Seroka Partiya Sor a Norwecê: Em piştgiriyê didin xurtkirina statuya federal a Kurdan

09-09-2025
Niyaz Mistefa
Nîşan Marie Sneve Martinussen Partiya Sor a Norwecê
A+ A-

Seroka Partiya Sor a Norwecê Marie Sneve Martinussenê ragihand ku ew piştgiriyê didin xurtkirina statuya federal a Kurdan li Başûrê Kurdistanê û hewl didin ku ji bo wê naskirineke navneteweyî bi dest bixin.

Marie Sneve Martinussenê her wiha diyar kir ku divê Tirkiye êrişên xwe yên li ser armancên Kurdan ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê rawestîne.

Seroka Partiya Sor (Rødt) a Norwecê, di bersiva pirsên Niyaz Mistefayê edîtorê Rûdawê de, behsa helwest û polîtîkayên partiya xwe yên li ser çend mijarên girîng kir.

Marie Sneve Martinussenê behsa doza Kurd, siyaseta aborî û pirsgirêka koçberan a li Norwecê kir.

Martinussen tekez dike ku pêwîst e hikûmeta paşerojê ya Norwecê Rêveberiya Xweser a Rpjavayê Kurdistanê nas bike û piştgiriyê bide wê.

Seroka Partiya Sor piştgiriya tam a partiya xwe ji bo mafên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li Norwecê ducare kir û got, "Partiya Sor dixwaze ku Norwec Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike û alîkariyê bide wê."

Martinussenê her wiha xwest ku Tirkiye êrişên xwe yên li ser armancên Kurdan ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê rawestîne û got, "Pêwîst e Norwec zextê li Tirkiyeyê bike da ku ew dest ji tevlîkirina herêmên Kurdan ên wekî Efrînê berde û em daxwaza vekişîna leşkerî ya tam ji herêmên dagirkirî dikin."

Di heman demê de, partiya wê piştgiriyê dide xurtkirina statuya federal a Herêma Kurdistanê û hewl dide ji bo wê naskirineke navneteweyî bi dest bixe.

Li gorî Martinussenê, "Partiya Sor dixwaze ku di dawiya mehê de pereyên zêdetir ji bo xelkê asayî bimîne."

Pirsên Niyaz Miestefa û bersivên Marie Sneve Martinussenê wisa ne:

Rûdaw: Partiya we çawa plan dike ku siyaseta xwe ya aborî bi awayekî ku ji bo gelê Norwecê balkêş be, birêxistin bike?

Marie Sneve Martinussen: Partiya Sor (Rødt) dixwaze ku di dawiya mehê de pereyên zêdetir ji bo xelkê asayî bimîne. Ji bo gihiştina vê armancê, divê em bihayan kontrol bikin û lêçûnên malbatan kêm bikin. Ev jî bi rêya reforma tenduristiya diranan, danîna bihayekî herî zêde ji bo elektrîkê û kêmkirina bacê bi awayekî berbiçav ji bo kesên ku dahatên wan asayî û kêm in, pêkan e. Partiya Sor dê dahatê ji wan kesan wergire ku xwedî dahat û samanên herî zêde ne da ku em karibin bacê li ser çînên jêrîn kêm bikin û bi awayekî dadperwerane pereyan ji bo refah û ewlehiya civakê dabîn bikin.

Rûdaw: Li gorî we, îro ji bo Norweciyan kîjan mijar sereke û girîngtir in û planên herî zelal ên partiya we ji bo rûbirûbûna (çar) ji van pirsgirêkan çi ne?

Marie Sneve Martinussen: Niha li Norwecê hêza kirînê ya malbateke asayî li gorî 10 sal berê lawaztir e. Piraniya xelkê pereyên wan kêmtir in û hest dikin ku dengê wan kêmtir girîng e. Di heman demê de, bank û zincîreyên marketan bi milyaran qezenc dikin. Li asta cîhanê jî em dibînin ku desthilat di destê sermayedarên mezin û siyasetmedarên payebilind de kom bûye ku tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û rêzê li qanûnên navneteweyî nagirin. Partiya Sor di pêşengiya guherîneke rasteqîn de ye, bi planekê ji bo ku em piştrast bin ku xelkê asayî dê zêdetir pere, desthilat û baweriyê bi paşerojê bi dest bixe.

Planên me yên berfireh ji bo refah, demokrasî, enerjî û tenduristiya diranan hene. Ev jî çar gavên pratîkî ne:

Em daxwaz dikin ku Norwec bi berdewamî piştgiriyê bide qanûnên navneteweyî û li dijî hemû tawanên şer raweste, bêyî ku li ber çavan bigire ka ji aliyê Rûsya, Îsraîl, Tirkiye yan jî aliyekî din ve tên kirin.

Em dê reforma tenduristiya diranan bixin meriyetê da ku dermankirina diranan belaş be û lêçûna çûna cem diransazekî ji ya çûna cem doktorekî giştî zêdetir nebe.

Em dê asta herî kêm a alîkarî û teqawidiyê bilind bikin da ku ti kes dema kal bibe yan nexweş bikeve, hejar nebe.

Em dê kontrola demokratîk a enerjiyê pêk bînin û bihayekî herî zêde ji bo elektrîkê diyar bikin.

Rûdaw: Nêrîna partiya we ya li ser koçberiyê çi ye? Plana we çi ye ji bo ku koçberiya ber bi Norwecê ve bi awayekî erênî beşdarî aborî û hêza kar a welêt bibe?

Marie Sneve Martinussen: Partiya Sor nêrîneke erênî li ser koçberiyê heye û di wê baweriyê de ye ku ew dikare civakê dewlemend bike. Em dixwazin wan polîtîkayan bi pêş bixin ku tekezî li ser entegrasyonê dikin, ne li ser helandinê. Ji bo vê jî divê em girîngiyê bidin birêxistinkirineke baş ku derfetan ji bo koçberan li Norwecê biafirîne. Her kesê ku bi çi sedemê dibe bila bibe were Norwecê, divê rûbirûyî siyaseteke kar, dibistan, niştecihbûn û perwerdehiyeke berfireh bibe ku derfetê bide wî li vir jiyaneke baş ava bike.

Her wiha, Partiya Sor dixwaze 5,000 penaberên kotayê wergire, wekî ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hatiye pêşniyarkirin.

Rûdaw: Partiya we çawa li koçberiya ji Rojhilata Navîn dinêre? Li gorî we, sûd û astengiyên herî mezin ên beşdarbûna vê koma koçberan li Norwecê çi ne?

Marie Sneve Martinussen: Partiya Sor di wê baweriyê de ye ku ew kesên ji çandên cuda hatine vir, di nav de Rojhilata Navîn jî, civakeke pirreng ava kirine û ev ji bo Norwecê bi giştî xaleke bihêz e. Yek ji astengiyên girêdayî koçberiyê ew e ku em entegrasyoneke baş misoger bikin û derfetê bidin xelkê ku li vir jiyaneke baş ji xwe re ava bikin. Ji bo vê jî divê em dewleta refahê ya Norwecê bihêz bikin û li dijî kêmkirina budceya polîtîka û tedbîrên taybet bi entegrasyonê rawestin.

Rûdaw: Partiya we çawa li Kurdên Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê dinêre? Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku divê partiya we di polîtîkayên xwe de miameleyeke taybet li hemberî van koman bike û eger erê, çawa?

Marie Sneve Martinussen: Partiya Sor piştgiriyê dide gelê Kurd di têkoşîna wan a ji bo jiyaneke azad de ku tê de karibin ziman û çanda xwe bi kar bînin, çi li herêmên Kurdan û çi jî li Norwecê. Girîng e ku kesên pirziman derfeta bipêşxistina zimanê dayika xwe di tevahiya dema xwendina xwe de hebin, di nav de dibistanên Norwecê jî. Ji bo Kurdan, ev bi taybetî girîng e, ji ber ku ziman û çanda Kurdî di dirêjahiya dîrokê de hatiye çewisandin.

Rûdaw: Partiya we çawa li rêvebiriyên xweser ên Kurdan (Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) dinêre? Li gorî we, divê hikûmeteke paşerojê ya Norwecê alîkariya van rêvebiriyan bike?

Marie Sneve Martinussen: Partiya Sor dixwaze ku Norwec Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê nas bike û alîkariyê bide wê, di nav de vegerandina wan welatiyên Norwecî yên ku di kamp û zindanan de girtî ne û her wiha piştgirîkirina ji bo avadankirinê. Ev ji bo Sûriyeyê demeke çarenivîsî ye ku tê de piştgirîkirina Rêveberiya Xweser gelekî girîng e. Her wiha Partiya Sor ji bo wê yekê kar dike ku Norwec zextê li Tirkiyeyê bike da ku dest ji tevlîkirina herêmên Kurdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Efrînê berde û em daxwaza vekişîna leşkerî ya tam ji herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Divê Tirkiye êrişên xwe yên li ser armancên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê rawestîne. Partiya Sor alîkariya hemû hêzên demokratîk û pêşverû dike ku li dijî dagirkerî û zilmê li Kurdistanê têdikoşin. Em piştgiriyê didin xurtkirina statuya federal a Kurdan li Başûrê Kurdistanê û hewl didin ji bo wê naskirineke navneteweyî bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst