Mihemed Al Reşî: Min piştî şoreşê fêm kir ku Kurdî xeta sor e

21-01-2025
Nalîn Hesen
Nalîn Hesen û Mihemed Al Reşî / Wêne ji dîmenan
Nalîn Hesen û Mihemed Al Reşî / Wêne ji dîmenan
Nîşan Mihemed Al Reşî Sûriye Kurd
A+ A-

Lîstikvan û derhêner Mihemed Al Reşî hunermedekî bi hêz e li ser ekranê û ew ji malbateke hunerî ye ku li seranserê Sûriyeyê navdar bûye.

Mihemed Al Reşî xwedî dîtineke hunerî ye û ew dixwaze berhemên kûr û watedar pêşkêş bike.

Reşî bi eslê xwe Kurd e û kurê hunermendê Sûriyeyî yê navdar Ebdulrehman Al Reşî ye.

Mihemed Al Reşî got, “Min piştî şoreşê fêm kir ku Kurdî bi tevahî qedexe û xeta sor e.”

Lîstikvan û derhêner Mihemed Al Reşî bû mêvanê bernameya Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Rûdaw: Ez dizanim yên niha li me guhdarî dikin û me temaşe dikin dê bibêjin ku em her du jî Kurd in û bi Erebî hevpeyvînê dikin. Lewma ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim, çima hûn bi Kurdî nizanin û napeyivin?

Mihemed Al Reşî: Yanî bavê min Kurd e û diya min Filistînî ye û mixabin li malê bi Kurdî nedihat axaftin. Bi rastî ziman dewlemendî ne lê mixabin di malê de Kurdî nebû. Ji ber vê ez nikarim bi Kurdî biaxivim li gel ku ez li taxa Rukn El Dînê dijiyam. Di berdewamiya bernameya me de em dikarin li ser vê mijarê biaxivin. Zimanê Kurdî ji zimanên qedexekirî bû.

Rûdaw: Tu qet fêrî Kurdî nebûyî heta bi rêjeyeke kêm be jî?

Mihemed Al Reşî: Min sala 2012an piştî serhildana Sûriyeyê hewl da. Xwişka hêja Evînê hewl da ku min fêrî Kurdî bike, ew mamosteya min bû lê ez xwendekarekî tembel bûm û wê demê zext jî pir zêde bûn lê ev mijar hîn jî di hişê min de ye û pêwîst e ku ez fêr bibim.

Rûdaw: Ma bavê te yê stêrk Ebdulrehman Al Reşî rehma Xwedê lê be bi zimanê dayîkê, bi Kurdî diaxivî?

Mihemed Al Reşî: Belê, ew bi Kurdî diaxivî lê ez bawer im wî nedizanî bi Kurdî bixwîne û binvîsîne lê pê diaxivî.

Rûdaw: Ma ew di malê de bi Kurdî diaxivî?

Mihemed Al Reşî: Na, ji ber ku dayîka min Filistînî ye û ew bi Kurdî nizane. Her wiha dapîra min a bavê min bi eslê Çerkez e, lewma li mala bavê min jî bi Kurdî nediaxivî. Bavê min di nav hevalên xwe yên li taxê de Kurdî hîn bû û li wir Kurdî baş hîn bû. Em bi eslê Kurd û Çerkez û Filistînî û Ereb in.

Rûdaw: Mamoste Mihemed, hûn li Şamê ji malbateka Kurd a navdar in. Tu dikarî ji me re bêjî ka hûn li malê çawa dijîn? Bavê we yê rehmetî ji we re behsa Kurdan dikir?

Mihemed Al Reşî: Di derbarê mezinbûna min a li malê de, bavê min wekî ku hûn dizanin lîstikvan bû û gelekî mijûl bû. Ew hunermend bû û piraniya dema wî bi rêwîtiyê diçû. Em her tim malê bûn û dayîka min bû ya ku bi me re êş dikişand û em xwedî dikirin.

Lê bavê min berpirsiyarê debara jiyanê û aliyê darayî bû. Dayîka min ew kes bû ku em pê re dijiyan û wê çaxê pirsgirêka Filistînê ya herî zêde dihat axaftin. Mixabin me ji bilî dîmenên ku mazlûmiya gel nîşan dida ti tişt nedizanî, me hûrgiliyên bi wê nedizanîn.

Min heta sala 2011an rastiya zilma ku li Kurdan hatiye kirin fêm nekir. Min paşê dest bi naskirina dîroka vê zilma kir ku ji demeke dirêj ve berdewam dike û heta niha jî berdewam e.

Rûdaw: Gotineke bavê te ya li ser Kurdan hebû ku her tim dubare dikir û heta niha di bîra te de maye?

Mihemed Al Reşî: Mixabin na, lê min dizanî ku em Kurd in.

Rûdaw: Bavê te di piraniya rolên xwe yên hunerî û dramayê de şexsiyeteke xurt bû. Gelo şexsiyeta wî li malê jî xurt bû?

Mihemed Al Reşî: Na, ne ew qasî. Berevajî vê, bavê min ji wan kesan bû ku ji derve bi dijwar û hişk xuya dikir, heman tişt min jî ji wî wergirtiye.

Rûdaw: Erê, tu gelekî dişibî wî.

Mihemed Al Reşî: Erê, carinan ez li ber neynikê derbas dibim û difikirîm ku ez wî careke din zindî dibînim.

Rûdaw: Xwedê lê bibore.

Mihemed Al Reşî: Lê bi rastî, bavê min gelekî dilovan û dilnerm bû, her kesê ku ew ji nêzîk ve nas dikir, dizanîbû çiqas dilovan bû. Ew qet ne hişk bû, ne bi gotin û ne jî bi kar. Ti carî me tu cûre tundî jê nedît, çi devkî çi jî fîzîkî.

Rûdaw: Wekî Kurdekî hûn li Sûriyeyê di warê hunerî de rastî çi zordarî û astengiyan hatine?

Mihemed Al Reşî: Bi rastî, ez di warê hunerî de wekî Kurdekî rastî ti neheqiyan nebûme, ji ber ku neheqî li ser hemû gelê Sûriyeyê hebû. Dema ez di dramayê de dixebitîm, min nedizanî ku hebûna navê Kurdî di bernameyên hunerî de qedexe bû yan jî bikaranîna peyveke Kurdî qedexe bû.

Min ev yek tenê piştî şoreşê fêhm kir, wê demê min zanî ku ev bi tevahî qedexe bû, xeta sor bû. Min vê yekê nedizanî. Erê, ez Kurd im lê min nedizanî ev neheqî çi qas li ser wan hebû. Ew zexta ku li ser min çêdibû ji ber ku ez Sûriyeyî bûm, wekî hevalên din, ne ji ber ku ez Kurd bûm.

Rûdaw: Tu dixwazî vegerî Taxa Kurdan an Ruknedînê ya li Şamê?

Mihemed Al Reşî: Helbet, kî naxwaze vegere cihê ku ji dayîk bûye? Min hemû zaroktî û xortaniya xwe li wê taxê derbas kir.

Rûdaw: Vegera te biryar e yan niyet e? Tu dê kengî vegerî?

Mihemed Al Reşî: Na biryar e û Xwedê bixwaze dê di demeke nêzîk de be, lê ez nizanim ka dê bi awayekî mayînde be yan na. Ji ber ku dema em ji Sûriyeyê derketin bi zext û zor bû ne bi dilê me bû. Vegera herî dawiyê dê demekê bigire lê bêguman dê serdanên me berdewam bikin heta ku em bi tevahî vegerin.

Rûdaw: Tu geşbîn î? Tu li bendê yî ku li Sûriyeya nû sîstemeke demokratîk were avakirin?

Mihemed Al Reşî: Ez tim geşbîn im lê ji ber ku ez di jiyana xwe de rastî gelek birînan hatime, êdî ez her tim senaryoyên herî xirab jî difikirîm û her tiştekî erênî ku pişt re çêbibe dibe tiştekî baş. Heta niha nîşaneyên erênî xuya dibin, bi taybetî jî nîşaneya herî mezin rûxandina Beşar Esed e. Ji ber ku bêyî wê, dê nebûya ku ez bikaribim li vegerê jî bifikirîm.

Rûdaw: Wekî girtiyekî berê, hunermend û Kurdek, daxwazên te ji bo Sûriyeya nû çi ne?

Mihemed Al Reşî: Daxwazên min wekî daxwazên her miletekî li ser vê erdê, azadî, demokrasî, guherîna aştiyane ya desthilatê û wekhevî li pêşberî qanûneke ku hemû li ser biryar bidin.

Rûdaw: Peyama te ji bo gelê Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî ji bo gelê Kurd çi ye?

Mihemed Al Reşî: Ez ne di wê astê de me ku peyaman bidim cîhanê lê xweziyên min hene. Ez hêvî dikim ku gelê Kurd bigihîje hemû mafên xwe û bikaribe bi azadî bi çanda xwe re bijî. Ez hêvî dikim ku hemû xewnên me bi awayekî aştiyane û medenî pêk werin.

Rûdaw: Spas, birêz Mihemed Al Rişî, tu ji Fransayê mêhvanê me bûyî.

Mihemed Al Reşî: Spas ji bo we jî ji bo vexwendinê, ez hêvî dikim ku hevdîtinên me berdewam bikin û hemû xwezî pêk werin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst