Evdirehman Elçek: Li Başûr roman, li Bakur jî çîrok bi pêş ketiye

21-08-2025
Besam Mistefa
Nîşan Evdirehman Elçek Çîrok Roman Bakur Başûr
A+ A-

Di qada kurteçîroka Kurdî de ku roj bi roj geş û berfirehtir dibe, navê Evdirehman Elçek wekî yek ji dengên xweser û kûr dertê pêş.

Elçek piştî berhemên wekî “Neban” û “Şîva Miriyan” bi pirtûka xwe ya nû “Çîrokên li ber bayê” careke din xwêneran vedixwîne cîhaneke ku tê de tenêtî, tirs, rabihurî û vekêşana derûnî ya mirovan serdest e.

Şêwaza wî ya ku wekî “dengekî tazî û ragirtî” tê pênasekirin û atmosferên ku bi cihên wek nexweşxane û xaniyên vala ava dike, wî ji hemdemên wî cihê dike.

Çîrok û kurteçîrok janreke herî girîng û hestyar a wêjeyê ne. Bi rastî jî wekî ku Philip Pullman dibêje: "Piştî xwarin, stargeh û hevaltiyê, tişta ku herî zêde pêdiviya me pê heye çîrok in."

Wekî ku V. S. Pritchett jî dibêje, her çîrok "Birûskek e di tariyê de" û metnên Elçek jî lap ew birûsk in ku bîskên ji nişka ve yên jiyanê û derûna mirovan ronî dikin.

Şahbanûya kurteçîrokê Alice Munro jî tekez dike ku kurteçîrok "ne romaneke biçûkkirî ye" lê belê hunereke serbixwe ye ku "Bibe mîna xaniyekî, tu têkevî hundir û li dora xwe binêrî û di her odeyê de cîhaneke cuda bibînî."

Êdî eger çîrok di asta wêjeya cîhanê de ev qasî girîng be, nexwe seba wêjeya Kurdî çi qasî girîng e? Em dê bersiva vê yekê di vê hevpeyvîna taybet a bi çîroknivîsekî Kurd re bibînin.

Her wiha ji bo ku em kûrtir li vê cîhana wêjeyî binêrin, deriyên vî "xanî" vekin û li ser teknîk, bandor û paşxaneya berhemên wî biaxivin, me ev guftûgoya wêjeyî bi nivîskar Evdirehman Elçek re saz kir.

Bi taybetî ku berî çend rojan berhema wî ya herî nû bi navê "Çîrokên li ber bayê" hat weşandin.

Rûdaw: Birêz Elçek, pîroz be ji bo berhema we ya nû. Navê pirtûkê "Çîrokên li ber bayê" ye. Gelo ev nav sembola çi ye? Çima we ev nav hilbijart û ew çîrok ber bi kîjan bayî ve diçin?

Evdirehman Elçek: Spas dikim, mala we ava be ji bo vê nezaket û roportaja we. Helbet navên çîrok û pirtûkan girîng in. Navê pirtûkê dê wê esîmanê were û atmosfera pirtûkê eyan û beyan bike. Li vir jî wisa ye. Ji xwe her hereket, bûyer ji xwe re çîrokekê tîne meydanê. Ev çîrok, bûyer dikevin devê zemanekî û heta wextekî dijîn û ji holê radibin. Ji wan hinek ji nû va aj didin û geş dibin û dibin çîrok û edebiyat.

Di wêjeyê de çeşît cûre tema û mijarên sereke hene lê nivîskarekî wiha gotibû, "Di wêjeyê de tenê mijarek û temayek heye, ew jî mirin e." Her tişt dikeve li ber devê mirinê û disûrike û diçe. Ev bayekî cuda ye. Ev çîrokên ku em ê behsa wan bikin helbet çîrokên li ber mirinê ne. Divê tu tiştan ji destê mirinê bifilitînî û wê ji xwe re bikî merîfet û medeniyet.

Rûdaw: Di pêşgotina pirtûkê de, edîtor Rizgar Elegez şêwaza we wekî "dengekî tazî û ragirtî" pênase dike. Hûn dikarin vê têgehê ji me re hinekî vekin? Gelo ev bi zanebûn tercîheke we ya wêjeyî ye ku hûn xwe ji vegotinên xemilandî dûr digirin?

Evdirehman Elçek: Helbet her xwênerek dê li gorî xwe şiroveyan bike. Em bi yekûnî bifikirin û dikarin bibêjin ku gava mirin hate li ber şêmuga te divê helwest, reng û dengê te tazî û ragirtî be. Tu nikarî li hemberî mirinê deng û rengê xwe bixemilînî. Bi rengekî nefisbiçûk wê pêşwazî bikî û li gorî wê hereket bikî. Her çîrokek kederek e. Gava rewş ev be divê tu zêdehiyên xwe biavêjî.

Rûdaw: Cih di çîrokên we de roleke sereke dilîzin; nexweşxane, xaniyên vala... Çi sira van cihên girtî û melankolîk heye ku ew qasî bala we dikişînin û dibin sehneya çîrokên we?

Evdirehman Elçek: Helbet cih mûhîm e. Ciyê ku cînayet lê çê bibe bala herkesî dikişîne. Ne tenê nexweşxane û cihên xalî û xeyalî. Gelek cih ji xwe berê tê û dinizile hundirê çîrokê. Di edebiyatê de peyva melankolîk kêmasî ye lê kedereke bi sînor ruhekî dide berhemê. Niha em bên li ser xaniyên vala. Xaniyekî vala ancax xeyal tijî bikin. Ji xwe ev dendika çîrokê ye.

Di çîrokên Gogol de bûyer heta ciyekî bi rutîn diherike. Kengî qapût ji ser milê Akakî Akakîyevîç dişiqite çîrok ji nû va aj dide. Belkî heta li vir tişta Gogol behsa wê kiriye çîrok nîne. Gava qapûtê Akakî Akakîyevîç tê dizîn û ew dikeve li nav agir û xemgîniyekê ew bûyer êdî vedigere çîrokeke edebî û estetîk. Lingên çîrokê divê ji erdê biqete û çîrok bikeve kirasekî din. Çîroka "Poz" jî wisa ye. Ev seneryo ye û divê were sahneyê.

Rûdaw: Xaleke pir balkêş şibandina çîroka we ya bi navê "Celse" bi romana "Doz" a Kafka re ye. Gelo hûn ji vê şibandinê razî ne? Dema we dinivîsand, bandora Kafka û hewaya wî ya bêhûdeyiyê li ser we hebû?

Evdirehman Elçek: Rast e. Ji vê şibandinê aciz nabim. Dikarim di hinek şiverêyan ra derbas bibim û rêya xwe dewam bikim. Ne tenê gava ev çîrok dinivîsî di bin bandora Kafka de bûm. Ji xwe di jiyanê de sahneyên wiha bi hezaran e. Heger tu bêxem nîn bî tu dê vê jiyana Kafka bijî. Pîkaso ji bo vê atmosferê dibêje; "koçberiya hundirîn" Em gav û saet li benda cezakirina xwe ne. Em ji ceneta xwe hatine qewirandin û hinek muxbiriya me dikin, hinek me dibin mehkemeyan û hinek me raçav dikin. Cezayê me çi ye gelo?  Em cezayên xwe baş nizanin lê em jî bêsûc nînin. Ji xwe divê sûcekî te hebe û em li ser vî sûcê xwe bi inyad bisekinin.

Rûdaw: Di pirtûkê de dem û cih ber bi "rabihuriyê" (pêşerojê) ve ne. Çima pêşeroj di nivîsên we de ew qasî serdest e? Gelo ev nostaljî ye y an hesabpirsîneke ji rabirdûyê?

Evdirehman Elçek: Nivîskar însan e û hafiza wî heye. Jiyana wî diherike û dikeve bîrekê. Nivîskar gava dest bi nivîsandinê dike helbet dê ji vê bîrê avê vexwe û hêz û quweta xwe ji wir hilde. Pêşeroj sînedeftera nivîskar e. Ev tişt ne nostaljî ne jî hesabpirsînek e.

Rûdaw: Ev berhema we ya sêyem a çîrokan e. Ji pirtûka "Neban" heta "Şîva Miriyan" û îro jî "Çîrokên li ber bayê", xwîner dikare geşedaneke çawa di şêwaz û mijarên we de bibîne? Gelo tiştek heye ku we li pey xwe hiştiye yan tiştekî nû ku we hembêz kiriye?

Evdirehman Elçek: Rast e, ev pirtûka min a sisiyan e. Tişta hûn dibêjin nezera xwêner e û teqdîr ya wî ye. Me li jorê jî got, nivîskar ji tecrûbe û jiyana xwe dest pê dike. Helbet sînorê edebiyatê û ziman li gorî qabilîyeta nivîskar teşe digire û nivîskar dikare hinek şêwazên nû bi biceribîne.  Lê çixêza nivîskar pir jî ji ser korz û hona xwe venaqete. Lê tiştên nû û avangard jî li xweşê min diçin. Mînakên wan di pirtûkên de hene.

Rûdaw: Hûn mamosteyê ziman in. Ev pîşeya we çi qas bandorê li ser bikaranîna we ya zimanê Kurdî di edebiyatê de dike? Gelo hûn bi hesasiyeteke taybet nêzîkî peyvan dibin?

Evdirehman Elçek: Ev tişt pir girîng e. Divê nivîskar bi taybetî jî çîrokbêj û helbestkar bibe nêçîrvanê peyv û keleman. Ez etîmolojiya peyvan mereq dikim. Her peyvek secereyeke wê heye. Gava pirtûkan dixwînim peyvên xwedî çîrok û orjînal qeyd dikim. Bi vê tewrê gelek peyv di defterên min de hazir disekinin. Gava çîrokan dinivîsim wan deftera ji nû va dixwînim û ji wan sûd werdigirim. Dikarim secere û armoniya peyvekê binihêrim û li ser wê çîrokekê bisêwirînim.

Rûdaw: Tê gotin ku mijarên we ji "jiyana şexsî û rojane" tên. Gelo ev tê wateya ku çîrokên we otobiyografîk in, an hûn tenê îlhamê ji derdora xwe werdigirin û wê di cîhaneke xeyalî de ji nû ve ava dikin?

Evdirehman Elçek: Însan çi bixwe dê wê bihêre. Nezera otobîyografîk kêmasî nîne. Tu li vir dest pê dikî lê ev destpêkirina te heta li ku dibe. Ev girîng e. Nivîskar di otobiyagrafiya xwe de epîzotên edebî û resen afirand temam e. Ka kîjan nivîskar ji zarokatiya xwe azade ye. Ji bo nivîskarekî zarokatiya wî tena serê xwe xezîneyek e. Divê ev xezîne were vekolandin.

Rûdaw: Ji xeynî Kafka, kîjan nivîskar, fîlozof an jî bizavên hunerî yên din bandor li ser dîtin û nivîsandina we hiştine?

Evdirehman Elçek: Helbet navê Kafka cuda ye û ev pirî caran jî bayê populîzmê ye. Ev nav li gelek ciyan ji bo hinekan pîyase û pereyê hûr e lê nivîs û edebiyata wî keder û elem e. Doza wî dozeke ontolojîk e. Herkes nikare bikeve li bin wî barî. Ji xwe bedena wî heta çil û yek salî ancax deyax kir. Ez Kafka hez dikim pir hindik hûrguliyên edebiyata wî dizanim. Lê nivîskarî tiştekî cûda ye.

Ez edebiyata cihanê teqîb dikim û erdnîgariya xwe baştir teqîb dikin. Ev wezîfeya min e. Ji bo çîrokbêjiya min navên Raymond Carver, Çexov, Sadik Hîdayet,  Samanta Schweblin, Onat Kutlar, Bîlge Karasu... Li aliyê din Şener Ozmen, Şêxo Filîk, Kawa Nemir, Mem Zinistanî, Rizgar Elegez, Mehmet Dîcle, M. Zahîr Kayan (Helbest). Tabî metnên pîroz û çîrokên hezar û yek şevê. Divê pêşqebûliyên nivîskar tune be û navên bi qalîte û orjînal teqîp bike.

Rûdaw: Li gorî we, cih û girîngiya kurteçîrokê di nav edebiyata Kurdî ya modern de çi ye? Ma ew bi qasî romanê girîngiyê dibîne?

Evdirehman Elçek: Li gorî min di nav edebiyata Kurdî de kurteçîrok hey diçe geş dibe. Li Bakurê Kurdistanê li gorî salên berê atmosfereke edebiyatê ava bûye û li vir kêm zêde tiştên xweş tên meydanê. Min demekê her pirtûkên kurdî dixwendin. Niha êdî wan dijbêrim û wisa dixwînim. Dikarim bibêjim bi vê atmosferê re kurteçîrok geş bûye. Li Başûr lingên romanê rûniştiye, li Bakur jî çîrok min bêhtir kelecanî dike lê her cûre wêje di rêya xwe de diherike.

Rûdaw: Wekî nivîskarekî ku li Bakurê Kurdistanê dijî û bi Kurdî dinivîse, astengî û zehmetiyên herî mezin li pêşiya we çi ne? Gelo ew zêdetir siyasî ne, civakî ne, an jî kêmbûna xwîneran e?

Evdirehman Elçek: Helbet mirov astengiyan bifikire her tişt dibe astengî. Ez bim astengiyên me li hundir in ne li derve ne. Otoasîmîlasyon. Hewldana te ya ferdî çi qasî e ev muhîm e. Di vê derheqê de Kurdên me yên Sovyetê mînak in. Heciyê Cindî gund bi gund geriyaye ew çîrokên li ber wendabûnê qeyd kirine û nivîsine. Em ji wan re minetdar in lê helbet nivîskarek hez dike pirtûkên wî werin xwendin lê nikarim bibêjim, pirtûkên min nayên xwendin, naz û çîzan bikim.

Rûdaw: Heta niha we sê pirtûkên çîrokan çap kirine. Gelo di planên we yên paşerojê de heye ku hûn dest bi nivîsandina romanê jî bikin, an hûn xwe zêdetir wek çîroknûsekî dibînin?

Evdirehman Elçek: Vê gavê tenê çîrok. Ez ji çîrok û çîrokbêjiyê hez dikim. Ji paşerojê re jî Xweda mezin e.

Rûdaw: Wekî peyva dawî, peyama we ji bo xwênerên ciwan ên Kurd ku dixwazin dest bi xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bikin çi ye?

Evdirehman Elçek: Menfieta darê dinê xelas nabe. Însan divê zar û zimanê xwe ji bîr neke û di vê derheqê de bi inyad tiştan bike.

Rûdaw: Gelekî spas kek Evdirehman Elçek.

Evdirehman Elçek: Ez jî spasiya we dikim û mala we ava be ku we ev derfet da me. Gelek spas...

Evdirehman Elçek

Evdirehman Elçek, yek ji dengên nifşê nû yê çîroknivîsiya Kurdî ye ku sala 1979an li Erziromê ji dayîk bûye.

Piştî qedandina xwendina xwe ya di Beşa Zimanê Tirkî de, wî dest bi pîşeya mamostetiyê kir û heta îro jî di vî warî de xebatên xwe didomîne.

Ev nêzîkahiya wî ya akademîk û pedagojîk a bi zimên re, di hûnandina metnên wî yên wêjeyî de jî bi awayekî zelal xwe nîşan dide.

Rêwîtiya wî ya di cîhana weşangeriyê de sala 2017an bi pirtûka wî ya yekem a bi navê "Neban"ê dest pê kir ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Piştî 3 salan, ango sala 2020î, wî bi berhema xwe ya duyem, "Şîva Miriyan", ku ji Weşanxaneya Nûbiharê derket, hebûna xwe di qada wêjeyî de xurtir kir.

Elçek bi berhema xwe ya sêyem, "Çîrokên li ber bayê" (Nûbihar, 2025) wekî çîroknivîsekî berhemdar û xwedî şêwaz, rêwîtiya xwe ya wêjeyî didomîne û cihê xwe di nav nivîskarên Kurd ên hevdem de misoger dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst