Balyozê berê yê Amerîkayê yên Neteweyên Yekbûyî û şêwirmendê berê yê Ewlehiya Miştimanî ya Amerîkayê John Bolton ragihand ku ragihan ku ew ji mêj ve piştgiriya dewleteke Kurdan a serbixwe dike.
John Bolton diyar kir ku di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de divê armanca sereke û dawî teqez "guhertina rejîmê" be.
Bolton tekez kir ku heta hikumeta niha ya li Tehranê neçe, aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê.
Wî herwiha da zanîn ku ew çaverêyî dagirkeriyeke bejayî ya berfireh nake.
Lê belê Bolton bal kişand ser bûdceya mezin a 200 milyar dolaran a ku Pentagonê daxwaz kiriye.
Wî diyar kir ku egera daketina hêzên taybet ji bo qadê gelekî zêde ye.
Armanca vê yekê ew e ku dezgehên nukleer ên sereke yên Îranê werin parastin û rê li ber ketina materyalên nukleerî ên di destê terorîstan de were girtin.
Bolton qala dengvedanên herêmî û cîhanî yên şer jî kir.
Wî got ku parastina ewlehiya Tengava Hurmizê yek ji pêşaniyan e.
Ew di wê baweriyê de ye ku bi şandina hêzên deryayî dê keştiyên bazirganiyê di demeke nêzîk de karibin bi ewlehî derbas bibin.
Bolton destnîşan kir ku Îranê di êrişên xwe de li şûna bingehên Îsraîl û Amerîkayê, rasterast welatên Ereban ên li Kendavê kirine armanc.
Li gorî wî, ev yek "niyeta rasteqîn û wêranker" a rejîmê nîşanî van dewletan dide.
Bolton anî ziman ku ev rewş dê welatên Kendavê ber bi hevkariyeke nêzîktir a bi Amerîkayê re bibe.
Wî her wiha destnîşan kir ku qutbûna petrola Kendavê, dê di demeke kurt de encamên aborî yên pir giran li ser Çînê (ku yek ji kiriyarên herî mezin ên Îranê ye) çêbike û birêvebiriya Pekînê bixe rewşeke zehmet.
Şêwirmendê berê bal kişand ser girîngiya dînamîkên etnîkî û mixalefetê ji bo hilweşandina rejîma Îranê ji hundir ve.
Bolton bi bîr xist ku ew ji mêj ve piştgiriya dewleteke Kurdan a serbixwe dike.
Bi gotina Bolton di pêvajoya niha de, alîkarîkirina Kurd, Azerî, Belûc û pekhateyên din ên etnîkî dê zexta li ser Supaya Pasdaran zêde bike.
şêwirmendê berê yê ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê John Bolton pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Birêz Bolton, bi xêr hatî Rûdawê. Ez gelekî kêfxweş im ku di bernameya xwe de mazûvaniya te dikim.
John Bolton: Ez gelekî spas dikim, bi we re bûn ji bo min jî cihê kêfxweşiyê ye.
Rûdaw: Di destpêkê de armanca Trump a di vî şerî de ne gelekî zelal bû. Piştî ku nêzîkî du-sê hefte di ser şer re derbas bûn, tu dikarî bibêjî ku armanc êdî zelal bûye?
John Bolton: Mixabin ji ber daxuyaniyên cihêreng ên berpirsên birêvebiriyê hîn jî hinek tevlîhevî heye. Lê belê ez bawer dikim ku armanca sereke dikare "guhertina rejîmê" be û ez hêvî dikim ku ew li vê yekê digerin. Ji ber ku ez difikirim, heta hikumeta niha ya li Tehranê neçe ti şansê aştî û aramiyê li herêmê nabe.
Rûdaw: Li gorî raporteke îro, Pentagonê ji bo şerê Îranê 200 milyar dolarî budce xwestiye. Gelo tenê êrişeke asmanî pêwîstî bi budceyeke wiha mezin heye?
John Bolton: Ne diyar e ka ev daxwaz bi temamî ji bo lêçûna şer e yan na. Dibe ku ji bo tijîkirina embarên me yên çekan be ku me hem li Îranê bi kar anîne hem jî ji bo piştgiriya hikumeta Ukraynayê ya di şerê li dijî Rûsyayê de xerc kirine. Lewma ev bûdceyeke ji bo paşerojê ye.
Pentagonê eşkere kiribû ku piştî du hefteyên destpêkê yên şer, lêçûn nêzîkî 11 milyar dolaran e. Yanî diyar e ku ev amadekariyek e ji bo paşerojê.
Rûdaw: Baş e piştî sê hefteyan, tu pêşbînî dikî ku di dawiyê de hêzên bejayî jî tevlî şerê Îranê bibin?
John Bolton: Ez nafikirim ku dê hêzeke bejayî ya mezin bi şêweyê dagirkeriyê beşdarî pêvajoyê bibe. Lê belê egera bikaranîna hêzên taybet ji bo parastina materyalên nukleer ên li hin dezgehên sereke yên Îranê gelekî zêde ye. Ez difikirim ku ev dê bibe pêngaveke gelekî biaqilane.
Em naxwazin uranyuma dewlemendkirî, amûrên santrîfujê yan zanyariyên çawaniya çêkirina bernameya çekên nukleer bikevin destê terorîstan an jî dewleteke serberedayî.
Rûdaw: Eger em werin ser Tengava Hurmizê ku niha rojeveke germ e, gelo Tengava Hurmizê dikare bêyî bikaranîna hêzên bejayî vekirî bimîne?
John Bolton: Hin nêrîn hene ku dibêjin eger me cihên bilind ên aliyê Îranê yê tengavê kontrol bikira dê kar hêsantir bûbûya, ez vê yekê ji analîstên leşkerî re dihêlim. Lê belê ez difikirim ku tengav dikare bi qasî ku keştiyên petrolê karibin derbas bibin, bibe cihekî ewle. Xwezî me di destpêka şer de bêtir pêşaniya xwe bidaya vê mijarê lê niha ez bawer dikim ku kar baş bi rê ve diçin. Eger şansê me hebe, di hefteya bê yan jî di demeke hinekî dirêjtir de, dê şîrketên sîgorteyê û xwediyên keştiyan wê baweriyê bi dest bixin ku dikarin bêyî rûbirûbûna ti êrişekê biçin û werin.
Rûdaw: Bi qasî ku em dizanin, Amerîkayê niha dest bi bicihkirina hêzên deryayî li herêmê kiriye, bi kêmanî 2 hezar û 500 leşker. Hin raport qala planên şandina bi hezaran leşkerên din dikin. Eger hêzên bejayî werin bicihkirin, gelo ev dê tenê bi Tengava Hurmizê re sînordar bimîne? An jî heke şer wiha bidome, hûn li bendê ne ku ew ber bi navxweyî Îranê ve pêşve biçin?
John Bolton: Wekî min got, dibe ku li nav Îranê, li dezgehên nukleer ên li cihanî wekî Îsfehan, Fordo, Natanz, Çiyayê Pîkaks û yên wekî wan, erkek were bicihkirin. Lê bi dîtina min ev dê di qonaxeke piştre de bibe rojev, dibe ku gava hikumet hilweşe û li hundir rewşeke bêîstikrariyê çêbibe.
Em tenê dixwazin piştrast bibin ku materyalên nukleer bi temamî û kûr hatine veşartin (wekî ku dibe li Fordoyê wisa be), an jî heke nehatibin veşartin, em dê binêrin bê ka em dikarin wan ji welêt derxînin an na da ku nekevin destên xelet.
Rûdaw: Li aliyê din Îsraîl û bi taybetî Benjamîn Netanyahu li ser wê yekê gelekî zelal in ku armanca wan guhertina rejîmê ye û wan ev yek bi eşkereyî ragihand. Lê baş e Amerîka di vî şerî de bi rastî ji Îranê çi dixwaze? Di destpêkê de tenê qala bernameya nukleer û mûşekan dihate kirin, piştre Donald Trump got ku dê şer di nav çend rojan de biqede. Lê niha dem di ser re derbas bû û ew qala nêzîkbûna bidawîbûna şer nake. Amerîka bi rastî çi dixwaze û armanca wê di vî şerî de çi ye?
John Bolton: Beşeke wê tiştê ku divê mirov fêm bike bixwe Donald Trump e, dibe ku ew bi awayekî kevneşopî nefikire ku ji xala 'A'yê derbasî xala 'B'yê û piştre xala 'C'yê bibe, û ew gelek caran biryarên xwe diguherîne. Lê wekî ku hûn dizanin, meha Çileya Paşîn a borî dema xelkê Îranê xwenîşanda dikirin wî ji wan re gotibû, "Xwenîşandanên xwe bidomînin, dest bidin ser saziyên xwe, alîkarî di rê de ye."
Lê mixabin di wê demê de ti alîkarî negihîşt û bi hezaran kes ji aliyê mîlîsên Besîcê û hêzên din ên Supaya Pasdaran ve hatin qetilkirin. Lewma ez difikirim ku wî jî fêm kiriye ku tekane çareseriya demdirêj a ji bo pirsgirêka gefa nukleer û pirsgirêka piştgiriya Îranê ya ji bo terorîzma navdewletî, "guhertina rejîmê" ye.
Tewra çend roj berê di axaftineke xwe ya li Kentuckyê de got, "Em naxwazin her du salan carekê vegerin û mecbûr bimînin ku vê bikin," û ez bawer dikim ku piraniya mirovan jî beşdarî vê nêrînê dibin. Lê tekane rêya bidestxistina vê garantiyê ew e ku rejîmeke bi temamî cuda û pêbendî siyaseteke derve ya gelekî cuda derbasî ser desthilatê bibe.
Rûdaw: Em di hin raportan de dibihîzin ku Donald Trump û rêveberiya Amerîkayê heta astekê ji bersiva Îranê ya li hemberî êrişan şaş mane. Gelo bi dîtina te Amerîka û Trump ne li benda vê bersiva Îranê bûn?
John Bolton: Eger Trump şaş mabe ez dê asil ji vê yekê re şaş bimînim! Di serdema wî ya yekem de me ev yek nîqaş kiribû û ez bawer im ku Serokê Serkaniyê, di derbarê rêzeke bersivên muhtemel ên Îranê û encamên wan de zanyarî dane wî. Ez nafikirim ku aliyê Îsraîlê jî di derbarê tiştên ku dê biqewimin de ti xeyalan dîtibe. Lewma ez difikirim ku beşeke vê ji wê yekê tê ku Trump dixwaze xwe ji her cure rexneyekê biparêze ku qaşo wî bi fermana vê operasyonê xeletî kiriye. Ev jî reftareke asayî û tîpîk a Trump e.
Rûdaw: Îfadeya ku Tulsi Gabbard roja çarşemê li Senatoyê derbarê Îranê û raportên îstixbaratê de da, gelekî ji daxuyaniyên Trump û Pentagonê cuda bû. Gelo sedema vê yekê çi ye?
John Bolton: Bi dîtina min Trump tenê hin tiştên ku ne rast in gotin. Di dirêjiya 8-9 mehên dawî de, wî got ku bernameya çekên nukleer a Îranê di şerê 12 rojî yê hezîrana sala borî de bi temamî hatiye ji holê hatiye rakirin lê di rastiyê de ew nehatibû îmhakirin. Rast e me zerereke mezin gihand, ev rast e lê teqez bi temamî ji holê ranebûye.
Piştre Trump, wekî amadekariyekê ji bo êrişên niha yên li dijî Îranê, got ku ew ji aliyê nukleerê ve ji bo Amerîkayê gefeke teqez û nêzîk in. Ez bi awayekî kesane û li ser bingeha tiştên ku dizanim dibêjim, gefeke teqez û nêzîk nebû.
Ev rewş rewabûna biryara me ya bikaranîna hêza leşkerî naguherîne lê ez difikirim ku Trump mijar mezin kir. Ti gumana min nîne ku Ayetullah hewl didin bernameya xwe ya nukleerî ji nû ve ava bikin û bigihîjin çeka nukleerî, lê ez nafikirim ku gef ew qas nêzîk be.
Lewma Tulsi Gabbard û berpirsên din ên îstixbaratê neçar man ku li hemberî daxuyaniyên bêbingeh ên Trump balansekê çêbikin. Bi dîtina min wan doh jî xwest ku vê pirsgirêkê derbas bikin.
Rûdaw: Heke Donald Trump niha biryara rawestandina şer bide û şer di vê qonaxê de bisekine birêz Bolton, gelo kî qezenc dike?
John Bolton: Mixabin, heke beriya ku guhertina rejîmê bi rastî pêk were ew şer bide rawestandin, rejîma Îranê qezenc dike. Jixwe ez difikirim ku plana wan a lîstikê jî ev e. Pêwîst nake ku ew Amerîkayê ji aliyê leşkerî ve têk bibin ku jixwe ew di wê hêzê de nînin ku bikaribin ji aliyê leşkerî ve têk bibin lê ew dikarin vê yekê bibêjin, tenê bi mayîna li ser piyan jî me qezenc kir.
Eger ew vê îdiayê bikin dê heta astekê para wê ya rastiyê jî hebe. Ji ber ku guman tê de nîne, ew dê rasterast vegerin siyasetên xwe yên berê da ku şiyana xwe ya çekên nukleerî ji nû ve ava bikin û piştgiriyê bidin hêzên wekaletê yên terorîst (Hûsî, Hemas, Hizbulah û mîlîsên Şîe yên li Îraqê) yên li seranserê herêmê.
Jixwe gefên ku bi guhertina rejîmê tê xwestin werin têkbirin ev in. Eger hûn gefan ji holê ranekin û hûn ne amade bin ku her çi qasî zehmet be jî guhertina rejîmê heta dawiyê bibin, wê demê baştir e ku hûn qet ji destpêkê ve dest pê nekin.
Rûdaw: Gava tu mercên niha li ber çavan digirî, tu difikirî ku ev şer dê çawa biqede?
John Bolton: Heta niha saziyên Îranê ku hem ji bo cîhanê gef in hem jî li ser gelê xwe amûreke zextê ne, yanî Supaya Pasdaran, Hêza Qudsê û mîlîsên Besîcê ziyanên gelekî mezin dîtin. Eger ev rewş wiha bidome, ez difikirim ku egera guhertina rejîmê li Îranê dê gelekî zêdetir bibe. Ji ber ku serkirdeyên din ên rejîmê, pêşengên civaka Îranê û bixwe mixalefet dibînin ku rejîm nikare xwe biparêze.
Rejîmeke ku nikare xwe biparêze, emrê wê kurt dibe. Gelek mirov dê li binavbûna keştiya dewletê ya li Îranê binêrin û bibêjin, "Ez naxwazim bi keştiyê re noq bibim, ez tercîh dikim ku derbasî refê mixalefetê bibim û alîkariya wan bikim."
Rûdaw: Trump îdia dike ku Amerîka ji wê êrişa doh a Îsraîlê ya li ser binesaziya gaza Îranê bêxeber e. Gelo Îsraîl dikare li başûrê Îranê bêyî erêkirina Amerîkayê êrişeke wiha pêk bîne?
John Bolton: Di rastiyê de raportên nakok jî hebûn ku digotin Amerîka û bixwe Trump jî ji êrişê agahdar in û erê kirine. Di dirêjiya vê operasyona leşkerî ya nêzîkî sê hefteyan de, delîlên ku bi dest ketine nîşan didin ku hevahengiya di navbera Îsraîl û Amerîkayê de gelekî bêkêmasî û bêsang e. Nîşan didin ku em dizanin Îsraîlî çi dikin, ew jî dizanin em çi dikin.
Eger aliyê Amerîkayê nehatibe agahdarkirin û erê nekiribe ez dê gelekî şaş bimînim, tewra ez dikarim bibêjim ku bixwe Trump jî ji vê yekê agahdar bû.
Rûdaw: Ewropayî ne gelekî bi dil in ku beşdarî wê koalîsyonê bibin ku Trump ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê parastina wê dike. Gelo bi dîtina te çima ew ne piştrast in an jî çima ew amade nînin ku beşdarî vê koalîsyonê bibin?
John Bolton: Bi dîtina min bi temamî ji wan re nehatiye ravekirin ku ev şer di berjewendiya Ewropayê de ye. Ev yek beriya destpêkirina şer têkçûneke Trump bû. Her çend niha ew vî karî gelekî baş nake jî lê dikare hewl bide ku wan qanih bike.
Lê bi dîtina min ji ber şiyana nukleer a Îranê û piştgiriya wê ya ji bo terorê, Ewropa jî bi kêmanî bi qasî me, an jî bêtir di bin gefê de ye.
Ji aliyê cografî ve Ewropa gelekî nêzîktirî Îranê ye û niha di nav menzîla mûşekên balîstîk ên menzîlnavîn ên Îranê de cih digire. Her wiha wan teqez para xwe ji wê terorê jî girtiye ku rejîma Îranê piştgirî didiyê.
Lewma dibe ku ew ji Trump bêzar bûbin lê eger ew bi awayekî rast li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî bifikirin dê roleke gelekî çalaktir bilîzin. Ez hîn jî hêvîdar im ku ew dê bi taybetî di mijara vekirin û vekirî hiştina Tengava Hurmizê de roleke çalaktir bilîzin.
Rûdaw: Donald Trump di rojên yekem ên şer de piştgirî da tevlîbûna partiyên Kurdan lê piştre bi paşde gav avêt. Gelo bi dîtina te sedema vê yekê çi bû?
John Bolton: Gava mijar Trump be gotina her tiştî gelek caran zehmet e. Lê ez difikirim ku pekhateyên etnîkî yên li Îranê, ne tenê Kurd, Azerî, Lor, Ereb û Belûc jî ji rewşê qet ne razî ne. Ez bi xwe piştgiriyê nadim parçebûna Îranê lê ez bawer dikim ku alîkarîkirina komên etnîkî dê zexta li ser Supaya Pasdaran zêde bike û ev yek dê bibe pêngaveke baş ku alîkariya hilweşandina rejîmê bike. Piştî ku ew (rejîm) çûn, hemû gelên li Îranê dikarin bi awayekî hevpar pêvajoyeke şêwirînê bi rê ve bibin da ku biryarê li ser çawaniya paşeroja xwe bidin.
Rûdaw: Li Îranê 10 milyon Kurd dijîn, partiyên wan ên siyasî hene ku dîroka wan digihîje salên 1945 û 1946an. Kurd û partiyên siyasî yên li wir daxwaza federalîzmê dikin. Gelo tu paşeroja Kurdên li Îranê çawa dibînî?
John Bolton: Binêrin, ez ji mêj ve piştgiriyê didim dewleteke Kurdan a serbixwe. Ev yek ji Peymana Versaillesê ya di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de û ji hilweşîna Împaratoriya Osmanî ve jî pêk nehat. Gava mirov ji aliyê aramiya herêmê ve dinêre, heke rejîma Îranê hilweşe û em karibin aramiyê ji nû ve ava bikin, hinceteke mafdar heye ku dê gelek derfet ji bo guhertineke aştiyane li herêmê derkevin holê. Lê ez naxwazim ji niha ve lez bikim. Alîkarîkirina Kurdan a li dijî rejîmê dikare gelekî jiyanî be, ez tenê ji ber vê yekê jî parastina piştgirîkirina wan dikim.
Wekî min got, dê paşeroja Îranê, Kurdan û neteweyên din piştî nemana rejîma kevn û avakirina rejîmeke demkî diyar bibe. Gelo ev rewş dê bibe sedema xweseriyeke zêdetir an bi giştî bûyerên li herêmê dê di berjewendiya dewleteke Kurdan a serbixwe de bipêş bikevin? Ez nikarim vê bizanibim. Lê eger wisa bibe, ez dê teqez piştgiriyê bidimê.
Rûdaw: Tevgera leşkerî ya niha heta niha bêtir ji asîman ve tê birêvebirin. Gelo bi dîtina te dewletek an jî her rejîmek dikare tenê ji asîman ve were hilweşandin?
John Bolton: Dê bandora operasyona asmanî ya di kuştina serkirdatiya bilind û lawazkirina Supaya Pasdaran, Hêza Qudsê û Besîcê de, teqez bandorê li ser têkdana aramiya giştî ya rejîmê bike. Ev yek dê nîşanî wan bide ku ew hêmanên hêzê yên ku rejîm ji bo mayîna li ser desthilatê bi kar tîne êdî ne wekî berê ne. Ev yek dê kesên din ên di nav rejîmê de teşwîq bike ku paşde bikêşin û li pey ewlehiya xwe bikevin.
Dibe ku di nav rejîmê de bibe sedema şkestin û parçebûneke mezin a navxweyî. Ev hemû serkirdatiya bilind perçe perçe dikin û fersendê didin mixalefetê, kesên ku ji rejîmê vediqetin û artêşê da ku li pey cudabûnên di nav refên Supaya Pasdaran de biçin. Wekî çawa ku gelek rejîmên otorîter ji ber nakokiyên navxweyî hilweşiyan, ev rejîm jî dê bi vî awayî hilweşe.
Rûdaw: Te berê destnîşan kiribû ku tu piştgiriyê didî guhertina rejîmê ya li Îranê lê te diltirsiya xwe diyar kiribû ku dibe amadekariyên têrnekirî li pêşiya vê armancê bibin asteng. Gelo bi dîtina te Trump ketiye xefikeke ku derketina ji wê zehmet e?
John Bolton: Bi dîtina min bi nekirina hevahengiyeke çalak a li gel mixalefetê wî kar gelekî zehmetir kir. Mixalefet li qadeke gelekî berfireh belav bûye lê ne baş organîzekirî ne. Lewma me dikarî bêtir piştgirî bida pêwendiyên wan, me dikarî çavkanî û alîkariya darayî bidaya wan da ku em alîkariya hewldanên wan bikin. Eger daxwazên wan di vî warî de bûna me dikarî çek jî bidana wan. Lê gelek delîl nînin ku nîşan bidin me ev tişt kirine.
Li gel vê yekê jî ez nafikirim ku ji bo vê dereng maye. Ev nayê wê wateyê ku dê rejîm di nav 30 rojên pêş de hilweşe lê divê em piştî ku beşa mezin a kar qediya jî piştgiriya xwe û dibe ku hin operasyonên asmanî bidomînin.
Jixwe ji ber vê yekê ji bo guhertina rejîmê pêwîstiya we bi sebir û biryardariyê heye. Wekî hikumet ez difikirim ku Amerîka xwediyê vê yekê ye lê em dê di paşerojê de bibînin bê ka Trump xwediyê van taybetmendiyan e an na.
Rûdaw: Di vî şerî de welatên ku herî zêde zerer dîtin welatên Kendavê bûn. Zêdetirî ji sedî 85ê êrişên bi dron û mûşekan ên Îranê li dijî welatên Kendavê hatin kirin. Ez difikirim ku tenê Îmarat rastî ji sedî 57ê êrişên giştî yên Îranê hatin. Gava ev welat bi Amerîkayê re hevalbendên baş in û mazûvaniya baregehên Amerîkayê dikin û Îran jî bi hinceta baregehên Amerîkayê êrişî wan dike, gelo bi dîtina te Amerîka di piştgirîkirin û parastina van welatan de bi ser neket?
John Bolton: Ez hêvî dikim ku hest ne di vî warî de be. Me hewl da ku em wan ji berê ve amade bikin û ez dizanim ku niha di nava şer de hevahengiyeke gelekî zêde heye. Tiştê ku li Kendavê qewimî ev bû:
Îmarat, Qeter yan jî welatên din ên Kendavê, eger şerek derkeve ji bo ku Îranê razî bikin da ku êrişî wan neke hewldaneke mezin dan. Lê ez difikirim ku wan di derbarê karaktera rasteqîn a rejîma Ayetullah de hin tişt dîtin, rejîmê beşeke mezin a şiyana xwe ne tenê li ser Îsraîl an jî bingehên Amerîkayê, rasterast ber bi armancên sivîl ên welatên Erebî yên Kendavê ve araste kir.
Ji ber vê sedemê, her çend dema tiştekî wiha diqewime gelekî cihê diltirsiyê be jî lê dema ku niyetên rasteqîn ên rejîmê eşkere dibin, ez bawer dikim ku divê ev rewş xwesteka karkirina bi Amerîkayê re zêdetir bike da ku rejîm ji holê rabe û ev gefa li ser aştî û aramiya Kendavê û hemû Rojhilata Navîn were têkbirin.
Rûdaw: Em gelek caran dibihîzin ku yek ji armancên Amerîkayê yên di vî şerî de rûbirûbûna bi Çînê re ye, ji ber ku Çîn yek ji kiriyarên sereke yên petrola Îranê ye. Ev yek çiqas nêzîkî rastiyê ye?
John Bolton: Ez nafikirim ku ew qas tekezî li ser rûbirûbûneke stratejîk a bi Çînê re tê kirin. Lê Çîn bihayekî ji bazara cîhanê kêmtir dida û miqdareke mezin a petrolê dikirî û ji vê yekê mifa werdigirt û di bedêla wê de feyde dida Îranê jî. Beşeke mezin a petrola Kendavê diçe Asyaya Rojhilat û piraniya vê jî ya Çînê ye. Lewma qutbûna petrolê di demeke kurt de dê teqez bandoreke gelekî neyênî li ser Çînê bike. Dê wan neçar bike ku bihayên bilindtir bidin û bêtir petrolê ji Rûsyayê bikirin û teqez dê ji vê yekê qet ne razî bin.
Balkêş e ku wisa xuya dike ew lûtkeya ku biryar bû di dawiya vê mehê de di navbera Xi Jinping û Trump de were lidarxistin hatiye bipaşxistin. Ev jî tê wê wateyê ku fersenda gotûbêjkirina van pirsgirêkan li gel Çîniyan dibe ku mehek an jî zêdetir hatibe bipaşxistin. Gava mirov girêdayîbûna wan a bi petrola Kendavê (ne tenê Îranê, bi welatên din ên Kendavê ve jî) li ber çavan digire, ez difikirim ku dê ev ji bo Çînê ji aliyê aborî ve zehmet be.
Rûdaw: Birêz Bolton pirs a min a dawî ye, eger di dawiya vî şerî de Komara Îslamî ya Îranê wekî pergal û dewlet li ser pêyan bimîne dê çi bibe? Ev yek dê ji bo herêmê û Amerîkayê bê çi wateyê?
John Bolton: Eger armanc têkbirina vê rejîmê be û ev yek bi ser nekeve, bi dîtina min ev dê bibe têkçûnek. Mayîna rejîmê li ser pêyan tê wê wateyê ku dê teqez bernameya xwe ya çekên nukleer û hêzên wekaletê yên terorîst ên li herêmê û seranserê cîhanê ji nû ve ava bike û dê careke din bibe çavkaniya sereke ya gefê li ser aştî û ewlehiya navdewletî.
Ji ber bîrdozî û baweriyên xwe yên tundrew kiryarên rejîmê naguherin. Lewma eger rejîm li cihê xwe bimîne pergala wê ya baweriyê jî li cihê xwe dimîne. Her çend zehmet be mirov pêşbînî bike bê ka dê çi qasî demê bigire jî lê piştî demeke diyarkirî, em dê bi temamî vegerin xala beriya destpêkirina şer.
Rûdaw: Birêz John Bolton, ez gelekî spas dikim ku tu bûyî mêvanê Rûdawê û te dema xwe da me.
John Bolton: Ez spas dikim ku we mazûvaniya min kir.
Rûdaw: Spas, bi xatirê te, rojeke xweş ji te re dixwazim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse