Xamineyî gef li Amerîkayê xwar: Şer dê bibe şerê herêmî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Elî Xamineyî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî got, eger Amerîka êrişî welatê wan bike şer dê bibe şerê herêmî.

Li gorî nûçeya malpera iribnewsê ya televîzyona dewletê ya Îranê, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi boneya salvegera 47emîn a şoreşê li mala xwe ya li Tehranê ji gel re axivî.

Elî Xamineyî got, "Bila Amerîkayî zanibin, eger ew şerekî bidin destpêkirin, vê carê şer dê bibe şerekî herêmî."

Xamineyî anî zimên ku behskirina şer, balafir û keştiyên şer ji aliyê birêvebiriya Washingtonê ve ne tiştekî nû ye û got:

"Berê jî Amerîkiyan gelek caran di gotinên xwe de gef xwaribûn û gotibûn 'Hemû vebijêrk li ser maseyê ne.' Di nav wan de vebijêrka şer jî hebû."

Xamineyî diyar kir ku birêvebiriya Tehranê naxwaze bibe aliyê ku şer dide destpêkirin û naxwaze êrişî ti welatan bike û wiha axivî:

"Eger kesek êrişî gelê Îranê bike û zererê bide, gelê Îranê dê bersiveke gelekî tund bide."

Xamineyî rûdanên di xwenîşandanên kolanan ên li welêt de şibandin hewldana darbeyê û got:

"Fitneya ku qewimî, dişibiya darbeyekê. Ev darbe hat têkbirin.

Armanca wan ew bû ku navendên bi bandor û krîtîk ên di birêvebiriya welêt de xera bikin.

Ji ber vê yekê êrişî polîsan, saziyên dewletê, navendên Supaya Pasdaran, bank û mizgeftan kirin û Quran şewitandin.

Navendên ku welêt bi rê ve dibin kirin hedef. Ev rewş dişibiya hewldana darbeyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst