Têkoşîna karkerên Kurd ên li Stenbolê: Barê wan kaxiz, derdê wan nan e

10 demjimêr berê
Omer Sonmez
Karkerên kaxizan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Karkerên kaxizan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Kadikoy Karkerên Kaxizan Şaredariya Kadikoyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi dehan hezar karkerên ku piraniya wan Kurd in, debara xwe bi komkirina bermayiyên kaxiz û plastîkan dikin.

Ev karkerên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin, van demên dawî hem rastî zextên dewletê û hem jî yên şaredariyan tên.

Li navçeya Kadikoyê hewldana girtina depoyan bû sedema berxwedana karkeran.

Li kolanên bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê Stenbolê, bi fermî neyê zanîn jî tê texmînkirin ku derdora 15 heta 20 hezar karkerên kaxizan hene.

Piraniya wan Kurdên ji bajarên wekî Riha, Çewlig û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Ew bi erebokên xwe, di nav sir û seqema zivistanê de nanê xwe ji nav gilêşdankên bajêr derdixin.

Şaredariyê biryara dawî nedaye

Di demên dawî de, ev karker di bin zexteke ducarî de ne. Hem dewlet hewl dide bacê ji wan bigire, hem jî şaredarî dixwazin cihê karê wan bigirin.

Herî dawî Şaredariya Kadikoyê ya CHPyî, bi hinceta "veguhastina bajêr" xwest 25 depoyên karkeran bigire.

Piştî berxwedana karkeran a li taxa Fîkîrtepeyê, şaredariyê bi paş ve gav avêt.

Ofîsa Çapemeniyê ya Şaredariya Kadikoyê ji Rûdawê re ragihand ku hêj biryareke wan a fermî nîne û dê rewşê jinûve binirxînin.

Karkerên Kurd dibêjin, ew ji bo pêşeroja zarokên xwe li vê xurbetê ne. Yek ji wan karkeran jî Sebah Hezer e.

Ew ji gundekî Qerejdaxa Sêwregê hatiye û 15 sal in vî karî dike. Karkerê kaxizan Sebah Hezer got:

"Ez ji Qerejdaxa Siwêregê me. Ev 15-20 sal ez karê komkirina kaxizan dikim.

Emrê min hemû bi kar re derbas bû. Li welatê me ew îmkan jî tunebû ku em bixebitin...

Em rezîltiyê dibînin lê bila zarokên me vê nebînin. Ji loma jî em ji bo xwendina zarokên xwe dixebitin.

Yanê em bi xêra çopê zarokên xwe xwedî dikin û didin xwendin."

"Min dev ji xwendina xwe berda"
Rewşa herî dilşewat jî ya zarokan e. Li şûna ku li dibistanê bin, barên ji bejna xwe mezintir hildigirin.

Mîkaîlê 14 salî û Yilmazê 16 salî, du zarokên ji Sêwregê ne ku neçar mane dest ji xwendinê berdin.

Zarokê karker ê 16 salî Yilmaz Îsteklî got,"Dema ez piçûk bûm bavê min diçû ber pez.

Gunehê min pê dihat... Min heta sinifa 5an xwend û xwendina xwe terikand. Erê ez pir poşman jî bûm… lê êdî çû.

Niha jî di salê de du-sê mehan têm li Stenbolê karê komkirina kaxizan dikim.

Derve sar e, meriv dicemide... Ev ne kar e ku meriv bike, karekî pîs e."

"Em ji bo zarokên xwe dixebitin"

Zarokê karker ê 14 salî Mîkaîl Bayraktar jî got:

"Em serê sibê zû radibin û dest bi kar dikin. Sibehan gelek sar e. Em ji 6ê serê sibê heta 8ê êvarê li derve dixebitin.

Erê ez jî poşman im ku min xwendina xwe dewam nekir lê ez mecbûr bûm ku alîkariyê bidim malbata xwe."

Li Fîkîrtepeyê di 25 depoyan de nêzîkî 400 karker dixebitin. Ew rojane 14 saetan kar dikin û di navbera 400 heta 1000 lîreyî qezenc dikin.

Sîgorteya wan a tenduristiyê tune ye û metirsiya qezayên trafîkê her tim li ser wan e.

Karkerê kaxizan Abîdîn Ay jî got, "Hemû hewl û daxwaza me xwendina zarokên me ye. Me nexwend, qet nebe bila zarokên me bixwînin.

Em li kolanan, li ser sergoyan rastî gelek tiştan tên. Gelek hevalên me di rê de wesaîtê li wan xistiye.

Hin ji wan mirine, hin ji wan jî birîndar bûne êdî nikarin vî karî bikin."

Tevî ku şaredarî niha operasyona girtina depoyan rawestandiye lê karker bi tirs in.

Daxwaza wan a sereke ew e ku karibin bi awayekî ewle û mirovî nanê xwe qezenc bikin da ku zarokên wan jî neçar nemînin heman çarenûsê bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst