Yunus Îmga: Bendewariyê ez westandim loma min çîroka xwe nivîsand

13-11-2025
Omer Sonmez
Yunus Îmga / Wêne: Rûdaw
Yunus Îmga / Wêne: Rûdaw
Nîşan Yunus Îmga Bikuje Sînemaya Kurdî Amerîka
A+ A-

Derhênerê Kurd Yunus Îmga, bi kurtefîlma xwe ya bi navê “Bikuje”, di Festivala Fîlman a Long Island a New Yorkê de (NYLIFF) xelata “Fîlma Biyanî ya Herî Baş” wergirt. Derhêner, ciwanekî 32 salî ye û ji bajarê Wanê ye. Yunus Îmga, fîlma xwe ya 15 xulekî ya bi Tirkî bi xwe nivîsand derhêneriya wê kir û di rola sereke de jî lîst.

Derhênerê Kurd Yunus Îmga ji bo debara xwe bike li gel karê lîstikvaniyê li înşaatan karkeriyê jî dike.

Derhênerê Kurd rêwîtiya xwe ya ku ji karkeriyê, li New Yorkê ber bi derhêneriya xelatgirtî ve diçe, li Stenbolê ji hevkarê me Omer Sonmez re behs kir.

Hevpeyvîn bi vî awayî ye:

Rûdaw: Dembaş, em li Stenbolê, li Sînemaya Atlas a Beyogluyê ne. Em bi derhênerê Kurd Yunus Îmga re ne ku xelata "Fîlma Biyanî ya Herî Baş" ji Festîvala Fîlman a Long Island a New Yorkê wergirt. Ew sînemagerekî Wanî ye û 10 sal in di sektora sînemayê de ye.

Di dawiyê de, ew hêjayî xelata Fîlma Biyanî ya Herî Baş a Festîvala Fîlman a Long Island a New Yorkê hat dîtin.

Kurtefîlma wî ya bi navê “Bikuje” çîrokeke mafyayê vedibêje. Çîroka dijlehengan vedibêje. Niha em dê bi derhênerê fîlmê Yunus Îmga re, li ser kurtefîlma ku wî nivîsiye û derhêneriya wê kiriye biaxivin.

Yunus, beriya her tiştî tu bi xêr hatî, em te pîroz dikin. Ji bo kesên ku te nas nakin, Yunus Îmga kî ye? Kengî tu ketî sektora sînemayê? Tu dixwazî çi bibêjî?

Yunus Îmga: Spas dikim, hûn jî bi xêr hatin. Ez 10 sal in lîstikvaniyê dikim. Pîşeya min a sereke lîstikvanî ye. Îsal min cara yekem fîlma xwe nivîsî û ez derbasî derhêneriyê bûm.

Rûdaw: Tu li Tekirdagê hatî dinê lê bi eslê xwe Wanî yî.

Yunus Îmga: Erê, malbata min demekê koçî Tekirdagê kiriye lê ez bi eslê xwe Wanî me, ji Qelqeliyê me, nêzîkî sînor e.

Rûdaw: Niha fîlma te ya yekem, ezmûna te ya yekem a derhêneriyê ye. Çîrokê çawa dest pê kir te li ku û çawa kişand, tu dixwazî çi bibêjî?

Yunus Îmga: Di rastiyê de, lîstikvanî çîrokek e ku li ser bendewariyê hatiye avakirin. Ez jî 10 sal in kar dikim, paşê navberê didim, paşê dîsa lîstikvaniyê dikim, paşê dîsa navberê didim. Ji ber ku vê bendewariyê êdî gelekî ez westandibûm û min dixwest çîroka xwe jî vebêjim, ez rûniştim û min çîroka xwe nivîsand.

Rûdaw: Bi rastî çîrokeke te ya balkêş jî heye. Te karkeriya înşaetê jî kiriye, hê jî didomînî. Ji aliyekî din ve, tu şanogerî û lîstikvaniya rêzefîlm û sînemayê dikî. Te çawa karî van hemûyan bikî û ji aliyekî din ve pereyên ku te ji înşaetê qezenc kirine jî tevlî vê fîlmê kirine. Derbarê vê de tu dixwazî çi bibêjî?

Yunus Îmga: Bi rastî min dibistana navîn terikandiye. Min dibistana navîn ji derve qedand. Paşê min li zanîngehê lîstikvanî xwend. Min xwe amade kir û ketim ezmûnan. Wê demê jî min gelek kar kir. Ez di tekstîl û înşaetê de xebitîm. Niha ez di înşaetê de hostatiyê dikim. Ev ji min re çavkaniyeke baş a dahatê peyda dike, ji ber ku jiyan pir biha ye. Min berê jî pereyên ku qezenc dikir, her tim ji bo şanoyê xerc dikir. Îsal êdî ji şanoyê zêdetir, min dest bi hilberîna li sînemayê kir. Beşek ji pereyan ji bo debara xwe datînim aliyekî, pereyê mayî jî ji bo hunerê xerc dikim.

Rûdaw: Fîlma te çi vedibêje û te kengî kişandibû?

Yunus Îmga: Min di dawiya sala borî û destpêka îsal de kişand. Fîlm bi rastî li ser du karakterên mafyayê ye. Ez karakterên xirab ên du neteweyan vedibêjim. Kurdek heye, Tirkek heye. Her du jî mafya ne, gangster in, mirovên pir xirab in. Mirovên ku bi rehetî mirovan dikujin û bi rehetî xerabiyê dikin lê nakokiya wan ji ber kuştina efserekî dest pê dike. Min nexwest pevçûna asayî ya Kurd û Tirkan vebêjim. Min xwest vê yekê hinekî berfirehtir û ji perspektîfeke cuda vebêjim. Ji ber ku ev mijar gelek caran hatine çêkirin û pir baş hatine çêkirin lê vegotina ji vê perspektîfê hem nakokiyek ji bo min çêkir û hem jî ji bo min balkêştir bû.

Rûdaw: Navê fîlmê niha pir tund e, “Bikuje”. Tu dizanî di “Pirtûka Pîroz” de dibêje, “Nekuje”. Ma ev referansek bû û çima te navek wisa tund lê kir?

Yunus Îmga: Min dixwest balkêş be û eger hûn fîlmê temaşe bikin, dê di nav de pir zelal bibe ka çima navê wê “Bikuje” ye lê referansa Pirtûka Pîroz tune ye. Min ew li ser têgihiştineke şaş ava kir. Min peyva "Bikuje" jî bi taybetî ji ber wê yekê hilbijart û min ew hilbijart da ku di Îngilîzî de jî rasterast wekî "Kill" bê fêmkirin.

Rûdaw: Niha li wir karakterekî Kirmanckîaxêv\ Zazakîaxêv heye lê mesela, dema em li benda axaftina Zazakî bûn, ew bi Kurmancî diaxive. Sedema vê hilbijartinê çi bû û di heman demê de, karakterê Zaza ku karakterê sereke ye, te bi xwe lîstiye. Derhênerî û lîstikvanî bi hev re zehmet nebû?

Yunus Îmga: Pir zehmet bû. Her yek ji van bi serê xwe karekî mezin e lê min dest bi pêşketineke wiha kir: Pêşî min çîrok di hişê xwe de nivîsand, paşê min ceribandin kir û min fîlm bi tevahî di hişê xwe de kişand û qedand. Yanî, piştî ku min hemû goşe û plan sêwirand, ez derketim setê. Her wiha, ez dixwazim bi taybetî li ser axaftina karakterê Zaza ya bi Kurmancî diaxvê vegerim. Min di kurtefîlmê de pir zêde behs nekir lê ji ber ku di navbera Zaza û Kurmancan de nêrîneke cuda heye, min xwest ez vê jî bi vî rengî nîşan bidim.

Rûdaw: Min fêm kir. Baş e, em niha bên ser festîvalê. Te di Festîvala Fîlman a Long Island a New Yorkê de xelata Fîlma Biyanî ya Herî Baş wergirt. Pêvajoyek çawa bû? Te axaftina xelatê jî kir, xelata xwe jî wergirt û tu hatî. Ev hesteke çawa bû?

Yunus Îmga: Hesteke hêja ye. Ji ber ku sektora sînemayê, bi taybetî di 'mainstream'ê de, qadeke ku Amerîka bi rê ve dibe. Serdana min a Amerîkayê jî pir balkêş bû. Min di deqeya dawî de ji bo vîzeyê randevû dît. Vîzeya min di deqeya dawî de hat pejirandin û rojek piştî wê ez gihiştim Amerîkayê.

Rûdaw: Cara yekem bû ku tu diçûyî?

Yunus Îmga: Erê, cara yekem bû. Her tişt wisa di nav du rojan de, li pey hev qewimî. Min ancax karî nîvê eşyayên xwe bibim. Ez wisa rasterast, bêyî ku kesekî nas bikim çûm New Yorkê. Pir xweş bû. Min gelek kesên ku bi Îngilîzî nizanin nas kirin. Pir zêde Spanyolî hene. Min fîlmên pir xweş temaşe kirin. Bi giştî 136 fîlm di festîvalê de ketibûn pêşbaziyê.

Rûdaw: Tu li benda vê xelatê bûyî?

Yunus Îmga: Bi rastî, dema ku 3 namzed man, ez fikirîm gelo ez dikarim xelatê wergirim. Min nexwest ez pir bi hêvî bim. Tenê çûyîna wir jî ji bo min pir bi qîmet bû. Piştî nîşandana fîlma min, şîroveyên pir xweş û rexneyên erênî hatin gotin, ev jî pir bi qîmet bû. Helbet, mirov di dilê xwe de li bendê ye, ev tiştekî gelekî mirovî ye.

Rûdaw: Ji nav çend fîlman hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin?

Yunus Îmga: Ez bi taybetî nizanim ji nav çend fîlman hatiye hilbijartin lê bi giştî 136 fîlman pêşbazî kir. Nêzîkî 35ê wan fîlmên dirêj, yên mayî jî kurtefîlm bûn.

Rûdaw: Em dê li Tirkiyeyê di festîvalan de bibînin?

Yunus Îmga: Înşalah, me şand lê ka em bibînin. Di encamê de, hilbijartina hunera herî baş tiştekî pir nisbî ye. Ji bo hinekan baş e, ji bo hinekan xirab e.

Rûdaw: Niha te kurtefîlma xwe ya yekem nivîsand û derhêneriya wê kir û xelat girt. Ev bi rastî motîvasyoneke mezin e. Piştî vê yekê, wekî derhêner plan û projeyên te çi ne? Gelo tu yê derbasî fîlmên dirêj bibî, çi difikirî?

Yunus Îmga: Erê ez dê derbas bibim lê berî wê ez dixwazim di kurtefîlmê de hinekî din xwe bi pêş bixim. Niha di rojên pêş de, wekî meha adarê an nîsanê, ez plan dikim ku li Almanyayê kurtefîlmekî bikişînim. Ew jî dê di navbera 15-20 deqeyan de be. Derbarê kesekî koçber de ye. Piştî wê jî, piştî salekê an 15 mehan, ez plan dikim ku li New Yorkê kurtefîlmekî din bikişînim.

Rûdaw: Projeyên te hene ku tu plan dikî bi tevahî bi Kurdî bikişînî?

Yunus Îmga: Di rastiyê de tune. Ji ber ku ez hinekî hunerê jî ji xwe dest pê dikim û li cem min jî Kurdî bi temamî nîne. Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, ev hemû di nav min de wekî rewşeke kozmopolît hene, ji ber vê yekê ez dixwazim hunera xwe jî bi vî rengî binirxînim. Piştî wê, di fîlmê dirêj de ez bi taybetî dixwazim çîroka keçeke Kurd an ciwanekî Kurd vebêjim lê li wir jî, dîsa ez dixwazim Kurdî wekî motîfekê û bi awayekî ku çîrokê temam bike bi kar bînim.

Rûdaw: Gelek spas dikim. Tu dixwazî tiştekî din lê zêde bikî?

Yunus Îmga: Gelek spas.

Rûdaw: Sax bî. Spas dikim. Erê, em bi derhênerê Kurd Yunus Îmga re bûn. Ew bi kurtefîlma xwe, "Bikuje", ji Festîvala Fîlman a Long Island a New Yorkê xelata Fîlma Biyanî ya Herî Baş wergirt. Di van demên dawî de, dema em li sînemaya Kurdî ya li Tirkiyeyê dinêrin, derhênerên Kurd serkeftinên mezin bi dest dixin. Wekî mînak, Belgefîlma Kazim Oz a bi navê “Dûr” ji bo Lîsteya Belgefîlman a Bîra Cîhanê ya UNESCOyê hatibû pêşniyarkirin. Heta hevpeyvîneke din, bimînin di xêr û xweşiyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst