Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Bremenê ya Almanyayê Ulrich Maurer li ser derxistina PKKyê a ji lîsteya terorê got, "Eger rêxistinek xwe fesix bike, êdî şopandina wê namîne lê ev ne biryareke ku li Bremenê bê dayîn, belkî divê li Ewropayê bê dayîn."
Ulrich Maurer derbarê pirsgirêka koçberan a li Almanyayê ragihand, ew nikarin wekî du salên borî pêşwaziya 600 hezar koçberên din bikin û tekezî li ser pêwîstiya vegera bo "siyaseteke birêkûpêk a koçberiyê" kir.
Maurer di heman demê de, tundûtûjiya li dijî jinan û pirsa qedexekirina partiya rastgir a "AfD" wekî du babetên din ên girîng ên konferansa ku bê lidarxistin bi nav kir.
Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Bremenê ya Almanyayê Ulrich Maurer derbarê pirsgirêka koçberan, biryara xwefesixkirinê ya PKKyê û rojeva Almanyayê de pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Birêz Senator Maurer, spas ji bo wextê we. Konferanseke wezîrên navxwe heye ku hûn mazûvaniya wê dikin. Giringiya vê konferansê di vê demê de çi ye û hûn çi jê hêvî dikin?
Ulrich Maurer: Ev civîna hemû herêmên federal e li gel wezîrê navxwe yê federal. Wextê wê jî taybet e, ji ber ku ev yekem civîn e piştî avakirina hikûmeta nû li Berlînê, loma bêguman hêvî pir mezin in ku em bi hev re pirsgirêkên ewlehiya navxwe çareser bikin.
Rûdaw: Kîjan mijar li cem we ya herî giring e ku hûn dixwazin li serê gotûbêj bikin?
Ulrich Maurer: Bêguman mijara koçberiyê di rojevê de ye. Em hemû li ser wê yekê hemfikir in ku em nikarin, wekî du salên borî, careke din 600 hezar kesî wergirin. Divê em vegerin ser siyaseta koçberiyê ya birêvebirî û plankirî û ji bo vê jî gelek çalakî pêwîst in.
Rûdaw: Ji bilî pirsa koçberan, kîjan mijareke din li ser maseya we ya gotûbêjan e?
Ulrich Maurer: Pirsa koçberiyê û mijareke din a pir giring. Li Almanyayê rewşeke me ya taybet heye ku hema bêje her roj jinek tê kuştin. Loma mijara tundûtûjiya li dijî jinan nîgeraniyeke serekî ye û nêrîneke me ya zelal heye ku em dikarin çi bikin ji bo rûbirûbûna wê.
Rûdaw: Derbarê koçberan de, hûn behsa kontrolkirina sînoran dikin. Li gorî we ev çareserî ye?
Ulrich Maurer: Ez alîgirekî mezin ê parastina sînorên derve yên Ewropayê me. Heya ku ew yek pêk neyê, em neçar in ku pêngavên niştimanî yên takekesî bavêjin. Niha em li Almanyayê kontrola sînorên xwe dikin. Gelo heta çi radeyê serketî ye? Ez nizanim, lê tiştek nekirin nayê qebûlkirin. Me di gelek waran de sînorên kapasîteya xwe derbas kiriye; ne tenê di warê ewlehiyê de, lê di heman demê de di dibistanan, baxçeyên zarokan û bazara xaniyan de jî. Koçberî ne sedema hemû pirsgirêkan e, lê ji ber hatina hejmareke zêde ya koçberan, wê bipêşketinên şaş ên berê kûrtir kiriye.
Rûdaw: Sîstema Dublinê kar nake, hûn çawa dixwazin wê ji nû ve çalak bikin û gelo hûn li gel siyaseteke hevbeş a penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ne?
Ulrich Maurer: Em dibînin ku tenê nêzîkî ji sedî 2yê wan kesên ku hatine Ewropayê û mafê wan ê manê li Almanyayê nîne, tên vegerandin. Welat penaberan tomar nakin û ber bi sînorê Almanyayê ve dişînin. Di pirsa vegerandinê de jî, Yunanistan û Îtalya dibêjin ku ew kesî paşve wernagirin.
Rûdaw: Mebesta we ji parastina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê çi ye?
Ulrich Maurer: Tenê ewlehiya sînor ne bes e, belkî ev tedbîrek e di nav gelek tedbîrên din de. Divê hewl bê dayîn ku koçberî bi plan were çareserkirin. Ango bi rastî alîkariya wan kesên hewcedar bê kirin, ne wekî îro ku piraniya yên tên Almanyayê mêrên ciwan in, ne jin û zarok in. Loma pêwîstiya me bi guhertineke bingehîn heye.
Rûdaw: Pirsa PKKyê jî yek ji mijarên konferansê ye. Niha ku behsa pêvajoya aştî û xwefesixkirinê tê kirin, hûn çawa behsa vê pirsê dikin?
Ulrich Maurer: Min daxwaz kir ku behsa vê mijarê bê kirin, ji ber ku barekî pir giran xistiye ser saziyên me yên ewlehiyê. Dema ku PKKyê ragihand ku ew dê xwe fesix bike, ez kêfxweş bûm. Lê em ne biryarder in, divê ev pirs li ser asta Ewropayê were çareserkirin. Ev karê hikûmeta federal e û em li benda rapora wezîra navxwe ya nû ne.
Rûdaw: Lê PKK di lîsteya terorê de ye, gelo dê ji wê lîsteyê bê derxistin?
Ulrich Maurer: Ew pirsa ku derdikeve holê ev e. Eger rêxistinek xwe fesix bike, êdî şopandina wê namîne. Lê wekî min got, ev ne biryareke ku li Bremenê bê dayîn, belkî divê li Ewropayê bê dayîn. Giring e ku em li vê pêvajoyê temaşe dikin û behsa wê dikin.
Rûdaw: Daîreya Ewlehiyê ya eyaleta we çawa bi doza PKKyê re mijûl e?
Ulrich Maurer: Hejmareke zêde ya dosyeyên sûcan li ser komkirina bexşan, xwenîşandan û gelek tiştên din hene ku karekî zêde ji me re çêkirine. Eger ev hemû bi aştiyê bi dawî bibin, em dê kêfxweş bibin.
Rûdaw: Gelo qedexekirina partiya AfDyê mijara konferansê ye?
Ulrich Maurer: Belê, dê civîneke me ya giring li ser vê mijarê hebe. Ev mijareke aloz e. Ez berê beşdarî du pêvajoyên têkçûyî yên qedexekirina partiya NPDyê bûm, loma ez ji yên din hişyartir im. Divê em raporan bi hûrgilî bixwînin û piştre li ser pêngavan biryarê bidin.
Rûdaw: Pirsa dawî, derbarê ewlehiya navxwe û êrişên van dawiyan de, hûn çi dikin ji bo parastina xelkê?
Ulrich Maurer: Mixabin hejmara êrişan zêde bûye. Em dikarin deverên diyarkirî biparêzin, lê ew ne bes e, ji ber ku êriş li cihên neçaverêkirî çêdibin. Loma em daxwaz dikin ku sazî û dezgehên tenduristî û civakî, yên ku dibe ku zanyariyên wan ên zêdetir li ser wan kesan hebin, alîkariya me bikin û em zanyariyan bi hev re parve bikin, ji ber ku tenê tedbîrên polîsî nikarin vê rewşê kontrol bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse