Prof. Sven Biscop: Hîn jî hêvî heye ku şer ji kontrolê dernekeve

22 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Sven Bisop Îran Amerîka Ewropa Şer
A+ A-

Rojhilata Navîn di van rojên dawî de di nav agir û aloziyên leşkerî yên dijwar de ye. Şer û pevçûnên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de metirsiya şerekî herêmî yê berfireh û rûxîner derxistine holê.

Di demekê de ku êrişên asmanî û mûşekî zêde dibin, pirsên herî girîng ên di rojevê de ev in: Gelo ev şer dê bi temamî ji kontrolê derkeve? Armanca sereke ya Amerîka û Îsraîlê ji van êrişan çi ye û gelo hîn jî derfetek ji bo dîplomasî û aştiyê heye?

Di vê qonaxa krîtîk de helwesta welatên Ewropayê gelekî balê dikişîne. Ewropa ku di navbera parastina berjewendiyên xwe yên stratejîk û zextên Amerîkayê de asê maye, niha tenê wekî "temaşevan"ekê li bûyeran dinêre.

Serkirdeyên Ewropayî li ser beşdarbûna vî şerî ne yekgirtî ne û di nava nezelaliyekê de ne. Ji aliyekî ve tirsa pêleke nû û mezin a koçberan heye ku dê krîzeke kûr di sîstema siyasî ya Ewropayê de derxe, ji aliyê din ve jî metirsiya derketina şerekî navxweyî li Îranê heye ku dibe karesateke wekî ya Îraqa sala 2003yan ducare bike.

Ji bo nirxandina van pêşhatan, têgihîştina rola Ewropayê ya di vî şerî de, egera guhertina rejîma Îranê û paşeroja têkiliyên Amerîka û Ewropayê, Tora Medyayî ya Rûdawê bi Serokê Enstîtuya Şahane ya Belçîkayê ji bo Pêwendiyên Navneteweyî Profesor Sven Biscop re hevpeyvînek kir.

Profesor Biscop di hevpeyvîna xwe ya bi Pêşkêşkarê Rûdawê Hêmin Ebdula re balê dikişîne ser xetereyên şer û diyar dike ku Amerîka û Îsraîl bêyî armanceke zelal a siyasî tevdigerin.

Ew hişyariyê dide ku divê Ewropa rasterast tevlî şer nebe, piştgiriya gavên leşkerî yên neyasayî neke û li şûna wê, ji bo aramiya herêmê daxwaza destpêkirina dan û standinan bike.

Li gorî nirxandinên Biscop, senaryoya herî xerab a vî şerî ne tenê guhertina rejîmê ye, belkî ketina Îranê ya nav şerekî navxweyî yê demdirêj û bêserûberiyeke mezin e ku dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.

Naveroka hevpeyvîna Hêmin Ebdula ya bi Profesor Sven Biscop re wiha ye:

Rûdaw: Profesor Biscop, gelek spas ji bo vê derfetê. Çend roj in pevçûnên Îranê dest pê kirine. Tiştê ku em niha dibînin cureyek ji belavbûna şer e. Gelo tiştê ku niha li Îran û Rojhilata Navîn dibînin şerekî bi temamî bêserûber e ku ji kontrolê derketiye, yan hîn jî hêvî heye rê li ber bigirin ku nebe şerekî herêmî yê berfireh?

Sven Biscop: Ez bawer dikim em hin jî dikarin hêvî bikin ku ji kontrolê dernekeve. Her çend gelek bêperwa ye ku Îranê êrişî wan hemû welatên Kendavê kiriye. Tewra êrişî Qibrisê jî kiriye ku wekî welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê ye.

Bê guman, tiştê ku Amerîka û Îsraîlê kir û ev şer dest pê kir jî bêperwayî ye. Lê tevî vê jî, ji bilî Amerîka û Îsraîlê, welatên din şerekî herêmî yê berfireh li dijî Îranê nekiriye. Loma hîn jî dibe û ez hêvîdar im ku şer were kontrolkirin.

Rûdaw: Tu difikirî çawa dibe were kontrolkirin? Mînak bi wê yekê ku welatên Ewropayê rola xwe hebin ji bo ku pevçûn bên kontrolkirin?

Sven Biscop: Ji bo min pirsa sereke ev e: Armanc ji vî şerî çi ye? Em dizanin ku Amerîka û Îsraîl destpêşxer bûn, lê derbarê tiştê ku dixwazin bigihîjinê, peyamên dijber dişînin. Carinan Trump dibêje dixwaze dan û standin bên kirin. Paşê behsa guhertina rejîmê dike. Daxwazê ji xelkê Îranê jî dike ku şoreşê bikin. Tewra red nekir ku hêza bejayî jî bi kar bîne.

Lewra em bi rastî nizanin ew çi dixwazin. Ez difikirim ev ji destpêkirina dan û standinan girîngtir e. Ger rêya dîplomasiyê ji nû ve dest pê bike, dibe ku Ewropa di vê yekê de roleke wê hebe. Her çend divê em rastbîn bin û divê Ewropa jî rastbîn be, em niha tenê temaşevan in.

Rûdaw: Zêdetir temaşevan in… Lê em dibînin cureyek… bila wisa bêjim, welatên Ewropayê li ser vî şerê li Rojhilata Navîn ne yekgirtî ne. Hinek welatên Ewropayê piştgiriya şer dikin û dibe ku beşdar jî bibin. Hinek welatên din li dijî ne. Hinek welat jî di navbera wan her du cureyên hizirkirinê de ne. Tu difikirî ev şer ber bi wê ve diçe ku Ewropayê zêdetir dabeş bike, yan tu nabînî rîskeke wisa heye?

Sven Biscop: Ez difikirim serkirdeyên gelek welatên Ewropayê hin jî nizanin divê bertekên wan çi bin. Ti kes ji wan ti hestên wan ji bo rejîma niha ya Îranê nîne. Lê ev yek rewatiyê nade destpêkirina şer. Her wiha ev yek wer nake ku gurkirina şer bike tiştekî aqilane. Çimkî ew di senaryoya herî xerab de tê wateya ku bi dehan salan bêserûberî û şerê navxweyî li Îranê çêdibin. Wekî çawa sala 2003yan û piştî hatina Amerîkayê ya ji bo Îraqê ev qewimî.

Loma gelek serkirdeyên Ewropayê hene ku dibêjin ev şer ji aliyê yasaya navneteweyî ve ne rewa ye, lê dibêjin ew pêşwazî li guhertina rejîmê dikin. Lewra jî divê em bibêjin bertekên wan nezelal û mij in. Ji ber vê yekê hinek ji wan dixwazin rasterast bikevin nav şer û hinekên din gotine naçin.

Lê ji bo min dê sosret be ger welatên Ewropayê rasterast bikevin nav şer. Ez nabînim ev yek biqewime. Heya ku Qibris bi tundî neyê lêdan. Wê demê dê bibe tiştekî din. Çimkî wê demê welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de li gorî peymana Yekîtiyê divê biçin parastina Qibrisê bikin.

Rûdaw: Hinek çavdêr şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz wekî bazê şer ji bo vî şerê ku li Rojhilata Navîn û Îranê heye dibînin. Tewra bi wan gotinên ku ew jî dike, hûn dê dîsa rastî sosretê bên ger welatekî Ewropayî beşdarî şerê li wir bibe?

Sven Biscop: Erê, dê ji bo min sosret be ger welatekî Ewropayî rasterast beşdarî şer bibe. Lê piştgiriya nerasterast, mînak bi dayîna agahiyên îstîxbaratî, dayîna parastina asmanî ji bo welatên Kendavê, rêdayîn bi bikaranîna balafirgehên wan, ew tişt in ku ez dizanim diqewimin. Lê ku bi awayê leşkerî yê rasterast beşdar bibin, ez bawer nakim ti welatên Ewropayî vê bike.

Rûdaw: Çima ne di berjewendiya welatên Ewropayê de ye ku beşdar bibin? Çimkî divê em ji bîr nekin Donald Trump her tim dibêje hûn Ewropayî her tim daxwaza piştgirî û parastinê ji me dikin, lê hûn bi xwe tiştê pêwîst nakin ji bo parastina me.

Sven Biscop: Ger tu ji nêrîna stratejîk û berjewendiyên me lê temaşe bikî, berjewendiya Ewropayê di aramiyê de ye. Dan û standin hebûn. Ew rêya herî baş bû ji bo teşwîqkirina aramiyê ya li herêmê. Destpêkirina şerekî nû rîskên mezin tê de hene.

Loma jî ez difikirim serkirdeyên Ewropayî di wî şerî de beşdar nabin. Bila Donald Trump bixwaze beşdar bin an na, bi nêrîna min ew dem derbas bûye ku her divê serkirdeyên me di biryarên xwe de paşve gav bavêjin. Çimkî gelek nakokiyên me yên rasterast ên din bi Trump re hene.

Rûdaw: Profesor.. Belê.. Fermo..

Sven Biscop: Bibore.. Min dixwest bibêjim, li gorî min, ew berpirsyariya sereke ya ku li ser me Ewropayiyan e û Amerîkî jî dixwazin em pê rabin, ew e ku em piştgiriya Ukraynayê bikin di wî şerê ku Rûsya li dijî wan dike. Her wiha bê guman bi hevbeşî parastina hev bikin.

Rûdaw: Ango, dibe argûmenta beşdarnebûnê di şerê Îranê de ew be ku Ewropa nikare di yek demê de beşdarî du şeran bibe? Yanî hem li Ukraynayê û hem li Îranê..

Sven Biscop: Gelek zehmet e sîstemek di yek demê de mijûlî du krîzan be. Niha em dibînin hemû kes behsa Kendavê dikin û kes agahiyên xwe li ser Ukraynayê nemaye. Ew rastî ye. Bê guman li Ukraynayê jî em bi awayê rasterast beşdariya me ya leşkerî nîne. Belê bi çek û alavên din em alîkariya Ukraynayê dikin. Hêzên me li wir nînin.

Loma ewên ku dixwazin Ewropa rasterast li wir be û beşdarî wan operasyonan bibe li dijî Îranê, tiştek nîne ku ji bo min çaverêkirî be. Çimkî ji bo Ewropayê karekî aqilane nabe rasterast ji aliyê leşkerî ve bikeve nav wî şerî. Belê divê rola me di aramkirin û navbeynkariyê de hebe. Ew jî ger em bikaribin.

Rûdaw: Her çend wekî min got çend roj in şer heye, lê derencamên wê li ser Ewropayê diyar bûne. Ew li bazarên Ewropayî tê dîtin. Mînak nirxê enerjiyê yan benzîn û gazê, li gorî çar-pênc rojan beriya niha bilindtir bûne. Tewra piştî wê jî tu bawer nakî raya giştî ya Ewropayê bixwaze ev şer zûtir ji ya tê çaverêkirin yekalî bibe? Mebesta min bi wê yekê ku beşdariya rasterast bikin di şer de.

Sven Biscop: Ez bawer nakim ku beşdariya rasterast a Ewropayê bi wê wateyê be ku şer zûtir bi dawî dibe.

Rûdaw: Wisa..

Sven Biscop: Wê demê rast e armancên zêdetir tên bombebarankirin, lê ew şer ne şert e encama wê guhertina rejîmê be. Ne şert e jî wer bike ku şoreşeke mezin di nav xelkê Îranê de dest pê bike. Dibe bi wan bombebaranan jî tiştekî meydanî neqewime. Loma ger ew nebû, stratejiya derketina ji vê çi ye?

Bi dîtina min, çêtirîn rê ji bo gihîştina dawîbûneke bilez ew e ku were gotin em deriyê dan û standinan vedikin û em wan tiştan dixwazin ku divê Îran bike. Ger na, em dest bi bombebaranê dikin. Ev rêya herî bilez e ji bo bidawîkirina şer. Ev bê guman bi wê wateyê ye ku divê tu bi rejîma niha re dan û standinan bikî. Çimkî niha rejîmeke nû nehatiye.

Rûdaw: Pirtûkek li pişt serê te heye ku te nivîsiye û ji bo hejmarek ziman hatiye wergerandin. Tiştê ku ez dibînim bi zimanê Holendî navê pirtûkê "Çawa Zilhêz biryarê li ser arasteya siyasetê didin" e. Ez ne şaş bim çar-pênc sal beriya niha te ev pirtûk nivîsî. Niha jî em dibînin Amerîka biryarê li ser destpêkirina şer dide, bêyî ku pirsê bi hevkarên xwe yên Ewropayî bike. Yanî niha em behsa yek zilhêzê dikin û êdî behs ne behsa zilhêzan e. Ger îro pirtûka xwe ji nû ve binivîsî, tu çi tê de diguherî? Yan rasttir e bibêjim ger ji nû ve binivîsî..

Sven Biscop: Tiştek ku min bawer nedikir biqewime û qewimî ew e ku Dewletên Yekbûyî ne tenê hevkara Ewropayê ye, belê rikebera wê ye jî. Çimkî wekî tu dibînî çekên gumrikê li dijî Ewropayê bi kar tîne. Her wiha çavê xwe berdaye axa Ewropayî ya li Greenlandê. Ji bilî wê jî destêwerdanê di siyaseta navxweyî ya Ewropayê de dike û piştgiriya rastgirên tundraw dike.

Her tim di dema borî de min gotiye tiştekî baş e ku Ewropayî di hevpeymaniya Atlantîkê de bin, ev ne pirs e, belê pirs ew e ma Amerîkî di wê hevpeymaniyê de dimînin? Niha dizanin îdareya niha ya Amerîkayê wê naxwaze. Ev guhertineke mezin e. Bê guman Amerîkî dikarin biryarê bidin ku dest bi şerekî bikin, kes jî nikare rê li ber wan bigire. Ev ne tiştekî nû ye. Li Îraqa sala 2003an bifikire.

Lê divê ew vê jî bizanin ku her çend ew dikarin her tiştê dixwazin ji aliyê leşkerî ve bikin, lê ew tiştê ku ev encama siyasî ya dilxwaza wan jî hebe, ev tiştekî din e. Gelo ew dizanin çi ji vî şerî dixwazin? Ew encama siyasî ya dixwazin çawa digihîjinê? Lewra bi dîtina min şaşiyeke stratejîk bû ku di vê demê de şerekî nû dest pê bikin. Em dibînin ev me ber bi ku ve dibe.

Rûdaw: Yek ji wan mesele yan xalan ku dilgiranî çêkiriye li Ewropayê meseleya koçberan e. Yanî krîzeke nû ya koçberan. Tu difikirî Ewropa amade ye ji bo krîzeke wisa? Çimkî tew ger şer jî bisekine, gelek xelk hene naxwazin êdî li wir bijîn, yanî di bin zext û krîza aborî û gelek kêşeyên din ên navçeyê de..

Sven Biscop: Bê guman eger ev şer bike ku hejmareke mezin a koçberan ber bi Ewropayê bên, ev yek zextê li ser sîstema me ya siyasî çêdike. Di vê de ti guman nîne. Bibore. Em hemû dizanin mijara koçberiyê gelek hestiyar e.

Her wiha gelek zehmet e ji bo Ewropayiyan ku li hev bikin li ser wê yekê çawa li gel wê tevbigerin. Çimkî ew rastiyek e ku bi sedema pîrbûna niştecîhan em pêwîstiya me bi koçberiyê jî heye. Ji ber vê yekê ger şerê niha bike ku pêlên mezin ên penaberan bên, zexteke gelek mezin li ser sîstema me çêdike.

Rûdaw: Ger li ser siyaseta jeopolîtîk û stratejiya navneteweyî ya Yekîtiya Ewropayê, şêwirmendiyê bidî serkirdeyên Ewropayê û ez dizanim tu didî wan, tu çi ji wan re dibêjî? Divê ew di van rojên zehmet de çi bikin?

Sven Biscop: Şêwirmendiya min ew e ku piştgiriya bihêz li wê helmeta leşkerî nekin, belê zelaltir bibêjin Ewropa piştgiriyê li bikaranîna neyasayî ya leşkerî nake, tew ger li dijî rejîma gelek xerab jî be. Tenê wê demê nebe ku gefeke gelek mezin çêkiribe. Her wiha ez difikirim divê em niha daxwaza destpêkirina livandina dîplomasiyane bikin di çarçoveyeke herêmî ya berfireh de.

Ji bo ku em bigihîjin çareseriyekê ku ne tenê Îsraîl, Îran û Amerîka tê de beşdar bin, belê tevahiya navçe tê de beşdar be. Çimkî dîsa jî girîngtirîn tişt ji bo Ewropayê aramî û îstîqrara navçeyê ye. Rikeberiyeke gelek mezin a jeopolîtîk di navbera Siûdiyê û Îranê de heye. Divê ji Brukselê ve wisa temaşeyî bikin ku karê me nîne di vê de alîgiriyê bikin. Karê me ew e aramiyê çêbikin, ji bo ku em bikaribin bazirganî û veberhênanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst