PAK: Seîd Elçî têkoşerekî doza azadiya Kurdistanê bû

01-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan PDKT Seîd Elçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 49emîn salvegera şehîdkirina damezrêner, serokê giştî û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyê (PDKT) peyamek belav kir û têde ragihand: “Seîd Elçî rêber û welatperwerekî dilsoz, kedkar û têkoşerekî doza azadîya Kurdistanê bû.”

PAKê bi peyamake nivîskî serokê giştî û sekreterê PDKTê Seîd Elçî bibîr anî û têde ragihand ku ew rêberê welatperwerê Kurd Seîd Elçî û hevalên wî bibîr tînin

Di peyama xwe de PAK Seîd Elçî weke “rêber û welatperwerekî dilsoz, kedkar û têkoşerekî doza azadiya Kurdistanê” pênase dike.

PAKê di peyama xwe ya bibîranînê de dibêje: “Em Sekreterê Giştî yê PDKTê Seîd Elçî û hevalên wî Mehmedê Begê û Abdullatif Savaş di 49emîn salvegera şehadeta wan de bi giramî bibîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst