TAYBET - Kelem û astengên li pêşiya vegera Şingaliyan çi ne?

06-10-2025
Nalîn Hesen
Elî Cihangîr û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Elî Cihangîr û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Koçber Îraq Şingal Kampa Holê
A+ A-

Berdevkê Fermî yê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cihangîr, eşkere kir ku hejmara koçberan li Îraqê piştî vegera gelek malbatan daketiye 125 hezar malbatan.

Elî Cihangîr da zanîn jî ku kampên mayî li Herêma Kurdistanê ne û wezaret di çarçoveya planeke hikûmetê de hewl dide wan bigire.

Elî Cihangîr di hevpeyvîneke li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de ku Nalîn Hesen pê re saz kir, teqez kir ku îsal zêdetirî 6 hezar malbat vegeriyane herêmên xwe û hikûmet hêsankirina vegera dilxwazî ya koçberên Şingalê didomîne.

Wî got ku hikûmet dosyeya penaberên Îraqî li welatên cîran dişopîne û 19 hezar Îraqî ji Kampa Holê hatine veguhastin û 3500 kes li wê kampê mane.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cihangîr pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Amara fermî ya herî dawî ya hejmara koçberên navxweyî yên li Îraqê heta niha çend e?

Elî Cihangîr: Spas ji bo girîngîdana kanala Rûdawê bi dosyeyên wiha. Bi rastî, hejmara koçberên ku niha di qonaxa koçberiyê de ne kêm e, ji qonaxa berê kêmtir e, ji ber ku di salên borî de veger çêbûye. Yên ku niha mane hejmar in lê rastî berevajî vê yekê diaxive, ji ber ku piraniya wan tev li civakê bûne û li navçeyên koçberiyê bi cih bûne. Loma, hejmar niha bi qasî 125 hezar malbatî derbas nake.

Rûdaw: Îsal hejmara malbatên ku şiyane vegerin navçeyên xwe çend e?

Elî Cihangîr: Hejmar li ser hev kom dibin. Ez bawer im ku îsal zêdetirî 6 hezar malbatan vegeriyane û wekî vegeriyayî hatine tomarkirin.

Rûdaw: Heta îro çend kamp hîn vekirî ne û li kîjan parêzgehan belav bûne?

Elî Cehangîr: Kamp hema hema tenê li Herêma Kurdistanê ne, nêzîkî 12 kamp li Duhokê û pênc kamp jî li Hewlêrê hene.

Rûdaw: Gelo ev kamp dê vekirî bimînin an dê di mehên mayî yên îsal de werin girtin?

Elî Cehangîr: Plana wezaretê li gorî bernameya hikûmeta serokwezîr a ji bo girtina dosyeya koçberiyê ye. Em bi awayekî cidî hewl didin vê dosyeyê bi dawî bikin, bi hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nemaze Wezareta Karên Navxwe çimkî ew berpirsa rasterast a vê dosyeyê ye li Herêmê.

Di heman demê de, em hewl didin ku şert û mercên guncav ji bo vegera van malbatan bo herêmên wan misoger bikin çimkî piraniya malbatên ku niha li Herêmê yan li kampên Dihokê dimînin, xelkê Şingalê ne. Erê, ji ber vê yekê pêwîst e ku hewldanên xizmetguzariyê yên wekî av, elektrîk û tiştên din bi dawî bibin da ku em karibin pêvajoya vegerê bi awayekî saxlem û dilxwazî bo navçeyên wan pêş bixin.

Rûdaw: Plana ji bo lezkirina vegera koçberên qezaya Şingalê çi ye?

Elî Cihangîr: Plan girêdayî wê yekê ye ku du komîte hatine avakirin. Komîteya yekem rewşa xizmetguzariyê dinirxîne û em li benda wê ne ku di bin serokatiya Wezareta Şaredariyan a Îraqê de ku endamên wê ji gelek saziyên hikûmetê pêk tên, rewşa Şingalê binirxîne û îşaretan bide me ku rewş ji bo vegera malbatan guncav e. Komîteyeke din jî girêdayî Wezareta Darayî ye ji bo nirxandina rewşê û mijara qerebûyan.

Rûdaw: Lê kelem an astengiyên li pêşiya vegera koçberên ji Şingalê çi ne?

Elî Cihangîr: Mijara astengiyan ji mêj ve heye û ji ber vê yekê pêkan e ku mirov xwe ji wan dûr bixe û wan derbas bike. Piştî ku me projeya hikûmet û wezaretê ya dayîna pereyan ji malbatên vedigerin re da destpêkirin, ji her malbatekê re 4 milyon dînar hat terxankirin û proje ji malbatan re hatin belavkirin. Zêdetirî 13 hezar malbatan bersiv da û vegeriyan û niha jiyana xwe ya asayî li herêmên vegerê li Şingalê û qeza, nahiye û gundên wê didomînin.

Lewra, ez bawer nakim ku astengiyek hebe ku rê li ber vegera van malbatan bigire. Em her tim hewl didin malbatan bi vegerê qayîl bikin, bê guman bi dilxwazî û em hêvî dikin ku ev malbat vegerin û beşdarî jinûveavakirin û entegrasyona nav civakê bibin çimkî her kes dizane ku rewşa li Şingalê pir baş e, û pêkan e ku her malbat, her kes an her pîşe li vê herêmê were kiri  û rewş asayî ye. Malbatên ku berî van vegeriyan, zêdetirî du sal in vegeriyane û niha rewş baş e û jiyana xwe ya asayî dijîn.

Rûdaw: Gelo astengî siyasî, aborî, girêdayî jinûveavakirinê ne yan ewlehî ne?

Elî Cihangîr: Bi rastî, em bawer dikin ku mijara siyaset û ewlehiyê ne realîst e, ji ber ku mafê ti aliyî nîne ku rê li ber çûn û hatina malbatan bigire. Eger mijara siyasî li vir bikeve rojevê, ew ji bo parastina mafên van malbatan e lê di rastiyê de, aliyên ewlehiyê niha îşaretan didin ku rewşa navçeyê baş e. Min çend caran serdana vê qezayê kiriye, di saetên dereng ên şevê de, em li vir û wir digeriyan û rewş li Şingalê baş e. Derbarê xizmetguzariyan de, pirsgirêka xizmetguzariyan li seranserê Îraqê heye. Ango, xizmetguzarî nagihîjin asta kemilîbûnê, li vir û wir pêdivî hene lê bi rastî pêkan e ku ev werin derbaskirin çimkî min berê jî got ku malbat hene ku tevî van kêşeyên xizmetguzariyê vegeriyane û jiyana xwe ya asayî didomînin, û kar di vî alî de berdewam e.

Rûdaw: Di dosyeya amarên hejmara koçber û penaberan de, texmîna wezaretê ji bo hejmara Îraqiyên ku wekî penaber li welatên cîran, xasma Sûriye, Tirkiye û Urdinê dimînin çend e?

Elî Cihangîr: Li Sûriyeyê ez dikarim hejmarê bidim ji ber ku hema hema pêwendiyeke rasterast bi rêya saziyên ewlehiyê yan rêxistinên navneteweyî heye. Li welatên cîran li Tirkiyeyê hene û em dem bi dem kampanyayan ji bo veguhastina kesên dixwazin vegerin, didin destpêkirin. Li Urdinê, malbatên heyî daxwaz dikin an jî xwesteka wan heye ku biçin welatên din ji bo bidestxistina mafê penaberiyê û ev li cem Neteweyên Yekbûyî hatine tomarkirin û piraniya wan ji kêmîneyan in.

Li Îranê amarên me yên rast nînin ji ber ku kesên ji Îraqê derdikevin bi vîzeya geştyariyê ya fermî derdikevin, lewma mijara mayîna li wir pir zehmet e û nahêlin malbat ji dema qanûnî ya diyarkirî li wî welatî zêdetir bimînin. Ango, hejmarên ku li cem me hene pir kêm in.

Rûdaw: Hûn dikarin amarên taybet bi Sûriyeyê bidin, niha hejmara penaberên Îraqî li Sûriyeyê çend e?

Elî Cihangîr: Penaber ne bi navê penaber lê bi navê koçber in. Ji ber ku penaber bi giştî ji ber sedemên mirovî yan siyasî ye. Yên li Sûriyeyê di kampên Roj û Holê de ji 3 hezar kesî derbas nabin lê di kûrahiya Sûriyeyê de, behsa 2 hezar heta 2500 malbatî tê kirin.

Rûdaw: Piştî konferansa dawî ya New Yorkê ya derbarê Kampa Holê, gelo biryarên zelal ji konferansê derketin an tenê pêşniyar bûn?

Elî Cihangîr: Ev konferans di bin çavdêriya serokkomar de bû û bi amadebûna alîkarê serokwezîr, Birêz Wezîrê Karên Derve Fûad Husên, şêwirmendê ewlehiya neteweyî û wezîra koç û koçberan bû. Li gorî pîvanên naskirî, konferans serkeftî bû û rastî pêşwazî, hevkarî û karvedanên navdewletî hat, çi li ser asta navneteweyî çi li ser asta rêxistinan. Pêşniyarên ku ji konferansê derketin, hatin belgekirin, tomarkirin û ragihandin. Pêşniyarên ku ji vê konferansê derdikevin, bê guman dê ji aliyê birayên berpirs ên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve werin pêşwazîkirin.

Bê guman dê biryar jê derkevin, di nav de, bidawîkirina dosyeya Holê yan bakurrojhilatê Sûriyeyê. Bi rastî ne tenê Hol, behsa kamp û derdora kampan li bakurrojhilatê Sûriyeyê tê kirin û Hol beşek ji van kampan e. Lewra, pêşniyar li ser pêwîstiya piştgiriya hikûmeta Îraqê di veguhastina malbatan û hêsankirina proseya vegerê de bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar ên li wê herêmê bû. Ya duyem, bang li dewletan hat kirin ku welatiyên xwe ji kampê vekişînin, çimkî kamp gelek neteweyan li xwe digire û tê gotin ku ji zêdetirî 60 neteweyî tê de hene.

Rûdaw: Çend dewletan amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirina welatiyên xwe yên li Kampa Holê yan Kampa Rojê nîşan da?

Elî Cihangîr: Piraniya dewletan welatiyên xwe vekişandin, nexasim dewletên başûrrojhilatê Asyayê û dewletên Asyayê yên wekî Qazaxistan, Azerbeycan û van herêman, tewra dewletên Ewropî yên wekî Belçîka û Fransayê jî welatiyên xwe ji bakurê Afrîkayê û welatên din ên Ereban vekişandin lê hinek dewlet hene ku qala egera veger an veguhastina welatiyên xwe di dema pêş de dikin. Dê rênimayek ji Sekreteriya Giştî ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî were derxistin li ser pêwîstiya veguhastina welatiyên hemû dewletan a li welatên wan, wekî amadehiyeke ji bo hilweşandina kampê. Piraniya kesên ku niha li kampê ne Sûriyeyî ne, hemû ne biyanî ne, Sûriyeyî li vê herêmê hene.

Rûdaw: Me beşdariya rêveberiya Kampa Holê di vê konferansê de nedît tevî rola wê ya navendî di vê dosyeyê de, çima?

Elî Cihangîr: Vexwendin ji bo aliyên berpirs, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatibû kirin û vexwendin ji bo Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî hatibû kirin û diviyabû amade bibûya û di rojeva konferansê yan komxebata ku li New Yorkê pêk hat de gotareke wî heba lê ji ber hin karên neplankirî yên ji nişka ve li New Yorkê, nikarîbû amade bibe.

Me ev tişt ji berpirsên konferansê bihîstin. Derbarê aliyê din, Hêzên Sûriya Demokratîk vexwendina ji bo amadebûnê hatibû kirin lê di kêliyên dawî de, ez sedema neamadebûnê nizanim. Dibe ku mijarên lojîstîkî yan vîze yan tiştên wiha bin lê Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) bi awayekî çalak amade bû û aliyê Amerîkî amade bû, her wiha rêxistin û serokên rêxistinên navdewletî û piraniya dewletan amade bûn, wekî dewletên Ereban û Kendavê, Qeter û Îmarat, Yekîtiya Ewropayê û dewletên başûrrojhilatê Asyayê. Ezmûna Îraqê rastî rêz û hurmeteke mezin hat û me pêşniyar kir ku ezmûna Îraqê ji bo dewletên ku heman pirsgirêkê dijîn, were veguhastin.

Rûdaw: Hejmara giştî ya Îraqiyên ku heta niha ji Kampa Holê bo Îraqê hatine veguhastin çend e?

Elî Cihangîr: Nêzîkî 19 hezar kesan, di nav de zarok, kal, jin û ciwan, hatin veguhastin û ketin navenda rehabîlîtasyonê û zêdetirî 12,500 kes der çûn û vegeriyan navçeyên xwe yên ku jê koçber bûbûn. Yên mayî li gorî amaran ji 3000 heta 3500 kesî derbas nabin.

Rûdaw: Gelo di nav vegeriyayên ji kampê de ti jin an zarokên Kurdên Êzidî hatine naskirin?

Elî Cehangîr: Hewldanên mezin hatin kirin çi li ser asta wezaretê çi li ser asta saziyên ewlehiyê û bi rastî hinek bûyer çêbûn û ew nehatin kampê lê ji Kampa Holê û derdora Kampa Holê bûn. Saziyên ewlehiyê, bi hevahengiya ligel berpirsên dosyeyê li aliyê Sûriyeyê, ev jin veguhastin Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst