Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de ragihand ku ew serbilind in ku Herêma Kurdistanê dergûşa pirrengî û bihevrejiya pêkhate û zimanên cuda ye.
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîn a 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayîkê ango "Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê" qebûl kir.
Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê her sal li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê peyamek belav kir
Nêçîrvan Barzanî di peyamê de pêbendbûna xwe ya bi "bipêşxistin û parastina zimanê dayîkê" ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew bipêşxistin, zimanê Kurdî û hemû zimanên pêkhateyên Herêma Kurdistanê li xwe digire.
"Parastina Kurdistanê ye"
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de wiha got, "Parastina zimanê dayîkê, parastina nasname, dîroka dewlemend û paşeroja Kurdistanê ye."
Naveroka daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:
"Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de, em serbilind in ku Herêma Kurdistanê dergûşa pirrengî û bihevrejiyana pêkhateyên neteweyî, olî û ziman û çandên cuda ye.
Em pêbendbûna xwe ya bi bipêşxistina zimanê dayîkê ji bo hemûyan ducare dikin; ji zimanê Kurdî heta zimanên pêkhateyên neteweyî (Tirkmenî, Suryanî û Ermenî).
Parastina zimanê dayîkê, parastina nasname, dîroka dewlemend û paşeroja Kurdistanê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse