Christoph Heusgen ji Rûdawê re: Heger em li dijî dijmintiyan bibin yek, em dikarin pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bigirin

12-02-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munihê
A+ A-

Serokê nû yê Konferansa Ewlekariyê ya Munihê Christoph Heusgen di hevpeyvîneke xwe ya bi Rûdawê re got, “Heger em di şerê li dijî tawanên nefretê û tawanên şer de bibin yek bi baweriya min em dikarin pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bigirin.”

Christoph Heusgen li ser konferansa ku dê di 18ê Sibatê de li Munihê dest pê bike got, “Nêzîkî 150 serokên dewlet û berpirsên hikûmetê dê beşdarî konferansa îsal bibin, di nav wan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî heye.”

Heusgen diyar kir ji bo ku wek sala 2020an qelebalix nebe wan ji gelek rayeda, rojnamevan û saxiyan re gotiye na û anî ziman, “Îran îsal ji ber binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan û muameleya ku nayê qebûlkirin li ser jinan tê kirin, nehat vexwendin.”

Li aliyê din şandeya herî mezin dê ji Amerîkayê beşdarî konferansa îsal bibe.

Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munihê diyar kir ku îsal dê rewşa Îran û Sûriye were gotûbêjkirin. Heusgen da zanîn ku hin Êzidî jî hatine vexwendin û got, “Ji ber ku em dixwazin bi bîr bînin ku êşên mirovahiyê neyên jibîrkirin.”

Mijara sereke ya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya îsal dê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê be. Hate destnîşankirin ku armanca yekemîn “Aştî çawa were pêkanîn û çawa dawî li vî şerî were" ye.

Rûdaw: Dr. Heusgen, hûn dê îsal serokatiya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bikin, çi cudahiya konferansa îsal heye?

Christoph Heusgen: Konferansa îsal bi nêzîkbûna salvegera êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dest pê dike. Bê guman, ev konferans dê bibe xaleke destpêkê ji bo nirxandinê, da ku em bikaribin bibînin ka em li ku derê radiwestin li ser tiştê ku ez jê re dibêjim binpêkirina şaristaniyê ji aliyê Vladimir Putin ve. Em li ku disekinin di parastina Peymana Neteweyên Yekbûyî û parastina hiqûqa navneteweyî ya li ser bingeha qaîdeyan? Di Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, me êrîşa Rûsyayê bi 143 dengan şermezar kir. Em dixwazin bibînin ka dê berteka civaka navneteweyî di avêtina gavên din de çi be. Tişta ku me îsal di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de li gorî salên borî zêdetir bala xwe da ser ew e ku me konferans ji aliyê cografî ve vekir, dê hejmareke mezin ji mêvan û delegeyên başûrê cîhanê hebin. Di heman demê de, em hinekî vegerin ser kokên Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ku di serî de wekî konferansek transatlantîk dest pê kir. Ev yek jî di wê yekê de ye ku îsal dê şandeya herî mezin ya Amerîkayê be di kongreyê de.

Konferans wê berê xwe bide başûrê cîhanê jî. Di vê konferansê de, em ê trendeke ku ji bo me girîng e bidomînin, ango ji aliyekî ve, em ê hejmara yên çalakiyeke bilind nîşan dane di heman asta sala borî de bihêlin lê ji sala borî pir kêmtir, ji ber ku dê qelebalixeke mezin hebe me ji gelek siyasetmedar, saziyên hikûmetê, rojnamevanên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin re, got na. Ez gelek caran tenê ji bo pêkenînê dibêjim, xeleka nas û hevalên min her ku diçe biçûktir dibe. Xala duyemîn jî ev e: Di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de em dixwazin vê trenda ku em ciwan dibin û zêdetir jin tevlî dibin bidomînin. Ev ji hejmara beşdaran diyar dibe. Ji aliyê tematîk ve, min berê jî gotibû ji bo me girîng e ku em ji nû ve binirxînin: Em li ku radiwestin?

Li ser êrîşa Rûsyayê, bê guman em dixwazin perspektîfa xwe berfireh bikin. Roja Şemiyê em ê li ser rewşa başûr jî bisekinin. Bi heman awayî, em ê behsa gelek nakokiyên ku niha hene jî bikin. Weke ku min got, em bi nûnerên hemû parzemînan re mijarên ewlehiyê wekî bingeha hemû rewşan nîqaş dikin. Em ê li ser ewlehî, guherîna keşûhewa, tenduristî, xetereyên sîber û bêhtir biaxivin. Roja Înê, em ê hewl didin ku pirsgirêkên cîhanî bi çareserkirina qeyranên herêmî nîqaş bikin. Di derbarê bazarê de, em bêtir li bertekên Almanya û Ewropayê li hember dijwariyên cuda dinêrin.

Derbarê beşdaran de, nêzîkî 150 serokên dewlet û hikûmetan hene, di nav wan de Cîgirê Serokê Amerîkayê, Serokê Fransayê, Serokê Polonyayê, berpirsên payebilind ên rêxistinên navneteweyî, sekreterên giştî yên NATOyê, Yekîtiya Ewropayê û IWF. Her wiha wezîrên navxwe û derve yên hin welatan jî hatin vexwendin. Her wiha dikarim bibêjim ku nîvê kabîneya Almanyayê amade ye û tevî temenê xwe yê mezin, navên girîng ên wek Bill Gates û George Soros dê beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bibin.

Rûdaw: Ji ber êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ewlehiya cîhanê û Ewropayê xitimî. Ewlehiya cîhanê niha ji bi Şerê Cîhanî yê Sêyemîn re rû bi rû ye?

Christoph Heusgen: Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê em her tiştî bikin. Di heman demê de girîng e ku cîhan ji bo parastina aramiyê li ser bingeha yasayan bibe yek û eşkere bike ku zêdebûna aloziyan, wekî ku me ji aliyê Rûsyayê ve dît, nayê qebûl kirin. Her wiha divê em bibin yek da ku vê peyamê bidin Vladimir Putin. Divê em jê re bibêjin ku binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û bêhurmetîkirina nezaketê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê civaka navdewletî bihêz be, heger em di şerê li dijî tawanên dijminane û tawanên şer de bibin yek, wê demê ez dibêjim ku em dikarin pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bigirin.

Rûdaw: Di Konferansa Munihê de hûn ê li ser serkeftina leşkerî ya Ukraynayê bisekinin yan jî li ser pêşxistina aştiyê û jinavbirina şer?

Christoph Heusgen: Armanca yekem çawaniya sazkirina aştiyê û bidawîkirina vî şerî ye. Ew ê mijara sereke be û her tiştê din tenê amûrek e ku em dixwazin ji bo bidestxistina vê armancê bikar bînin.

Rûdaw: Şerê li Rojhilata Navîn bi dehan sal in berdewam e, bi baweriya we ne pêwîst e bi qasî ku li Ukraynayê hewla rawestandina şer tê dayîn balê bikişînin ser Rojhilata Navîn jî?

Christoph Heusgen: Rewşa Rojhilata Navîn dramatîk e, bi taybetî dema ku em li Filistîn û Îsraîlê dinêrin. Ji dema Serok Obama ve, me dît ku Amerîkayê dev ji pabendbûna xwe ya siyasî ya mezintir ya ji bo çareseriya du-dewletî ya ku duberiyê zêde dike ber dide. Ji ber ku avakirina wargehan zêdetir dibe pevçûn dijwartir dibe. Ji aliyekî ve Hikûmeta Îsraîl heye ku tê sûcdarkirin ku êdî li gorî prensîbên bingehîn ên demokrasiyê tevnagere. Guhertinên destûrê divê dengdan li ser bên kirin û piştre ji aliyê dadgeh, dezgehan yan jî piraniya parlamentoyê ve biryar bê dayîn. Ev tê wê wateyê ku cudabûna hêzan ji holê rabûye. Ev pêşveçûneke pir neyînî ye. Tiştê ku em niha pê dihesin ew e ku ji bo rawestandina vê rewşê ti hewldaneke siyasî ya mezin nîne. Min berê jî gotibû pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji bo me her tim girîng in. Di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de nakokiyên li Rojhilata Navîn hatin rojevê. Vê carê em nakokiyên li herêmê wek mijarekê dinirxînin, em di wê baweriyê de ne ku ti tişt nikare şûna paşguhkirina pirsgirêkan bigire û ev yek jî dê bibe sedema zêdebûna alozî û dûv re jî gurbûna nakokiyan.

Rûdaw: Li Sûriyê erdhejek çêbû, şer rê neda ku alîkarî bigihêje xelkê û gelek kes mirin. Hûn di vê konferansê de pirsa Sûriyê gotûbêj dikin?

Christoph Heusgen: Îsal em dîsa balê dikişînin ser Rojhilata Navîn, ez jî bi te re me. Rewşa Sûriyê pir xerab e ji ber ku tiştê li wir qewimî bi rastî karesatek e. Niha jî pirsgirêka me bi dîktatorekî desthilatdar ku mafên mirovan binpê dike re heye. Me li dadgehên Almanyayê doza yekem li dijî îşkencekarên Esed pêk anî. Rejîma Esed rejîmeke tirsnak e û hîn li wir desthilatdar e. Ji aliyê siyasî ve, bi rastî tu guhertin tune. Weke mînak sozên ku derbarê vê konferansê de hatibûn dayîn ji aliyê Sûriye û Rûsyayê ve nehatin bicihanîn lê divê ev yek nebe asteng û divê em careke din Sûriyê têxin rojeva xwe. Ji ber vê yekê di konferansa îsal de û di çarçoveyeke berfireh de dê Sûriye bikeve rojeva xwe.

Rûdaw: Birêz Dr. Heusgen, li ser navê Koma Medyayî ya Rûdawê, bi qasî neh salan e ku ez Konferansa Ewlekariyê ya Munihê dişopînim, bi qasî ku tê bîra min rayedarên Îranê her tim beşdar bûne. Îran îsal beşdar dibe?

Christoph Heusgen: Em dê di konferansê de mijarê Îranê jî gotûbêj bikin. Di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de, me diyar kir ku danûstandinên ji bo peymana etomî ya nû pêş neketin û di vê mijarê de ti gaveke dîplomatîk tune. Ev ji aliyê hikûmetên ku peywendiya me pê re hene ji bo me hatiye pejirandin. Paşê em rûbirûyî vê pirsê bûn gelo îhtimal heye ku li ser çekên etomî yên Îranê bigihîjin rêkeftinekê? Heger danûstandin çênebin, gelo pêwîst e em nûnerên rejîma Îranê vexwînin? Di encamê de, ji ber binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan û reftarên ku nayên qebûlkirin li hember jinan li Îranê, me biryar da ku ti nûnerên Hikûmeta Îranê venexwînin lê nûnerên civaka sivîl ên Îranê vexwînin da ku van mijaran bixin rojeva kongreyê.

Rûdaw: Ji bo we giringiya beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weke serkirdeyekî ku aliyên nakok li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kom dike tê naskirin çi ye? Bi taybetî dema ku Kurd li Rojhilata Navîn neteweyeke 50 milyonî ne?

Christoph Heusgen: Belê, pir girîng e ku ew beşdarî Konferansa Ewlekariya Munihê bibe. Em ê behsa şerê Ukraynayê bikin ku ez dikarim bibêjim kete pêşiya her tiştî. Em ê şerê ku hîn jî didome ji bîr nekin, me di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya bi salan de behsa nakokiyan kir û em dixwazin wê kevneşopiyê bidomînin.

Rûdaw: Heta çi radeyê DAIŞ weke metirsiyeke mezin li ser ewlehiya cîhanê ye?

Christoph Heusgen: Belê, metirsiya DAIŞê maye lê ne wek berê. Bi kêfxweşî, êdî rewş ne wisa ye. Di heman demê de, em kêfxweş in ku hinek ji berpirsên van tawanên hovane hatine dadgehkirin. Em ê li Munihê bi Êzidiyên xwe re bin, ji ber ku em dixwazin bi bîr bînin ku êşên mirovahiyê neyên jibîrkirin. Her wiha divê em bihesibînin ka dê tawanbarên vê tundûtûjiyê çawa bên darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst