendî û endamên Komîteya Herêmî di gel hejmarek endamên Partiyê li hemû herêmên Kurdan li Bajarê Şamê paytexta welatê Sûriyeyê di zindana Mezê de bûn û li ber dadgeha leşkerî ya bilind dihatin dadgehkirin. Roja bûyerê serê sibehê, beyanî me guhdarî îzgeha Şamê dikir, di nûçeyan de em pê agahdar bûn ku Sînema Amûdê şewitiye û hejmarek mezin xwendevanên dibastanên Amûdê şewitîne. Êdî Doktor Nûredîn Zaza sarokê Partiyê bi navê girtiyên Partiyê yên di zindanê de nameyeke sersaxiyê ji gelê Amûdê re rê kir.

Gulzara Mela Ehmedê Namî

Rûdaw: We bi pirtûka "Gulzara Mela Ehmedê Namî" (2020/Stockholm) xebateke mezin ji bo zindîkirina bîranîn û berhemên bavê xwe kir. Çi nav di we da ku hûn vê pirtûkê amade bikin û di pêvajoya berhevkirinê de hûn rastî kîjan bîranîn an belgeyên nû yên giring hatin?

Samî Namî: Pirtûk bi nivîs, bûyer, serpêhatî, ked û xebata welatparêzên Kurd û çalakiyên tevgera Kurdî hatiye xemilandin û bi tevayî min ji bîranîn û nivîsên bavê xwe Mela Ehmedê Namî bihîstine û xwendine, çiku ez bi xwe bi hejmarek ji wan re jiyame û hîna baş têne bîra min û yên din ji rastgoyên bawerpê agahdar bûme. Her weha li bajarê Qamişloyê du ahengên di bîranîna Namî de ku bi helbest, gotar û nameyên hezkiriyên xebata Namî di warê Kurdayetiyê de hatibûn xemilandin, ew jî di pirtûkê de cî girtine.

Namî di pêşberiya pirtûka 'Agirê Sînema Amûdê' de dibêje: "Dema min dît ku çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin yên ku di welatê me de çêbûne tê jimartin, min nexwest ew jî winda, bê ser û şop here çiku bi hezaran çîrok û serpêhatî çêbûn û nehatin nivîsandin û ketine ber talana windabûnê."

Min jî da ser milên xwe ku bi pênûsa xwe wan serborî û bûyeran di nava rûpelên vê pirtûkê de zindî bihêlim. Min bi geşt û seyranekê û bi destek gul ji gul û kulîlkên gulistana Namî pêşkêşî wî û hevalên doza wî kir, ew kesên ku bê deng û bê westan xebateke siyasî, civakî û çandî kirine ta ku tîrêjên fikir û ramanên wan wekî tîrêjên roja jîndar şopa nifşên nûhatî ronî kirine. Bê guman hingî xebat û kara wan nemiran bi wefadarî zindî dimîne.

Namî û Barzaniyê Nemir

Rûdaw: Meriv hest dike Namî bi zaravayê Soranî jî zanîbû, ev yek rast e? Çiku hin malikên Soranî jî di hin helbestên xwe de bi cih dike, gelo têkiliyên wî bi Başûrê Kurdistanê û hozanvan û kesayetên rewşenbîrî û siyasî yên wir re hebûn?

Samî Namî: Di 14ê Temûza sala 1958an de, piştî biserkeftina Şoreşa Îraqê, di benda sêyemîn a destûra demkî ya Komarê de hatibû diyarkirin ku Komara Îraqê Komara Ereb û Kurdan e. Seydayê Barzanî biryara vegerê di gel hevalên xwe ji Yekîtiya Sovyetê ya berê bo welêt da. Mela Ehmedê Namî biryara çûna Bexdayê ji bo dîtin û bixêrhatina Seydayê Barzanî da.

Namî dibêje: "Min bi gelek zehmetiyan pasaportek bi dest xist û di dawiya meha Çileyê Pêşîn a sala 1958an de, bi trênê bi rê ketim û ber bi Bexdayê ve çûm. Dema gihîştim Bexdayê rasterast bi teksiyê çûme qesra Sebahê kurê serokwezîrê Îraqê yê berê Nûrî Seîd ku bûbû mala Seydayê Barzanî. Seydayê Barzanî bi hatina min pir kêfxweş bû û ji sekreterê xwe re got: 'Bizane, mêvanê min li ber dilê min pir ezîz e, Kurd e, mêvan e, mela ye û helbestvan e, ma ne hêjayî qedir û qîmeteke mezin e? Vêca ji te dixwazim odeyekê ji odeyên qesrê bo razan û rabûn û rûniştina mêvanê min pêk bînî.' Bê guman eger hinek bipirsin gelo çima Namî dibêje: Seydayê Barzanî? Bersiv jî ev e: Di destpêka mêvantiyê de min jê re digot Serok an Seyda. Lê di cî de ji min re got: Na Seyda! Eger tu gelekî ji min hez dikî, tê ji min re bibêjî Seyda. Em gelek caran li çapxaneya Gîwî Mukriyanî rûdiniştin, civata me ji rewşenbîrên Kurd digeriya û guftûgoyên me her li ser zimanê Kurdî û nivîsandina bi tîpên latînî bû, her min doza nivîsandina bi tîpên latînî dikir, ji ber ku bêhtir babetê zimanê Kurdî ye, da karibin di paşerojê de şêweyekî hevpar ji hemû zaravayên Kurdî re bi kar bînin. Civata Beşîr Muşîr ji rewşenbîr, siyasetvan û welatperwerên Kurd digeriya, guftûgo li ser gelek mijaran dihatin kirin. Piştî 20 rojan û li ser daxwaza Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ez çûme Silêmaniyê da beşdarî mehrecana bîranîna helbestvanê mezin Fayiqê Bêkes bibim.

Wê rojê serê sibê ez digel Şêx Mihemed Îsa û mamoste Celal Talebanî li trênê siwar bûm û piştî çend katjimêran em gihîştin bajarê Kerkûkê û bûne mêvanên Mamoste Omer Debabe sekreterê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê.

Piştî du rojan em çûne bajarê Silêmaniyê. Li Silêmanîyê em çûne seredana Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, Yekîtiya Lawanî Kurdistan û Parêzgerê Silêmaniyê. Di van seredanan de her û her peyv û axiftin li ser rewşa Kurd û Kurdistanê bû, paşê em çûne ziyareta Şêx Mihemedê Xal û dan û standin bêhtir bi zaravayê Soranî bû.

Roja bîranîna helbestvan Fayiqê Bêkes di mehrecanê de amade bûn. Paşê birêvebirê mehrecanê got: Bi navê xelkê mehrecanê ez Seydayê Namî vexwendî ser şanoyê dikim, da di vê bîranînê de bipeyive.

Li ser vê daxwazê min jî got: Ez xwe gelekî şad û bextewer dibînim gava beşdarî vê bîranînê, mehrecana bîranîna Bêkesê nemir, helbestvan û torevanê gewre dibim. Bêkes ne mirî ye, bê guman Bêkes her û her wê di dil û bîra Kurdên welatperwer de bimîne û min bi helbesteke xwe gotina xwe bi dawî anî.

Roja din em çûne bajarê Şeqlawe, da beşdarî kongreya yekem a Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê bibin. Di kongreyê de li gor daxwaza beşdaran min gotinek bi devkî kir û bi çend malikên helbesta xwe ya bi navê 'Kul û Gazin' gotina xwe bi dawî anî. Di vegara bo Bexdayê de, li Kerkûkê, em çûne Tekiya Talebaniyan, ji bo ziyareta şêxê tekyeyê Şêx Cemîl Talebanî. Her weha kurê Mela Mihemedê Koyî hate ziyareta me, ew di wê demê de li Parlamentoya Îraqê parlamenterekî Kurd bû. Bavê wî Mela Mihemedê Koyî helbestvanekî bi nav û deng bû. Piştî heyvekê û di şevbuhêrkekê de min destûra çûna xwe ji Seydayê Barzanî xwest."

Dema helbestvan Hejarê Mukriyanî li bajarê Qamişloyê bû, axiftina wî jî bi zaravayê Soranî bû, her weha Namî hejmarek helbestên bi zaravayê Soranî ji ber kiribûn û gelek pirtûk jî xwendibûn, ew bûbûn alîkar ku bi Soranî bipeyive û bixwîne.

Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd

Rûdaw: Hûn di pirtûka xwe (Dîmenin ji Dîroka Winda) (2000) de behsa civateke Kurdî dikin ku hûn yek ji damezrînerên wê bûn, mebesta min "Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd a Sûriyeyê" ye. Kîjan salê û di çi şert û mercan de we ev civat damezirand? Damezrîner kî bûn? Rola Mam Celal û nasîna te û wî çi bû? Şert û mercên endamtiyê çi bûn? Armancên we yên sereke çi bûn û çima we biryar da ku hûn wê bi Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê re bikin yek?

Samî Namî: Sala xwendinê ya 1953-1954an li Qamişloyê, hejmara xwendevanên Kurd ên dibistana navîn a fermî digihişt 20 xwendevanan, ez yek ji wan bûm. Hejmarek ji me hîn endamên Yekîtiya Ciwanên Cîhanê bûn. Min hevaltiyeke bi dilpaqijî bi tevan re çêkiribû, nemaze bi Ebdilezîzê Eliyê Evdê re, çiku em hevalên hev ên zaroktiyê û endametiya Yekîtiya Ciwanan bûn. Rojekê Ebdilezîz hevnasînek di navbera min û Derwêşê Mela Silêman û Mihemedê Mela Ehmed de çêkir, Mihemed mamosteyê dibistana seretayî li Qamişloyî bû. Roj bi roj hevaltiya me geştir û xurtir dibû û hêdî hêdî em bi raman û bîr û baweriyên xwe nêzîkî hev dibûn, nemaze derbarî rewşa Kurd û Kurdistanê û rêxistinên siyasî yên welêt. Bi demê re rûniştinên me dibûn civîn û armancên me zelaltir dibûn, ta ku bûne biryara damezirandina rêxistineke Kurdî ya serbixwe, ji bona ku rast û rê têkevin xizmeta gelê xwe. Hevalên komunîst doza endametiya partiyê li me dikirin, nexasim ewên ku endamên Yekîtiya Ciwanên Cîhanê bûn lê min bi navê hevalan ji wan re dida xuyanîkirin ku eger rojekê em karekî siyasî bikin, em ê wî karî di hundirê rêxistineke Kurdî de bikin.

Di 21.04.1954an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd a Sûriyeyê, li bajarê Qamişloyê hate damezirandin. Damezirênerên Civatê Mihemedê Mela Ehmed, Evdilezîz Elî Evdê û Derwêş Mela Silêman û ez bûn. Bernameya ‘Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd a Sûriyeyê ji çend xalan pêk dihat û armancên wê jî ev bûn: Rizgarî û yekîtiya Kurd û Kurdistanê, xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokrasiyê, xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê Kurd, di dibistanên Kurdî de bikaranîna bernameyekê ji bo xwendina bi zimanê Kurdî, berhevkirina berhemên destnivîs ên rewşenbîrên Kurd û kultûra Kurdî û çapkirina wan, weşandina rojnameyeke Kurdî bi tîpên latînî.

Civata Xortan bi giranî cihê xwe di civaka Kurdî de çêkiribû. Bi demê re hevalên rêxistinê pir dibûn û malikên wê li bajar û gundên Cizîrê şax didan. Ciwanên Kurd bi dilpaqijî û dilgermî xwe li dora Civatê didan hev û dibûn endamên wê, ji ber ku hêviyên xwe tê de didîtin. Li vir ez dikarim bibêjim ku Civata Xortên Demokrat ên Kurd piştî têkçûna Civata Xoybûnê, di nav Kurdên Sûriyê de yekemîn rêxistina siyasî bû.

Partî û Civata Xortan

Rûdaw: Bi baweriya te nehiştina wan hemû yane, civat, rêxistin, partî û komeleyên çandî û siyasî û tevlîbûna wan di nav refên partiya nûdamezrandî, Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê – nakokî li ser nav û dîroka avakirinê hê jî hene- karekî li cih bû?

Samî Namî: Bi kurtî, tevlîbûna wan tiştekî rast bû lê ne ew sedem bû ku wan nakokiyan bi derengî di nava Partiyê de rûdabûn. Dema Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê, di 14ê Hezîrana 1957an de hatibû damezirandin, Doktor Nûredîn Zana xwendina xwe li Swîsrayê kuta kiribû û vegeriyabû Sûriyeyê û her di wê demê de Mam Celal Talebanî wekî penaberekî li Sûriyeyê dijiya û li Zanîngeha Şamê sala xwendina xwe ya dadvaniyê bi dawî tanî.

Ev her du camêr bi kar û barekî hêja rabûn, da karibin hemû rêxistinên Kurdên Sûriyeyê, di hundirê partiyekê de bicivînin û hatina wan a Qamişloyê ji ber vê sedemê bû. Di 30ê Çiriya Paşîn a sala 1958an de, civînek li mala Doktor Ehmed Nafiz li Qamişloyê çêbû, ji bilî Doktor Nûredîn Zaza û Mam Celal Talebanî, ez û Derwêşê Mela Silêman jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de, Doktor Zaza peyivî û got: Hûn dizanin ku Partî ji çend rêxistinên Kurdî hatiye damezirandin lê hin rêxistin ta roja îro hîn jî tev li Partiyê nebûne û em pê agadar bûne ku hûn her du di gel hin hevalên xwe yên din serkêşiya Civata Xortan dikin. Êdî daxwaza me ji we ev e ku hevalên xwe yên din bibînin û bi hev re biryara tevlîbûna Partiyê bistînin, daku Partî bibe partiya hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Wekî min berê jî got, di berpirsiyariya Civatê de ez û Derwêş bi tena xwe mabûn, Mihemedê Mela Ehmed hîna leşker bû, dîtina wî di wê dema kurt de pir dijwar bû. Êdî ez û Derwêş bivênevê bûn ku vê biryarê bistînin. Madam hemû rêxistin û welatperwerên Kurd tevlî Partiyê bûne û em Civata Xortan xwe wekî rêxistineke Kurdî dibînin û ji bo Kurdayetiyê dixebitin, nexwe divê ku em xwe bivênevê bikin ku Civat bibe beşek ji Partiyê.

Roja din di wî çaxî û li wî cihî civîn hat lidarxistin. Di civînê de min dest bi axaftinê kir û got: "Hûn dizanin ku Civata Xortan yek ji rêxistinên Kurd ên siyasî ye, li gor baweriya me, bi kar û bi hejmara endamên xwe rêxistineke pir dewlemend e û digel vê jî me li gor daxwaza we biryar da ku têkevin bin sîwana Partiyê." Gava me rêzikname, hejmar û navên hevalên Civatê li ber wan danîn, wan jî bi şadîmanî em pîroz kirin û ji wê rojê ve Civata Xortên Demokrat ên Kurd bû beşek ji Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê.

Tê bîra min, roja din daweta min bû, Doktor Zaza û Mam Celal jî dawetvanî bûn û li hewşa mala me bi dawetvaniyan re dawet gerandin.

Xebat û zindan

Rûdaw: Ez bawer im hûn ji ber vê komeleyê û her wiha ji ber kar û xebata xwe ya siyasî û çandî gelek caran ketin zindanên Sûriyê, hûn dikarin behsa vê yekê ji me re bikin?

Samî Namî: Bi behana kar û xebata min di nava tevgera Kurdî ya siyasî û çandî de, nemaze piştî damezrandinda Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd a Sûriyeyê û endametiya min di nava Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê, gelek caran bi tena xwe yan li gel bavê xwe diketim zindanan. Girtina min a cara pêşîn: Roja 02.11.1958an di civînekê de li nava xwendevanên dibistanê li hola şanoyê ya Dibistana Amadeyî ya Qamişloyê û bi dengekî bilind û bi hêrs, bi vê slogana han qîriyam: Bijî biratiya Kurd û Ereban, roja din hatim girtin!

Girtina min a cara duyem: Di bîranîna damezirandina Komara Erebî ya Hevgirtî û di roja 20.02.1959an de ez di gel bavê xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê (Mebahis) ve hatim girtin. Girtina cara sêyem: Roja 12.08.1960î serokê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê û endamên komîteya navendî û endamên komîteyên herêman (ez yek ji wan bûm) û hejmarek endamên Partiyê hatin girtin û li dadgeha bajarê Helebê hatin dadgehkirin.

Hejmarek ji hevalan hatin berdan û roja 04.09.1960î em 32 heval, (ez yek ji wan bûm) birin Girtîgeha Mezeyê, pişt re em li ber dadgeha Leşkerî ya Bilind a Parastina Dewletê li Şamê hatin dadgehkirin. Her weha gelek caran em bi hev re diketin ber pirs û besivên Mebahisê de.

“Ew bû sedem ku min ceger da xwe û berhemên xwe çap kirin”

Rûdaw: Mamoste Samî, hûn ne tenê kurê Mela Ehmedê Namî ne lê bi xwe jî şahid û beşdarekî dîroka Kurdên Binxetê ne. Tu dikarî hinekî behsa xwe ji me re bikî, mebesta min behsa karên xwe yê nivîskarî û afirîneriyê?

Samî Namî: Di temenê xwe yê biçûk de, di gel kurik û keçikên gundê Tilşeîra Aşîta û li hicrika seyda Ehmoyê Xwarzê (merivekî hafizQuran bû û ji her du çavan jî kor bû, ji Cizîra Botanê bû) em hînî xwendina Quranê dikirin ta ku min Quran xitim kir û bi alîkariya bavê xwe min Nûbihara Biçûkan a Xwedê lê xweş be Ehmedê Xanî ji ber kiribû û li dibistana fêrkirina zimanê Kurdî ku Namî mamosteyê wê bû fêrî nivîsandin û xwendina Kurdî bûm. Ji demeke dirêj ve min dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kiribû û di gelek kovar, rojname û melperên Kurdî de nivîsandinên xwe weşandine.

Rojekê Xwedê lê xweş be nivîskar, rexnevan û helbestvan Rezoyê Osê ji min re got: Gerek e van destnivîsên xwe çap bikî, da ku xwendevanê Kurd sûdekê ji wan bigrin, bê guman nivîsandinên te ne kêmtir in ji yên gelek nivîskaran. Ew bû sedem ku min ceger da xwe û berhemên xwe çap kirin.

“Celadet Bedirxan rahişte min û ez maçî kirim!”

Rûdaw: Di nivîsên we de navên wekî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza û Bedirxaniyan gelekî derbas dibin. Hûn dikarin ji me re behsa wî nifşê zêrîn û têkiliyên xwe û bavê xwe bi wan re bikin? Ew civatên rewşenbîrî çawa bûn û atmosfera siyasî ya wê demê çawa bû?

Samî Namî: Min gelek caran dubare kiriye ku bi bavê xwe re beşdarî hejmarek civat û çalakiyên civatên Kurdî ku di wê demê de hatibûn damezrandin bûme û bi wî awayî min ev welatperwerên navdar nas kirin wekî Doktor Ehmed Nafiz, Doktor Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qerî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Ebdurehman axa Elîyê Yûnis, Reşîdê Kurd, Hejarê Mukiryanî, Hesen Hişyar û Evdê Têlo. Li Şamê Qedrîcan û Memdûh Selîm û Xalid Qotreş û Mîr Celadet Alî Bedirxan. Di civînekê li bajarokê Tirbespiyê û li odeya mala Haco Axa, ode ji mêvan û gundiyan dagirtî bû. Mîr Celadet ji min pirsî: Birazî, tu bi Kurdî dixwînî? Bavê min got: Belê ezbenî û helbsta Qedrîcan a bi navê Berzanî jî ji ber e. Êdî maseyeke biçûk anîn û ez hilkişîme ser û min helbesta Qedrîcan xwend:

Berzanî Berzanî

Kî vî navî nizanî

Her kesî dît û her kesî bihîst

Berzanî Berzanî

Xelkê civatê bi germî ji min re li çepikan xistin. Piştî min xwendina helbestê bi dawî anî, Mîr Celadet hat, rahişte min û ez maçî kirim û li navbeyna xwe û Hesen Axa Haco de rûnandim.

Samî Mela Ehmed Namî

 

Rûdaw: Seydayê Cegerxwîn di dîwana xwe ya yekem "Pirîsk û Pêtî" de, bi navê "Ji Ehmed Namî re" helbesteke pesindanê li ser wî gotiye: “Namî me ji nameya te zanî. Seydayî ji bo Melayê Xanî. Serbestir î ez Feqihê Teyran. Sed rengê Herîrî bo te heyran.” Tu dikarî ji me re behsa vê pêwendiya balkêş di navebra herdu hozanvanên gewre de bikî?

Samî Namî: Hevaltiya Namî û Cegerxwîn ji dema xwendina wan li hicrikên feqehan dest pê kir û bi rojan berdewam kir ta roja dawiya jiyana wan, xasma hevaltiya rewşenbîrî, xebata di civatên Kurdî de ku li Başûrê Kurdistanê hatibûn avakirin, ta ku ew hevaltî bûbû sedema ku malbatên wan jî bi wê hezkirinê jiyane. Cegerxwîn di helbesta 'Ji Ehmed Namî re' pesnê Namî daye. Namî jî di gelek helbestên xwe de pesnê Cagerxwîn daye wekî helbesteke bi navê: Pîroznama Dîwana Cegerxwîn.

Supas, dîsa supas Kakim Cegerxûn

            Dilên xemgîn îro veşabûn

Dema hilgirtî dîwana te, anî

           Me ew girt û li ser çavên xwe danî

Rezoyê Osê nayê jibîrkirin

Rûdaw: Xwedê jê razî Rezoyê Osê, we kêliya din behs kir, zavayê we û kesayeteke giring a wêjeya Kurdî bû. We gelek caran bi hestyarî behsa wî û xebata wî kiriye û heta mafê wî parastiye. Têkiliya we bi wî re ne tenê xizm-xezûrî, di heman demê de hevaltî û hevrêtiya rewşenbîrî bû. Hûn dikarin hinekî behsa Rezo, kesayetî û bîranînên xwe yên taybet pê re bikin, her wiha çi daxwazên Rezo hene ku hîn nehatine bicihanîn?

Samî Namî: Nivîskar, zimanzan, rexnevan û helbestvan Rezoyê Osê, xizmetên giranbuha ji wêjeya Kurdî re kiriye. Mirovekî dilovan, hevalhiz û hestnazik bû. Her kesê Rezo nas kiriye yan pê re jiyaye tu carî kar û xebata wî jibîr nake, çiku cîhan ji wefadarî û wefadaran vala nabe. Hevalên pênûsa wî, xwendevanên nivîsandinên wî, şagirtên wî yên fêrkirina zimanê Kurdî di cîgehên teng û veşartî de guhdarê dengê wî bi her awayî wî dinasin û her û her dê di hiş û bîra wan de bimîne û bi wî re her wê wefadar bin, wekî wefadariya wî ji milet û zimanê Kurdî re. Ji ber van taybetmendiyan û bi bawerî û bi dilgermî min wekî heval, kur, dost, zava, hevjînê keça min Nîgar û bavê neviyên min Salar û Rolan, ew himbêz kiribû. Rezo nayê jibîrkirin û di asmanê rewşebîriya Kurdî de her zindî dimîne.

“Lihevhatin ji jêhatbûnê çêtir e”

Rûdaw: Mirov têbînî dike ku hûn berevaniyeke bêwestan di ber Rezoyê Osê û bavê xwe de dikin. Carinan jî bi awayekî rexneyî û tûj bersiva hin kesan didin ku li gorî we mafê wan her du rêzdaran dixwin, çima?

Samî Namî: Meteloka Kurdî dibêje: Lihevhatin ji jêhatbûnê çêtir e. Belê rast e, çiku li gor bûyer û tiştên ku tên ber çavan gelek caran ferzend dibe hogirê gelek camêran û wan li ser şanoya rojane dide ber tîrêjên navdarî û nasînê. Eger helbestvan be, dibe mîrê helbestvanan. Eger zana be, dibe zanyar û mopêzanê dewra xwe. Eger siyasî be dibe siyasetmedarekî tek û tenha. Ger çi li gor van tiştên ku ez dibêjim eger piçek bêinsafî tê de peyda bibe jî lê bi baweriya min bêtirên wan rast in. Çiku ne kêm in ên ku ji mafên xwe yên xweristî bê par mabûn û hîn dimînin, ew jî bi sedema ku çerxa felekê ew dabûn ber himbêza xwe û ji nasîn û navdariyê dûr kiribûn. Mela Ehmedê Namî û Rezoyê Osê ji wan kesan bûn ku çerxa felekê ew ji bin perda nenasînê rizgar kirin û di nava jiyana Kurdayetiyê de têne nasîn ku zimanzan, nivîskar û helbesvan in.

Rûdaw: Sala 2000an we berhema xwe ya bi navê “Dîmenin ji Dîroka Winda” weşand. Cara pêşî li mala pismamekî min çavê min pê ket. Ji pirtûkên destpêkê bûn ên ku min bi Kurdî xwendin. Pir bala min kişand, tewra bi çapa xwe ya bedew û xweşik û naveroka xwe ya têrtije û dewlemend, ka ji me re bêhtir behs bike?

Samî Namî: Bersiva vê pirsê di pêşgotina çapa yekem a pirtûka min 'Dîmenin ji Dîroka Winda' de ye, bi navê: Karwanê Demê Berdewam e û ji aliyê Zagrosê Haco ve hatiye nivîsandin, li vir beşek jê ye: "Dîtinek heye dibêje ku Kurd zû dîrok û serpêhatiyên xwe ji bîr dikin û ji ber vê yekê jî ew her car dikevine şaşîtiyên xwe yên berê û sûdê ji ezmûn û tecrubeyên xwe wernagrin. Ez bi xwe bawer nakim ku Kurd ji gelên din bêhtir dîrok û serpêhatiyên xwe ji bîr dikin lê rastiyeke din heye ew jî ev e ku Kurdan dîrok û serpêhatiyên xwe gelekî kêm nivîsandine û çap kirine. Mamosta Samiyê Mela Ehmedê Namî bi bîrewerî ev rastî dîtiye û pirtûka Dîmenin ji Dîroka Winda nivîsandiye.

Ev pirtûk nimûne ye û gaveke giring e, di warê parastin, nivîsandin, tomarkirina dîrok û serpêhatiyên gelê Kurd de li herêmeke taybet, di heyameke taybet de û di pêvajoyeke aloz de. Nivîskar bi xwe tevlî bûyer û serpêhatiyên gelekî giran ên dîroka Rojavayê Kurdistanê bûye. Cih û mal û xebat û têkiliyên perwerdevanê hêja, perwerdevan bi hemû mezinayî û giringiya xwe ve, Mela Ehmedê Namî her û her girêdayî bûyerên qedera Kurdên vî beşê Kurdistanê ve bû. Mamoste Samî jî kur û şagirtê wî perwerdevanê mezin e û ew ji refê xortên welatparêz e, yên ku dest avêtine xebata siyasî û ew afirandine. Ji ber vê yekê pirtûka Mamoste Samî şahida gelek bûyerên winda û jibîrkirî ye."

Laş li derve, can li welêt

Rûdaw: Ev demeke dirêj e hûn li Stockholmê dijîn. Jiyana li xerîbiyê çawa bandor li we û xebatên we yên çandî kir? Hûn çawa dikarin ji dûr ve ew qasî bi germî bi welat û çanda xwe ve girêdayî bimînin?

Samî Namî: Piştî 26 salan ku mamoste bûm gelek caran dihatim girtin û ji kar dihatim bidûrxistin êdî ez bivênevê bûm ku di sala 1999an de koçber bibim û aniha li bajarê Stokholmê li Swêdê dijîm. Di destpêkê de, penaberî li min zor dihat û di salên pêşîn de min digot: Xwedê bike rûniştina li Swêdê nedin me da ku em bivênevê bibin û vegerin welêt. Bi demê re, em hînî jiyana xerîbiyê bûn û nasînek û hevaltiyek bi gelek rewşenbîrên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê hate çêkirin û min pirtûkên xwe çap kirin û weşandin û bûme endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê û beşdarî çalakiyên Kurdewariyê bûm lê dîsa jî ez her û her kovanê welat û xelkê welatê xwe bûm.

“Ez kurekî tenê û delalî bûm”

Rûdaw: Gava hûn li paş xwe, li vê jiyana tije têkoşîn, xebat, keser û serbilindî dinêrin, hûn çi dibînin? Kîjan serdem an bûyer di jiyana we de cihê herî kûr hiştiye?

Samî Namî: Wekî ku min gelek caran gotiye, ez kurekî tenê û delalî bûm ji nivîskar, zimanzan û helbestvan Mela Ehmedê Namî re û birayê pênc xwişkan bûm. Bavê min endamekî çalak bû yan berpirsiyarê civatên Kurdî wekî Civata Xoybûnê, Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan, Civata Arîkariyê ji Bona Belengazên Kurd a Cizîrê û Nadiya CiwanKurd a Amûdê û çi dema bavê min di nava wan civatan de amede dibû ez bi xwe re dibirim da bîr û baweriyên min li Kurdayetiyê vebin, her weha da ku wan siyasetmedaran ji nêzîk ve nas bikim, eva han bi giştî rola wan li jiyana min a kurdewariyê de cî girtibû.

Rûdaw: Çima pirtûka Namî ya bîranînan “Çiku li bîr im” heta niha çap nebûye? Her wiha, gelo ti berhemên wî yên din hene ku hêj nehatibin çapkirin?

Samî Namî: Namî dest avête pênûsa xwe û hinekî li ser bûna xwe û xwedina li hicrikên feqehan li Bakur û Başûrê Kurdistanê ta ku bûbû melayê gundê Tilşeîra Aşîta û hejmarek ji bûyer û serpêhatiyên welatê Sûriyeyê û yên li Rojavayê Kurdistanê di destnivîsa xwe ya bi navê 'Çiku Li Bîr im' de nivîsand. Mixabin nexweşiya dil û bêhntengiyê û mirina bêbext rê neda ku wî karê pîroz bi dawî bîne, tenê 33 rûpelên destnivîs bi zimanê Kurdî û bi tîpên erebî nivîsîn, min ew guhest tîpên latînî û di pirtûka min bi xwe de ya bi navê 'Dîmenin Ji Dîroka Winda', ji weşanxana APEC, Stokholm, rûpel 11-18an de çap kiriye û weşandiye.

Rûdaw: Her wiha berhemên te, tiştek li ber çapê heye niha?

Samî Namî: Mixabin bi sedama rewşa çavên min a nebaş, min nema dikarî hin berhemên din binivîsim û çap bikim.

“Gerek e em bi hev re hişk bin lê ji hev re ne serhişk bin”

Rûdaw: Di dawiyê de, peyama we ji bo ciwanên Kurd ên îro, ku dixwazin di rêya we û nifşê we de bimeşin, çi ye? Ji bo parastina ziman, çand û dîrokê divê ew çi bikin?

Samî Namî: Cihê serbilindiyê ye dema em dibînin ku xort û keçên Kurd bi coş û dilgermî barê wêjeya Kurdî danîne ser milên xwe û bê westan xizmeteke mezin ji ziman û çanda Kurdî re dikin. Pêwîst e nivîsandinên wan ne tenê di warê hûnandina helbestan de be lê bila di hemû rengên wêjeyî de bin wekî: dîrok, folklor, serpêhatî, bûyer, çîrok û çîvanok, şano û hwd… da bihêlin zimanê Kurdî têkeve nav zimanên miletên pêşketî. De ka em bibînin bê Xwedê lê xweş be zimanzan Rezoyê Osê çi ji nivîseran dixwaze:… "Gerek e em bi hev re hişk bin lê ji hev re ne serhişk bin." Mebest jî ji vê gotinê ew e ku em ji hev re li çepikan nedin û şabaşan ji hev re nedin, em berhemên hev nekin deryayên bê binî û hev nekin zinarên bê pîvan lê em bi sertî rahêjin berhemên hev lê belê, ew sertiya ku li ser bingehên axiftineke bi pergal, bi hev ve girêdayî, dûrî devavêtin û êşandinên kesaneyî be, da em desthilat bin, ku toreyeke Kurdî ya serwext ava bikin. Belê, ev e erkê nivîser û rexnegerên Kurd.

Rûdaw: Gelekî spas mamost Samî!

Samî Namî: Gelekî spas. Serketinê ji we re û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dixwazim. Her bijîn ji bo karên weha pîroz, di gel silavan.

Kurtejiyana Samî Mela Ehmedê Namî

Samî Mela Ehmedê Namî sala 1939an li Rojavayê Kurdistanê, li gundê Tilşeîra Aşîta yê Qamişloyê hatiye dinyayê.

Xwendina dibistana seretayî li vî gundî bi dawî anî û di gel hinek xort û kalên gund li dibistana fêrkirina zimanê Kurdî ku bavê wî Namî mamosteyê wê bû, hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bû.

Malbata wî sala 1952an li bajarê Qamişloyê bi cih bû û xwendina xwe ya navîn û bekelorya (lîse) li wir kuta kir.

Paşê li Zanîngeha Şamê li Koleja Dadevaniyê du salên xwendinê bi dawî anîn. Bi sedema rewşa aborî û desttengiyê, naçar ma xwendina xwe li zanîngehê bi dawî bîne.

Di temenê xwe yê biçûk de, hiş û bîr û baweriyên wî li Kurdayetiyê vebûn çiku bavê wî nivîskar û helbestvan bû, her weha di nava hemû rêxistinên siyasî de wekî Civata Xoybûnê, Civata Arîkariyê ji Bona Belengazên Kurd Li Cizîrê (Civata Hisiça), Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan û Nadiya CiwanKurd Li Amûdê, endamekî çalak bû.

Bi sedema ku di malê de kurekî bi tenê û delalî bû, gelek caran bi bavê xwe re beşdarî nava çalakiyên Kurdayetiyê dibû û bi vî awayî hejmarek siyasetvan û welatparêzên Kurd didîtin û nas dikirin: Celadet Alî Bedirxan, Doktor Ehmed Nafiz Beg, Doktor Nûredîn Zaza, Seydayê Cegerxwîn, helbestvan Hejarê Mukriyanî, Evdirehman Axa Eliyê Yûnis, Arif Beg Abas, Qedrîcan, Apo Osman Sebrî, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Hesen Axa Haco, Cemîl Axa Haco, Mela Ehmedê Şûzî, Mela Ehmedê Zivingî, Hesen Hişyar, Reşîd Kurd û Evdê Têlo...

Di warê rêxistinî de, di sala 1950î de bû endamê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Cîhanê.

Sala 1954an Mihemedê Mela Ehmed, Samiyê Mela Ehmedê Namî, Evdilezîzê Eliyê Evdê û Drwêşê Mela Silêman, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd a Sûriyeyê damezirandin.

Piştî damezirandina Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê û bi erêkirina bavê wî Namî (çiku Namî wekî şêwirdar bû ji Civatê re) û li gor daxwaza Doktor Nûredîn Zaza û Mam Celal Talebenî (dema ku li bajarê Qamişloyê bûn). Damezirênerên Civatê biryar da ku Civata Yekîtiya Xortan bibe beşek ji Partiya Demokrat a Kurd û karê rêxistinî di nava refê partiyê de domandin.

Bi behana çalakiyên Kurdayetiyê, gelek caran digel bavê xwe, yan bi tena xwe dibû mêvanê zindanan, nemaze di sala 1959an de, dema ku serok û hejmareke mezin ji berpirsên Komîteya Navendî û komîtên herêman û endamê Partiyê hatin girtin û li zindana Mezê û li ber dadgeha Leşkerî ya Bilind li Şamê hatin dadgehkirin, ku Samî yek ji wan bû.

Çalakiyên wî di warê çanda Kurdî de

Ji demeke dirêj ve wî dest bi nivîsîna Kurdî kiriye û hejmarek gotar di kovar û malperên Kurdî de weşandine.

Berhemê wî yên çapkirî:

-Pirtûka bi navê Dîmenin Ji Dîroka Winda li Stokholmê ji Weşanxanaya APECê, sala 2000î hate çapkirin û weşandin.

-Pirtûka bi navê Gulzara Mela Ehmedê Namî, cara yekem li Stokholmê di sala 2020an de li çapxana Apecê û cara duyemîn li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, weşanxana HRRK, sala 2024an hate çapkirin û weşandin.

-Bavê wî wekî hemû rewşenbîrên Kurd ên wê demê berhemên xwe yên bi zimanê Kurdî bi tîpên Erebî dinivîsîn.

Piştî koça dawî ya bavê wî, berhemên wî yên destnivîs ku bi tîpên Erebî bûn û hîna nehatibûn çapkirin, wî ew guhastin bo nivîsandina bi tîpên latînî, ew jî ev in:

-Dîwana Helbestan a bi navê Daxwazname, cara pêşîn li Stokholmê, weşanxana Roja NÛ, sala 1986an û ya duyem li welat, di sala 1995an de hate çapkirin û weşandin.

-Pirtûka Agirê Sînema Amûdê li Stokholmê, li weşanxaneya Jîna Nû, di sala 1987an de hate çapkirin û cara duyem di sala 2024an de ji aliyê weşanxaneya Seyran li bajarê Qahîre li welatê Misrê hate çapkirin û weşndin û cara sêyem mamoste Nejla Kirbaş Xanim pirtûk guheste ser zaravayê Soranî û ji aliyê weşanxaneya Panda li Silêmaniyê hete çapkirin û weşandin.

-Ferhenga Kurdî-Erebî û Erebî-Kurdî û Rêzimana Kurdî û Erebî bi navê Kozar. Wî jî karekî berbiçav di danehev û nijinandina gotinên ferhengê de kiriye. Ji aliyê weşanxaneya ZÎZ li Stenbolê û sala 2023yan hate çapkirin.

-Jînenîgariya Namî ya bi navê Çiku Li Bîr im (ما أتذكره), ew jî destnivîs bû û wî di nava rûpelên pirtûka xwe ya bi navê Gulzara Mela Ehmedê Namî de çap kiriye.

Samî sala 1959an li navenda Kirîna Genim li bajarê Qamişlo bû karmend. Piştî sal û nîvekê ji kar û li gor biryara Wezareta Navxwe û Desthilata Dewletê ji kar hat derxistin.

Di sala 1961 ta sala 1992yan, bû mamoste li dibistana taybet a Kildan Katolîk û dibistanên fermî li bajarê Qamişloyê.

Piştî 26 salan ku mamosta bû û bi sedema ku hêzên Ewlekariya Dewletê û yên Partiya Beasê ew ez naçar kirin ku dev ji kar berde û bû malnişîn.

Sala 1999an koçberî welatê Swêdê bû û aniha li bajarê Stokholmê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst