Hewlêr (Rûdaw) – Serdozgeriya Komarî ya Wanê red kir, ku alozî li girtîgeha Wanê çê bibe, lê belê Baroya Wanê dibêje, li girtîgehê protesto hebûye.
Piştî ku li ser medyaya civakî û herwiha hin malperan hatibû belavkirin ku li girtîgeha Wanê alozî û isyan derketiye, serdozgerî û baroya Wanê derbarê mijarê de du daxuyaniyên cuda dan.
Serdozgeriya Komarî ya Wanê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, ti alozî li girtîgeha Wanê rû nedane û nûçe û zanyariyên di vê bareyê de derew in.
Serdozger Oguzhan Donmez diyar kir, “em çûne cihê bûyerêû me lêkolîn kir, isyan û vêxistina agiran titştek wisa nîne, herwiha kuştî û birîdar jî nînin.”
Têkildarî mijarê, Baroya Wanê jî daxuyaniyek weşandiye û daye xuyakirin, ku li girtîgeha Wanê di berteka li hember yasaya efûyê de ku AK Partî û MHPê pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kirine, protesto hebûye.
Baroya Wanê dibêje, li ser îdiaya ku li Beşa Tîma M a Girtîgeha Wanê agir derketiye û kuştî û birîndar çê bûne, serokatiya baroyê bi serdozgeriyê re ketiye têkiliyê, herwiha komîsyona girtîgehan a baroyê jî serdana girtîgehê kiriye û bi rêveberê wê beşa girtîgeha Wanê re hevdîtin kirine.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku “piştî protestoyê ti kes nehatiye kuştin an jî birîndarkirin .”
Baroya Wanê destnîşan kiriye, “hem serokatiya baroyê û hem jî komîsyona girtîgehan a baroyê dê ji nêzîk ve rewşa girtîgeha Wanê bişopînin.”
Li gor zanyariyên ku hin malperan û li ser medyaya civakî hatine belavkirin, şeva bihorî girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li Bakurê Kurdistanê ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li benda berdanê bûn, lê nehatin berdan, alozî û isyan çê bûye.
Her têkildarî vê yekê hin vîdeo li ser medyaya civakî hatine belavkirin, ku têde xuya dibe malbatên hejmarek girtiyan li ber deriyê girtîgehê amade bûne û hêzên polîs jî hewl didin bi axavtinê wan bidin bawerkirin ku tiştek li girtîgehê çê nebûye û daxwaz ji wan kesan dikin, ku vegerin malên xwe.
Li gor wan agahiyên belav bûne, li girtîgehê şewat derketiye û dengê qêrînê hatiye bihîstin û piştre hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê tevî hejmarek ambulans û tîmên agirvemirandinê li ber girtîgehê amade bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse