Yek ji endam û damezirînerên koma parlamentoyê ya taybet bi Kurdan li Parlamentoya Federal a Almanyayê dibêje, pêwîst e komeke parlamentoyê ji bo jiyana Kurdan hebe.
Her wiha ji bo ku dengê Kurdan zêdetir bê bihîstin û ew zêdetir bên dîtin, divê Kurd erka xwe zanibin.
Parlamenterê Almanyayê Christoph de Vries di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku ew dikarin alîkariya Kurdan bikin da ku êdî bi awayekî cuda bên dîtin.
Parlamenterê Almanyayê Christoph de Vries anî ziman:
"Ev komeke taybet û bêhempa ye, ji bo ti komên din nehatiye damezirandin.
Destpêşxeriyeke bi vî rengî ji bo Kurdan gelekî girîng e û neteweya Kurd hêjayî wê destpêşxeriyê ye, ji ber ku hîn jî li hinek welatên wekî Tirkiye û Sûriyeyê zilm li dijî Kurdan heye."
Christoph de Vries ji sala 2017an ve endamê Parlamentoya Federal e û endamê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ye.
Parlamenterê Almanyayê Christoph de Vries ducare kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymana wan a sereke ya li Rojhilata Navîn e.
Christoph de Vries derbarê tundkirina siyaseta koçberiyê diyar kir ji ber ku yasaya penaberiyê wisa dibêje divê dersînorkirin hebe lê di heman demê de divê li ser bingehên xwe berdewam bin û tenê parastina wan kesên ku ji şer direvin bikin.
Hevpeyvîna endamê Parlamentoya Almanyayê yê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan Christoph de Vries re:
Rûdaw: Birêz de Vries, gelekî spas ji bo vê derfetê. Hûn yek ji endam û damezrînerên koma parlamentoyê ya taybet bi jiyana Kurdan li Parlamentoya Federal in. Çima ji bo we girîng bû ku komek ji bo deng û pirsa Kurdan li parlamentoyê were damezrandin?
Christoph de Vries: Belê, ez damezrînerê koma parlamentoyê ya ji bo jiyana Kurdan im. Ji dema ku ez siyasetê dikim, pêwendiyên min ên baş bi wan Kurdên ku ji bo demokrasiya me kar dikin re hene, yên ku piştgiriya bingehên me dikin û li dijî dijminatiya Cihûyan kar dikin. Her wiha ez dizanim ku Kurd hevpeymanên me yên girîng ên li Rojhilata Navîn, li dijî terora Îslamî ne. Yan jî di mijarên bicihanîna dadwerî û mafê jinan di diyarkirina çarenivîsa xwe de. Ji ber vê yekê hevpeymanên me yên bihêz hene. Şayanî wê yekê ye ku mirov piştgiriya Kurdan bike. Helbet ji ber ku mafê wan jî heye ku çand û zimanê xwe bi kar bînin. Ez gelekî hez dikim ku di vî warî de alîkar bim.
Rûdaw: We di dema bêhnvedana xwe de civînek bi çend rêxistinên Kurdî re li dar xist. We behsa wan astengiyên ku Kurd li Almanyayê rûbirûyê wan dibin kir, ew astengî çi ne?
Christoph de Vries: Kurd li Almanyayê yek ji komên biyanî yên herî mezin in. Bi baweriya min, tenê ew yek ku ew dikarin xwe wekî Kurd bidin nasîn, bi serê xwe bipêşketinek e, ji ber ku ew li gelek welatên xwe yên resen nikarin vê yekê bikin. Ez dixwazim ew di hemû beşên civaka me de beşdar bin. Ew di gelek rêxistinan de vî karî dikin. Her wiha dixwazim di nav refên partiyan de jî kar bikin, ji ber ku ew beşek ji civak û dewleta me ne. Ez gelekî kêfxweş im ku parlamenterên me yên bi eslê xwe Kurd di partiyên cuda de hene, her wiha di partiya me, Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan de jî. Ev yek nîşan dide ku Kurdan di nav dewleta me de cihê xwe girtiye. Demek berê, ciwanekî ji min re got: "Du dil di sînga min de lêdidin, dilekî Kurdî û dilekî Almanî." Bi baweriya min, Kurd baş îsbat dikin ku ev tiştekî dijberî hev nîne û bi hev re baş kar dikin.
Rûdaw: Hûn agahdar in ku Kurd di asta şaredariyan de jî çalak in û di biryarên siyasî de jî beşdar in. Zêdetirî 2 milyon Kurd li vî welatî dijîn. Hûn çi dikin ji bo ku dengê Kurdan zêdetir û baştir bê bihîstin? Ev daxwaza piraniya rêxistinan bû û digotin: "Em dixwazin bêne dîtin."
Christoph de Vries: Ez di wê baweriyê de me ku ev erka Kurdan bi xwe ye ku nîşan bidin ka ew ji ku hatine, çi dikin û çima girîng in. Lê em dikarin alîkariya wan bikin. Em dikarin alîkariya wan bikin da ku Kurd bi awayekî cuda bên dîtin. Carinan ez hest dikim ku ew bi awayekî pir biçûkkirî tên dîtin. Dibe ku propagandaya hikûmetên biyanî bandorê li ser vê yekê hebe. Ew bi terorîzm û komunîzmê tên tometbarkirin. Bi baweriya min ev wêne nerast e. Ew hevpeymanên girîng in. Ya herî girîng jî, ew bi me re ji bo demokrasiyê hevpar in. Pêwîst e em vê yekê zêdetir derxin pêş.
Rûdaw: Hûn çawa dikarin wê yekê nîşan bidin, bi kîjan rêyê?
Christoph de Vries: Tenê bi vî awayî ku em bi hemû partiyan re vê koma parlamentoyê dadimezrînin. Ev tiştekî gelekî taybet e. Ev ji bo ti civakeke din nîne. Tevî ku nêrînên me yên cuda hene, ev pabendbûneke mezin e. Hêvîdar im ev yek ji aliyê civaka Kurdî ya li Almanya û derve û li hemû parçeyên Kurdistanê ve bê dîtin. Her wiha tiştekî din ku ez dibînim ew e ku li Sûriye û Tirkiyeyê zilm heye, divê em bi hemû partiyan re di piştgiriya Kurdan a li dijî bindestî û zilmê de yekdeng bin.
Rûdaw: Ew pirsa min a paşerojê bû. Baş e, hûn çawa dikarin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ku li dijî DAIŞê şer kir? Yan jî hûn çawa dikarin alîkariya Kurdên Êzidî bikin?
Christoph de Vries: Belê, ew yek ji hevpeymanên me yên herî girîng in û di şerê li dijî DAIŞê de divê em ji bo gelek tiştan spasdarê wan bin, li Îraqê û her wiha li Sûriyeyê jî. Bi kêfxweşî heta îro jî terorîstên DAIŞê di zindanên wan de ne. Ji ber ku Kurd, Pêşmerge, şayanî spasî, pesindan û rêza me ne. Lê ya herî girîng, ew şayanî piştgiriyê ne. Wekî niha li Sûriyeyê. Em nizanin pêşhatên li wir dê çawa bin. Helbet em hêvî dikin ku pêşketineke aştiyane be, lê ji ber hinek sedemên cidî guman lê heye. Ji ber vê yekê girîng e ku em li wir jî alîkariya Kurdan bikin da ku eger pêwîst be, karibin berevaniya xwe bikin.
Rûdaw: Hûn dibêjin divê piştgiriya Kurdan zêdetir bê kirin, niha Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye. Gelo hikûmeta nû ya Almanyayê ti planên wê ji bo piştgiriya Kurdan li wir heye?
Christoph de Vries: Berî her tiştî hikûmeta federal ji desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re dibêje ku bi hemû kêmîneyan re kar bikin, wan tevlî desthilatê bikin û beşdar bikin, da ku em rûbirûyî wan şer û pevçûnên ku di salên borî de li Sûriyeyê hebûn nebin. Bi baweriya min, yên ku li Sûriyeyê ji bo hevpeymaniyê guncav in, her Kurd in.
Rûdaw: Baş e, niha ez têm ser pirsa siyaseta koçberan. Pirseke girîng e ku di siyaseta Almanyayê de niha siyaseteke nû tê bicihanîn. Gelo hûn bi rastî bi girîngî dibînin ku divê sînor bên kontrolkirin û her li ser sînoran koçber bên dersînorkirin? Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê got ku ew dixwazin bi Efxanistanê re kar bikin da ku rasterast koçberên Efxanî dersînor bikin. Gelo ew pirsgirêk gihiştiye kû derê?
Christoph de Vries: Bingehên me yên sereke, rêxistinî û mirovî ne. Em dixwazin alîkariya wan kesên ku metirsiya şer li ser wan heye bikin, belê, em dixwazin koça neyasayî ya ber bi Almanyayê ve jî rawestînin. Pêşhatên salên borî barê ser milê dewleta me gelekî giran kir û rewş polarîze kir. Ji ber vê yekê îşareta me ya zelal ew e ku ne hewce ye xelk ber bi Almanyayê ve bi rê bikeve, ji ber ku mafê daxwaza parastinê nîne. Pereyan nedin komên qaçaxçiyan û nekevin bin bandora torên tawankariyê. Ji ber vê yekê kontrolkirina sînoran pêwîst e. Em sînorên xwe nagirin, lê em wan kontrol dikin. Her wiha em ducare dikin ku divê yasayên penaberiyê yên Almanî û Ewropî bên bicihanîn. Divê em erkên dersînorkirinê jî cîbicî bikin. Ango her kesê ku di hemû pêvajoyên destûrî û sazûmanî re derbas bûbe û bersiveke neyînî wergirtibe, divê ew kes welat biterikîne. Ji bo bicihanîna vê yekê, em bi dewletên din re jî diaxivin. Ji bo serkeftina vê yekê jî em gelekî geşbîn in.
Rûdaw: Baş e, hûn dixwazin bi vî rengî berdewam be? Eger em li AfDyê di hilbijartinên herêmî yên Nordrhein-Westfalenê de binêrin, em dibînin ku wê partiyê dengekî zêde bi dest xistiye. Şêwirmendê Almanyayê jî got, divê em bi awayekî din bi wan re tevbigerin. Hûn çawa dikarin bi wan re tevbigerin?
Christoph de Vries: Piştgiriyeke mezin a xelkê ji bo têgihiştin û karên me heye. Me di hilbijartinan de soz dabû ku em dê koça neyasayî sînordar bikin. Em li ser wê rêyê berdewam dikin, ji ber ku em dixwazin dabeşbûn û polarîzebûna civakî rawestînin. Em bi tundî li ser vê yekê dixebitin.
Rûdaw: Gelo niyeta we heye ku hûn koçberên Sûriyeyî jî dersînor bikin?
Christoph de Vries: Ew girêdayî rewşa Sûriyeyê ye ku dê çawa bi pêş ve biçe. Eger aram bibe, divê em nirxandineke nû bikin. Yasaya me ya penaberiyê jî her wisa ye. Dema ku sedemên revê nemînin, wê demê mafê parastinê jî namîne. Ji ber vê yekê em wê dinirxînin. Lê em bi tawankaran û kesên metirsîdar dest pê dikin, yên ku dibin metirsî ji bo civaka me ya li Almanyayê.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji cenabê we ew e, hûn çawa dikarin piştgiriya anîna koçberên yasayî bikin?
Christoph de Vries: Ew gelekî girîng e, divê em koça neyasayî kêm bikin û koça yasayî û pisporî hêsan bikin. Me di rêkeftina hevpeymaniyê de peymanek bi ajansa (Work and Stay) re kiriye da ku pêvajoyan hêsantir bikin, wekî dayîna vîzeyê, bawerîpêanîna bawernameyan û dayîna mafê niştecihbûnê jî. Da ku em ji bo karkerên pispor ên welatên din balkêş bin. Em gelek astengiyan dixin pêşiya wan. Pêwîst e em vê biguherînin.
Rûdaw: Birêz Christoph de Vries, spas ji bo vê hevpeyvînê û spas ku hûn bi me re bûn.
Christoph de Vries: Gelekî spas ji bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse