New York (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku cara ewil di dîrokê de dê vê mehê serdana Sûriyeyê bike.
Ev serdan salek piştî rûxîna hikûmeta Esed û di demekê de tê kirin ku alozî li navxweyî welêt zêde bûne ku sedema wê jî daxwaza kêmîneyên Sûriyeyê ya ji bo desthilateke nenavendî ye.
Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Samuel Zbogar ragihand:
"Em vê serdanê di demeke girîng a ji bo herêmê û her du welatan (Sûriye û Libnan) pêk tînin.
Salek di ser rûxîna rejîma Esed re derbas bûye û desthilatdarên nû mijûlî avakirina hikûmeteke veguhêz in."
Li Sûriyeyê kêmîne li herêmên cuda yên welêt kom bûne û li gorî pisporan, vê yekê kiriye ku federalîzm li ser asta cografî guncav be.
Konseya Ewlehiyê saziya herî bibandor a Neteweyên Yekbûyî ye û serokatiya wê mehane diguhere. Vê mehê Slovenya serokatiyê dike.
Nûnerê Slovenyayê Samuel Zbogar di konfêranseke rojnamegeriyê de got ku Sûriye dê di bin serokatiya welatê wî de bibe beşek ji ajandaya Konseya Ewlehiyê.
Lê belê ji Rûdawê re got, Konsey daxwaza xweseriyê (otonomî) ya kêmîneyên Sûriyeyê gotûbêj nake.
Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Samuel Zbogar pirsên nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivandin:
Rûdaw: Gelo civîna Konseya Ewlehiyê ya li ser Sûriyeyê dê mijara xweseriya kêmîneyên Sûriyeyê gotûbêj bike?
Samuel Zbogar: Nexêr. Bi baweriya min ev pirsek e ku divê Sûriye bixwe biryarê li ser bide.
Rûdaw: Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Cîhanî (HRW) ew tawan belge kirine ku rejîma berê li dijî Kurdan kirine, di nav de bêparkirina wan ji welatîbûnê ku di encamê de Kurdan nedikarîn zewaca fermî bikin û nedikarîn derkevin derveyî Sûriyeyê. Gelo Slovenya fêm dike bê çima Kurd ew qas israrê li ser daxwaza nenavendîbûnê yan jî otonomiyê ji bo xwe li bakurrojhilatê Sûriyeyê dikin?
Samuel Zbogar: Ez bawer im dema em çûn Sûriyeyê em dê bi hemûyan re bicivin. Lewma em dê guh bidin nêrîna hemûyan jî. Lê ez xwe ji derbirîna nêrîn û ramanên li ser pirseke navxweyî ya welatekî din dûr digirim. Wekî min got, em dikarin her tim şîret, handan û piştgiriyê pêşkêş bikin lê divê çareserî ji navxwe be.
Dibe ku ev serdem di dîroka Kurdan de ya herî baş be. Li piraniya beşên Kurdistanê, maf û hêzên wan zêde dibin. Lê heta li Îraqê jî, ku li wir Kurd herî zêde naskirîbûn, vê hefteyê eşkere bû ku ew hîn jî di bin xeterê de ne, dema ku êrîşek li ser zeviyeke mezin a gazê piraniya herêmê di tariyê de hişt.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî pirsa nûçegihanê Rûdawê Namo Abdulah bersivand:
Rûdaw: Çend roj berê, dema ku li vê derê bêhnvedan bû, komên çekdar êrişî rafîneya gaza xwezayî ya herî mezin a Herêma Kurdistanê kir û ev yek bû sedema qutbûna nêzîkî ji sedî 80yê elektrîka herêmê. Gelo ti gotina Sekreterê Giştî li ser vê mijarê heye?
Stephane Dujarric: Wekî ku min helwesta me ji te re got, em li dijî her êrişê ne ku li ser binesaziya sivîl tê kirin, di nav de binesaziya enerjiyê ku ev yek dijî yasayên navneteweyî ye.
Serokê nû yê Konseyê hêvî kir ku serdan baweriya Sûriyeyiyan bi Neteweyên Yekbûyî zêde bike, piştî ku hest kiribûn rêxistina cîhanî ew di bin desthilata zordar a çend salên borî ya Esed de paşguh kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse