Mercên penaberiyê yên ji bo Sûriyeyiyan giran bûn: Kî dikare mafê manê wergire?

04-12-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Şam Penaberên Sûriyeyî Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê derbarê mafê penaberiyê yê Sûriyeyiyan de rêbernameyeke nû belav kir.

Li gorî rêbernameyê, wergirtina mafê manê ji bo piraniya koçberên Sûriyeyê zehmet dibe.

Li aliyê din, hejmara Sûriyeyiyên ku daxwaza mafê penaberiyê kirine nêzîkî ji sedî 80 kêm bûye.

Çiriya Pêşîn a 2024an bi giştî 16 hezar kesî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxwaza mafê penaberiyê ji welatên Ewropayê kiribû lê Îlona 2025an ev hejmar daketiye 3 hezar û 500î.

Yekîtiya Ewropayê rêbernameyeke nû ji bo daxwazên mafê penaberiyê yên welatiyên Sûriyeyî belav kir.

Li gorî Yekîtiyê, rêbername li ser bingeha rewşa nû ya Sûriyeyê hatine amadekirin.

Nêzîkî salekê ye ku desthilata Beşar Esed rûxiya ye û hikûmeteke veguhêz welêt bi rê ve dibe.

Dibe ku ev guherîn bandorê li ser daxwazên nêzîkî 110 hezar Sûriyeyiyan bikin ku hîn li benda biryara dayîna mafê manê ya li welatên Ewropayê ne.

Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya Kar û Barên Penaberiyê (EUAA) ragihand ku dijberên Esed û kesên ku ji leşkeriyê reviyane "êdî ne di bin metirsiya çewisandinê de ne" û lewra dibe ku mafê manê wernegirin.

"Hîn metirsî li ser hinek kêmîneyên olî û neteweyî heye"

Ajansê amaje bi wê yekê kir û kî hîn jî metirsî li ser hin pêkhateyan hene û di berdewamiyê jî de got:

"Dibe ku hinek kom di Sûriyeya piştî Esed de bikevin nava kategoriya bin metirsiyê.

Wekî mînak kesên ser bi hikûmeta berê, kêmîneyên olî û neteweyî yên wekî Elewî, Durzî û Xirîstiyan di bin metirsiyê de ne."

Her çi qas biryarên li ser daxwazên penaberiyê di asta neteweyî (navxweyî) de têne dayîn jî rêbernameyên ajansê ji bo agahdarkirina 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û her wiha Norwêc û Swîsreyê tên bikaranîn.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku Adara 2011an dest pê kir, nêzîkî nîv milyon kes kuştin û nîvê niştecihên welêt koçber û penaber kirin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, 23 milyon kes koçber û penaber bûne.

Zêdetirî 5 milyon Sûriyeyî û welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji welêt reviyan.

Piraniya wan li welatên cîran ên wekî Tirkiye, Urdin, Libnan û Herêma Kurdistanê bi cih bûn, hin kesan jî berê xwe da Ewropayê.

Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê ragihand ku rewşa Sûriyeyê piştî rûxîna Esed a dawiya sala borî "baştir e lê hîn jî ne aram e."

Li gorî ajansê, "tundiya demkî li hinek beşên welêt didome."

Komên di bin metirsiyê de

Gelek Sûriyeyiyan piştî ku destpêka Kanûna Pêşîn Esed bi êrişa komên çekdar ji kar hat dûrxistin, hêviyeke mezin hebû lê belê kuştina xelkê, bi taybetî Elewiyên li herêmên beravê yên Sûriyeyê û Durziyên li parêzgeha Siwêdayê ya li başûr destpêka îsal, bû sedema canjidestdana bi sedan kesan.

Sazya penabera a Ewropayê ragihand ku ew niha Şama paytexta Sûriyeyê ewle dibînin.

Ajansê her wiha amaje bi du komên din kir ku li Sûriyeyê dijîn û divê wekî kesên hêjayî wergirtina mafê penaberiyê bimînin.

Ew jî kesên LGBTQ+ û ew Filistîniyên li Sûriyeyê ne ku êdî alîkarî an parastina Neteweyên Yekbûyî wernagirin.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, piştî dûrxistina Esed, zêdetirî milyonek kes vegeriyane Sûriyeyê û nêzîkî 2 milyon koçberên navxweyî vegeriyane cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst