Şandeyeke bilind a Rojavayê Kurdistanê bi armanca dîplomasiyê û gihandina dengê Kurdan di qonaxa nû ya Sûriyeyê de, bi armanca serdaneke fermî li welatên Ewropayê ye.
Yek ji rawestgehên herî girîng ên vê şandeyê jî Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bû.
Di nav vê şandeyê de yek ji navên herî diyar ku baleke mezin dikişîne ser xwe, Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn e.
Fermandara Kurd bi heman cil û bergên xwe yên leşkerî yên destpêka damezirandina YPJyê, li nav avahiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê amade bû.
Ev yek ne tenê semboleke leşkerî ye, di heman demê de peyameke xurt e ji bo parastina destkeftiyên jinan.
Ev serdan di demekê de tê kirin ku li Sûriyeyê guherînên dîrokî û bilez çêdibin.
Piştî rûxîna desthilata Beasê û destbikarbûna hikûmeta demkî li Şamê, mijara herî germ a li ser maseya dan û standinan pirsa çawaniya "entegrasyona" hêzên leşkerî ye bi artêşa nû ya Sûriyeyê re. Di vê xalê de pirsgirêk û nakokiyên kûr hene.
Li gorî daxuyaniyên Rohilat Efrînê, hikûmeta demkî ya Şamê bi feraseteke cuda nêzîkî mijarê dibe û naxwaze jin di nav artêşê de û di warê leşkerî de cih bigirin.
Şam daxwaz dike ku hêzên jinan tenê di nav hêzên asayîşê û ewlehiya navxweyî de bimînin lê belê li hemberî vê helwesta Şamê, berteka YPJyê gelekî zelal, tund û biryardar e.
Rohilat Efrîn daxwaza Şamê bi tundî red dike û radigihîne ku “nebûna YPJyê ya di nav artêşê de tê wateya înkarkirin û tunekirina têkoşîna 13 salan. YPJ ku ji komeke piçûk derket û bû artêşeke mezin a bi hezaran şervanan, îro xwe wekî garantora paşeroj û mafên hemû jinên Sûriyeyê dibîne.”
Fermandara Giştî ya YPJyê diyar kir ku mayîna wan a di nav artêşê de ne mijareke bazirganiyê ye, ew mafekî qanûnî û rewa ye ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de bê misogerkirin.
YPJyê di qonaxa şerê li dijî DAIŞê de, roleke cîhanî lîst.
Di nava 13 salên têkoşînê de zêdetirî hezar şervanên YPJyê canê xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn.
Ev hêz ne tenê ji Kurdan, ji Ereb, Suryan, Aşûrî û şervanên înternasyonalîst ên navneteweyî jî pêk tê û pirrengiya xwe diparêze.
Rohilat Efrîn ji welatên Ewropayê û civaka navneteweyî daxwaz dike ku xwedî li vê modela cîhanî ya jinan derkevin û piştgiriya wan bikin.
Fermandara YPJyê her wiha hişyariyeke gelekî girîng dide û dibêje; piştî rûxîna rejîmê û ji ber wê bêîstîqrariya ku li herêmê çêbûye, metirsiya DAIŞê qet xilas nebûye û wekî xetereyeke cidî ya paşerojê li pêşiya wan disekine.
Fermandara Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn pirsên me dibersivîne.
Rûdaw: Şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê jib o serdaneke fermî li welatên Ewropayê ye. Yek ji rawestgehên wan Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bûye û xanimeke diyar a Rojavayê Kurdistanê ku li hemberî DAIŞê çek hilgirtiye û xak û welat û gel parastiye di nav vê şandeyê de ye. Xanim Rohilat Efrîna ku Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye niha li gel me ye û gelekî kêfxweş im ew bi cilên xwe yên destpêkê ku dema YPJ hatiye ragihandin bi heman wan kincên xwe, bi heman wan cilên xwe niha di nav avahiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de ye. Rohilat Xanim hûn gelekî bi xêr hatin.
Rohilat Efrîn: Spas dikim.
Rûdaw: Pirsa min a pêşiyê li ser welatên Ewropayî be. Gelek ji welatên Ewropayî dema ku we şerê DAIŞê dikir bi rêzeke gelekî mezin li şervanên jin dinêrîn. Peyama te, daxwazên te, hêviyên te û çaverêkirinên te ji welatên Ewropayî çi ne?
Rohilat Efrîn: Helbet îro jî di civînê de gelek daxwaz û peyamên ku me dan çêbûn. Têkoşîneke 13 salan a li beramberî hêza DAIŞê ya ku hate kirin, helbet di nava wê de qehremantî û fedakariyên pir mezin çêbûn. Bi rastî bi têkoşîn û şerê li dijî DAIŞê yê ku hate kirin cîhanek hate parastin.
Di heman demê de ev hêza DAIŞê wekî ku tim û daîm tê gotin belayeke li ser mirovahiyê temam bû. Yên ku bi rastî têkoşîna vê dan û yên ku şerê wê kirin, eger îro hebûna me li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê hebe û em li vir vê hevpeyvînê dikin, divê bê zanîn ku bi rastî têkoşîneke me ya ku em gihandine vir heye.
Ji bo wê helbet garantîkirina mafên Kurdan û hebûna mafên Kurdan di destûrê de, di heman demê de mafê jinan û parastina wan a di destûrê de ji bo me girîng e. Artêşeke jinan helbet belkî cara yekem nebe ku jin di artêşê de û di nav leşkertiyê de cihê xwe digirin, gelek ezmûnên parçeyên Kurdistanê yên din jî hene ku bi rastî li dijî dagirkeran û qirkirinê şer hatiye kirin.
YPJ jî yek ji mîrasên wê têkoşînê ye ku em gihandine vê rojê. 13 sal helbet dema mirov bîne ser ziman, eger li hemberî qirkirinê, dagirkeriyê û DAIŞê têkoşîneke dijwar hebe, ev erkekî hiqûqî û qanûnî ye. Ji hemû aliyan ve pêwîstî pê heye ku Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê xwedî lê derkeve.
Di wê wateyê de çimkî cîhanî bûye bi rastî, niha modelekî wekî modela YPJyê di artêşa jinan de, yekem artêş e ku ew qasî tê pêşwazîkirin. Ji bo wê jî garantîkirina hebûna YPJyê û taybetiya wê helbet yek ji erkên hemû kes û saziyên ku bi rastî di nav mafên mirovahiyê de cih digirin e ku hem xwedî lê derkevin hem jî piştgiriya wê bikin.
Rûdaw: Di pirsa entegrasyonê de yek ji mijarên sereke mijara Yekîneyên Parastina Jinê ye. Gelo Sûriye dê qebûl bike?
Rohilat Efrîn: Helbet mijareke peyman û dan û standinê ye niha. Ji ber ku em ev salek e em di dan û standinan de ne li ser wê yekê ku dê hêzên leşkerî çawa entegre bibin. Tê nîqaşkirin, me negotiye jin û zilam. Ev hêza leşkerî ye ku parastvaniya vî welatî, vê axê û vê dozê kiriye.
Ji ber ku ev hatiye nîqaşkirin, helbet di nav hevdîtinên ku bi hikûmeta demkî ya Şamê re hatine kirin de, yek ji mijarên sereke rola jinê ye. Di wê wateyê de ji ber ku nêzîkatî û feraseteke wan heye ku di artêşê de jin nîne, ew naxwazin qebûl bikin û dibêjin divê bi rengekî din entegre bibe.
Di vî alî de wekî nêzîkatî û têkoşîna me hem wekî YPJ hem wekî jinên Rojava bi rastî em qebûl nakin. Yanî hemû jinên ku di nav civakê de dijîn hêza YPJyê, hebûna YPJyê û têkoşîna YPJyê ya ku hatiye kirin wekî garantiya paşeroja xwe ya parastinê dibînin.
Ji bo wê ye yanî em niha nikarin bibêjin ku gavên entegrasyonê hemû yeko yeko pêk hatin. Di meş û pratîka wê de derdikeve pêş. Yek ji beşên esasî YPJ ye, li ser YPJyê jî û li ser şêweyê entegrasyona wê hîn jî dan û standinên me didomin da ku hebûna xwe biparêze.
Rûdaw: Hejmara we çi qas e? Yek ji pirsan ew e ku qal hejmara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê kirin, ji bo pirsa entegrasyonê hejmara Yekîneyên Parastina Jinê çi qas e û çi qas ji wan dê tevlî sîstema parastina Sûriyeyê bibin?
Rohilat Efrîn: Cîhan xwe diguherîne. Eger di Sûriyeyê de ev qas guhertin û veguherandin çêbûn, hikûmetek rûxiya hikûmeteke nû eger hatiye ser desthilatê, ev guherînek e. Ev guherîn ji bo ku xizmeta tevahî Sûriyeyê bike hatiye çêkirin ku hemû aliyan, dengê demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê ji bo parastina axa Sûriyeyê bi yek dengî bang dike.
Em bawer in li welatên Ewropayê, hemû welatên cîhanê jî niha pirsa herî esasî li ser vê ye. Ji bo ku ev guherîn hene, helbet, yanî em dema me dest bi têkoşînê kir em bi hezaran nebûn ku me dest bi têkoşînê kir. Me ji komeke pir biçûk dest pê kir û em bûn hezar. Ev bû çandek.
Niha em ji hejmarê zêdetir ev çand wê çawa xwe biparêze divê ku bigirin dest û li ser vê civak bê parastin, hemû paşeroja jinan bê parastin. Ji bo wê, yanî em di entegrasyonê de helbet cihê me, di nav xala parastina artêşê de nebûna wê tê wateya înkarkirina têkoşîna 13 salan ku hatiye dayîn. Ji bo wê ev hebûn û fermîkirina wê ji bo hemû jinan tenê jinên Rojava ne, modeleke esasî e ku divê em tê de israr bikin ku bi rastî ev taybetmendî bê parastin.
Rûdaw: Rohilat Xanim, çi qas şehîdên YPJyê hene, çi qas birîndarên wan hene?
Rohilat Efrîn: Yanî bi giştî ji salên derbasbûyî heta niha, ne kêmî hezar şehîdên YPJyê çêbûne û bi sedan birîndar û gaziyên wê jî çêbûne.
Rûdaw: Hemû Kurd bûn an ji miletên din jî hene?
Rohilat Efrîn: Kurd jî hebûn Ereb jî hebûn heta ji derve enternasyonalîst hebûn. Aşûrî hene, Suryan hene, yanî bi rastî jî modeleke pirrengiyan e eger tu şehîdên YPJyê jî binêrî modeleke pirrengiyan e ku di nav şehîdên wê de jî xwe diparêze heye.
Ji ber wê, yanî me di vî milî de jî her kes pêşwazî kir ku şehîdên me yên vê pêvajoya dawî jî gelek şehîd çêbûn lê ji ber ku hem dîl û êsîr hene, hem di hejmarê de hîn bi temamî nediyarî hene, wekî hejmar belkî em nikarin bibêjin sed an jî du sed lê gelek winda û êsîr, hîn jî yên ku di destê vê hêzê de ne hene û em bi rastî di nav lêkolînê de ne û didome.
Rûdaw: Pirseke din. Hûn dixwazin wekî YPJ nemînin û tevlî hêzên navxweyî bibin wekî Asayîşê yan hûn dixwazin ev yekîneyên we wekî jin tevlî sîstema parastinê ya Sûriyeyê bibin?
Rohilat Efrîn: Helbet yek ji daxwazên hikûmeta demkî jî ew e ku di hêzên asayîşê de dikarin cihê xwe bigirin lê di pergala hêzên asayîşê de ji xwe jin hene. Ew pergala xwe diparêzin. Yanî ev xebatên xwe jî didin meşandin lê wekî artêş, ji ber ku xebateke bi salan e hatiye kirin, israra di artêşê de mayîn ji bo me hedef e.
Rûdaw: Ereb, Tirkmen, Xirîstiyan niha mane yan na?
Rohilat Efrîn: Yanî bi giştî em nikarin bibêjin hemû hejmarên ku hebûn mane lê pirrengiya xwe hîn jî bi rengekî qismî diparêze.
Rûdaw: Ez pirsa dawiyê bikim, Rohilat Xanim. Hebûna jinên Kurd û çek di destên wan de êdî bû diyarde, berê wekî rewşekê hebû lê êdî bûye fenomen. Li gorî we bandora vê li ser civaka Kurd çêbûye? Civaka derdorên Kurdan yan cîranên Kurdan çêbûye? Di wê ezmûna we çêbûye?
Rohilat Efrîn: Helbet, bandora wê nebûya em dê ne li vir bûna ez bawer im. Yekem, me got di dîroka Kurdistanê de gelek têkoşerên jin, ên ku bi rastî fedekarî kirin çêbûn. Em wekî mîrasekê ji dîrokekê tên.
Di heman demê de hêzeke wekî hêza DAIŞê, hemû nirxên civakî di navenda êrişê de didîtin. Dema YPJ bi rastî bû hêza parastina van nirxan, hemû jinên cîhanê jî wekî modeleke esasî ji xwe re hilbijartin ku parastina xwe bikin.
Helbet ev jinên ku ji xwe bêbawer bûn, jinên ku nedikarî bibêjin îrade, jinên ku nedikarî bibin hêz, jinên ku nedikarî pênaseya xwe bi îradeya xwe, bi aqilê xwe, bi zimanê xwe bikin, ev jin îro eger wekî YPJyiyekê û gelek hejmarên ku di nav de cih girtin, li tevahiya Kurdistanê ne tenê bû sembolek, bi rastî bû xelasiya hemû jinan. Ku evê wekî modeleke parastinê, li şûna av û nan, eger nebe nabe.
Rûdaw: Metirsiya DAIŞê maye?
Rohilat Efrîn: Helbet metirsiya wê maye. Ji pêvajoya rûxîna rejîma Beasê heta niha gelek bêîstîqrarî di aliyê ewlekariyê de tê jiyîn, di vî milî de jî hem li ser herêmê hem bi giştî di Sûriyeyê de jî ev tirs xilas nebûye û em wekî metirsiyeke cidî ya paşerojê dibînin.
Rûdaw: Rohilat Xanim ez gelekî spasiya we dikim.
Rohilat Efrîn: Spas ji bo we jî.
Rûdaw: We dema xwe da me. Temaşevanên hêja spas ji bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse