Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got, “Bi sedan Kurd dîl hatine girtin. Di destê me de jî dîl hene.”
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn çûn Brukselê û li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê beşdarî panelekê bûn.
Îlham Ehmed piştî panelê bû mêhvana me û pirsên me yên li ser peymana HSD û Şamê û mijarên din ên derbarê Rojavayê Kurdistanê bersivandin.
Wê diyar kir ku hinek xalan peymanê pêk nehatina û got, “Divê dîl werin berdan û penaber vegerin. Ev xalên bingehîn in.”
Îlhamê diyar kir ku pêwendiyên wan û Tirkiyeyê hene lê li gorî Tirkiyeyê divê HSD nemîne.
Wê destnîşan kir ku divê Kurd mafên xwe yên rewa bistînin û got, “Heke Şam mafên me qebûl neke nabe. Heke êriş bikin em dê xwe biparêzin.”
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed pirsên me dibersivîne:
Rûdaw: Hûn bi xêr hatin. Çavê Kurdan li ser rêkeftinê ye bi rastî, nêzîkî mehekê dibe hinekî aştî heye, lê hîn jî xelk dûdil e. Hûn rewşa vê rêkeftinê çawa dinirxînin?
Îlham Ehmed: Di rêkeftinê de hinek gavên erênî hatine avêtin û dimeşe lê hîn jî mijarên zehmetiyê ava dikin hene û pêwîstî bi diyaloga zêde heye da ku bimeşe. Beşek heye yê ku girêdayî herême ye û destpêkirine, mînak entegresyon û tevlîbûna hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn.
Her wiha diyarkirina walîyê (parêzgar) Hesekê, ev hemû xalên peymanê bûn. Ji bilî wê perwerde û zimanê dayîkê heye. Hinek xal hene ku li herêmê meşiyan e lê xalên ku girêdeayî Şamê ne, hîn dest pê nekirine. Weke temsîliyeta Kurdan a di rêveberiya Şamê de, pêwîst e ev hebe û yek ji wan xalan e. Ya duyem mijara Parlamentoyê ye, hîn li ser vê mijarê nehatiye axaftin.
Mijara esîran heye, divê li her du aliyan esîr werin guhertin lê hîn pêk nehatiye. Her wiha penaber hîn venegeriyane, mijarên herî esasî yek esîr bûn û ya duyem jî vegera penaberan bû. Ev gav hîn pêk nehatine. Astengî hene.
Rûdaw: Dîlên Kurdan pir in?
Îlham Ehmed: Bi sedan hene.
Rûdaw: Yên wan jî hene?
Îlham Ehmed: Yên wan jî li cem me hene.
Rûdaw: Hûn dizanin kîjan dîl e, kîjan winda ye, kîjan kuştî ye yan kîjan şehîd e?
Îlham Ehmed: Na ne diyar e, ji ber ku di rewşeke wisa de girtin çêbûn, li hinek deveran şehîd çêbûn, li hinek devaran girtin çêbûn û gumana tasfiyekirinê (kuştin) çêbûne. Ev hemû hene û ji ber wê jî hejmar bi temamî nayê diyarkirin. Em nikarin hejmarê bi temamî derxînin.
Rûdaw: Xelkê nêzîkî 48 gundên Kobaniyê koçber bûne, li gorî we dê kengê xelk vegere û mijara koçberan çareser bibe?
Îlham Ehmed: Doh û roja berî wê, bi taybetî doh li Helebê civînek pêk hat. Hinek hevalên me yên Li Kobaniyê yên di vê mijarê de erkdar beşdar bûn. Di civînê de hinek nîqaş bi pêş ketin lê me neşopand bi rastî. Divê îro hinek pêşketin çêbin lê me neşopand ka çêbûye yan çênebûye.
Rûdaw: Hêviya te heye ku rewşa Kobaniyê di demeke nêzîk de baştir bibe, xelk hîn behsa xwarin, vexwarin û dermanan dike û dibêjin kêm digihêje wan. Her çi qasî Neteweyên Yekbûyî dibêje me alîkarî gihandine jî?
Îlham Ehmed: Zehmetî gelek in, mînak dorpêçek heye li ser herêmê, derbasbûna madeyên esasî (kelûpelên bingehîn), heta demekê elektrîk û ava Kobaniyê hatibûn qutkirin. Vê yekê bandoreke zêde li jiyana xelkê kir. Gava ku xurek nekeviyê û bi hesab di çarçoveya alîkariya mirovî de bikeviyê têrê nake û rewşê xera dike.
Rûdaw: Îlham Xanim, li gorî te berpirsên Şamê, ji serokkomar û wezîrê karên derve û heta berpirsên wezareta parastinê, çima HSDyê qebûl nakin û komên din ên çekdar hatine qebûlkirin?
Îlham Ehmed: Niha rol û destên Tirkiyeyê di biryarên ku li Şamê tên girtin de heye. Ev di daxuyaniyên wan de jî her tim diyar bû. Her tim gotin ku divê HSD xwe tesfiye bike û çekan berde. Em dizanin di vî warî de zexteke zêde li ser Şamê kirin.
Rûdaw: Têkiliyên we bi Tirkiyeyê re tunin?
Îlham Ehmed: Hene, em li gel wan jî axivîne lê wan jî di çarçoveyekê de gotin ku pêwîst e entegrasyon çêbibe lê li gorî wan entegrasyon ew bû ku HSD bi temamî girêdayî wezareta parastinê be û HSD nemîne.
Rûdaw: Li gorî we divê Kurd bi şand û delegeyeke yekgirtî biçin Şamê yan jî gavên vê rêkeftinê mane û divê hinekî bi pêş de biçin û pişt re delegeyeke yekgirtî ya Kurdan hebe û biçe Şamê?
Îlham Ehmed: Niha ji bo tifaqa Kurdî nêrîn û şewazek wisa derketiye ku lêvegerek çêbibe, we dît konferans hat lidarxistin û biryarên gelekî girîng hatin dayîn û desteyek li wê derê çêbû. Ji bo ku bibe cihekî biryar jê derkevin û werin erêkin, bizivire bibe lêveger. Wisa bibe statuya wê baştir dibe. Di çarçoveya çûna Şamê de jî divê hem biryarên ku di konferansê de hatine girtin li gel Şamê nîqaş bikin, hem jî madeyên ku di destûrê de bi cih bibin çi ne, prensîb û mafên Kurdan li wir werin nîqaşkirin.
Rûdaw: Pirseke girîng a xelkê ye, zarokên wan di 14 salên dawî de li dibistan û zanîngehên Rojavayê Kurdistanê bi Kurdî xwend, ev mijara ziman çawa dibe, biryarnameyeke serokkomariyê ku behsa mafê zimanê Kurdî dike heye lê di dawiyê de diyar dibe ku tenê weke mijareke dilxwazane ye, hefteyê 2-3 demjimêran. We mijara zimanê Kurdî û xwendinê ya salên dawî li gel rayedarên Şamê nîqaş kiriye?
Îlham Ehmed: Erê, me ev nîqaş kir. Di peymana 29ê mehê de me li hev kir ku şehadeyên (dîploma/bawername) hemû zarokan werin erêkirin. Divê yên ji sala 2011an heta 2025-26an werin erêkirin. Ya din, ji xwe ku perwerde bi zimanê dayîkê were dîtin, pêwîst e di navbera wezareta perwerdeyê û desteyên perwerdeyê yên herêmê de nîqaş û civînek çêbibe.
Wezîrê Perwerdeyê hatibû Hesekê û li wir jî nîqaşek çêbûbû, ez bawer dikim di vî warî de pêwîst e encamek derkeve. Ne rast e, mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê di mersûma (biryarname) ku hatiye derxistin de weke zimanekî biyanî hatiye hesibandin. Hem bi dilxwazî û hem jî 2 saet nabe, ev ne rast e. Zimanê Kurdî zimanê miletekî ye.
Rûdaw: Hûn bawer dikin ku dê perwerdeya bi zimanê Kurdî di destûrê de cih bigire?
Îlham Ehmed: Erê, pêwîst e bibe. Em tekoşîna vê dimeşînin.
Rûdaw: Du pirsên dawî, yek ji wan pirsa petrol û sînor û balafirgeh dê çawa bêne birêvebirin? Bi taybetî li Qamişloyê balafirgehek heye, mijara sînor heye, petrol li wê derê heye, çavkaniyên din ên bin erdê hene, ew dê bi hevbeşî bêne birêvebirin an dê radestî Şamê bêne kirin?
Îlham Ehmed: Niha bi giştî ji bo parêzgeha Hesekê, balansek tê diyarkirin. Ew balans divê taybetmendiya herêmê li ber çavan bigire. Di vêya de jî nîqaşek li ser çêbûye. Çavkanî dê li gor madeya wê be, mînak petrol navendî ye, hinek tişt herêmî dibin. Li gorî cureyên wan dê bibe. Sînor navendî ye lê me gotiye ku wê xelkê herêmê di nav wê hêzê de cih bigre. Balafirgeh jî dîsa wê xelkê herêmê weke karmend li wê derê kar bike. Lê ew bi xwe navendî ye.
Rûdaw: Pirsa dawî, eger Şam daxwazên Kurdan ên weke otonomî, mafên ziman û ji bo pirsên din qebûl nekirin, çi alternatîva din li ber Rojavayê Kurdistanê û li ber we heye?
Îlham Ehmed: Ev mafên bingehîn in, eger nebin nabe. Em dê dan û standinan berdewam bikin, em dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Di destûrê de dê tekoşîneke giran were meşandin. Heta ku êrîş nebe, dê meseleya tekoşînê esas (bingeh) be. Eger êriş çêbû, dê her milletek xwe biparêze. Êdî dê li beramber qirkirinê helwesta me jî pir zelal be.
Rûdaw: Tu gelekî westiyayî û me jî tu westandî. Ez spasiya we dikim.
Îlham Ehmed: Spas bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse