Asayişa Herêma Kurdistanê: Me ‘terorîstekî DAIŞê’ desteser kir

01-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên wan “terorîstekî DAIŞê” li parêzgeha Helebceyê desteser kirine.

Rêveberiya Giştî ya Asayişa parêzgeha Silêmaniyê, roja Çarşemê 31ê Gulana 2023an di dauxyaniyekê de ragihand ku hêzên wan tohmetbarekî endamê “DAIŞê” yê bi navê H.K.E desteser kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku  şeva 29ê Gulana 2023an ew kes di operasyonekê de bi alîkariya Asayişa Şarezûrê hatiye desteserkirin.

Asayişa Parêzgeha Silêmaniyê destnîşan kiriye, ku li dadgeha Enbarê doz li dijî wî tohmetbarî hene û biryara girtina wî heye, lewra ew dê piştî lêkolînan wî kesî radestî hêzên ewlehiyê yên Enbarê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew kes ji bo ku xwe veşêre, hatibû parêzgeha Helebceyê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst