Her ku hewa sar dibe, şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de germtir dibe. Li gorî Şêwirmendê Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Yuriy Sak ku ji Rûdawê re axivî ragihand, her ku germahî kêm bibe, rewşa artêşa Ukraynayê baştir dibe.
Yuri Sak da zanîn ku şer û pevçûnên tund niha li derdora Bahmutê diqewimin.
Sak hişyarî da Belarûsê û anî ziman ku di şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê de heger xaka wan bikar bîne û rasterast beşdarî şer bibe, “Ew ê zirarê bibînin.”
Sak, Îran bi firotina dronan ji Rûsyayê re tawanbar kir û got, “Rûsya dronên ku ji Îranê kirîne li dijî bajarên sivîl û santralên li Ukraynayê bi kar tîne.”
Şêwirmendê Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Yuriy Sak beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Hewraz Gulpî da.
Rûdaw: Şerê herî dijwar niha li Ukraynayê li ku ye?
Yuri Sak: Spas ji bo mazûvaniyê. Eniya herî dijwar niha li derdora Bahmut e. Ev bajarokeke li herêma Donetsk e ku di meha borî de hejmareke mezin ên hêzên Rûsî yên hovane li wir bûn. Lê dîsa jî kontrola bajêr di destê artêşa Ukraynayê de ye. Rûsya gelek caran îdia dike ku bajar girtiye lê Serok Zelensky herî dawî çû serdana leşkerên Ukraynayê yên li Bahmutê. Li wir civîneke çapemeniyê li dar xist. Bêguman Bahmut navenda şer e lê di heman demê de pevçûn li eniyên din jî didome. Ev eniyeke şer a dirêj a bi qasî 2500 kîlometreyan e. Li hinek cihan şerê dijwar diqewime. Bi giştî, ev şerekî pir dijwar e.
Rûdaw: Rewşa hewayê ji tundiya şer kêm nekir?
Yuri Sak: Helbet di dema plansaziya operasyoneke leşkerî de rewşa hewayê faktoreke girîng e û bêguman Fermandariya Giştî û hêzên me vê yekê baş dizanin. Lê divê em ji bîr nekin ku ev şer ne berî salekê, di sala 2014an de dest pê kir û ji wê demê ve artêşa Ukraynayê di nava vî şerî de ye. Helbet artêşa Ukraynayê di şert û mercên dijwar de di meşandina operasyonên leşkerî de xwedî tecrûbe ye. Lêbelê, heke hûn di vê gavê de ku germahiya Ukraynayê di binê sifirê de dimeşe berçav bigirin, şert û mercên hewayê bandorê li rewşê dike. Ji ber vê yekê, wek Wezîrê me yê Bervaniyê Birêz Reznikov got, niha alavên leşkerî yên mobîl bi zehmetî diçin û li şûna wan tank û alavên din bi pêş de diçin. Lê her ku hewa sar dibe, artêşa Ukraynayê baştir dibe û êrîşên dij jî xurtir dibin. Ji ber ku niha armanca me rizgarkirina Odessayê bi tevahî ye.
Rûdaw: Piştî serdana Vladîmîr Pûtîn bo Belarûsê, tirsa we heye ku ji eniya bakur êrîşên li ser Ukraynayê ji nû ve werin destpêkirin?
Yuri Sak: Belarûs bi awayekî nerasterast kete vî şerî ji ber ku ji destpêka şer ve ji xaka Belarusê ve êrîşên mezin hatin destpêkirin. Qada esmanî ya Belarusê jî ji bo êrîşên esmanî yên stratejîk ji bo piştgirîkirina hêzên Rûsyayê li Ukraynayê tê bikaranîn. Hejmareke zêde ya leşkerên Rûsyayê jî li Belarusê perwerdeya leşkerî dibînin. Ji ber vê yekê Belarûs hevpeymanê nerasterast ê Rûsyayê ye û di heman demê de berpirsiyar e ji tawanên şer û tundûtûjiya ku li ser axa Ukraynayê tê kirin. Belarus dê beşdarî şer bibe an na, ev pirs bêbersiv dimîne. Serdana rayedarên Kremlinê bo Belarusê xuya dike ku bê encam bû. Ji ber ku Serokkomarê Belarûsê Birêz Lukashenko ji birina artêşa xwe di nav vî şerî de diparêze û ew dizanin ku heger tevlî bibin dê dagirkirina axa Ukraynayê xirab bi dawî bibe. Artêşa Ukraynayê li ser sînorê Belarûsê eniyeke şer a pir bihêz ava kiriye. Lewma em wan bi tundî hişyar dikin ku êrîşî welatê me nekin. Ji ber ku ew ê zirarê bide wan!
Rûdaw: Eger êrîş ji axa Belarûsê jî dest pê bike, gelo artêşa Ukraynayê di wê rewşê de ye ku li du eniyên hevdem, bakur û başûrê rojhilat şer bike? Çekên we yên pêwîst hene?
Yuri Sak: Helbet çavkaniyên mirovî yên leşkerî yên pêwîst û alavên leşkerî yên pêwîst hene. Em ji hevpeymanên xwe yên navneteweyî jî alîkariyê distînin. Ji ber vê yekê di bingehê de ya me got ew e ku artêşa Ukraynayê jêhatî ye û amade ye ku rû bi rû be, heger ew biryar bidin ku ji eniya Belarusê ve welatê me dagir bikin. Haya me ji vê rîskê heye û em jê re amade ne.
Rûdaw: Hûn dizanin ku Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov serdana eniyên şer ên Ukraynayê kir. We ji bo kuştina Gerasîmov hewl da?
Yuri Sak: Na, derbarê serdana wî de ti agahî li ber destê me nebûn. Wek min di destpêkê de jî got, îro Serokê me Birêz Zelensky serdana eniyên şer kir. Çû bajarê Bahmutê, bi artêşa Ukraynayê re hevdîtin pêk anî û piştgirî da artêşa xwe. Ji ber vê yekê ev ne cara yekem e ku serokê me serdana eniyên şer dike. Lê heta niha me nedîtiye ku serkirdeyên Rûsyayê serdana eniyên şer kiribin.
Rûdaw: Rûsya hîn jî dronên Îranê bikar tîne?
Yuri Sak: Bê guman. Weke ku Serokê me jî got, Rûsyayê nêzî 250 dronên Îranê yên ku nû hatibûn, wergirtin. Wek mînak, duh bi dronên Îranê êrîşî Kyiv û hin bajarên din ên Ukraynayê kirin. Heman dronan êrîşî baregehên leşkerî û heta santralên elektrîkê kirin û bi mîlyonan kes bê elektrîk hîştin. Niha em gav bi gav hêza xwe ya esmanî bi pêş dixin û em dizanin çawa van dronên Îranê têk bibin. Ji ber vê yekê bersiva pirsa we erê ye, Rûsya dronên Îranê dikire û li dijî bajarên ku sivîl lê dijîn û santralên li Ukraynayê bikar tîne.
Rûdaw: We heta niha çend dronên Îranê xistine xwarê? Dronan çawa rewş guherand? Gefeke çawa li we xwarin?
Yuri Sak: Belê binere... Heger ez ne şaş bim duh zêdetirî 30 dronên Îranê êrîşî Kyivê kirin û zêdetirî 26an jî ji aliyê hêzên me yên berevaniya esmanî ve hatin xistin. Mixabin hinekan li hedefên xwe xistin. Rûsya bi karwanan dişîne û hejmara pir zêde ye. Di heman demê de hejmareke mezin ên dronên Îranê tên şandin û hin caran jî ziyanê digihînin hêzên me yên berevaniyê. Lê em gelekan ji wan dixînine xwarê. Ji ber vê yekê rêjeya serkeftina hêzên parastina esmanî ya Ukraynayê zêde dibe.
Rûdaw: Belgeyên we hene ku Rûsya dronên Îranê di şer de bikar aniye?
Yuri Sak: Hûn dizanin, wek min got, me piraniya van dronan xistin, me ew bi dest xistin û parçe kirin. Dema ku hûn li hundirê van dronên binêrin hûn ê nivîsên Farisî bibînin, ji ber vê yekê ji me re pir eşkere ye ku ev dronên Îranî ne û pisporên navneteweyî jî ew dîtine.
Rûdaw: Xwebexş hîn jî tevlî artêşa Ukraynayê dibin û li dijî artêşa Rûsyayê şer dikin?
Yuri Sak: Bê guman gelek biyanî ji bo Ukraynayê şer dikin. Hûn dizanin ku ev şervan ji welatên cuda hatine Ukraynayê, ji zêdetirî 50 welatan xwebexş hene. Niha ew hemû endamên artêşa Ukraynayê ne û gelek bûne alîkar. Ew ji bo rizgarkirina Ukrayna ji dagirkeran dibin alîkar.
Rûdaw: Xwebexşên welatên Erebî jî bi we re peywendiyê datînin?
Yuri Sak: Belê, her çend zehmet e ku bi teqez were gotin, bi qasî ku ez dizanim ew ji hin welatan hatine.
Rûdaw: Niha çend ji axa Ukraynayê di destê artêşa Rûsyayê de ye?
Yuri Sak: Zehmet e ku mirov vê yekê bi zelalî bêje lê wek ku hûn dizanin, di van du mehên dawî de, artêşa Ukraynayê li gelek deveran neçar kir ku dijmin paşve bikişe, mînak li Xarkov û Xerson. Helbet hin cih li herêma Donetsk hîn jî dagirkirî ne. Kirim ku di sala 2014an de bi awayekî neqanûnî ji aliyê Rûsyayê ve hat dagirkirin, beşek ji herêma Xersonê lê em gav bi gav erdên xwe azad dikin û ji meha Îlonê û vir ve em baş bi ser ketin.
Rûdaw: Heta niha çend leşkerên Rûsyayê hatine kuştin, çend dîl hatine girtin?
Yuri Sak: Li gorî daneyên fermî yên Serfermandariya me, artêşa Rûsyayê nêzî 100 hezar leşkerên ji dest dan. Wek mînak di meh û nîvekê de Rûsyayê rojane bi giştî 500 leşkerên xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê di van çend rojên borî de ziyanên wan bi giştî ji sedî 100 zêde bûne. Ev yek nîşan dide ku Rûsya hejmareke mezin a leşkerên xwe ji dest dide. Rûsya van leşkeran bêyî amadekarî dişîne qada şer, wek mînak li Bahmutê ji 1000î zêdetir kesên xwe ji dest dan lê ne xema wan e.
Rûdaw: Çend leşkerên Ukraynayê hatin kuştin?
Yuri Sak: Li cem me amarên fermî yên teqez nînin lê berpirsên me berê gelek caran gotibûn ku me 10 qat ji Rûsyayê kêmtir leşkerên xwe ji dest dane. Ji ber ku em artêşa xwe pir bi baldarî plansaz dikin û hêza xwe ya mirovî di asteke bilind de diparêzin. Em wan rasterast naşînin qada şer. Em hewl didin ku di çalakiyên xwe yên leşkerî de jîr bin, ev yek dê bandoreke girîng li ser qurbaniyên me bike.
Rûdaw: Hûn ji alîkariyên leşkerî yên Amerîka û Ewropayê razî ne?
Yuri Sak: Helbet em her roj alîkariya leşkerî ji hevpeymanên xwe werdigirin. Em spasiya hevpeymanên xwe yên navneteweyî dikin ku vê piştgiriya leşkerî dane me. Ew hemû fêm dikin ku ev şerek e ku Ukrayna li ser axa xwe dimeşîne lê em ji bo nirxên cîhanî têdikoşin. Em şer dikin ku Ewropa ji belavbûna xirabiyê, terorîzma Rûsî û xetera çekên nukleerî yên Rûsî biparêzin. Hûn baş dizanin ku hevpeymanên me di warê leşkerî de piştgiriya Ukraynayê dikin da ku xerabî li Rojava belav nebe.
Rûdaw: Niha pêwîstiya we bi çi çekan heye, hûn çi ji Amerîka û Ewropayê dixwazin?
Yuri Sak: Pêwîstiya yekem niha pergala parastina esmanî ye. Ji ber ku Rûsya... Wek hûn jî dizanin, Rûsya dikare di qada şer de bi ser bikeve, yanî bi mûşekan, bi tirsandina sîvîlên aştiyane yên Ukraynayê, bi êrîşên mûşekan dikare bike. Lewma pêwîstiya me ya yekemîn sîstemên berevaniya esmanî ye lê pêwîstiya me bi tank û çekên giran jî heye. Bêguman pêwîstiya me bi firokeyên şer heye, ji ber ku eger em van çekan bi dest bixin em dikarin li qada şer pir çalak bin û vî şerî zûtir bi dawî bikin.
Rûdaw: Çend leşkerên Ukraynayê dîl hatin girtin?
Yuri Sak: Ev agahî dizî ne lê dîlên şer bi berdewamî têne guhertin. Herî dawî çend roj berê 54 leşker hatin guhertin. Berê guhertinên mezin hatine kirin û ev agahî leşkerî ne ji ber vê yekê em nikarin eşkere bikin.
Rûdaw: Kîjan deverên Kyivê niha bê elektrîk in?
Yuri Sak: Niha, bi mîlyonan mirov li seranserî welatê me xizmetên enerjiyê nikarin bikar bînin û di xaniyên tarî de dijîn. Li hin deverên welêt, bi taybetî li bajarên mezin ên wekî Kyivê, pirsgirêka ava vexwarinê heye. Ev hemû encama êrîşên terorîstên Rûsyayê yên li ser santralên me ye. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku Rûsya wekî piştgirê terorê nas bikin û ji ber ku ew wisa ne. Hûn dizanin, dewleta me ji bo sererastkirina karûbarên elektrîkê her tiştî dike lê niha rewş nezelal e û wek min got li hinek bajarên mezin elektrîk tune ye û li hinek cihan jî nêzî 12 demjimêran elektrîk tune ye.
Rûdaw: Ji sedî çend welatiyên Ukraynayê yên ku koçber bûne vegeriyane welatên xwe?
Yuri Sak: Ji destpêka şer ve, zêdetirî pênc milyon kes û li gorî hin texmînan heft mîlyon kes neçar bûne ku ji deverên bombebarankirî û zirardîtî birevin lê gava ku artêşa Ukraynayê hinek ji axa me rizgar kirin, hinek ji wan vegeriyan welatê xwe. Li hin deveran tevî şer û xeteriyê jî hin kes welatê xwe naterikînin, koç nakin û dixwazin li welatê xwe bimînin. Niha, bi mîlyonan mirov hem li hundirê welêt ji cih û warên xwe bûne û hem jî li derveyî welat li welatên din ên Ewropî û welatên din ên cîhanê dijîn.
Rûdaw: Hûn hîn jî ji êrîşeke nukleerî ya Rûsyayê ditirsin?
Yuri Sak: Ji rojên destpêkê yên vê dagirkeriya mezin ve gefên çekên nukleerî hene. Weke ku hûn dizanin, Rûsya dewleteke xwedî çekên atomî ye û em têdigihin ku her metirsiya bikaranîna çekên atomî di rewşa awarte de heye. Lê di heman demê de em dibînin ku Rûsya bi taybetî gefan li civaka navneteweyî dixwe. Ji ber ku ew ji hevkarên navneteweyî dixwaze ku alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê rawestînin. Rûsya dixwaze Rojava bitirsîne. Wan heta niha çekên nukleerî bi kar neanîne lê ew jî têdigihin ku eger ew biryara bikaranîna wê bidin, dê encamên wê ji bo Rûsyayê karesat bin. Ev yek beriya niha ji aliyê Serokê Amerîka û hin welatên din ên wekî Îngilistan, Fransa û Almanyayê ve bi awayekî zelal hatibû gotin.
Rûdaw: Hûn geşbîn in ku şer di sala 2023an de bidawî bibe?
Yuri Sak: Divê em geşbîn bin û piştrast bin ku em dikarin bi ser bikevin. Baweriya me bi hevpeymanên me tê. Hevpeymanên me bi hêza artêşa Ukraynayê bawer in. Ji ber vê yekê bê guman zehmet e ku meriv texmîneke rast bike lê ji bo bidawîkirina vî şerî çi hewce be em ê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse