Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê bi hinceta xwenîşandanên 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran 13 kes hatin girtin û 163 kes jî bi şertê qedexeya çûna derveyî Tirkiyeyê hatin berdan.
Sendîka û çend partiyên siyasî bi armanca pîrozkirina 1ê Gulanê bang li karkeran kiribûn ku li Qada Taksîmê bicivin.
Parêzgariya Stenbolê jî diyar kiribû ku pîrozbahiya li Dêrsimê qedexe ye û divê li pîrozbahî li cihê destûr hatiye dayîn pêk were.
13 kesên bang li hev kiribûn hatin girtin
Li ser vê yekê beriya 1ê Gulanê û piştî wê hejmarek endam û nûnerên ku bang kiribûn hatin desteserkirin û 3ê Gulana 2025an bi biryara dadgehê 13 kes ji wan hatin girtin.
Her wiha 163 kes jî bi şert hatin berdan ku beriya wê bi rojekê jî 372 kes hatibûn berdan.
Hat diyarkirin ku di nav kesên hatine girtin de 3 berpirsên ESPyê jî hene. Her wiha Serokê Giştî yê ESPyê Murat Çepnî jî hatibû desteserkirin ew hat berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse