GEVER - Berfê xanî bi ser malbatekê de herifand: Em li benda alîkariyê ne

13 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Banê xaniyê herifî û Wesîle Donat\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Banê xaniyê herifî û Wesîle Donat\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Kadikoy Karkerên Kaxizan Şaredariya Kadikoyê Gever Colemêrg Berf û Bana Şadiye Kirmizigul
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê û navçeya Geverê, barîna berfa zêde tevî dîmenên xweşik, karesat jî bi xwe re anîn.

Li Taxa Satiyan a Geverê, banê xaniyê malbata Donat ji ber giraniya berfê herifî. Malbata ku ji 5 kesan pêk tê, di vê sermayê de bêstar ma û daxwaza alîkariyê dike.

Li Bakurê Kurdistanê, parêzgeha Colemêrgê ev çend roj in di bin bandora barîna berfa zêde de ye.

Her çend berfê dîmenên spî û ciwan afirandibin jî, li aliyê din bû sedema wêraniyê.

Li navçeya Geverê, bûyereke xemgîn rû da. Li Taxa Satiyan, xaniyê welatiyê bi navê Îrfan Donat ji ber giraniya berfê li ber xwe neda û banê wê herifî.

Di dema bûyerê de Îrfan Donat, hevjîna wî Wesîle û sê zarokên wan li malê bûn.

Di bûyerê de ziyaneke canî çênebû lê malbat di nîvê zivistanê de bê xanî ma.

"Em di vê sermayê de perîşan bûn"

Xwediya malê Wesîle Donatê diyar kir ku bûyer serê sibê saet di 05:00an de qewimiye û wiha behsa rewşa xwe kir:

"Me sê zarok hene û em bi giştî 5 kes in. Seat 5 bû ez rabûm, min dît banê xaniyê me herifiye.

Em dixwazin xelkê Geverê alîkariya me bike. Belkî em bikarin xaniyê xwe çêkin. Zivistan e, ma em dê biçin kû?

Em niha li mala cîranekî xwe dimînin. Em hema perîşan bûne, rewşa xaniyê me hûn dibînin, bila alîkariya me bikin, em mane li ber deriyan û gelek sar e."

Debara xwe bi rojane 600 lîreyî dikin

Bavê malbatê Îrfan Donat ku di firinekê de wek karker dixebite û rojane tenê 600 lîre qezenc dike, destnîşan kir ku derfeta wan a nûkirina xênî nîne. Donat bang li xêrxwazan kir û got:

"Em li bendê ne ku alîkariyekê bidin me ku em bikarin avahiya xwe serhev de bînin.

Yan jî heta biharê em bikarin xaniyekî kirê bikin. Em dixwazin xelkê me bibe alîkar, em ketine tengasiyê de, sê zarokên me hene. Kar tine, ez di firinan de weke karker dixebitim."

Şaredariya Geverê soza alîkariyê da

Piştî bûyerê Hevserokên Şaredariya Geverê çûm cem malbatê. Hevseroka Şaredariyê Şadiye Kirmizigulê diyar kir ku ew dê li gorî derfetên xwe xwedî li welatiyan derkevin.

Şadiye Kirmizigulê got,"Piştî berfê beşek hemwelatiyên me zerer dîtine. Ev mala hûn dibînin jî ya hemwelatiyekê me ye û xaniyê wan zerer dîtiye.

Em hatine seredanê û çi ji destê me bê em dê bikin. Heman demê li navçeya me hinek salonên me yên werzişê jî herifîne, em dê seredana wan deran jî bikin."

Li gundan rewş nediyar e

Li aliyê din, tê ragihandin ku barîna berfa zêde li gundên Gever û Colemêrgê jiyan felc kiriye.

Ji ber ku rêyên gelek gundan hêj nehatine vekirin, agahî derbarê rewşa xelkê wan gundan û ziyanên gengaz de nayên bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst