Serokê Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Mihemed Elsenusî ji Rûdawê re ragihand ku komîsyona wan dê hewlên xwe yên ji bo piştgirîkirina Kurdên Êzidî bidomînin.
Mihemed Elsenusî her wiha diyar kir ku ew dê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bixwazin ku Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê han bide da ku Kurdên Êzidî yên winda peyda bikin.
Elsenusî di heman demê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got, "Desthilata qonaxa veguhêz li hemberî hemû pêkhateyên olî yên wî welatî berpirsiyar e û divê parastina wan bike."
Serokê Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Mihemed Elsenusî pirsên Nûçegihana Rûdawê Diyar Kurde bersivandin:
Rûdaw: Gelek spas Komîser. Piştî 11 salan, Amerîka dê çawa alîkariya Kurdên Êzidî bike da ku karibin çarenivîsa bi hezaran kesên xwe yên ku heta niha winda ne diyar bikin?
Mihemed Elsenusî: Bi baweriya min, wekî komîsyon hewlên xwe yên ji piştgiriyê didomînin. Em dê ji hikûmeta Amerîkayê, bi taybetî Wezareta Karên Derve bixwazin ku gotûbêjên xwe yên bi hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyan re bidomînin da ku çareseriyek ji bo hemû kesên ku heta niha winda ne were dîtin.
Komîteya Windayan ji ber vê yekê nîgeran e û em di hewlên xwe de bidomînin.
Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê xwedî ofîseke taybet a ji bo alîkariya dîtina çarenivîsa windayiyên Kurdên Êzidî ye, gelo ti hevahengiya we bi wan re heye?
Mihemed Elsenusî: Wekî ku hûn dizanin, erka me pêşniyarkirina siyasetê ye ji bo Wezareta Karên Derve, Kongresa Amerîkayê û Serok da ku em piştrast bin ku ne tenê ji bo azadiya olî lê belê ji bo hemû kesên ku ji ber ola xwe rastî miameleyeke xerab hatine piştgirî heye.
Wekî ku hûn dizanin, Êzidiyan gelek êş kişandine û astengî jî berdewam dikin, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi hevahengiyê heye li gel hemû kesên ku dikarin di dîtina kesên winda de bibin alîkar.
Rûdaw: Baş e, bidawîhatina erkên UNITADê çi bandorek li ser vê pêvajoyê çêkiriye?
Mihemed Elsenusî: Li gorî min, hûn dizanin ku hin astengî û sînor hene û em ji vê yekê fêm dikin lê divê hewlên me nesekinin. Wekî ku ez her dem dibêjim, divê em ji bo hevkarî û hevahengiyê li hev bikin da ku rêya herî baş bibînin.
Me çîroka wê jina ciwan bihîst ku nîşan da endamên malbata wê hîn li Îraqê ne û ew dixwaze bigihîje wan. Ew di gelek zehmetiyan re derbas bû û yekane tişta ku em dikarin ji bo wê bikin ew e ku em rêya herî baş a alîkariyê bibînin, wan kesên winda peyda bikin û wan bigihînin hev.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, ji ber ku hûn siyaset û rênimayên siyasî didin hikûmet û Kongreya Amerîkayê, nêrîna we li ser bûyerên dawî yên Sûriyeyê çi ye, bi taybetî dema ku mijar tê ser pirsa pêkhateya?
Mihemed Elsenusî: Em desthilata qonaxa veguhêz berpirsiyar dibînin ku hemû pêkhateyan bike pêşîneya karên xwe. Parastina wan gelekî girîng e û berpirsiyariya desthilata veguhêz e.
Me pêşniyar ji Amerîkayê re kiriye ku pirsa alîkariyên mirovî û hemû tiştên din bi parastin û azadiya olî ya pêkhateyan ve girê bide.
Rûdaw: Ti nîgeraniyeke we derbarê paşeroja wan pêkhateyên li Sûriyeyê nîne, bi taybetî piştî bûyerên dawî yên li Siwêdayê?
Mihemed Elsenusî: Bê guman em ji rewşa Siwêdayê nîgeran in. Em nîgeran in ji tiştên ku li Siwêdayê û deverên din diqewimin ku bandorê li Durziyan û pêkhateyên din ên li wî welatî dikin.
Bi baweriya min, gelekî girîng e ku hikûmeta Amerîkayê zexta li ser desthilata veguhêz bidomîne û ji wan re bêje ku parastina pêkhateyan berpirsiyariya wan e.
Rûdaw: Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse