Parlamenterê berê yê Almanyayê David Miller got, “Ez bawer dikim ku li Kurdistanê azadiya perestinê (azadiya îbadetkirinê) heye lê ev ne azadiya olî ye.”
David Miller diyar kir ku rewşa azadiyên dînî li cem saziyên fermî û li nav civakê ji hev cuda ye û biland:
“Divê em di navbera zordarî yan cudakariya fermî û civakî de cudahiyê bikin. Ji aliyê fermî ve, ez dibînim ku gelek hewl ji bo azadiyê hene. Lê bila em bibêjin ku eger tu di nav eşîreke ‘çewt’ de bî yan jî apekî te yê ‘çewt’ hebe, dibe ku jiyana te di metirsiyê de be.”
Pêşkêşkarê Rûdawê bi bîr anî ku li Îraqê hejmara Xiristiyanan kêm dibe û piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn.
David Miller jî diyar kir ku ew ji bo “jiyaneke çêtir” berê xwe didin welatên Rojava û got, “Ez di warê vegera wan a welat de ne zêde geşbîn im.”
Ew li ser kesên ku ji welatê xwe bar dikin û berê xwe didin Ewropayê jî wiha axivî:
“Tu dikarî biçî dinyaya Rojava, pereyên zêde peyda bikî lê divê tu hînî ziman bibî, divê tu dirêjahiya jiyana xwe hîn bibî çimkî petrola me nîne. Eger tu naxwazî hilberînê di vê geşepêdanê de bikî, hêsantir e tu li vir bi hevalên xwe re li welatê xwe bî.”
Miller diyar kir ku hemû pêkhateyên olî êş kişandiye lê divê meyl li ser paşerojê be û li pey çû:
“Hemû pêkhateyan êş kişandiye. Eger tu Kurdekî Helebceyî yî, eger tu Êzidiyekî Şingalê yî, eger tu Suniyekî, Şiîyekî... Hemûyan êş kişandiye. Her kes dikare bibêje ‘Ez qurbanî me.’ Ev rastî ye.
Lê eger em li siberojê bifikirin, paşeroja Îraqê dê çawa be? Paşeroja Kurdistanê dê çawa be? Bila em bibêjin dibe ku em nebin hevalên pir nêzîk lê divê em cîranên baş bin. Ev gotina min e ku ez dibêjim divê em malên hevdû neşewitînin.”
David Millerê ku parlamenterê berê yê Almanyayê ye û di navbera Almanya û Îraqê de hevahengîkarê olî ye pirsên Niwêner Fatîh bersivandin:
Rûdaw: David Miller, dîsa tu bi xêr hatî.
David Miller: Spas.
Rûdaw: Tu gelek tiştan li ser welatê me dizanî. Tu parêzerekî siyasî yê azadiya olî yî li vî welatî. Berê jî tu li vir bûyî û me hev dîtiye jî. Ez dixwazim nirxandina te li ser grûpên nijadî yên cuda li Îraqê û azadiya ayînî zanibim, tu çawa dibînî?
David Miller: Pêşî ewlehî ne rewşeke diyarkirî ye lê girêdayî wê yekê ye ka tu ji kîjan alî ve lê dinêrî. Eger ez li 8 salên borî binêrim, ku min serdana vî welatî kiriye, ez bipêşketineke mezin di aramî û hewldanên fermî ji bo duristkirina hişyariyê de dibînim.
Bê guman hinek pirsgirêkên yasayî û pirsgirêkên takekesî hene lê di wêneyê mezin de, bipêşketineke berbiçav di 10 salên borî de heye di jiyana aram, jiyana di aştiyê de, wergirtina xizmetguzariyên giştî û bidestxistina hişyarî û mikurhatinê de. Belê, nabe kes min ji vê yekê şermezar bike. Haya min pirsgirêkan heye lê wêneyê mezin wêneyekî baş e.
Rûdaw: Baş e, li ser azadiya olî, tu bawer dikî ku niha li Îraqê hemû ayîn di peyrewkirina baweriyên xwe de azad in?
David Miller: Ev jî heman pirs e, eger em bi hûrî lê binêrin, azadiya ayînî çi ye? Ew azadiya hilbijartina olê ji aliyê te ve ye, ku di pênaseya xwe de aloz e. Ez dibêjim, gelo tu dikarî bi aştiyane bi hev re bijî û baweriya xwe belav bikî? Ez bawer dikim ku li Kurdistanê azadiya perestinê heye, lê ev ne azadiya olî ye. Ji bo Misilmanan rewş zehmet e. Di navbera azadiya olî û azadiya derbirîna baweriyê de cudahî heye, wek birêvebirina rêûresman û çûna ser kolanan ji bo cejna pak.
Divê em di navbera zordarî yan cudakariya fermî û civakî de cudahiyê bikin. Ji aliyê fermî ve, ez dibînim ku gelek hewl ji bo azadiyê hene. Lê bila em bibêjin ku eger tu di nav eşîreke "çewt" de bî yan jî apekî te yê "çewt" hebe, dibe ku jiyana te di metirsiyê de be. Tu cudahiyê dibînî?
Gava mirov dibêjin ez ditirsim, êdî napirsin “Gelo hikûmet e yan apê te ye?” lê eger em qala mijarên siyasî yên azadiyê bikin, bi nêrîna min, hikûmet karekî pir baş dike lê hinek tiştên eşîrî jî dikarin zererê bidin jiyana te.
Rûdaw: Di sala 2003yan de nêzî 1,5 milyon Xiristiyan li vî welatî hebûn. Mixabin niha kêmtirî nîv milyonê ne.
David Miller: Pir kêmtir in.
Rûdaw: Ez wisa difikirim 350 hezar in. Daneyên me yên hûr nînin lê belê di navbera 350 hezar û 400 hezar kesî de ne. Nêzîkî ji 90ê wan li Herêma Kurdistanê dijîn. Paşeroj dê çawa be? Hûn paşeroja Xiristiyanan li vî welatî çawa dibînin?
David Miller: Li gorî min, gava ku hûn biryarê didin ku hûn çand û welatê xwe biterikînin û biçin welatekî dewlemend ê Rojavayî, jiyan hêsantir dibe. Hemû fêm dikin ku em ji nasnameya wan tênagihên, tewra heke welatekî Xiristiyan be jî.
Lê bê guman dewlemendî tiştekî qenc e. Heger hûn bibêjin ez dikarim bi dewlemendî bijîm, hûn dê li wir bimînin. Loma ez di warê vegera wan a welat de ne zêde geşbîn im. Hinek kes vedigerin. Pirs ev e ka paşeroja welêt dê çawa be? Werin em bi eşkereyî di medyayê de jî qala wê bikin. Hûn dizanin curên cuda yên Xiristiyanan hene, dêrên we yên kevn hene ku wan gelek endam ji dest dane û dêrên we yên nû jî hene, wekî li Hewlêrê ku dêrên mezin ava dikin û geş dibin.
Ez dibêjim, ne tenê em behsa dêran bikin lê em behsa Xiristiyan û Xiristiyaniyê jî bikin. Tewra mirovên ku ji paşxaneyên cuda yên olî tên ser Xiristiyaniyê jî hene û ew jî Xiristiyan in. Bi nêrîna min, Xiristiyan her dem dê li vî welatî bimînin. Lê dibe ku rûyê Xiristiyaniyên kevin ku pirranî ne, biguhere.
Rûdaw: Wisa diyar e, wek te behs kir, tu dibêjî dibe ku ewên çûne venegerin, ev ji bo Êzidiyan jî rast e?
David Miller: Li gorî min, mijar ew e dema ku hûn dewlemendiyê diceribînin... Em Rojavayî têkiliyên me yên civakî nînin, dewlemendiya me heye. Pereyên me yên baş hene. Tewra heke tu bibêjî ev der ne welatê min e... Ez naxwazim hukim bidim lê ez fêm dikim gava dibêjin "David, li vir li Almanyayê karê min heye. Ez ziman nizanim lê ez alîkariya civakî werdigirim. Ez dê bimînim."
Ez dizanim ku hinek kes ji bajaran vedigerin vir. Dibêjin ji ber ku xelk ji min fêm dikin, ez beşek ji çandê me. Lewra ez her dem mirovan han didim ku vegerin, ne ji ber ku ez populîstê penaberan bim an jî dijî penaberiyê me lê ji ber ku ew li vir beşek ji çanda xwecihî ne. Cîhana Rojava hinekî sar û seqem e, cîhana Rojava wekî xwe ye.
Tu dikarî biçî dinyaya Rojava, pereyên zêde peyda bikî lê divê tu hînî ziman bibî, divê tu dirêjahiya jiyana xwe hîn bibî çimkî petrola me nîne. Eger tu naxwazî hilberînê di vê geşepêdanê de bikî, hêsantir e tu li vir bi hevalên xwe re li welatê xwe bî.
Rûdaw: Tu li ser vê hevdîtina îro çi dibêjî? Tu di vê hevdîtinê de beşdar î. Hemû olên cuda bi hev re dicivin. Misilman, Sunî û Şîe û Êzidî, Mesîhî, giş bi hev re dua dikin û dipeyivin. Çi qasî pêdiviya me bi vê heye? Ne tenê li vir, heke ez karibim bibêjim, li her derê çi qas pêdiviya me pê heye?
David Miller: Gelekî, gelekî, di astên cuda de. Bê guman ev civîneke astbilind e, pir fermî ye lê tewra pêdiviya kesên payebilind jî bi platformekê ji bo hevdîtinê heye. Li her bajarî, li her civakê pêdiviya me pê heye. Hemû pêkhateyan êş kişandiye. Eger tu Kurdekî Helebceyî yî, eger tu Êzidiyekî Şingalê yî, eger tu Suniyekî, Şiîyekî... Hemûyan êş kişandiye. Her kes dikare bibêje "Ez qurbanî me". Ev rastî ye. Lê eger em li siberojê bifikirin, paşeroja Îraqê dê çawa be? Paşeroja Kurdistanê dê çawa be? Bila em bibêjin dibe ku em nebin hevalên pir nêzîk lê divê em cîranên baş bin. Ev gotina min e ku ez dibêjim divê em malên hevdû neşewitînin.
Ez xwedî ezmûn im, dema jineke Êzidî û zilamekî Sunî li ser heman maseyê rûdinin, ev di rewşeke pir şênber de diyalog û aştî ye. Pêwîstiya me bi vê yekê heye… Em vê yekê li baxçeyên zarokan li Almanyayê fêr dibin.
Eger ez paşxaneya te nizanibim, ez pir amade me ku derheqê te derewan bikim lê eger ez fêm bikim ku tu ne dîn î, tenê di çand, paşxan û olê de ji min cuda yî, ez dibêjim “Aha, ez dikarim vê fêm bikim.”
Bi dîtina min, li vir piraniya ji hev tênegihiştinan ji wê yekê derdikevin ku em hev nas nakin çimkî her komek ji ber sedemên ewlehiyê her di nav koma xwe de ye. Lê ev ji bo netewe yan civakê zehmet e eger tenê komên takekesî hebin.
Ev civîn wisa xuya dikin ku ne tiştek in, em çayê vedixwin û kebaban dixwin. Lê çi diqewime? Bi baweriya min, heger em nikaribin ji baweriya hev fêm bikin, em nikarin siyasetê bikin, em nikarin olê bi cih bînin, em nikarin aştiyê şênber bikin, em nikarin bazirganiyê jî bikin, heger baweriya min bi te nebe.
Eger ez derkevim û bibêjim ew ji aliyê van û wan ve hatiye kirîn, wê demê em nikarin bazirganiyê jî bi hev re bikin. Loma pêwîstiya me bi platformekê heye, ku xelk bibêjin “Ew beşek ji welatê min e.”
Rûdaw: Hewldaneke zêde ji bo pêşxistina pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye. Rêberên siyasî, partiyên siyasî yên cuda û hikûmet ji bo wê dixebitin. Hûn pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?
David Miller: Bila ez nimûneyekê bidim. We têgeha "kêmîne" guheriye bo "pêkhate." Ji nêrîna pêwendiyan ve, bi dîtina min ev baş e çimkî em pêkhateyan qebûl dikin. Heger çavê we bi çalakvanên mafên kêmîneyan bikeve, dibêjin me amûra mafên navneteweyî yên kêmîneyan ji dest daye çimkî êdî kêmîne nemane.
Kî şaş e? Ez rêzê li hewla hikûmetê digirim ku dibêje em yek Kurdistan in û pêkhateyên me hene lê bê guman ji nêrîna yasayî ve, mafê hindikahiyan li cîhanê mafek e ku divê hebe. Ez nizanim baş e yan nebaş e, tu dikarî li her du aliyên mijarê meyzînî.
Ez her tim dibêjim bi geşbînî li mijarê binêre, ne bi reşbînî.
Rûdaw: Qenc e.
David Miller: Lê bila ez rastgo bim çimkî ez dizanim kê li bernameya we temaşe dike, ez naxwazim wisa xuya bikim ku ez hatime spîkirin û xelk bibêje David ji bo hikûmetê diaxive. Xelk ji min re dibêjin hikûmet pereyan dide te. Na, hikûmet pereyan nade min. Ez hewl didim geşbînane li rewşê binêrim lê ez realîst im û dizanim ku hin çarçove tewra li welatê we jî hene.
Rûdaw: Spas David. Ez naxwazim bipirsim ka çi erk maye.
David Miller: Spas ji bo dilovaniya te.
Rûdaw: Gelek spas. Dîsa tu bi xêr hatî. Ez kêfxweş im ku te dibînim. Hêvîdar im ku ez dê di demeke nêzîk de te bibînim. Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse