Demîrtaş bangî karkeran kir: Em dê bi hev re li ber xwe bidin

01-05-2025
RÛDAW
Nîşan 1ê Gulanê Kadikoy Stenbol Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş, bi minasebeta 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir û diyar kir ku ew dê bi hev re li ber xwe bidin.

Selahattîn Demirtaş got, "Heta mafê ked û kedkaran were standin, heta ev pergala kedxwariyê were hilweşandin, heta ku bi aramiya civakî re sîstemeke demokratîk were avakirin, em dê hemû bi hev re li ber xwe bidin."

Li Meydana Kadîkoyê ya Stenbolê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) bi minasebeta 1ê Gulanê Roja Cîhanç ya Karkeran mîtîngek saz kir.

Tevî baranê bi sedan kes bi diruşme û pankartên tevlî mitîngê bûn.

Di pîrozbahiyê de ku nûnerên sendîkayan axaftin kirin, peyamên Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê di Girtîgeha Mermereyê de û Selahattîn Demirtaş hatin xwendin.

“Bijî 1ê Gulanê”

Selahattîn Demirtaş bang li hemû kedkaran û karkeran kir û got:

"Em ji dilê xwe silav û evîna xwe dişînin ji bo hemû kedkarên ku bi hinceta ked û piştgiriyê li hev kom bûne.

Em dizanin ku li her derê cîhanê ku kedxwarî û zilm hebe, teqez li wir berxwedan jî heye.

Heta mafê ked û kedkaran were standin, heta ev pergala kedxwariyê were hilweşandin, heta ku bi aramiya civakî re sîstemeke demokratîk were avakirin, em dê hemû bi hev re li ber xwe bidin.

Bi vê hincetê, em 1ê Gulanê ya hemû kedkaran pîroz dikin û hêvî dikin ku em di rojên azad de hev bibînin. Bijî 1ê Gulanê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst