Li Qersê ji ber bablîsokê zerara madî çêbû

01-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber bablîsokê serbanên mal û axûran firiyan û dîwarên çend cihan hilweşiyan.

Li gor agahiyan roja Çarşemê 31ê Gulana 2023an, li parêzgeha Qersê bablîsok çêbû û di encamê de serbanên 3 mal, 2 axûr û yên avahiyên mizgeftê firiyan û zerara madî çêbû.

Dîmenê dema çêbûna bablîsokê ji aliyê welatiyan ve bi telefonê hatiye tomarkirin.

Ji roja Sêşemê ve li parêzgehê baran dibarî û piştî baranê ba û bahoz rabûye.

Tîmên AFADê û cendermeyan çûne cihê bûyerê û hewl didin zerara çêbûye bê diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst