TAYBET - Oguz Kaan Salici: Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye

08-09-2025
RÛDAW
Oguz Kaan Salici û Hêvîdar Zana \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Oguz Kaan Salici û Hêvîdar Zana \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Oguz Kaan Salici CHP Pêvajoya Çareseriyê Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Parlementerê CHPyê yê Stenbolê Oguz Kaan Salici li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan got,“Ez bawer dikim ku çareseriya herî bingehîn a Pirsgirêka Kurdan ev e; Gelo qebûlkirineke civakî heye an na? Belê, heye. Ji ber ku Pirsgirêka Kurdan ne tenê pirsgirêka Kurdan e; ew pirsgirêka welatiyê li Edirneyê û yê li Hekariyê dijî jî ye. Çi Tirk be, çi Kurd be, çi Çerkez be, ev pirsgirêka me hemûyan e.

Eger em tenê bibêjin 'em dê rûnin van madeyan biguherînin, van yasayan çêkin û pirsgirêk dê çareser bibe', formuleke wisa tune. Heta ku hûn jîngeheke berfireh a lihevkirinê ava nekin, guhertina yasayan bi serê xwe dê bibe wekî bazarekê û pirsgirêkê çareser nake. Lê zemîna vê lihevkirinê heye. Li ser wê pêdivî bi guhertina hinek madeyan heye û li ser wan tiştên ku dê werin guhertin jî lihevhatin heye. Wê demê em dê bi hev re biguherînin û pirsgirêk ji holê radibe.

Ji bo ku Pirsgirêka Kurdan di pêşerojê de dîsa dernekeve holê, niha pêvajoyeke çekdanînê heye. Em bêjin ku pêvajoya çekdanînê bi tevahî serketî bû û çek hatin danîn.”

Salici li ser daxwazên Kurdan ên perwerdeya bi zimanê dayikê jî got, “Çi Tirkî be, çi Kurdî be, çi bi zimanekî din be. Di encamê de, ew ziman zimanê dayika me ye û nasnameya mirov jî rûmeta wî ye. Kesek nabe ku ji nasnameya xwe dûr bikeve an jî were cûdakirin. Ev tiştên ku bûne sedema vê pirsa hûn dikin di encama karên derbeya faşîst a 12ê Îlonê de çêbûne. Berî 12ê Îlonê, Tirkiyê pirsgirêkeke wisa tune bû, nîqaşeke wisa jî tune bû. Lê di xala ku em gihîştine de, Tirkiye divê van pirsgirêkan bi awayekî herî berfireh, bi têgihîştineke herî hevgirtî çareser bike.”

Oguz Kaan Salici li ser xebatên Komîsyonê, pêvajoya çaresersiyê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.

Hevpeyvîna Oguz Kaan Salici û Hêvîdar Zanayê wisa ye:

Rûdaw: Oguz Beg hûn bi xêr hatin.

 Oguz Kaan Salici: Xêrendar bî

Rûdaw: Ez bawer im ve ne cara yekem e ku hûn tên  vê derê?

Oguz Kaan Salici: Belê

Rûdaw:  Cara yekem hûn di sala 2021ê de hatibûn?

Oguz Kaan Salici:  Ez di sala 2021ê de li gel şanda Partiya Gel a Komarî hatim. Ji xwe em şanda yekem bûn ku heta wê demê ji Partiya Gel a Komarî hatiye.

Rûdaw:  Wate we cara yekem bi Herêma Kurdistanê re pêwendî danî?

Oguz Kaan Salici: Berê li Enqere me mêvandarî kiribû, çûn û hatin hebûn lê şandek ji Partiya Gel a Komarî cara yekem hatibû. Piştre îsal di destpêka Sibatê de, ji bo Forûma Hewlêrê hatibûm. Ev cara sêyem e ku ez têm. Her cara ku ez têm, Hewlêr hîn zêdetir diguhere, şêweyekî cuda werdigire. Ez ji hebûna li Hewlêrê gelekî kêfxweş im.

Rûdaw: Baş e, hûn peywendiyan çawa dibînin? We karî wan hinekî pêş bixin?

Oguz Kaan Salici: Ez di wê baweriyê de me ku me hinekî rê biriye. Lewra divê mirov ji vê derê li meseleyê  binêre. Partiya Gel a Komarî partiya damezrîner a Tirkiyeyê ye. Partiya wê ya herî qedîm e. Ne tenê ya Tirkiyê, partiya siyasî ya herî qedîm a vê herêmê ye. Ji ber vê yekê, hebûna diyaloga Partiya Gel a Komarî bi Birêvebiriya Herêmê (Kurdistan) re û hebûna peywendiyên Rêvebiriya Herêmî  bi Komara Tirkiyeyê re û bi partiyên siyasî yên cuda re,hem ji bo Rêvebiriya Herêmî hem jî ji bo Partiya Gel a Komarî hêja ye. Ji ber ku em partiyeke siyasî ne ku berbijêrê desthilatê ne.

Ji ber vê yekê, sibe û dotira rojê, gava desthilat biguhere, ew dê bi kê re danûstandinê bikin? Ew çawa difikirin? Ez ji bo Partiya Gel a Komarî dibêjim. Kesên ku di Rêvebiriya Herêmê de kar dikin, yên ku di pozîsyonên bi bandor de ne, bi awayekî xwezayî dixwazin vê bibînin û bizanibin. Heman tişt ji bo me jî derbasdar e. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku başbûna peywendiyan, başbûna peywendiyên di navbera Rêveberiya Herêmî û Tirkiyê de, dê aşitî û aramî bîne vê erdnîgariya ku em lê ne.

Rûdaw: Ev dê hinekî şexsî be lê ji ber ku tu ji Semsûrê yî min her tim hizir diki ku hûn Kurd in?

Oguz Kaan Salici: Nexêr ne wiha me.

Rûdaw: Belê ne wiha ye. Li Semsûrî Tirk jî hene.

Oguz Kaan Salici: Belê helbet. Li Semsûrê nifuseke Tirkmenan jî heye, Kurd jî hene, Zaza jî di nav sînorên Semsûrê de hene. Lê Semsûr bajarekî me ye ku her kes bi awayekî baş, bi hêsanî bi hev re dijî. Malbat tevlihev bûne. Zewac hene. Ev jî ne nû ne. Ev şêwazeke jiyanê ye ku ji demên berê ve tê. Ji ber vê yekê, ez ji Semsûrîbûna xwe jî kêfxweş im.

Rûdaw: Ez dixwazim hinekî têkevim nav vê pêvajoya çareseriyê. Niha Komîsyon hat damezrandin. Gihiştiye  astekê. Her çend gaveke pratîkî tune be jî, ji ber guhertina yasayan an jî avakirina zemîneke hiqûqî, lê tiştek tê kirin. Hûn wekî CHPyê, van tiştên ku têne kirin çawa dinirxînin? Jixwe hûn jî di nav de ne.

 Oguz Kaan Salici: Niha yekem tişt ev e ku Pirsgirêka Kurdan divê li Tirkiyeyê were çareserkirin. Ev mijar ji demên berê ve, wate bi awayekî kevneşopî, kevneşopiya me ya siyasî, Partiya Gel a Komarî, ev nivîsandiye, xêz kiriye, raporên xwe eşkere kirine. Ev di nav xwe de nîqaş kiriye, bi raya giştî re nîqaş kiriye. Carinan hinek kesan gotine ku ev nîqaş zererê didin partiyê lê di xala ku em gihîştine de, Partiya Gel a Komarî partiyeke siyasî ye ku ji berê ve destnîşan kiriye ku divê Pirsgirêka Kurdan di zemîna parlamentoyê de û di nav yekîtî û yekparçebûna Tirkiyeyê de, di nav avahiya wê ya unîter de bê çareserkirin.

Mînaka herî nêzîk ezmûneke pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015an de heye. Partiya Gel a Komarî ji ber rêbaza wê pêvajoya çareseriyê dûr ket. Ew difikirî ku eger hûn bi vî rengî hewl bidin vê meseleyê çareser bikin, hûn dê bi ser nekevin. Di vî warî de gotineke Birêz Kılıçdaroglu ya hêja heye. Wî got, "Her çend ez bizanim dê zererê bide kariyera min a siyasî jî, divê meriv ji vê xebatê re krediyekê veke." Lê desthilata wê demê ya Recep Tayyip Erdogan wê demê serokwezîr bû. Li Tirkiyê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan ji aliyê partiyên siyasî yên cuda ve, têgihîştineke pir guncaw tune bû. Em dê vê çareser bikin, em dê bi HDPyê re çareser bikin û ji vir jî em dê qezenceke siyasî bi dest bixin, wî digot em dê di hilbijartinan de zêdetir dengan bistînin û ez dîsa bibim serokwezîr û wiha difikirî.  Ji ber vê yekê wî bi hereketeke destan got “hewcedariya me bi  krediya we nîne," û bi vî awayî piştevaniya ku Partiya Gel a Komarî dikarî bide, asteng kir. An jî pêvajoyek birêve bir ku guh nedida ser hişyariyên wê.

Di encamê de, ew pêvajo serneket. Nemeşiya. Ango, bi her awayî nemeşiya. Îro tiştekî nû heye, pêvajoyeke nû heye. Di vê pêvajoyê de, helbet destpêkirina pêvajoyê bi daxuyaniyekê ji aliyê Devlet Bahçelî ve, çalakkirina pêvajoyê, pir hêja ye. Ji ber ku di navbera 2013-15an de, Partiya Tevgera Neteweperest helwesteke pir zelal ji bo nehiştina wê pêvajoyê nîşan dida. Îro şert û merc cuda ne, kompozîsyona siyasî ya li Tirkiyeyê cuda ye, hevsengiyên navneteweyî  cuda ne, gava em van hemûyan li hev bicivînin,hizra Komîsyonê li Tirkiyeyê jî hizra Partiya Gel a Komarî ye. Ew Partiya Gel a Komarî bû ku got, "Em dê li ser zemîna parlamentoyê çareser bikin, em dê Komîsyonekê damezrînin, ew Komîsyon bixebite û hemû partiyên siyasî li wir beşdar bibin."

Ji ber vê yekê, Partiya Gel a Komarî bi awayekî ku li gorî hevgirtina xwe ya dîrokî ye, di Komîsyonê de cih girt. Ev yek nekir pirsgirêkek mezin, her çend e niha di siyaseta Tirkiyeyê de Partiya Gel a Komarî  gelek mijarên din hene ku dikare bide pêşiya vê mijarê.

Wan ev yek dan aliyekî, lê ew fikirîn ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo aşitiya me ya civakî, di vê mijarê de divê gav werin avêtin. Bi pejirandina Serokê me yê Giştî, Birêz Ozgur Ozel, Partiya Gel a Komarî beşdarî Komîsyonê bû. Damezrandina Komîsyoneke wisa, hebûna hemû partiyên siyasî yên di parlamentoyê de, ji bilî yek partiyê, li wir û axaftina li ser vê mijarê û baş birêveçûna pêwendiyên di nav Komîsyonê de jî tiştekî pir hêja ye û ji bo paşerojê hêviyê dide. Gelek bilez bûn carinan ji bo çareseriya pirsgirêkê ne alîkar e.  Gelek hestiyar bûn ji bo çareseriya meseleyê ne alîkar e. Ji ber ku em behsa pirsgirêkek pir biêş dikin. Li Tirkiyeyê di gelek malbatan de yek an zêdetir şehîd hene. Mirovan canê xwe ji dest da. Li ku derê binerî, nêzîkî 50 sal e ku pevçûneke tundûtûjiyê heye. Vê yekê em di nav çend rojan de çareser bikin. daxwaza yekser a destgirtinê û bidawîkirinê bi rastî tê wateya hêsankirinê û têra xwe fêm nekirina meseleyê. Ez di wê baweriyê de me ku eger ev pêvajoya Komîsyonê rê nede jehrîbûnên ji derve û rê li ber wan bigire ku dixwazin vê pêvajoyê jehrî bikin  ez hêvî dikim ku dê ev pêvajo bi yekîtî û lihevhatina Tirkeyeyê bi dawî bibe.

Rûdaw: Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê ev Komîsyon çi bike?

Oguz Kaan Salici: Belê, Komîsyonê di destpêkê de, di dema damezrandinê de û berî wê jî ev yek eşkere kir. Em dê li vir destûrekê çêkin. Em dê li vir qanûnekê jî çêkin. Lê ji 1ê Çiriya Paşîb û  pê ve dê parlamento vebe. Ji ber vê yekê, Komîsyona 51 kesî ku li ser vê mijarê sekinî ye, dê çarçoveyekê ji bo çareserkirina vê meseleyê diyar bike. Helbet niha rêxistinên civaka sivîl têne guhdarîkirin, malbatên şehîdan têne guhdarîkirin, Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Aştiyê têne guhdarîkirin. Gelek beşên cuda  tên guhdarîkirin û di demek nêzîk de dê sendîka, kesên ji cîhana kar, akademîsyenên ku li ser çareseriya pevçûnan xebitîne jî dê werin guhdarîkirin. Bi nêzîkatiyek ku ji vê hemû berhevkirinê derdikeve, ji bo bipêşvebirina pêvajoyê çi hewce ye û li ser zemîna parlamentoyê çi dikare were kirin, çarçoveyek dê were amadekirin. Em jî dê beşdarî wê çarçoveyê bibin û sûdê bigihînin wê. Partiyên siyasî yên din jî dê beşdar bibin. Û ez bawer dikim ku eger heya niha kesên ku difikirin tiştek derneketiye hebin, dikarin hêdî hêdî fam bikin ku tiştek derdikeve. Lê di heman demê de, razîbûna civakî jî zêde dibe, ji ber ku eger welatiyên me di vê mijarê de razîbûnê nîşan nedin, dê bi awayekî xwezayî astengiyeke cidî li pêşiya çareserkirina pêvajoyê ya siyasetê derkeve. Ji ber vê yekê, em dê bi zêdekirina razîbûna welatiyên xwe gavekê bavêjin.

Rûdaw: Baş e, hûn çawa dikarin vê yekê bipîvin? Wek mînak dengdêrên we, yên ku dengê xwe didin we li ser vê mijarê çi difikirin?  Hûn lêkolînekê li  qadê dikin da ku bipîvin ka ew di vê mijarê de çi difikirin?

 Oguz Kaan Salici: Helbet, lêkolînek rasterast  ku ji aliyê  Partiya Gel a Komarî ve hatibe kirin nîne lê lêkolînên ku têne kirin û ji raya giştî re têne eşkere kirin hene, da ku tevahiya Tirkiyeyê bibîne. Pisporên ku vê yekê dikin hene. Ew derdikevin ser televîzyonan û di bernameyên nîqaşê de wan bi awayekî ku welatiyan agahdar bike, eşkere dikin. Ya din, rêxistinên me hene. Li çar aliyê Tirkiyeyê rêxistinên  bajar û  navçeyan ên Partiya Gel a Komarî hene. Zanyariyên ku em ji wan werdgirin hene. Gava em derdikevin qadê û rasterast bi welatiyan re eleqedar dibin, hinek tişt hene ku welatî ji me dipirsin. Di nav van de nîgeranî jî hene.  Hinek welatiyên me jî hene ku difikirin ku em hêvîdar bin, dê baştir bibe. Em helbet gotinên welatiyên me yên ku dibêjin "dê baştir bibe, em hêvîdar bin" girîng dibînin. Ew razîbûn pir hêja ye lê divê em dilgiraniyên welatiyên me yên ku dibêjin em dilgiran û bi fikar û bi tirs in  jî fêm bikin û wiha bimeşin. Eger em pêvajoyek bi rêve nebin, an jî karekî nekin ku wê nîgeran û tirsê ji holê rakin, wê demê em dê nikaribin razîbûna civakî zêdetir bikin.

 Rûdaw:  Ez dixwazim hinekî vegerim dema berê, birêz Oguz. Gelekî beriya hilbijartinên dawî. Di wê demê de me CHPyek dît ku ji Kurdan her dem dûr bû. Helbet ew nêzîkatî di hilbijartinan de guherî. CHP çawa gihişt vê qonaxê? CHP çawa ew biryar da? Wate  CHP çawa gihişt wê xalê ku biêje  "divê ez peywendiyê bi  Kurdan re deynim"?

 Oguz Kaan Salici: Yekem tişt, gava em li jiyanê dinêrin em ne partiyeke siyasî ne ku mirovan wekî Tirk û Kurd cûda dike, an jî mirovan li ser nasnameyên wan an jî pêwendiyên wan ên dînî cûda dike. Em partiyeke siyasî ya sosyal demokrat in. Ji ber vê yekê, em 86 mîlyon welatiyên Tirkiyeyê bi heman çavan dibînin, bi heman awayî li wan  dinêrin. Eleqeya me bi Pirsgirêka Kurd re, biryardariya me ya çareserkirina vê meseleyê, ji demên gelek berê tê. Lê carinan teror li Tirkiyê pir pêş ket, gelek zerer da û bi awayekî kor terorê bikar anî. Wek mînak, bombeyek li rawestgeha otobusan li Enqereyê teqiya. Di wê demê de, gelek mirovên bêguneh ên ku ji wir derbas dibûn an jî li wir li bendê bûn ku siwarî otobusê bibin, canê xwe ji dest da. Ev ne tenê carekê bû. Li gelek cihan, gelek caran bû.  Ji ber vê yekê, di demên ku êrişên terorî yên weha, êrişên terorî yên mîna van, pir zêde bûn, bêguman derfeta axaftina li ser çareseriyekê kêm dibe. Ger çek li holê bin, siyaset li paş dimîne. Kengê çek ji holê rabin, wê demê siyaset, diyalog, û nêrînên zêdetir  li ser meseleyê derdikevin pêş. Divê em vê bibînin, wate em li Tirkiyeyê ev dibe ku di vê erdnîgariyê de, wate  li Rojhilata Navîn, ne tiştekî pir berbelav be. Lê di navbera Tirkan û Kurdan de zewac hene û ev zewac ne nû ne. Di navbera Lazan û Kurdan de, Gurciyan û Kurdan de hene. Tirkiye welatek e ku her kes dikare bi hev re têkiliyên malbatî deyne. Lê gava em li Îraq û li Sûriyeyê dinêrin, em heman tiştî nabînin. Ev ji bo Tirkiyeyê avantajeke civakî ya mezin e. Ev jî nîşaneyeke pir cidî ye ku em dikarin vê meseleyê bêyî parçekirin, bêyî hilweşîn, bi awayekî bihêz di nava avahiya unîter ya Tirkiyeyê de bi hev re çareser bikin. Partiya Gel a Komarî jî bi eşkereyî ji destpêkê ve vê yekê diparêze.

Rûdaw: Baş e, gelo hûn ji bo ku Kurd di nav vê çareseriya ku hûn behs dikin de xwe bi rastî wekî welatiyên wekhev bibînin, piştgiriyê didin guhertinên pêwîst?

Oguz Kaan Salici: Ez wiha bêjim, li Tirkiyeyê li ser yasayan pirsgirêkên mezin nîn in. Wate, yasayên me bi rastî tiştên baş dinivîsin. Lê li Tirkiyeyê di pêkanîna wan de pirsgirêkên cidî  hene. Wekî mînak ya herî navdar ev e, di derbarê azadiya çapemeniyê de. Di destûra bingehîn de dibêje ku çapemenî azad e û nayê sansûrkirin.  Lê li jêr dibêje "lê, an jî lê belê," û  astengiyan yek bi yek rêz dike. Di serî de karên ku divê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan werin kirin, divê em bicîh bikin ku ew yasa di pratîkê de jî bi awayekî wekhev ji her kesî re werin sepandin. Wekî din, gava ku hûn diçin ber dadgehê, dadgeh we wekî Kurd-Tirk ji hev cûda nake. Dema polîs mudaxaleyê di karekî de dike, we wekî Tirk-Kurd ji hev cûda nake. Wate, ez siyasetmedarekî mixaletefetê me. Di dema protestoyên Geziyê de ez li Stenbolê serokê rêxistina CHPyê bûm. Polîs miamelaya ku bibêjî tu ji Semsûrê yî lê Tirk î li gel te nake. Eger tu mixalefet bî û polîs bixwaze wî cihî belav bike, dê bi te re jî heman miameleyê bike, bi yê din re jî heman muamelyê bike. Li vir tişta girîng ev e. Partiya herî berfireh ku nûnertiya Kurdan dike ku îradeya Kurdan temsîl dike, îro DEM Partî ye. Di parlamentoyê de divê rexneyên DEM Partiyê yên derbarê sîstemê û xeletiyan de werin berçavgirtin. Partiya Dad û Geşedanê, partiyeke siyasî ye ku ji dengerên Kurd dengekî cidî werdgire. Partiya Gel a Komarî, di demên dawî de, nemaze ji dengderên Kurd ên ku li metropolan dijîn, piştgiriyeke berfireh stendiye, partiyeke siyasî ye ku şaredarî bi dest xistine. Ji ber vê yekê, rûniştina me ya li ser vê mijarê û şiyana me ya hevbeşbûna li ser wê, eger derfeta hevbeşbûnê hebe û avêtina hinek gavan ber bi pêş ve, ez difikirim ku ji bo çareserkirina meseleyê pir krîtîk û girîng e.

Rûdaw: Piştî ku Komîsyon hat damezrandin, hinek tiştên din jî hatin gotin. Wekî mînak, hinek kesan piştgirî da ku Komîsyon bi Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bike. Gelo hûn dê piştgiriyê bidin vê yekê an wekî CHP we daxwazeke wiha kir? Hûn dixwazin Abdullah Ocalan bibînin?  

Oguz Kaagan Salici: Ev mijar heta niha nehatiye rojeva Komîsyonê. Lê li derve tê axaftin. Di çapemeniyê de tê axaftin. Siyasetmedar hene ku di vî warî de daxuyaniyan didin. Berî ku were rojeva Komîsyonê, axaftina li ser hinek tiştan û helwestên pir zelal ên di vî warî de ji aliyê endamên Partiya Gel a Komarî yan jî siyasetmedarên partiyên din siyasî zêdetir, ez dibêjim ev mijar çawa dê were Komîsyonê? Gelo dê bi awayê ku di raya giştî de tê axaftin were? An dê were komîsyonê? Dibe ku neyê jî. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku divê em li gorî biryara partiyê, ango biryara navenda giştî ya Partiya Gel a Komarî tevbigerin, ne ku ji destpêkê ve li ser van mijaran nîqaşê bikin. Ji  bo dîtina Abdullah Ocalan sempatiyeke min a taybet nîne . Ez vê jî bêjim.

Rûdaw:Ev encameke ku di encama rapirsî û lêkolînên ku gelek navendên lêkolînê  bi taybetî di nav Kurdan kiriye derketiye holê. Daxwazek wan heye ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Hûn vê yekê çawa dibînin û bi nerîna wê divê ev daxwaz re bicihanîn?

 Oguz Kaan Salici: Niha li vê derê meseleya bingehîn di vir de ye. Zarokên me hemûyan hene û em dixwazin zarokên me bi awayekî baş mezin bibin. Em dixwazin ew perwerdehiya herî baş bistînin. Ew perwerdehiya herî baş dema em dibêjin "em dixwazin bistîne", di nav wê perwerdehiyê de perwerdehiya Kurdî dê çawa cih bigire? Dê çawa û li kîjan cîhî be?  Ez difikirim ku dê bi sûd be perwerdekar û pedagog ji vî alî lê binerin. Ji ber ku daxwaza ku ji devê siyasetmedar tê gotin bi gelemperî daxwazeke siyasî ye.

Hûn wê daxwaza siyasî qebûl dikin an qebûl nakin. Baş e, dema ku tişta ku tê behskirin zarokên me ne, divê meriv binerê gelo ew daxwaza siyasî ji bo berjewendiya zarokên me ye an na. Niha dema ku ez bersivên wiha didim. Carinan mirov wiha difikirin. Dibêjin bersivên dudilî dide û mijarê digerîne. Em behsa zarokên xwe dikin, ne wisa? Dema em behsa zarokên xwe dikin, divê mirov li ser mijarê çend caran zêdetir bifikire. Pêwîst e çend caran li ser rawestin.  Pêwîst e ku em ji hinek tiştên ku nayên bîra me lê dibe ku werin bîra pisporan an jî yên ku ew dizanin, sûdê wergirin. Ez ne kesek im ku dixwaze kesek ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê diaxive bê ceza kirin an ji ber vê yekê bê mexdûrkirin û  vê yekê dipejirîne.

Çi Tirkî be, çi Kurdî be, çi bi zimanekî din be. Di encamê de, ew ziman zimanê dayika me ye û nasnameya mirov jî rûmeta wî ye. Kesek nabe ku ji nasnameya xwe dûr bikeve an jî were cûdakirin. Ev tiştên ku bûne sedema vê pirsa hûn dikin di encama karên derbeya faşîst a 12ê Îlonê de çêbûne. Berî 12ê Îlonê, Tirkiyê pirsgirêkeke wisa tune bû, nîqaşeke wisa jî tune bû. Lê di xala ku em gihîştine de, Tirkiye divê van pirsgirêkan bi awayekî herî berfireh, bi têgihîştineke herî hevgirtî çareser bike.

Rûdaw: Gelo hûn wekî CHP, piştgiriyê didin guhertina wê destûra bingehîn a derbeyê?

Oguz Kaan Salici: Ew destûra bingehîn a derbeyê çend caran hate guhertin û rastî guhertinên pir girîng hat ku piraniya wan bi lihevhatinê hatin kirin.  Em jixwe naxwazin bi destûra bingehîn a derbeyê werin birêvebirin. Lê pirsgirêkek me ya wiha heye. Mînak, destûrek di destê me de heye û em vê destûrê rexne dikin. Lê hûn mecbûr in ku hûn li gorî wê destûra ku hûn rexne dikin jî tevbigerin. Hilbijartinên yekem ên azad ên sala 1983yan ên piştî referandûma destûrê ya sala 1982yan tê bîra min. Wê demê ez ji aliyê temen ve di rewşekê de bûm ku karibûm wan deman bi awayekî ne zelal fam bikim. Kesekî nedigot ka em destûrê bin pê bikin. Kesek nedifikirî ku em madeyên destûrê bicîh neynin. Ew destûrek darbeyê  bû. Lê divê mirov li gorî wê destûrê jî tevbigeriya. Paşê îradeyek siyasî çêdibe û hûn wê destûrê diguherînin. Hûn wê demokratîktir dikin. Niha desthilateke siyasî heye ku destûra bingehîn a heyî cibicî nake. Em bêjin me destûreke nû çêkir û ev desthilat jî li ser kar e. Gelo garantî heye ku destûra nû ya me çêkiriye cîbicî bike? Na nîne. Gelo di destûrê de madeyek tê danîn ku divê em li gorî destûrê tevbigerin? Nayê danîn. Ev ji ber xwezaya kar e. Ji ber vê yekê, ez naxwazim bi destûreke antîdemokratîk werim birêvebirin. Lê ez naxwazim bi desthilatek antîdemokratîk jî werim birêvebirin. Ji ber vê yekê, divê binê vê jî bi xetên stûr were xêzkirin.

 Rûdaw: Gotineke Serokê we yê Giştî, Birêz Ozgûr Ozel hebû ku gelekî deng vedabû. Gotibû eger welatiyên Kurd li Tirkiyê bêjin Pirsgirêka Kurdan heye, ew pirsgirêk heye û divê were çareserkirin. Gelo CHPyê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê reçeteyeke taybet heye?

Oguz Kaan Salici: Ez bawer dikim ku reçeteya herî taybet di derbarê Pirsgirêka Kurd de ev e; qebûlkirina civakî heye yan na. Qebûlkirina civakî heye. Ji ber ku Pirsgirêka Kurd ne tenê Pirsgirêka Kurdan e. Pirsgirêka welatiyê ku li Edirneyê dijî jî ye, pirsgirêka welatiyê ku li Hekariyê dijî jî ye. Çi Tirk be, çi Kurd be, çi Çerkez be, pirsa me hemûyan e. Ger em ji vir binerin, ji bo Pirsgirêka  Kurdan em dê rûnin û van madeyan biguherînin, van yasayan çêkin û pirsgirêk dê çareser bibe. Formuleke wisa tune. Heta hûn wê atmosfera berfireh, hevgirtî û lihevhatinê neafirînin, tenê guhertinan di yasayan de bikin, ew dê bibe bazarek. Hûn dê bi wê pirsgirêkê jî neguhere. Lê ew berfirehbûn heye. Li ser wê pêdivî bi guhertina hinek madeyan heye. Li ser wan tiştên ku dê werin guhertin jî lihevhatin heye. Wê demê em dê bi hev re biguherînin û pirsgirêk ji holê radibe.

 Ji bo ku Pirsgirêka Kurdan di pêşerojê de dîsa dernekeve holê, niha pêvajoyeke çekdanînê heye. Em bêjin ku pêvajoya çekdanînê bi tevahî serket û çek hatin danîn. Çek êdî ne beşek ji siyaseta Tirkiyeyê ye. Ne beşek ji terorê ye. Eger ku em gavên pêwîst yên demokratîkbûnê neavêjin, eger ku em piştî panzdeh salan wan sedemên ku em jê re dibêjin sedemên bingehîn ji holê ranekin, garantî tune ku rêxistineke din dest biavêje çekan û neyê damezrandin. Garantiya wê jî nîne ku ev mijar bo berjwendiyan jî nayê bikaranîn. Lewra ji aliyekî ve bila em pêvajoya xwe bi bêçekkirina îro bigirin, bi dawî bikin û wê veşêrin. Bila ew serdem biqede. Lê bila em têgihîştineke demokratîk nîşan bidin ku karibe hemû sernavên ku dibe sedema ji nû ve derketina pirsgirêkê û îmkana îstismarkirinê ji holê rake biafirînin. Ji bo vê yekê pêwîstî bi demokratîkbûnê heye.

Pêwîstî bi yasaya Kurdan nîne. Pêwîstî bi yasaya me hemûyan heye. Li Tirkiyeyê ti carî yasayek ji bo armancgirtina komeke etnîkî derneketiye. Ew tê wateya mafê kolektîf. Em ne di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk bi mafên kolektîf were çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku bi pêşxistina zêdetir a mafên takekesî û zêdekirina standardên demokratîkbûnê, ev pirsgirêk jî dikare were çareserkirin û lihevhatina civakî û aşitî jî bi vî rengî dikare were peydakirin.

Rûdaw: Behsa mafê hêviyê tê kirin. Devlet Bahçel î ji bo Abdullah Ocalan anîbû rojevê lê dibe ku ji bo girtiyên din jî be. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Oguz Kaan Salici: Weke ku min berî niha jî got, wate çawa ku min derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî de got, her ku pêvajo pêşve diçe û pejirandina civakî çêdibe, di van mijaran de jî, anketên îro destnîşan dikin ku ji sedî heftê yê civakê piştgiriyê dide çareseriya vê pirsê.

Pirsa ku divê em bipirsin ev e: Çima ji sedî sî piştgiriyê nadin? Gelo ji sedî sî naxwazin Pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin? Na, gelo dibêjin bila çek berdewam bikin? Gelo tiştekî din dibêjin? Ez ne di wê baweriyê de me ku ti kes li Tirkiyeyê bêje bila çek û teror berdewam bike. Lê hinek dilgiranî hene. Bila em wan dilgiraniyan rast fêm bikin.

Bila em rast bixwînin. Dibe ku di dengdêrên partiyên siyasî de hebin. Di nav dengderên  Partiya Gel Komarî de jî hene. Bila em rast bibînin. Piştre hemû mijarên ku we behs kirin, dikarin li pey hev werin axaftin, werin qebûlkirin an werin redkirin lê belê qet nebe zemîneke axaftin û diyalogê derdikeve holê.

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Oguz Kaan Salici ji bo dema ku we ji me re veqetand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst