DEM Partiyê çend şaredarî bi dest xistin?

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî eşkerebûna encamên destpêkê şaredariyên ku partiyan bi dest xistin hêdî hêdî diyar dibin.

DEM Partiya ku li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bi namzedên xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan bû li 3 bajarên mezin û 7 bajaran bi ser ket.

DEM Partiyê herwiha şaredariyên 58 navçe û 8 bajarokan jî bi dest xistin.

Şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine:

Bajarê Mezin:

Amed, Mêrdîn, Wan

Bajar:

Agirî, Êlih, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Dêrsim

Navçe:

Giyadîn, Bazîd, Avkevir, Tetwan, Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Erxenî, Hênê, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr, Yenîşehîr, Dep, Bêraqdar, Tatos, Gever, Dîgor,  Kaxizman, Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Akdenîz, Kop, Melezgir, Gimgim, Bêrecûk, Hewag, Serêkaniyê, Xelfetî, Curnê Reş, Sirûc, Wêranşar, Misirc, Cizîr, Hezex, Silopya, Miks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Westan, Payîzava, Rêya Armûşê, Bêgirî, Qerqelî, Serê, Tuşba

Bajarok:

Bûlam, Pirxûs, Pazarcix, Leter, Altinova, Hawêl, Sirtkoy, Gundikê Melî

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) heta niha encamên fermî ranegihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst