Mihemed Emîn Pênciwênî: Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî li gel Erdogan behsa çareseriya pirsgirêka Kurdan kiriye

11-07-2025
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan /Wêne: Arşîv
Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan /Wêne: Arşîv
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Emîn Pênciwênî PKK Çekdanîn
A+ A-

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê û kesê nêzîkî PKKyê Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo pêvajoya aştiyê got, "Her cara ku Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serok û berpirsên Tirkiyeyê dîtibe, çi Erdogan be, çi Hakan Fîdan an jî Îbrahîm Kalin be, derbarê pirsa Kurd û çareseriya pirsa Kurd de axiviye."

Pênciwênî ragihand ku merasîma îro ya danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê "li hemberî wê pêvajoya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê heye niyetpakî bû."

Mihemed Emîn Pêncwênî dibêje, merasîma îro ji bo wê yekê bû ku "bi rêya medyayê ji hemû cîhanê û dewleta Tirk re bêjin; daxwaza we ew bû ku em çekan deynin, nexwe me jî li ser daxwaza Rêberê me Ocalan, ku daxwaz ji me kiribû em çekan deynin, ew pêvajo bi cih anî."

Pênciwênî behsa wê yekê kir û got: "Rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêvajoya aştiyê ya berê û ya niha de gelek girîng û bingehîn bû."

Her wiha got, di pêvajoya aştiyê ya berê de "girêkeke kor hebû ku nêzîk bû pêvajoyê têk bide, Kak Nêçîrvan di çareserkirina wê pirsê û wê girêka kor de rolek gerand."

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê û kesê nêzîkî PKKyê Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê pêvajo, danîna çekan û rola Nêçîrvan Barzanî pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Rûdaw: Nêrîna we li ser vê pêngava danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê çi ye?

Mihemed Emîn Pênciwênî: Îro li devera Silêmaniyê li Şikefta Caseneyê; ew şikefta ku Şêx Mehmûdê Nemir, Şahê Kurdistanê, yekem kabîneya şahîtiya Kurdistanê lê damezrand, îro li wê şikeftê û li ber wê, hejmareke zêde ya gerîlayên PKKyê bi serokatiya Hevseroka KCKyê, çekên xwe avêtin û şewitandin.

Ev jî ji bo niyazpakiya ji bo wê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê heye, da ku bi rêya medyayê ji tevahiya cîhanê û dewleta Tirk re bêjin, her wiha ji bo ku ji Erdogan û Bahçelî re bêjin ku “daxwaza we ew bû em çekan deynin, êdî me jî li ser daxwaza Rêberê xwe Ocalan, ku daxwaz ji me kiribû em çekan deynin, ev pêvajo pêk anî.”

Îro di wê merasîmê de ku hemû nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê lê amade bûn, nûnerê Hikûmeta Îraqê jî lê bûn, bi taybetî nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê ku roleke wan a mezin di organîzekirin, birêvebirin û birêkûpêkkirina pêvajoyê de hebû. Îro wê koma çekdar a gerîlayan ji Tirkiye û cîhanê re got, “eva em ji bo pêşwazîkirina banga serok û rêberê xwe Ocalan derketine pêş.”

Rûdaw: Dê bandora vê pêngava PKKyê li ser pêvajoya aştiyê çi be?

Mihemed Emîn Pênciwênî: Bi baweriya min, dê bandoreke wê ya gelekî baş û erênî hebe. Dê bandoreke mezin li ser zîhniyeta leşkerperest a dewleta Tirk û wê dewleta ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe, bike. Ev daxwaza dawî ya dewleta Tirk ji Ocalan û PKKyê bû ku li ber çavên Tirkiye û cîhanê çekên xwe deynin.

Wan di gotara xwe de ev yek got; armanc ji avakirina hêza çekdar bi navê hêza gerîla ew bû ku ji dewleta Tirk û zîhniyeta nijadperest a Tirk re bêjin, gelek li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye, ev ax milkê wî xelkî ye ku berê wan înkar dikir lê bi têkoşîn û xwîna gerîla îsbat kirin ku Kurd hene.

Pêşiya ku Tirk ji Mongolistanê berê xwe bidin Rojhilatê Anadoluyê ku Kurdistan e, li wir her Kurd hebûn û axa wan bû. Niha di zimanê siyasetmedarên mezin ên Tirkiyeyê bi xwe de dibêjin, Kurd hene û birayên me ne, divê em biratiya di navbera Kurd û Tirkan de vejînin.

Rûdaw: Gelo dê ti komeke din a PKKyê jî mîna îro çekên xwe deynin?

Mihemed Emîn Pênciwênî: Bawer nakim, ev daxwaza dawî ya dewleta Tirk bû û hat pêkanîn. Êdî pêwîst nake li cihekî din dubare bibe.

Rûdaw: Ev tiştekî sembolîk bû ji bo hemû gerîlayên din?

Mihemed Emîn Pênciwênî: Belê, bi awayekî pratîkî bersiva daxwazên dewleta Tirk û wan welatên ku di navbera dewleta Tirk û PKKyê de bûn hat dayîn.

Rûdaw: Hûn rola Serokê Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de çawa dibînin?

Mihemed Emîn Pênciwênî: Rola Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Kak Nêçîrvan Barzanî, di pêvajoya aştiyê ya berê û ya niha de gelek girîng û bingehîn bû. Di pêvajoya aştiyê ya berê de ku ez bi xwe jê agahdar bûm, nêzîkî şeş-heft mehan kişand û PKK û Tirkiye gelek baş hatibûn pêş ji bo pêkanîna pêvajoyeke aştiyê û rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew bû ku di qonaxekê de pêvajo rawestiya.

Wê demê Mam Celal hevahengî li gel min hebû û jê pirsîm çima pêvajo rawestiya ye? Min got ji ber ku hevalên Qendîlê yên ku min didîtin, daxwaz dikir ku ev pêvajo ji Îmraliyê, ji cem Ocalan dest pê bike; dewleta Tirk jî dixwest Ocalan bixe paşperdeyê. Kak Nêçîrvan jî ji min pirsî û min heman bersiv da wî, êdî wî got ez dê vê çareser bikim.

Ew bû ku çû Tirkiyeyê, Erdogan dît û (pirsgirêk) hat çareserkirin û ew girêkora ku nêzîk bû pêvajoyê têk bide, Kak Nêçîrvan rol di çareserkirina wê pirsgirêk û girêkorayê de lîst. Di vê dawiyê de jî dema ku ev pêvajo dest pê kir, min cenabê Kak Nêçîrvan dît, heta di rojên kongreyê û beriya kongreyê de, ji min re got “ji hevalên Qendîlê re bêje, ez diçim Enqerê û ez ê Erdogan, Hakan Fidan û Îbrahîm Kalin bibînim ku dosyeya Kurd û pêvajo li cem wan e, çi dixwazin, çi daxwaz û pêşniyarên wan hene bila ji wan re bêjim.”

Ez jî çûm cem hevalên Qendîlê û min ew agahdar kirin ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê wisa dibêje. Wan jî nêrîna xwe got û min bi telefonê ji cenabê Serokê Herêmê re got û ew jî dema çû Enqerê, hemû dîtin. Xaleke din ji bo dîrokê dibêjim, her cara ku Serokê Herêma Kurdistanê, serok û desthilatdarên Tirkiyeyê dîtibe, çi Erdogan be, çi Hakan Fidan an jî Îbrahîm Kalin be, li ser pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd axiviye, paşê jî ez agahdar kirime û min jî hevalên Qendîlê agahdar kirine.

Di dema pêvajoya aştiyê ya berê de ji 2010an heta 2015an, dema min cenabê Kak Nêçîrvan didît, tişta ku ez ji fikra Kak Nêçîrvan têgihiştim ev e, “ev tevgera ku navê wê PKK ye, ev hêza çekdar a gerîla ku li çiyê ne û şer dikin, parastina nasnameya 20 milyon Kurdan dikin,” ev gotina Kak Nêçîrvan e ku min bi xwe jê bihîstiye. “Em jî Kurd in û me Kurdayetî kiriye, malbata Barzanî ku bi hezaran şehîd di oxira Kurdayetiyê de dane, em çawa dikarin li dijî wan kar bikin an li dijî wan bin?”

Ev yek çendîn caran Kak Nêçîrvan ji min re gotiye; carekê jî cenabê Kak Mesûd jî ji min re gotibû, “ji wan re bêje ku destwerdanê di siyaseta Başûrê Kurdistanê de nekin, tiştekî me ji wan navê.” Di heman demê de, vê ji bo dîrokê dibêjim, her cara ku Kak Nêçîrvan birêz Erdogan dîtibe, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ligel wî axiviye û çi ligel wan gotibe û wan çi gotibe, ji min re gotiye û min jî gihandiye Qendîlê. Kak Nêçîrvan di herdu pêvajoyên aştiyê yên berê û yên niha de roleke gelek mirovî, bi bandor û mezin lîstiye.

Rûdaw: Tişta ku ez ji gotinên we têgihiştim, eger Nêçîrvan Barzanî nebûya, zehmet bû ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser biketa.

Mihemed Emîn Pênciwênî: Wekî min got, rola Kak Nêçîrvan hebû. Di pêvajoya aştiyê de rola Kak Nêçîrvan û Xwedêjêrazî Mam Celal hebû. Ev pêvajoya ku di meha çaran par de dest pê kir, car caran Kak Nêçîrvan pêwendî bi min re daniye û her tiştê ku ji bo pêşxistina pêvajoyê baş dîtiye, ji min re gotiye û min jî ji hevalên Qendîlê re gotiye. Ev rastiyeke dîrokî ye û ez hez dikim hemû gelê Kurd vê bizanibe.

Rûdaw: Ji niha û pê ve Serokê Herêma Kurdistanê dikare çi bike?

Mihemed Emîn Pênciwênî: Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê, Kurdewarî û niştimanî ye. Ez ji Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku li ser piştgiriya vê pêvajoyê berdewam be, her wiha hewl bide li gel birêz Ocalan ku di vê demê de dê azad bibe, ji ber ku biryar e li Îmraliyê xaniyekî jê re çêkin û tîmek ji wan kesên derdorê ku ji damezrînerên PKKyê ne û bi îdamê hatine cezakirin, kom bike û ofîsekê ava bike. Biryar e rê bê dayîn ku xelk biçe cem û bikaribe medyayê bibîne. Ji ber vê yekê daxwaza min ji cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ew e ku pêwendiyê bi birêz Ocalan re deyne, ji ber ku di telefona wî ya berê de ku ji bo min kiribû, birêz Ocalan agahdar e, lewma ez hez dikim ew bi xwe jî ligel birêz Ocalan biaxive û careke din rola xwe bibîne.

Her wiha daxwaz dikim ku careke din ligel Erdogan, Bahçelî û Hakan Fîdan biaxive ku dosye li cem wan e. Dibe ku di demeke nêzîk de komîsyoneke berfireh ji hemû aliyên parlamena Tirkiyeyê were avakirin, DEM Partî dê roleke serekî bilîze û çend xal ji bo destkarîkirina destûrê û çareseriya dawî ya pirsa Kurd pêşkêş kirine. Ji ber vê yekê ez hez dikim cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li gel wê komîsyonê jî biaxive û pêşniyarên xwe pêşkêş bike. Ev jî dê bibe roleke dîrokî û mezin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst