Stephane Dujarric: Em li Sûriyeyê teşwîqa siyaseteke berfireh dikin

4 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Stephane Dujarric ji Rûdawê re axivî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Stephane Dujarric ji Rûdawê re axivî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye Stephane Dujarric Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand ku ew desthilatdarên nû yên Sûriyeyê teşwîq dikin ku di siyasetên xwe de "giştgir" bin û hemû aliyan li xwe bigirin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî 14 salan li Şamê ye.

Rola vê saziya navneteweyî di qonaxa "piştî Esed" de bûye cihê nîqaşê.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric tekez kir ku ew dê li qadê bin da ku piştgiriya pêvajoya veguhêz bikin û piştrast bikin ku hemû pêkhateyên olî û neteweyî têne naskirin.

Dujarric diyar kir ku tîmeke Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê çalak e û nûnerê wan ê siyasî ne tenê li Cenevreyê, li Şamê jî karên xwe didomîne da ku navbeynkariyê bike û piştgiriyê bide hikûmetê.

Dujarric li ser pirsa zêdebûna aloziyên mezhebî ya li Laziqiye û herêmên din destnîşan kir, tevî ku wî rapora taybet a li ser hewldana revandina keçeke Elewî nedîtiye jî lê "hebûna aloziya mezhebî ya li Sûriyeyê rastiyeke ku tê zanîn e."

Hevpeyvîna Namo Ebdullah a bi Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric re:

Rûdaw: Du pirsên min li ser Sûriyeyê hene. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê ye û ev di dîrokê de serdana yekem a wan a wî welatî ye. Ez dixwazim bizanim: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dê çi rolekê di qonaxa "piştî Esed" de li Sûriyeyê bilîze, di demekê de ku pêkhateyên cuda şêweyê hikûmeta welatê xwe gotûbêj dikin?

Stephane Dujarric: Em dê li wir bin da ku bi her awayê ji destê me tê piştgiriya desthilatdarên Sûriyeyê bikin. Em dê berdewam bin li ser derbirîna nêrîna xwe û teşwîqkirina wan da ku di hemû siyasetên xwe de heta ku pêkan be giştgir bin, hemû aliyan li xwe bigirin. Ev yek ji bo misogerkirina wê yekê ye ku Sûriye, bi hemû komên xwe yên olî û neteweyî ve, hest bi ewlehiyê bike û were naskirin, her wiha ji bo piştgiriya hikûmetê ya di vê qonaxa veguhêz de ye.

Rûdaw: Derbarê gavên pratîk ên wekî mînak navbeynkarî?

Stephane Dujarric: Hîn jî tîmeke me ya Neteweyên Yekbûyî li welêt heye ku li ser hemû astên Neteweyên Yekbûyî çalak e. Ji aliyê siyasî ve, nûnerê me yê siyasî yê Neteweyên Yekbûyî berdewam e û li wir e; ne tenê li Cenevreyê, bê guman li Şamê jî bi rêya cîgirê me heye.

Rûdaw: Pirsa min a duyem; Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku "zêdebûneke dilgiraniya giştî" li Laziqiyeyê heye piştî hewldana revandina keçeke ciwan a Elewî. Wisa diyar e ku aloziyên mezhebî li Sûriyeyê zêde dibin?

Stephane Dujarric: Min ew rapor bi taybetî nedîtiye lê rastiya hebûna aloziya mezhebî li Sûriyeyê tiştekî ku tê zanîn e û me berê jî behsa vê mijarê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst