Dr. Areş Cewdekî diyasporanişînekî Îranî ye û li Belçîkayê mamosteyê felsefeyê ye.
Di gotûbêjekê di bernameya "Diyaspora" ya Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji ber tirsa ji çêbûna pêleke nû ya koçberan, mîna qeyrana Sûriyeyê, nikare helwesteke yekgirtî li hemberî bûyerên herêmê hebe.
Li gorî gotina wî, Ewropa ji ber nêzîkbûna erdnîgarî ji Rojhilata Navîn û nebûna şiyana wergirtina koçberên zêdetir, hewl dide rê li ber şer bigire û polîtîkayeke aştiyane û navendî bimeşîne.
Wî amaje bi wê jî kir ku Îraniyên diyasporayê bi giştî ji yên li hundirê Îranê tundrevtir in. Sedema vê jî ew e ku jiyan di civakeke azad de û dûr ji metirsiyên rasterast, rê dide wan ku bi hêsanî helwesta tund nîşan bidin.
Di beramber de, xelkê navxwe yê Îranê ji ber rûbirûbûna rastiyê û pêwîstiya hevgirtina li hemberî zilmê, zêdetir bi hev re kar dikin.
Dr. Cewdekî behsa nakokiyên nav diyasporaya Îranî kir û ragihand ku beşek ji wan, tewra ji yên hundir tundtir jî dijayetiya doza Kurdan dikin û hebûna Kurdistanê red dikin.
Dr. Areş Cewdekiyê ku li Belçîkayê mamosteyê felsefeyê ye pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Dixwazim bi Yekîtiya Ewropayê dest pê bikim. Em van rojan dibînin ku Yekîtiya Ewropayê nikare raya xwe ya yekgirtî li ser tiştên ku niha di herêmê de diqewimin hebe. Li gorî baweriya we, tiştê ku ew dikin rast e? Tiştê ku bi pratîkî piraniya wan dibêjin, divê Ewropa nekeve nav vî şerî.
Dr. Areş Cewdekî: Pirsgirêka Ewropayê pirsgirêkeleke pir sosret e. Ji ber ku Ewropa ji Rojhilata Navîn û Rojhilat bi giştî nêzîk e, tiştê ku ew bi rastî jê ditirsin, piştî ezmûna Sûriyeyê, çêbûna hatina bi lehiya koçberan e.
Êdî şiyana Ewropayê ya wergirtina pêleke nû ya koçberan nîne. Wekî hûn dizanin dema Sûriyeyî hatin, pir bûn û heta niha jî hewl didin wan li welatan biguncînin. Pêleke nû ya koçberan ji bo Ewropiyan tiştekî dilxweşker nîne. Ji ber ku ew berevajî Amerîkayê ji welatên me nêzîk in û hatina vir hêsantir e. Ji bilî vê jî ew polîtîkayeke giştî ya Ewropayê ye, ku her dem hewl dide rê li ber şer bigire lê ew bûyerên niha li Îranê diqewimin, ji tiştê ku ew li bendê ne pir bileztir in.
Rûdaw: Rast e. Çend sal e hûn li vir dijîn, maf didin wan ku bi vî awayî bifikirin?
Dr. Areş Cewdekî: Hinek Ewropayî her dem derbarê hinek mijaran bi cureyekî difikirin ku mirov di qonaxa yekem de dibêje: Çi qasî ne balkêş e! Lê dema em li ser difikirin, dibînin ku di çarçoveya dîtineke Ewropayî de ye ku hewldana çêkirina avhewayeke aştiyane li gel Yekîtiya Ewropayê ye.
Di nav xwe de jî pir biserketî nebûn. Çend salan berê li Yugoslavyaya berê şer hebû. Yekîtiya Ewropayê ji bo wê hat çêkirin ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem atmosfereke aştiyane hebe. Lewma jî Ewropa her dem hewl dide rêyeke navendî û aştiyane hilbijêre lê bûyer carinan van tiştan didin jibîrkirin.
Rûdaw: Nêzîkî heman pirsê ji we jî dikim. Ew tiştên em dibihîzin, wekî mînak ên li nav Îranê dijîn an yên li Kurdistanê ne, her dem dibêjin yên li diyasporayê ne gelek caran nizanin li vir bi rastî çi diqewime. Lewma em dibînin gelek caran raya wan a pir sosret û tund heye. Hûn jî heman hesta we heye? Nikarin bêjin hemû diyaspora wisa ye lê tiştê ku belav e û tê bihîstin ev e.
Dr. Areş Cewdekî: Hemû ew çînên ku hevtayên wan li nav Îranê û diyasporayê hene, yên li diyasporayê radîkaltir in. Dibe ku sedema wê ew be ku li nav Îranê neçar in bi hev re bijîn, li vir derfeta jiyana di civakeke azad de rê dide wan ku xwe baştir nîşan bidin. Ji ber ku li vir ti metirsiya radîkalbûnê nîne.
Heman hesta te bi min re jî heye. Ji ber ku yên li nav Îranê, wekî ku dibêjin li gel rastiyeke heyî dijîn û dizanin divê hevgirtina wan a zêdetir ji bo hev hebe. Dema ev hemû mirov tên kuştin, ew 50 hezar kes tên kuştin, yên li ser cadeyê li tenişta hev in, napirsin bîr û baweriya te çi ye. Belkî bi hev re ne. Li vir tu dikarî bêjî ez ligel vî rûnanim an li gel wî rûnanim lê li wir divê nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Rûdaw: Yeke din ji wan tiştên ku min di destpêkê de behs kir, ev e ku em diyaspora û komên koçber ên yekgirtî yên Îranî nabînin ku bi zîrekî bi hev re biaxivin. Wekî mînak li vir, tiştê ku wekî Kurdekî ji bo min girîng e û dibînim, ew e ku bihêztir ji yên li hundirê Îranê, ji Kurdan re dibêjin cudaxwaz. Her di nav vê parlementoyê de, komek li pişt min rûniştibûn, behsa Kurdistanê dihat kirin lê wan li piştê digotin: Ev behsa çi dikin? Kîjan Kurdistan? Kengî Kurdistan hebûye? Ev raya wan ciwanan bû ku li vir li diyasporayê mezin bûbûn.
Dr. Areş Cewdekî: Erê. We destpêkê behsa Ewropayê kir, bila kevanekê vekim û bibêjim hêvîdar im rojekê li herêma me jî tiştekî me mîna Ewropayê hebe.
Rûdaw: Dû re behs dikin…
Dr. Areş Cewdekî: Wê demê êdî kes nikare ji doza Kurdistanê re bibêje cudaxwazî. Ji ber ku em hemû di nav yekîneyeke mezintir de dibin. Çavgirtina li hemberî rastiyan, tiştekî îdeolojîk e. Divê kes bi nûneratiya kesekî din neaxive û gotinan nexe devê wî.
Divê rê bidin wî kesê ku zilm lê hatiye kirin bi xwe biaxive. Ev destpêkek e ji bo gotûbêjeke niştimanî, heta em karibin ji wan bûyerên van 47-48 salan derbas bibin ku di rastiyê de şerê navxweyî bûye û Komara Îslamî navê wê neaniye.
Mînaka yekem a şer jî wekî hûn dizanin li Kurdistanê çêbû... Heta wê demê em bixwazin çav li hemberî rastiyê bigirin û made xwe li hev tirş bikin, em karekî bê mane dikin. Kes mafê wî nîne bêje destpêkê biselmîne cudaxwaz nînî paşê biaxive. Her kes rayeke wî heye.
Rûdaw: Di dawiyê de rojekê ev şer bi dawî tê. Rojek tê ku divê derbarê paşerojê axaftin bê kirin. Derbarê tiştên baş de. Hûn wekî kesekî ku çend salan li vir mamosteyê zanîngehê bûne û we ezmûna Ewropayê dîtiye, hîs dikin çi tiştek li Ewropayê heye ku Îran bikare sûdê jê wergire? Mebesta min Îrana piştî vî şerî ye.
Dr. Areş Cewdekî: Bîra demokrasî û azadiyê pir girîng e. Niha li Îranê jî ji ber ku bo heyama 47-48 salan nebûye, bûye hêviyek. Lewma em dibînin ew Îraniyên ku li nav Îranê ne, wekî te got, têgihiştineke wan a baştir ji bo azadiyê heye, wekî yên li derve dijîn. Divê fêrî wê bibin ku demokrasî du têgehan di nav xwe de dihewîne: Welatîbûn û demokrasî. Milmilaneya van wisa dike ku demokrasiyan biguherin. Dema pirsa welatîbûnê derdikeve pêş, tiştek nîne ku pêşwext bi me hatibe dayîn, divê şer ji bo bikin û yasaya nû jê re deynin. Divê fêr bibin çawa bi hev re bijîn, welatîbûn çi pile û paye heye û çawa her kesek mafekî wî heye û dikare ji bo mafên xwe şer bike.
Rûdaw: Bi rastî gotin pir in ji bo axaftinê lê hêvîdar im em careke din hev bibînin, di rewşekê de ku şer nemabe û xelkê herêmê me bi xweşî bi hev re bijîn. Gelekî spas
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse