Tobias Huch: Wekî ku Qazî Mihemed gotiye: 2+2=1

Duh li 11:41
Nalîn Hesen
Tobias Huch û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Tobias Huch û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tobias Huch Alman Kurdistan
A+ A-

Nivîskar û çalakvanê Alman Tobias Huch li ser rewşa dawî ya Rojava û Sûriyeyê, metirsiya DAIŞê û helwesta welatên Ewropayê ji Rûdawê re axivî.

Nivîskarê Alman Tobias Huch derbarê Kurdistanê pirtûkek nivîsandiye û ew pirtûka wê gelekî tê firotin.

Tobias Huch heta niha herî kêm 30 carî hatiye Kurdistanê û doza Kurdan ji nêzîk ve nas dike.

Huch hişyarî da ku DAIŞ ji hêla îdeolojîk ve têk neçûye û metirsiya wê ya li ser Ewropayê berdewam dike.

Wî nexşeyeke Kurdistanê daniye ser bergê pirtûka xwe û di heqê vê yekê de dibêje:

“Erê, ev nexşeya rasteqîn a Kurdistanê ye. Sedema ku min ev hilbijart ew e ku çar parçe hene: Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava. Wekî ku helbestvan Qazî Mihemed jî dibêje: "Du û du dibe yek." Her ev jî bû sedem ku min nexşeya rasteqîn a Kurdistanê nîşan da. Hinek kes bi vê yekê ne kêfxweş bûn lê ez guh nadim wan.”

Tobias Huch pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Tu bi xêr hatî Birêz Huch. Rojbaş.

Tobias Huch: Rojbaş.

Rûdaw: Gelo tu bi Kurdî dizanî?

Tobias Huch: Ez hewl didim. Di paşerojeke nêzîk de ez dê hewl bidim hîn bibim lê pirsgirêk ew e ku li Almanyayê piraniya Kurdan bi Kurmancî diaxivin, Soranîaxêv jî hene. Divê ez yekê ji wan hilbijêrim. Dibe ku di demeke nêzîk de ez dest bi fêrbûna Kurmanciyê bikim.

Rûdaw: Mebesta min ew e tu heta çi radeyê fêrî Kurmanciyê bûyî?

Tobias Huch: Ez dikarim bibêjim: "Rojbaş, gelekî spas." Ez bawer im ev peyvên herî girîng in.

Rûdaw: Ez ji xelka Rojavayê Kurdistanê me û bi Kurmancî diaxivim. Tu niha tiştekî ji min fêm dikî?

Tobias Huch: Ne bi wî awayî, tenê hinek peyvan fêm dikim. Divê ez rahênanê bikim.

Rûdaw: Te çima nexşeya Kurdistanê daniye ser bergê pirtûka xwe ya bi navê "Kurdistan"ê?

Tobias Huch: Erê, ev nexşeya rasteqîn a Kurdistanê ye. Sedema ku min ev hilbijart ew e ku çar parçe hene; Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava. Wekî ku helbestvan Qazî Mihemed jî dibêje: "Du û du dibe yek." Her ev jî bû sedem ku min nexşeya rasteqîn a Kurdistanê nîşan da. Hin kes bi vê yekê ne kêfxweş bûn lê ez guh nadim wan.

Rûdaw: Kî bi vê yekê ne kêfxweş bû?

Tobias Huch: Herî zêde rik û kîn ji aliyê neteweperestên Tirk ên wekî "Gurên Boz" û kesên nezan ên bi vî rengî ve hat nîşandan. Bi nêrîna min, ew ti carî li dibistanê fêrî dîroka Kurdistanê û dîroka Rojhilata Navîn nebûne. Eger biçûna dibistanê, dibe ku zanîbûna ku ew li ser axa Kurdan dijîn.

Rûdaw: Tu çend caran hatiyî Kurdistanê, armanca serdana te ya vê carê çi ye?

Tobias Huch: Çend caran? Bîst an 30 carî! Ez nizanim. Ji sala 2014an ve ez gelek caran hatime. Ez li Rojavayê Kurdistanê jî bûm û ez hêvîdar im ku di çend rojên bê de dîsa vegerim wir lê çûna Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li ser min qedexe ye. Li Tirkiyeyê qedexe danîne ser geşta min û rejîma Tehranê jî qet ji min hez nake.

Rûdaw: Gelo tu dê çend rojên din herî Rojavayê Kurdistanê?

Tobias Huch: Erê, me bi rêya rêxistina xwe, li gel hevalên xwe yên Kurd, kampanyayeke komkirina alîkariyê organîze kir. Mînak Siware Caf ku li vir li Kurdistanê hevalekî min ê pir nêzîk û destê min ê rastê ye, her wiha neviyê Qazî Mihemed e. Kawa Elî jî di tîma me de ye.

Bi raya min, em nêzîkî 9 heta 10 barhilgir alîkariyê dibin. Di çend rojên borî de, me 4 hezar kartonên xwarinê, paçikên zarokan û herwiha gog kirîn, eger ez şaş nebim me hezar gog ji bo zarokan kirîn. Ya herî girîng jî, me şîrê zarokan ji bo zarokên yek û du salî peyda kiriye. Ez hêvîdar im ku em karibin di demeke nêzîk de bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

Rûdaw: Lihevkirineke nû di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de çêbû, tu wê lihevkirinê çawa dibînî?

Tobias Huch: Ev lihevkirineke dijwar e, ji ber ku ez bi Şamê bawer nakim. Tiştê herî girîng helwesta civaka navneteweyî ya Rojava ye, bi taybetî Fransa, Brîtanya û Amerîka.

Di çend hefteyên borî de me dît -ku ez jê re dibêjim xiyaneta Amerîkayê- ez hêvîdar im ku Serok Trump gotinên xwe yên derbarê Kurdan de bîne bîra xwe. Pêwîst e piştgiriyê bide gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî HSDyê da ku herêmeke mîna Başûr ava bikin.

Rûdaw: Helwesta welatên Ewropî ya li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya di şerê DAIŞê de di asta pêwîst de bû yan berjewendiyên wan serdest bûn?

Tobias Huch: Ev jî dijwar e. Di heyama zêdetirî 11 salên borî de Kurd di şerê li dijî terorê de, bi taybetî li dijî DAIŞê hevparê herî xurt bûne. Niha jî ez ti helwestekê ji Yekîtiya Ewropayê nabînim. Ez dibînim ku peyman û lihevkirinên wan bi Şamê re hene.

Ew dixwazin zêdetirî 620 milyon euroyî bidin komeke ku me par wekî komeke terorîst bi nav dikir, ew jî HTŞ ye ku di paşerojê de beşek ji El Qaîdeyê bû. Zehmet e ku ez bi peyvên nerm behs bikim ji ber ku ez bi rastî jê hêrs im. Ez hêvîdar im ku Yekîtiya Ewropayê dîroka xwe û nirxê azadî û demokrasiyê bîne bîra xwe da ku piştgiriyê bide gelê Kurd.

Rewş pir xerab e. Di 11 salên borî de min hêvî dikir ku civaka Rojava fêrî dersan bibûya û bidîta ku gelê Kurd hevparên baş û cidî ne lê di çend salên borî de me dît çi li Kerkûkê qewimî. Me dît ku referandum hat kirin û civaka Rojava li dijî wê bû. Paşê wan bi Brîtanyayiyan û hikûmeta navendî ya Bexdayê re lihevkirin kirin. Ew cara yekem bû ku wan Kurd firotin, tenê ji ber ku petrol dixwestin.

Rûdaw: Tu çend caran çûyî Rojavayê Kurdistanê û tu çûyî Kobaniyê jî?

Tobias Huch: Na, na. Cara dawî ku min xwest biçim Kobaniyê beriya sala 2015an bû, ji bo min pir metirsîdar bû ji ber ku DAIŞê navê min xistibû lîsteya kuştinê. Ez bi komek rojnamegeran re bûm û wan got dibe ku pir metirsîdar be, neçe. Niha jî nabe, min pirsî lê wan got tenê rê didin pêdiviyên bijîşkî, ne xwarinê.

Rûdaw: Gelo hûn hewl didin alîkariyan bigihînin Kobaniyê?

Tobias Huch: Ez hewl didim. Ez bi berpirsên Qamişloyê re diaxivim û dipirsim ka em çi qasî dikarin alîkariyê bibin Kobaniyê, ji ber ku rewşa wê ya herî xerab e. Tu dizanî ku zêdetirî şeş zarokan ji sermayê qerisîne û mirine lê cîhan li wan nanêre û vê yekê nabîne. Kobanî dorpêçkirî ye û terorîstan dora wê girtiye. Pêwîst e bajar were vekirin da ku xwarin û pêdivî jê re werin birin heta ku rewş baştir bibe.

Rûdaw: Di pirtûkê de te behsa şerê Pêşmerge û şervanan ê li dijî DAIŞê kiriye, niha ev bûyerên ku li Sûriyeyê qewimîn, heta çi radeyê metirsiya jinûvederketina DAIŞê û komên tundrev çêdike?

Tobias Huch: Mebesta te ew e ku bi raya min DAIŞ dê dîsa peyda bibe? Erê, erê. Ew pirsgirêkeke mezin e. Pirsgirêk ew e ku DAIŞ ti carî ji holê ranebûye. Ew tenê hêza leşkerî ya DAIŞê bû ku têk çû lê îdeolojiya DAIŞê hîn jî maye. Li hinek herêmên Îraqê û gelek deverên Sûriyeyê tu wê dibînî.

Niha jî Kampa Holê vekirî ye. Amerîkayê gelek terorîstên DAIŞê anîn Îraqê lê bi sedan an bi hezaran ji wan vêga azad in. Ew çalak in û dibe ku dîsa geş bibin, ji ber ku tenê Kurd şerê wan dikin, ji bo vê jî şervanên Kurd û Pêşmerge û YPG hewcedarî piştgiriyê ne ku ez wê nabînim.

Li gorî min, ev biryareke xerab e ji bo civaka Rojava ji ber ku gelek ji van terorîstên DAIŞê xwedî nasnameyên Ewropî ne: Almanya, Belçîka û Holenda. Ew vedigerin, ne ji bo ku malbatên xwe bibînin û jiyaneke xweş bijîn, na, ew vedigerin da ku me bikujin. Bi dîtina min, di havîn an payîza bê de Ewropa dê di nav xwînê de bimîne.

Rûdaw: Di wê pirtûkê de tu behsa wê yekê dikî ku Kurdistan dê bibe sedema ewlehî û aramiyê ji bo herêmê. Herêm ber bi şer ve diçe. Gefên Amerîkayê yên li ser Îranê û gefên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê hene, di wê demê de rewşa Herêma Kurdistanê dê çawa be?

Tobias Huch: Eger şer li dijî rejîma melayan li Îranê dest pê bike, divê ev yek zelal be ku em hewcedarî guhertina rejîmê û hikûmeteke nû li Îranê ne, heta ku her tişt ji vê rejîma Tehranê baştir bibe.

Tu dibînî ku hemû komên Rojhilata Navîn ên wekî Hizbulah, Hemas û Heşdî Şebî ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, tewra li Yemen û Sûdanê jî. Eger ev rejîm bi dawî bibe, ez hêvîdar im ku aştiyeke zêdetir derkeve holê ji bo Rojhilata Navîn û bi taybetî dê bibe derfetek ji bo Herêma Kurdistanê da ku projeya serxwebûnê dest pê bike.

Rûdaw: Di dawiyê de bi kurtî, wek nivîskarekî ku girîngiyê didî doza Kurdan, peyama te ji bo siyasetmedarên Kurdistanê çi ye?

Tobias Huch: Peyama min ji bo siyasetmedarên Kurd: Bihêz bin, ne şaş bim dibêjin "serbilind bin." Divê hûn bi dîroka xwe bawer bin. Di dîroka Almanyayê de fermandarekî me yê leşkerî hebû, digot: Eger Kurd bibin yek, kes nikare bi wan re şer bike. Bi baweriya min peyama herî girîng ji bo hemû serkirdeyên Kurd ew e ku bibin yek.

Rûdaw: Gelekî spas ku tu li studyoyê bûyî mêvanê me. Bi xêr hatî.

Tobias Huch: Gelekî spas. Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst