Hevseroka Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidelê penaber wekî sedema zêdebûna tawanên li welatê xwe nîşan dan û got, “Bi hatina biyaniyan re sûc zêde bûn. Divê em Sûriyeyiyan vegerînin.”
Partiya AfDyê ji 630 kursiyên Parlamentoya Federal a Almanyayê xwedî 151 kursiyan e û duyemîn fraksiyona herî mezin a nav parlamentoyê ye.
AfD partiyeke rastgir e û hemû siyaseta wê li dijî koçberan e.
Hevseroka AfDyê Alice Weidelê rexneyên tund li siyaseta Hikûmeta Federal a Almanyayê girtin û got, “Wan bi awayekî komî xelkên nepispor û bêbawername anîn nav pergalên me yên civakî.
Em neçar in penaberên Sûriyeyî bişînin welatê wan."
Hevseroka AfDyê Alice Weidelê pirsên me bersivandin.
Rûdaw: Doktor Weidel, gelekî spas ku hûn li gel me ne. Birêz Weidel hûn behsa wê yekê dikin ku Almanya ji bo budceya 2026an deynekî zêde dike, plana we çi ye ku hûn vê yekê baştir bikin?
Alice Weidel: Bê guman, em niha li Almanyayê di rewşekê de ne ku bi budceyeke li dijî destûrê kar dikin. Tenê di vê heyama yasadanînê de, deynekî ew qasî zêde kom bûye ku di dîroka piştî şer a Almanyayê de mînaka wê nîne.
Divê hûn vê yekê li ber çavan bigirin ku di dema sê salên desthilataFriedrich Merz de, deynên me ji sedî 60ê berhema navxweyî ya giştî derdikevin ji sedî 80yî. Bazarên darayî jî bersiva vê yekê dane.
Divê em pareyekî pir zêdetir bidin, wate sûdeke zêdetir bidin ser deynên dewletê yên ku dema wan 10 sal e. Bi vê yekê jî bihayê deynan girantir dibe. Ev barê giran jî dikeve ser kesên ku bacan didin, kesên ku sîgorteyê didin û nifşên paşerojê. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ev budce ne destûrî ye û li ser hesabê xelkê û nifşên paşerojê ye.
Em dê çi baştir bikin? Em dê xerciyên zêde kêm bikin. Gelek made hene ku dikarin bên rakirin. Wekî mînak, di siyaseta enerjiyê de em bi awayekî zelal dibêjin ku divê piştevaniya darayî (subvansiyon) ji bo stasyonên enerjiya ba û rojê bê birîn, ji ber ku Almanya nikare bi elektrîkeke nearam bi rê ve biçe.
Wekî mînak, dema ku roj û ba tune bin, elektrîka me tune ye û em dibin hawirdekar. Wate divê em bi ji derve bi temamî serbixwe bin. Ev yek jî tenê bi enerjiya atomî dibe, ango dawîanîna li wêrankirina binesaziya enerjiya welatê me û ji nû ve destpêkirina avakirina stasyonên enerjiya atomî.
Her wiha ev beşekî wê yekê ye ku em ji bo berjewendiyên neteweyî, ji nû ve dest bi dan û standinan li gel Rûsyayê bikin, da ku em petrol û gaza xwezayî bi bihayekî guncav bi dest bixin. Ez piştrast im ku Donald Trump jî ji ber vê yekê dixwaze peymaneke aştiyê hebe, ji ber ku lêçûna jiyanê li Amerîkayê gelekî bilind bûye.
Binêrin ku Amerîkî divê çi qasî bidin sotemeniyê, sedema vê jî ew e ku petrol gelekî biha ye. Donald Trump ji bo berjewendiyên neteweyî yên welatê xwe pêdivî bi vê peymanê heye da ku ji nû ve bê hilbijartin, ji ber divê lêçûna jiyana Amerîkiyan kontrol bike.
Wî li New Jersey û New Yorkê ji ber bilindbûna lêçûna enerjî û jiyanê dengên xwe ji dest dane, ji ber vê yekê ew di bin zextê de ye. Ez bawer dikim ev roleke mezin dilîze ku ew bixwe bixwaze petrol û gaza Rûsyayê hebe.
Her wiha ew dixwaze Rûsyayê ji Çînê dûr bixe. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Me wekî Almanan jî nûnertiya vê yekê nekiriye, tevî ku em bi heman awayî hewceyî gaza Rûsyayê ne, eger na em nikarin rikeberiyê bikin.
Rûdaw: Di gotûbêjeke din de li gel Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, behsa wê yekê dikin ku ew naxwazin penaberên Sûriyeyî vegerînin. Hûn çi dibêjin?
Alice Weidel: Divê em Sûriyeyiyan vegerînin, heta em neçar in vê yekê bikin. Sûriyeyî ji hemû welatan vedigerin welatê xwe, ne tenê ji Almanyayê. Sedema sereke ya vê yekê jî ew alîkariya darayî ya zêde ye ku pêşkêşî wan tê kirin.
Me zêdetirî milyonek Sûriyeyî wergirtine. Yasayên me dibêjin, ev rewşeke yasayî ye jî ku sedema rev û penaberiyê nema ye, divê xelk vegerin warê xwe. Ji bilî vê jî pêwîst e ev xelk vegerin da ku welatê xwe ji nû ve ava bikin. Ez nizanim çima wezîrekî derve yê Almanyayê digihêje wê baweriyê ku em nikarin wan vegerînin, di demekê de ku yasa dibêje divê bên vegerandin, ji ber ku êdî sedemek ji bo penaberiya wan nemaye.
Rûdaw: Piraniya penaberên li Almanyayê dibêjin em hemû ne sûcdar in, hûn çi dibêjin?
Alice Weidel: Rast e, ne hemû wisa ne, mijar ne ew e ku yan hemû yan jî ti kes, belkî ji ber wê hejmara zêde ye, rêjeyeke zêde ya sûcdaran hatine nav welatê me. Ev sûcdar di amarên polîsan de jî xuya ne. Almanya bûye welatekî nearamtir û tundrewtir.
Ev jî ji ber zêdebûna rêjeya biyaniyan e. Welatên sereke jî [di sûckirinê de] Efxanistan, Îraq û Tirkiye ne. Welatiyên van welatan di sûcên mezin de di rêza pêşîn de ne, wekî kuştin û destdirêjiya cinsî. Ev rastiyek e û divê were zanîn. Lewra divê em xwe ji wan sûcdaran û kesên ku bûne sûcdar cuda bikin û wan piştre bişînin welatên wan.
Rûdaw: Serokwezîrê Almanyayê behsa platformeke bi navê “Work-State-Agency”ê dike, ew dixwazin hêza kar ji derveyî welat bînin, fraksiyona we çi dibêje?
Alice Weidel: Ev pêngava pêncan e berî pêngava yekem. Pêngava yekem ew bû ku diviyabû Serokwezîrê Almanyayê piştrast bikira ku xelk li vir perwerde û rahênaneke baş bibînin lê vê yekê nake. Lewra em vê xemê dixwin. Pergala me ya perwerdeyê li ser asta navneteweyî têk çûye û em berdewam bi paş ve diçin.
Divê em ciwanên xwe, zarok û xwendekarên xwe li vir baş fêr bikin û perwerde bikin, em tiştekî êdî nakin. Ev pêngava yekem e ji bo ku hêza kar a pispor bi dest bixin.
Vê hikûmetê û berî wê jî Partiya CDUyê di serdema Angela Merkelê de dest pê kir, wan rasterast berevajî vê yekê kir. Wan bi girseyî kesên nepispor û bêbawername anîn nav pergalên me yên civakî. Hatina kesên pispor ti şop jê diyar nîne, heta bandoreke berevajî jî hebûye.
Ango her ku kesên nepispor zêdetir werin, ew qasî zêdetir kesên xwedî bawername û pispor koç dikin û welatê me bi cih dihêlin. Ev yek di hejmaran de diyar e, ji ber ku li cem me lêçûnên civakî û bacê gelekî zêde bûne û êdî nemaye ku ev lêçûn werin dabînkirin.
Ji ber vê yekê kesên gelekî pispor diçin derveyî welat. Divê em vê yekê rawestînin û Almanyayê ji bo kesên jêhatî yên tevahiya cîhanê bikin ciyekî balkêş lê berî her tiştî divê em xelkê xwe baş perwerde bikin.
Rûdaw: Doktor Weidel gelekî spas ku tu li gel me bûyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse