RAPORT – Şerê xendeqan çi bandor li ser derûniya zarokan hiştiye?

01-06-2021
Abdulselam Akinci
Şerê li Bakurê Kurdistanê ziyanekî mezin gihandiye derûniya zarokan
Şerê li Bakurê Kurdistanê ziyanekî mezin gihandiye derûniya zarokan
Nîşan Amed Şerê Xendeqan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Saziya bi navê Anadolu Kultur ango Çanda Anatolya di derbarê şerê xendekan ê salên navbera 2015 û 2020an de, raporek bi zimanên Kurdî û Tirkî belav kir. Rapor cî dide bandora şer a li ser derûniya zarokan û alîkarîya psîkososyal a hunerê ji bo wan.

Saziya Anadolu Kultur lêkolîneke berfereh li bajarên Bakurê Kurdistanê weke Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Wanê kir. Ji bo tomarkirina amaran hevdîtin li gel nûnerên 42 sazî û dezgehên sivîl û fermî hatiye kirin û 16 kesên ku xebatên takekesî di derbarê zarokan de dikin hatine dîtin.

Ev rapor piştî xebata 6 salan hatiye amedekirin û bo raya giştî hatiye pêşkêşkirin. Zanyariyên balkêş têde ne, ji bo mirov zanibe, şer bandoreke çawa li ser zarokan dike û piştî şer liv û tevgerên wan çawa têne guhertin.

Koordînatorê Projê Derya Bozarslan ji Rûdawê re got: “Di vê raporê de armanca me ya ewil ew bû em wêneyek qadê bikişînin bizanibin ku di 6 salan de li wan herêman çi bû çi qewimîn, zarok çiqas tesîrdar bûn. Piştî van analîza mûhatabên van encaman her kî be bila rasteqînîyê bibînin û em jî tev de ku em pêwîstîyan bînin cîh.”

Li gor raporê di heyamê pevçunan de li Amedê 26, li Şirnexê 78, li Mêrdînê jî 4 zarokan canê xwe ji dest dane. Nazmîye Şen û Ekrem Şen ên şênîyên Sûrê ne, keçika wan a 12 salî di dema pevçûnên de bi guleyek hatibûe kuştin û ew 6 sal in ku bi derûniyek xirab şîna keçika xwe digrin.

Bavê keçika kuştî Ekrem Şen jî got: “Niha jî ku qala Sûrê dibe zarokên min ji xwe diçin. Dibêjin kê xwîşka me kuştiye.Derûnîya zarokan pir xirabe.”

Diya keçika kuştî Nazmîye Şen jî got: “Niha jî li derve patpatek biteqe zarok ditirsin û min hembêz dikin. Ew tirsa hêj di dile wan de ye. Dengek ji erebeyek tê zarokên min dibêjin dayê çibû. Niha ji ber coronayê zarok ditirsin dibêjin dayê qedexeya derketina kolanan heye emê dîsa bimrin. Çimkî ev derûnî ketiye hişê zarokên min.Piştî ku keçika min rehmet kir lawê min jê biçûktir bû. Lawê min wek dîna bû, xeber pê nedibûn, xwarin nedixwar. Hema wisa serê wî di ber wî de bû. Çimkî ev dem di hişê wî de mabû. Min ew bir ba pîskolog û pîsîkîyatrîstan. Tişta wan ji min re gotî; ev zarok were çi temenî jî dê her roja roja kuştina keçeka bê bîra wî. Ew di wî rojê de ma ye. Got ew di wî rojê de mixkirî ma ye û ji wî rojê dernayê.

Saziya Anadolu Kultur di proseya lêkolînê de ji 33 saziyên cûda cûda bi 42 nûnerî û bi 16 kesên têkildarî zarokan şer xebatên re hevdîtin peka nîne.

Parêzer û Endamê Komîsyona Baroya Amedê ya Zarokan Mehemt Emîn Gul jî got: “Tesîra şer û pevçûnan a li ser derûniya zarokan a herî dîyar ew e ku di hefizaya zarokan de têkçûyîna bawerîya dinyayek bi edalet e. Di heyamên şeran de cîhên ku zarok ewle dibînin zirar dibînin di hefizaya zarokan de. Dîsa pêwendiya zarokan bi mekanên wî re qut dibin. Mala wî, sûk û mekteba wî hildiweşin û ev jî di derûnîya zarokan de tesîrek pir xirab dihêle. Ev têkçûyîna baweriyê ya zarokan kavilên mezin di derûnîya wan de dihêle.”

Pîsîkîyatrîstê zaroka Heîm Gînot dîbêje zarok weke bêtona şil in,çi bi ser wan de bikeve ew li ser wan şopê dihêle li gor vê raporê bi hezaran zarokên şerdîtî hêjî bi şop û travmaya şer û pevçûnan dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst