Ayşe Polat: Li Kurdistanê derhênerên jin kêm in

17-10-2025
RÛDAW
Ayşe Polat bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan
Ayşe Polat bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Ayşe Polat Sînema Fîlm Kurdistan
A+ A-

Derhênera navdar a Kurd Ayşe Polata ku li Almanyayê dijî, bi fîlma xwe ya dawî "In the Blind Spot" (Li Cihê Kor) li ser asta cîhanê deng veda.

Polat di fîlmên xwe de bi awayekî hostayî çîrokên nasname, koçberî û bîranînên Kurdan dihûne.

Polat di vê hevpeyvîna taybet a bi Rûdawê re de behsa nihêniyên li pişt fîlma xwe ya nû dike, rola jinan a di sînemayê de dinirxîne, balê dikişîne ser astengiyên li pêşiya sînemakarên Kurd û mizgîniya projeyeke nû ya li Kurdistanê jî dide.

Ayşe Polatê behsa rola derhênerên jin ên Kurd kir û got:

“Ez difikirim ku li Kurdistanê, hîn jî derhênerên jin pir kêm in û divê ew bê guhertin.

Ji ber ku hebûna derhênerên jin tê wateya hebûna perspektîfên cuda. Dîroka Kurdan tijî şer û jenosîd in.

Em hunerê, bi taybetî fîlman, ji bo tomarkirina wan jenosîdan bi kar tînin lê her wiha ji bo başbûna ji birînan jî.”

Rûdaw: Em dikarin bi Kurdî biaxivin?

Ayşe Polat: Bi rastî na, ez fam dikim lê.

Rûdaw: Ez dixwazim tenê silavekê bi Kurdî bikim, heger tu karibî.

Ayşe Polat: Rojbaş.

Rûdaw: Birêz Ayşe, ez dixwazim ji vê pirsê dest pê bikim, karên te gelek caran behsa nasname, girêdan û koçberiyê dikin. Reh û kokên te yên Kurdî û jiyana te li Almanyayê çawa bandorê li ser vegotina çîrokên te dikin?

Ayşe Polat: Ez difikirim ku ew pir girîng in, reh û kokên min ên Kurdî di avakirina çîrokên min de pir girîng in, ji ber ku ez hilgirê hemû çîrokên dayîk û bav û bapîrên xwe me. Hemû dîroka bapîrên min di min de heye. Ez difikirim ku ezmûna zilmê ji ber netewperestiyê ezmûnek bû ku şopek li ser ruh û ramana min hiştiye. Lewra, ez difikirim ku ew xwe di hemû senaryoyên ku ez dinivîsim û derhêneriya wan dikim de nîşan dide.

Rûdaw: Eger em behsa fîlma "In the Blind Spot" bikin ku li ser asta navneteweyî hate pesendkirin, nihêniya li pişt wê çîrokê çi bû? Peyama ku te dixwest temaşevan ji vê fîlmê bistînin çi bû?

Ayşe Polat: "In the Blind Spot", demeke dirêj bû li ser xebatê dikim û ji bo min girîng bû. Tu dizanî, ew dozên di salên 90an de, di sala 1995an de, rêxistinek dijegerîla ya bi navê JÎTEMê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hebû ku hejmareke zêdeya Kurdan revandin û kuştin. Bi otomobîlên spî dihatin, mirov direvandin û dikuştin. Dayîkên wan ciwanan her şemî li Stenbolê diciviyan û daxwaza edaletê dikirin. Dixwestin bizanin ku termên wan li kû ne. Dixwestin hestiyên wan bibînin. Dema ez demekê li Stenbolê dijiyam, her şemî diçûm û min ew dayîk didîtin, wêneyên kurên wan di destên wan de bûn, ew di salên 90an de hatibûn kuştin. JÎTEM di salên 90an de heta 95 û 96an çalak bû. Ew hîn jî ji bo edaletê hewl didin. Vê pir bandor li min kir. Her wiha, min gelek kesên ku ji Tirkiyeyê reviyabûn nas dikirin ku çîroka tiştên ku bi ser malbatên wan hatibûn digotin. Wê jî pir bandor li ser min kir. Min dixwest bizanim, min dixwest wê çîrokê vebêjim ku heta astekê veşartî ye, behsa wê nayê kirin û nayê nîşandan lê bandoreke mezin li ser nasname û bîranîna Kurdan heye. Ez lê difikirîm, hûn dizanin, em dizanin hestên me çawa ne, em dizanin ku em bûne qurbanî, em perspektîfa qurbaniyan dizanin. Ez dixwazim perspektîfeke cuda nîşan bidim da ku em mijarê bi şêwazeke cuda fam bikin.

Rûdaw: Wekî ku ez dibînim, tu her tim realîzmê di kûrahiya psîkolojîk de tevlihev dikî. Çi bandor li te kiriye ku tu balê bikişînî ser vê şêwaza sînemayî? Çi li pişt vê yekê bû?

Ayşe Polat: Her tim pirs ev e ku tu çawa dikarî rastî û realîzmê nîşan bidî? Hinek caran rêya herî baş ew e ku rasterast neyê kirin lê bi şêwazeke cuda, bi şêwazeke hestyar. Ev karekî hunerî ye ji bo wergerandina hestan, ji bo wergerandina dîrokê bi şêwazeke estetîkî ya dîtbarî ya cuda ku em bikarin bi şêwazeke sozdarî bigihînin xelkê û bandorê li ser wan çêbikin. Ez difikirim ku ev rêya herî baş e, ne rêyeke rasterast lê bi hûnandineke estetîkî ya cuda ya fîlman.

Rûdaw:  Wekî sînemakareke Kurd ku li Ewropayê dijî, tu nûnertiya çîrokên Kurdan a di sînemaya cîhanê de çawa dibînî?

Ayşe Polat: Ez difikirim ku tiştekî xweş e, em li Almanyayê û li Ewropayê, hejmarek zêde derhênerên pir jêhatî û hêja hene, bi taybetî derhênerên jin, ew bi rastî hêja ne. Ev pir xweş e ku em dibînin  nifşê duyemîn ê Kurd an nifşê sêyemîn li Almanyayê yan li welatên din ên Ewropayê, bi taybetî li Almanyayê, niha çîrokên dayîk û bavên xwe, çîrokên bapîrên xwe vedibêjin. Niha ew xwedî şiyan û jêhatîbûnê ne ku vê yekê bikin. Tu dikarî li Almanyayê di fîlm, edebiyat û hunerê de bibînî. Gelek rê hene ku ew rûbirûyê hemû wan karesat û dramayên ku dayîk û bavên wan tê de jiyane dibin. Ev jî pir balkêş e.

Rûdaw: Sînemakarên Kurd dema dixwazin çîrokên xwe di platformên cîhanî de vebêjin, bi çi pirsgirêkan re rûbirû dimînin?

Ayşe Polat: Ez difikirim ku yek ji pirsgirêkan ew e ku fîlm pir biha ye, tu hewceyî pereyan î. Pirsgirêka herî mezin pere ye, dabînkirina budceyê ye. Wekî li Bakur, dema dixwazin fîlmekê çêbikin, divê budceyê bibînin û serlêdanê ji bo sindoqa dewleta Tirkiyeyê bikin. Ev jî tê wateya ku ew heta radeyekê ne azad in ku wan çîrokan vebêjin. Ez difikirim ku Kurdistan hewcedarî sindoqekê ye, sindoqeke fîlman, ji bo nifşên li vir li Kurdistanê, ji bo ciwanan û her wiha ji bo kesên li vir da ku bikarin fîlmên xwe çêbikin. Ev jî tişta herî girîng e.

Rûdaw: Wekî sînemakareke Kurd, tu rola jinan a di sînemayê de çawa dibînî? Hem li Kurdistan, Ewropa û hem jî li Rojhilata Navîn?

Ayşe Polat: Rol pir mezin e, pir girîng e. Jin tê wateya jiyanê, bê jiyan, jiyanek nîne. Bê jin, jiyanek nîne. Pir girîng e. Wekî ku min anî zimên, li Ewropayê, nifşên duyemîn û sêyemîn ku bi van bîranînan û dramayên trajîk ên Kurdan re mijûl dibin, piraniya wan jin in. Ev pir balkêş e. Her wiha balkêş e ku ew bi şêwazek cuda rûbirûyê wan mijaran dibin. Ez difikirim ku li Kurdistanê, hîn jî derhênerên jin pir kêm in û divê ew bê guhertin, ji ber ku hebûna derhênerên jin tê wateya hebûna perspektîfên cuda. Dîroka Kurdan tije şer û jenosîd in. Em hunerê, bi taybetî fîlman, ji bo tomarkirina wan jenosîdan bi kar tînin lê her wiha ji bo başbûna ji birînan jî.

Rûdaw: Tu difikirî ku em dikarin ji hemû wan çîrokên ku hene sûdê wergirin? Te anî zimên ku çîrokên me pir hene. Em xwedî potansiyeleke mezin in ku sînemayeke me ya pir baş hebe. Tu difikirî ku derhênerên Kurd bi têra xwe ji vê derfetê sûd wergirtine da ku sînemayek û pîşesaziyeke xurt ava bibe?

Ayşe Polat: Belê, ez difikirim ku çîrok hene. Di destpêkê de, divê budce hebe. Her wiha ji bo ku bi şêwazeke estetîkî bibêjin, baş e, ev dîrok e, çîroka fîlmê ye lê ez xwedî çi cure nêzîkatiyeke estetîkî me? Ez difikirim ku potansiyelek mezin heye ji ber ku gelek çîrok hene ku divê bên vegotin û gelek derhênerên pir jêhatî jî hene.

Rûdaw:  Pirsa min a dawî. Dema me zêde nemaye lê ez dixwazim bipirsim gelo projeyên nû hene ku tu li ser wan dixebitî?

Ayşe Polat: Belê, ez li ser du projeyan dixebitim. Sala bê li Almanyayê û sala din li Kurdistanê ez dê dîmenên projeyan bigirim.

Rûdaw: Amejeyeke biçûk li ser navê projeyan an çîrokên wan?

Ayşe Polat: Hîn nihênî ye. Nihênî ye.

Rûdaw:  Gelekî spas. Spas ji bo ku tu bi me re bûyî.

Ayşe Polat: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst