Almanya - Penaberekî ji Sûriyeyê bû 'qehreman'

31-05-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Almanya Hamburg Miheme El Mihemed Êrişa Bi Kêran
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, penaberê Sûriyeyî yê 19 salî Mihemed El Mihemed, bi sekinandina êrişa bi kêrê ya li stasyona trênê ku tê de 18 kes birîndar bûne, wekî "qehreman" hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya polîs a roja îniyê, êrişkara 39 salî ya Alman Lydia S. li cihê bûyerê hat desteserkirin.

Jina ku tê texminkirin pirsgirêkên wê yên derûnî hene li stasyoneke trênê ya li bajarê Hamburgê di êrişeke bi kêrê de 18 kes birîndar kiribûn

Mihemedê ku di dema bûyerê de diçû mala xwe ya li Buchholzê ya nêzîkî 25 kîlometreyan dûrî Hamburgê, piştî serdana hevalekî xwe, li stasyona trênê êrişkar dît.

Dema ku Mihemed dibîne xelk ji êrişkar direve hewl dide êrişkarê bide sekinandin û got, "Min biryar da ku ez ber bi aliyê din ve birevim û wê jinê rawestînim."

Li gorî ku Mihemed ragihand, zilamekî din (wî got ku ew Qefqasî bû) pehînek li çoka êrikarê da û êrişkar ket xwarê.

Mihemed got, "Min jin li erdê girt, min destên wê li ser pişta çenteyê wê danî da ku ew ranebe. Jinê qêrîn nekir û li ber xwe neda."

Piştî demeke kurt polîs gihişt cihê bûyerê. Muhemmed, piştî ku polîsan çekên xwe ber bi wî ve nîşan kirin, destên xwe bilind kir û hêdî hêdî ji êrişkarê dûr ket.

Kovara Almanî Der Spiegel ragihand ku Mihemed nasnameya xwe piştrast kiriye û destêwerdana van her du zilaman rê li ber birîndarbûna mirovan a zêdetir girtiye.

Bûyer li Almanyayê dengvedanên berfireh çêkir. Li hemberî hewlên Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) a tundrew û dijî-koçberan ku koçberiyê bi sûc ve girê dide, lêkolîneke ku ji aliyê Enstîtuya Ifo ya li Munîhê hatiye kirin nîşan dide ku "ti têkilî di navbera koçberî û asta sûc de nîne."

Di vê rewşê de parvekirina çîroka penaberê Sûriyeyî Mihemed li Hamburgê girîng hat dîtin.

Rojnameger û şirovekara siyasî Gilda Sahebi ku di rojnameya Almanî Die Tageszeitung de dinivîse, bal kişand ser wê yekê ku tundrewên rastgir û heta beşên demokratîk jî carinan zemîn ji bo gotinên nîjadperest amade dikin û wiha got:

"Mirov dixwaze bibêje: 'Binêre, Erebek, bi taybetî jî kesek bi navê Mihemed bûye qehreman!'"

Mihemed got ku piştî êrişê ji aliyê polîs ve jêpirsîn pê re hatiye kirin û piştre ew çûye mala xwe:

"Polîs spasiya min kir û ji min re cappuccino kirî. Ev yek gelekî kêfa min anî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst